Siberoja Çînê

Translator

Heke destnîşankirina koma nû ya birêveber a çînî wisa dîyar e daxwazeka pêkanîna reforman derbibire jî, dîsa jî perdeya sir û razê ya li ser rêya ku Pekîn wê bikaribe (yan jî bixwaze) bide ber xwe bi temamî li pêşîya me ye. Ev blokajên heyî û yên mimkin e pêk werin ên ku di malzarokê de bi pêş dikevin, ji wan mijaran in ku Rêya Çînî (1) ya Michel Aglietta û Guo Bai daye ber xwe da ku wan ji hev derxe; Aglietta aborîzanekî zanîngeha Parîs X-Nanterê yê dinyadîtî û xwedî rûmet e û yê din jî doktorantekî ciwan e û ji zanîngeha Pekînê mezûn bûye. Ev ceribandin wekî romaneka polêsî nayê xwendin, lê belê ew dîsa jî referansek e, lewra nivîskaran xwe berdaye heta bi binê dîroka çandî siyasî ya Çînê da ku li dagîrkirina dika cîhanî ji alîyê Çînê ve serwext bibin û derfetên wê yên nûkirin û nûbûnê binirxînin.

Yek ji xalên herî hêja yên vê berhemê ew e ku ji wê wergera pîroz xwe xelas kirîye, ya ku dibêje birêveberên çînî welat xistine nav kapîtalîzma hov, van jî bi enerjîya yên nû îman bi kapîtalîzmê anîn û kulma dîktatoran kirin. Agiliettayê ku dilsoz e bi xebatên xwe yên berê yên der barê sererastkirinê de bi bîr dixe ku bazar xwe bi kapîtalîzmê îfade nake, her du pir zêde girêdayî hev jî bin. Nivîskar henekên xwe bi şirovekeran dike yên ku "bawer dikin Çîn qulibîye û îman bi kapîtalîzma bazarê anîye" ya ku mebesta wê ew e ku bivênevê ber bi "demokrasîya bi nûnerîyê ya rojavayî" ve bibe: "dawîya dîrokê" versîyona çînî... Ew îşaret pê dikin ku aborîya bazarê li Çînê ji sedsala 9an û pêve daye der û kapîtalîzmê jî xwe li wir bi cih nekiriye, sîstema împaratorîyê û burokrasîya wê pêşî lê digirtin ku pere werin berhevkirin. "Di împaratorîyê de çînên civakî nebûn", û "amadekirina mal û milkên kolektîf hevgirtina neteweyî misoger dikirin".

Pêla pêşî ya pîşesazîyê ya di bin birêveberîya Mao Zedong de, tevî dramên siyasî jî wê şahidî bikira li rêjeyên mezinbûnê yên ku nisbî têra xwe zexm û xurt bûn, siyasetên tendirustî û perwerdeyê bi xwe rê li ber encamên pir hêja vekirin (sala 1952yan % 80yê xelkê welêt nexwende bû, ev rêje sala 1978an daketibû % 16an). Çawa ku doh împarator û mandarînên wî dikirin, êdî Mao û komunîstan yekîtîya neteweyî dihunand. Birêveberên ku sala 1978an reform ji gundewarîyê dan destpêkirin xwe dispartin vê rastîyê. Asta jîyanê ya gundî û cotkaran wê bilindtir bibûya, vê jî wê rêyên partîyê dayî ber xwe rewa bikira. Nivîskar weha rave dikin ku ya ku hingê serketin misoger dikir ne vegera li bazarê bû lê belê struktûrên sosyalîst bûn.

Lê belê dema mijar ne gundewarî belê bajar bûn, yan jî bi awayekî tekûztir meriv derbibire, mijar ji birêveberîyan çêkirina şirketên tîcarî û bihayên veguherandî karan bûn, hingê nakokî pir zêde dibin: înflasyon, daketina dahata reel... Partî li vir bi ser nakeve. Tankên tepisandinê berîya ku ji sala 1992yan û pêve reform ji nû ve dest pê bikin, xurt dike; ji bo qonaxeka duyemîn berê xwe dide derve, a ku bi krîza malî ya cîhanê ya salên 2007-2008an bi dawî bû. Sêsed mîlyon meriv ji perîşanîyê rizgar dibin; Çîn dibe hêza duyemîn xurt a aborî ya cîhanê, lê belê berdêla vê hevnegirtinên bi tehlûke bûn: newekhevîyên civakî, zirarên li hawîrdorê, deyndarîya kolektîvîteyên xwecihî...

Bi her halî dewletê amûrên desttêwerdanê (bacstendin, fînans, lêkolîn...) parastin û heta ava kirin, ev jî dibe ku destûrê bidinê ku xwe biqevêze qonaxa bê. Lewra li gor nivîskaran armanc ne piçûkkirina dewletê ye, belê ew e ku cihekî orîjînal û bikêrhatî bidin dewletê li kêleka sektoreka taybet a ku li gor usûlê birêkûpêkkirî ye, da ku aborîyeka têkelhev a ku tê de motorên sereke wê bipêşxistina "sermayeya insanî", mezinbûna ekolojîk û bajarbûna kontrolkirî bin. Serketin wê bi kêrî "demokrasîya bi rastî" were, a ku "destûrê dide welatîyan misêwa tevlî rewşên darîçav ên jîyana rojane bibin"...

François Godement di Çîn çi dixwaze? (2) de dîagnostîkeka bi heman rengî nake. Dîrokzan û pisporê qebûlbûyî yê vî welatî û herêmê bi deqîqîyeka mezin koz û astengîyan analîz dike. Bi vî awayî ew tevahîya bipêşketinên aborî û civakî yên deh salên desthilatdarîya serokkomarê Çînê yê berê Hu Jintao qebûl dike, lê belê ew nîşan dide ka çima "ev dehsaleka ji destdayî" bû ji bo reformên siyasî, tevî ku civak hişyar dibe, a ku tecrûbeyên wê yên dijberî û tevlîbûnê terîf dike. Di dawîyê de ew ji sed rûpelekî werçerxa dîplomasîya çînî ya sala 2009ê dineqîne, armancên wê, dengvedanên wê di nav xelkê de, tehlûkeyên wê...

(1) Michel Aglietta û Guo Bai, La Voie chinoise, Odile Jacob, Parîs, 2012, 432 rûpel, 39.90 euro.

(2) François Godement, Que veut la Chine ? De Mao au capitalisme / Çin çi dixwaze? Ji Mao ber bi Kapîtalîzmê ve, Odile Jacob, Parîs, 2012, 283 rûpel 22.90 euro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê