Sîber-êriş li dijî Tehranê

Êrişa li dijî bernameya nukleerî ya îranî
Translator

Çend roj berê muzakereyên Stenbolê yên li ser ber-nameya nukleer a Îranê, li çîleya 2011ê, îdiayên den-gvedêr di çapemenîyê de cih girtin: Vîrusa komputerî Stuxnet, ku tûşî Îranê bûbû, li Îsraîlê bi alîkarîya DYAyê hatibûye çêkirin. Gelo vê êrişa ku binesazîyên pîşe-sazîyê ji xwe re dikirin hedef, heyameke nû ya sîberşerî bi me nîşan dide?

Vîruseke komputerê ya weke çekê şerî?

ernobîleke nû! Di destpêka 2011ê de, M. Dmitry Rogozin, balyozê rûs ê li Rêxistina Peymana Bakurê Atlantikê (NATO), bi daxwaza destpêkirina lêpirsînekê der barê Stuxnetê, vîrusa komputerê ku van mehên dawîn miseletî ser tesîsên nukleer ên Îranê bûye, bû sedema sansasyonê. Ew dibêje ku, ev vîrus, di santrala hilberînê ya vejenê ya li Buşehrê de, ku li başûrê Îranê hatiye ava kirin, dikare bibe sedemê teqîneke termonukleer. Bisporê ewlehîyê yê alman û xwedîyê lêkolîneke pêşîn a birêkûpêk a vê vîrusê Ralph Langner, di meha îlonê de dibêje ev faraziyeyeke "vîrtuel [û] bitemamî bêbingeh" e. "Berîya her tiştî, Stuxnet, Buşehr ji xwe re nekiriye armanc". Lê bi rastî zirar li Natanzayê bûye, ku lê heft hezar santrîfujên ûranyûmê dewlemend dikin hene. "Ya duyem, heta di rewşeke wiha de jî, vîrus nikare bi sîsteman re bikeve reaksîyonê, ew dewreyeke avê ye ku ‘bi radyoaktîvîteyê re di têkilîyê de ye’. Tiştê ku kenê guran jî pê tê, ew e ku rûs bixwe vê yekê baş dizanin". (1) Lewra, di vî warî de Rûsya hevkareke serekî ya Tehranê ye. Bûyera Stuxnetê, çîroka sabotajeke teknolojîya bilind, romanek e ku kiryar zû ji çarçoveya kodên komputerê derdikeve û ber bi lîstikên mirêkî yên ragihandinê û dîplomasîyê ve dibeze.

Xwuya ye hin rastîyan cihê xwe girtiye. Diyar e êdî gumana kesî tuneye ku wextê çêkerên vê vîrûsê hebûye. (koda jêdera wê, li dora 15 000 rêzan e, ku li gor hin texmînan bi kêmanî deh "sal-endazyari"ya xebatê) û zanyarîyên tûj (ji bo ku kurmik karibe xwe bigihêniyê, dê ji çar valahîyên nebelavkirî yên sîstema bikaranînê ya Windowsê îstifade bike) jê re divên. Langner dibêje, "analîza kodên wê bi awayekî vekirî diyar dike ku armanca Stuxnetê ya mesajekê bişîne yan têgehekê nîşan bide tuneye. Ya pêdivî, bibiryardarîyeke biawayê leşkerî hilweşandina armancan e". Gelo tesîsên nukleer ên Îranê dikevin ber armanca wê? Gotareke kite bi kite ya New York Times, a 15ê çileya paşîn a 2011ê vê yekê piştrast dike û derdixe holê ku vîrus hatiye ceribandin û li ser bingeha ji nû ve derhênaneke bi mezinahîya tora santrîfujên Natanzê hatiye pêşxistin. Li gor rojnameya amerîkî, ev yek di navenda kompleksên atomî ên Dimona, li çola Neguevê de, ku dilê bernameya nukler a leşkerî ya îsraîlê ye, weke operasyoneke mezin pêk hatiye. Lêkolîn xwe dispêre gelek şahidîyên fermî yên amerîkî û îsraîlî –ku hemî jî nayên zanîn û îsbata wan ne mimkun e. Encam: "Pêşbirka neqanûnî ya çêkirina Stuxnetê, projeyeke hevbeş a amerîkî û îsraîlîyan e, ku bi alîkarîya haydar an nehaydar a alman û îngilîzan jî pêk hatiye". (2)

Almanên navbihurî yên fîrmaya Siemensê, karkerên ku li kargeheke sîstemên kontrolê yên komputeran ji bo sanaîyê (binavê SCADA) çêdikirin, bixwe bûn. Stuxnet "kurmikekî komputerê" ye, ku şopa wî ya cara pêşîn digihê heta 2009ê û ku li seranserê cîhanê bi dehan hezar makîne xirap kirine. Li gor lêkolîneke çêkerê dijvîrusan Kaspersky, li Moskovayê, ev kurm li gelek welatan, bi taybetî jî li Hindistanê, bi 8565 makîneyên xirapbûyî (di îlona 2010ê de) welatê herî zirardîtî belav bûye, piştî wê Endonezya tê (5148), Îran jî bi 3062 weqayên dîtî di rêza sêyem de ye. (3) Li gor hin senaryoyan, Stuxnet divê bi wasîteya mifteya USB a vegirtî ya yek ji maldayê xwe yê rûs di wextê xwe de ketibe malpera Natanz. Ji ber ku, wê nîşanên cihê yên armanca xwe (şopa kontrolkerê xwe yê her car) nas dikirin, vîruse diviya rêze êrişin weke filmê Hollywoodê pêk banîya. Bi diyarkirina herikîna daneyên rewşa wan normalxwuya, li ser ekranên ewlehîyê yên operatoran re, wê diviya gelek caran gurana rêguhastina santrifujan zêde bikira, rotor banîya sînorê qetîyana fizîkî û bi vî awayî bibûya sedema rêjeyeke nexwezayî ya arizayan.

Kuştina fîzîknasan

Herçend dewleta îsraîlê li vê vîrusê xwedî dernakeve, Telavîv mandelê lê nade û hin zabit jî bi serê zimanan bahsa wê dikin. Tevî vê jî, bûyera Stuxnetê di nav kiryarên sabotajê yên berfireh ên li dijî bernameya nukleer ya îranê de cihê xwe digire, ku serekê kevin ê Mossadê, M. Meir Dagan, berî niha ne bi gelekî kêfxweşîya xwe diyar kir ku dibîne dê ev bername "gellek salan bajo û heta berîya 2015ê dê kapasîteya nukleerî ya Îranîyan tunebe". (4) Li gor raporeke Enstîtuya Aşîtîyê ya Amerîkî (5), Tehran birastî divê pêrgî "gelek astengên mezin bibe, ku bêtir wext bide dîplomasîyê û acîlîyeta lêdaneke leşkerî kêm bike". Û birêzkirina: "Astengên her diçe zêde dibin li hember bidestxistina parçeyê bivê nevê hewce li bazara navneteweyî; alozîyên bikaranîna jimareyeke mezin a santrîfujan; û wiha xwuya ye ku, kiryarên nehînî yên buroyên îstixbaratên biyanî ne". Di nav rêbazên bikarhatî de: "Êrîşên sîberî, sabotajên materyalî, bi nihênî ketina nav tora tedarikkirinê û kuştina bisporên nukleerê" jî hene. Tarîxên bûyerên dawîn: Bi teqandina tirimbêla wî re mirina fizîsyen Mecîd Şehriyarî di 29ê çirîya paşîn a 2010ê de, dema tirimbêl teqîya ew jî tê de bûye. Lê, ji bo raportorên wek David Albright û Andrea Stricker, "alozîyên herî mezin xwiya ye ji ber Stuxnetê bûne, ku ji 2009ê ve dest pe kiriye û bandora xwe li ser santrifujên Natanzê dike". Piştî ku ev bûyer weke çîrokekê got, serok Mahmûd Ahmedî Necad di encamê de, di dawîya 2010ê de îtiraf kir, ku kurmik bûye sedema "hin probleman", lê ew êdî "çareser bûne".

Korsanîya komputerî werzişeke lêxistinê ye

Di gotareke kovara taybet a Nuclear Intelligence Weekly de, M. Scott Ritter, serokê kevin ê çavdêrên Neteweyên Yekbûyî yên bêçekkirina Iraqê (1991-1998), di şiroveyên xwe de behsa hin cudayîyên balkêş dike: "Karbidestên amerîkî û îsraîlî bi awayekî eşkere dibêjin ku Stuxnetê, niha, rê li ber bernameya dewlemendkirina ûranyûmê ya Îranê girtiye. (…) Lê dîsa jî, nirxandineke ku vê dawîyê ji alîyê Federasyona Zanyarên Amerîkanî (6) ve, li ser bingeha daneyên ekîbên çavdêrên Neteweyên Yekbûyî [li ser malpera Natanz] hatiye kirin, dest nîşan dike ku tevî êrişa Stuxnetê jî, Îranê çalakîyên xwe yên dewlemendkirina ûranyûmê, di 2010ê de, berfirehtir û bibandortir kirine". (7)

Li gor Ritter, ev nêrînên cuda, bi tansîyona li dora "beza bilez" hikum dike, dikare bê şirove kirin, ku Tehran û gruba "P5+1 (8)" bi vê yekê rabûne. "Nirxandinên li ser bingeha rastîyê, ji bo xatirê spekulasyonên senaryoyên muhtemel ên "rêvekirinê" di ser guh re hatin avêtin. Bi saya dubarekirinê ya nêzîkî bîst salan e, ku Tehran dike bombeya nukleer bi dest bixe, dîplomat "qîma xwe bi tercîhên siyasî yên ku qîmet didin van hîpotezan tînin", ku Ritter wê bi "mezinkirinê" gunehbar dike. Bi vî awayî jî, ew sînorên xwe yên minaqeşekirinê teng dikin. Derengmayina ku xwedêgiravî ji ber tevgera sabotajê ye riyeke bifêde vedike ji bo berdewamîya minaqeşeyan bêyî ku derfet ji dest biçe.

Ji xeynî lihevnekirina diyar a di navbera van herdu cîranan de –li alîyekî bombeya îsraîlê ya ku "sira herî xirab veşartî" ya dinyayê ye (9), li alîyê din jî bernameya nukleer a îranê ya ku hîn dûr e bi encam bibe–, operasyonên sabotajê yên di dema aştîyê de ne bêyî riskên bersivdanê yan jî pîjkirina şerî ne. Paradoksal e, gava ku mirov dibîne welatên di warê computerê de herî pêşketî û ji serî ve dibe ku herî zêde zirar li wan bibe, kiryarên wiha, meşrû dikin. Lê belê, korsanîya komputerê xwe amadekirina ji bo şerî ye û em dizanin ku di vî warî de bergirîya herî mezin êrîşkarî ye. Li Washingtonê, ku hîn bîranîna hakkirina malika mesajan a Google (îhtimaleke mezin) ji alî çînîyan ve teze ye, ji bo wê jî Serok, li hemberî "êrîşên hakkirinê yên ji derve bên" weke riya dawîn a bergirîyê, doza bişkokekê dike ku pê karibe hemî înternetê qut bike. Estonyaya ku bedelê "êrîşeke hakkirinê" ya kirdarê wê nediyar (lê herkes difikire ku ji alî Rûsyayê ve hatiye kirin) di 2007ê de da, ji bo wê jî ew ji wê demê bi vir de, ji bo bergirîya xwe ya înternetê, mazûvanîya navenda birêkûpêk a NATOyê dike.

Çavkanî

  1. "The Virtual Chernobyl (Çernobîla Ferazî)", 1ê sibata 2011ê, www.langner.com
  2. William J. Broad, John Markoff û David E. Sanger, "Israeli Test on Worm Called Crucial in Iran Nuclear Delay (Ceribandina Îsraîlî ya Kurmikê Ferazî, di Derengketina Bernameya Nukleer a Îranî de bi Roleke Diyar Rabû)", The New York Times, 16ê çileya pasîn a 2011ê
  3. Jeffrey Carr, "Reality Check: Is Stuxnet’s Iran Connection The New Iraqi WMD? (Kontrola Rastîyê: Gelo Girêdana Stuxnetê ya bi Îranê ve WMDya [çeka qirkirina girseyan] Nû ya Iraqî ye?)", Firewall, Forbes, 28ê îlona  2010ê
  4. Yossi Melman, "Outgoing Mossad chief: Iran won't have nuclear capability before 2015 (Kevnesefê Mossadê: Jêhatîbûna Nukleer a Îranê wê Berîya 2015ê çênebe)", Haaretz, 7ê çileya pasîn a 2011ê
  5. "Iran’s Nuclear Setbacks: A key for U.S. Diplomacy (Skestinên Nukleer ên Îranê: Ji bo Dîplomasîya DYAyê Mifteyek e)", 18ê çileya pasîn a 2011ê, United States Institute of Peace, www.usip.org
  6. Di 1945ê de ji alî gelek zanyarên besdarî berhênana bombeya atomê bûne ve hatiye damezirandin, ku FAS pê bûye xwedî îtibareke pir mezin
  7. Scott Ritter, "In Perspective: The Stuxnet Effect (Di Perspektîfê de: Bandora Stuxnetê)", Nuclear Intelligence Weekly, New York, 31ê çileya pasîn 20011ê
  8. Her pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî – Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çîn–, + Almanya
  9. Li gor sernivîsa berhema Avner Cohen, The Worst-Kept Secret: Israel's Bargain with the Bomb (Sirra Herî Hirab Hatî Vesartin: Bazara Îsralî ya bi Bombe), Columbia University Press, New York, 2010

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr