Siberoja Ewropayê li derî raya giştî, sergirtî tê nîqaşkirin

Li kûlîsên Konseya Ewropayê
Translator

Serokdewlet û serokwezîrên ewropî ji gulana 1995ê û vir ve li avahîyeke girîng a ku navê fîlolog û humanîstê sedsala 16ê Justus Lipsius ê li Brukselê xwendî lê hatiye kirin, dimînin. Hema li cem çaryana Robert-Schuman, li hemberî meqamê dîrokî yê Komîsyona Ewropayê, avahîya Justus-Lipius hem mêvandarîya civînên Konseya Yekîtîya Ewropayê û hem jî ya civînên Konseya Ewropayê dike. Di her civîna Konseya Ewropayê de serokdewlet û serokwezîr ji dikeke ku dişibe pêlikeke "suwarbûn û peyabûna wê kêlîyê" ya li pişt avahîyê ve dikevin hundir. Bi wê armancê hatîye çêkirin ku ger û teftîşa wesaîtên fermî mimkin û hêsan bike, û derîyeke veşartî bi bîra mirovan dixe. Li hola civînan a hejmara 50.1 serokê daîmî yê Konseyê (1) kevne-serokwezîrê belçîkî Herman Van Rompuy mêvandarîya bîst û heft birêveberan dike. Serokê Komîsyonê José Manuel Barroso jî amade ye. Li pişt, mafê nûnerên daîmî yên welatan - "sefîrên" li Brukselê - heye ku rûnin. Kamerayên bi asraxê ve ên ku bi kêra qeydkirina rûniştinên qanûnçêkerîyê yên Konseya Yekîtîya Ewropayê (ya ku bêhtir weke Konseya Wezîran tê nasîn) tên bi xwe dema civîna bilind a jin û mêrên herî hêzdar ên parzemînê de vemirandî ne. Bi vî awayî biryarên li ser siberoja Ewropayê ji bo raya giştî bi awayekî sergirtî tên dayîn. Birêveberên mîmarîya sazûmanîyê ya ewropî bi xwe misoger dikin ku di van civînan de bi tenê birêveçûneke pir normal heye û tu tiştê din nîne. Civînên konseya wezîran a li Elyséeyê li dor serokkomarê Fransayê weke bernameyeke tele-realîteyê nayên weşandin, ne wisa? Ê baş e, nexwe çima divê li Brukselê bi rengekî din ev civîn pêk werin?

Belê, dîsa jî cudatîyeke herduyan heye. Tevahîya civînên aktorên sereke yên çarşeman li Elyséeyê pêk tê, li beramberî welatîyên ku wê ji ber biryarên wan mexdûr bibin yan jî razî bibin, berpirsîyar in. Hinekî berpirsîyar, ne gelekî, lê belê bi her halî xwedî rewatîyekê ne ku Parlemana Neteweyî bi erêkirinê daye wan. Li Konseya Ewropayê tiştekî bi vî rengî tune. Ne mimkin e mirov zanibe ka birêveberekî helwêstên xwe li parastina wan datîne bi rastî parastine yan na, ka gelo di doza xwe de ew bi ser ketîye yan jî li hemberî bayên dijber serê xwe tewandîye. Mimkin nîne mirov li ser wî ferz bike ku hesab bide.

Ji bo mirov hewl bide zanibe ka di van civînan de çi tê gotin, mirov dikare beşdarî civînên çapemenîyê bibe û ev civîn li derketina avahîyê tên lidarxistin. Her birêveberek ya xwe li dar dixe. Pirsgirêk ew e ku çapemenîyên neteweyî ne xwedîyê wan derfetan in û bêguman ne jî dixwazin ku bi axaftinên serokdewlet û serokwezîran têderxin ka çi qewimîye. Rojnamevan wê têde wêneyekî nû yê "îzafîyeta şahidîya mirovî" bibînin, nexasim jî ya wan aktorên sereke ku dixwazin bi rolên baş rabin. Reklam ne şefaf e. Bi vî rengî mirov dikare ji nava daxuyanîyên çapemenîyê hin agahîyan bi dest bixe, lê belê ew bi tenê rastîya fermî jinûve dinivîsin û ev rastîyên fermî jî ne bi tenê rastî ne.

Bicihkirina mîkrofonên-sîxur wê bibe rêyeke din. Bi anekdotekê em behsa meseleyekê bikin, sîstemên guhdarîkirinê yên qaçax ên girêdayî kabîneyên wergerê sala 2003yê li holên civînê yên Konseyê hatibûn dîtin. Di encama lêkolîneke polîsî û hiqûqî ya hêzên ewlekarîyê yên belçîkî de guman ji ofîseke xebata zanistî ya îsraîlî hat kirin, tê fikirîn ku girêdayî Mossadê ye. Ev bûyer bê şer û xirecira sîyasî weke razekê hat veşartin û nehat şopandin.

Hişkbûna budceyî, gelo mafekî mirovan e?

Tevlî hev nekin...

m ji ber hevdengîyê wan li hev babidin jî, Konseya Ewropayê û Konseya Yekîtîya Ewropayê li heman cihî bicivin jî du sazîyên cihê ne. Konseya Ewropayê ya navdar a ku civînên wê di çapemenîyê de pir zêde cih digirin, bi awayekî nefermî sala 1974ê hat damezrandin, paşê pêre pêre bi xêra peymana Maastrichtê (1992) û peymana Lîzbonê (2008) veguherî sazîyeke fermî. Ev civînên serokdewlet û serokwezîran "ajoyên pêwîst dide Yekîtîya Ewropayê û meyla wê ya sîyasî ya giştî diyar dike". Kurt û kurmancî ev meqamekî biryardayînê ye weke Konseya Wezîran a li Fransayê.

Konseya Yekîtîya Ewropayê, ku bêhtir weke Konseya Wezîran tê binavkirin, çawa ku navê wê jî îşaret pê dike wezîrên bîstûheft welatên endam di qadên pisporîya wan wezîran de dicivîne: karên derve, aborî û civakî, dad û karên hundir... Bi vî awayî ew beşdar dibe li bêqusûrkirina nivîsên qanûnçêker ên ku Komîsyon wan pêşnîyaz dike û wan para bêhtir bi hevbiryardayîna bi Parlemana Ewropayê re qebûl dike. Di Konseya Wezîran de guftûgoyên li ser qanûçêkerîyê divîya bo raya giştî vekirî bin. Kamera divê wan bi awayekî zindî biweşînin, lê belê pirsgirêkên teknîkî carinan dîmen xira dikin. Bi herhalî ev guftûgo di rastîyê de berhemên hevdîtinên pêş in ku dûrî tevahîya mirov û çavên ji derve pêk tên. Ew di nava çarçoveya civînên Komîteya Nûnerên Daîmî (KONÛD) de pêk tên, KONÛD jî "sefîrên" welatên endam û cîhgirên wan dicivîne. Karên wan ji alîyê komîteyên karmendên payebilind ve û herweha ji alîyê komên "teknîk" ên ji "pisporan" pêkhatî ve, tên amadekirin; bawerî carinan bi wezîfedarkirina van "pisporên" navbirî nayê.

C.De. û C. Du

Ango yek derfet bi tenê dimîne: têbînî û notên Antici. Navê dîplomatekî îtalî, prokursorê salên 1970yî Paolo Antici (1924-2003) li wan hatiye kirin, ev not nivîsandinên daktîlografîyê yên bê sernivîs in, ku qeydkirineke hema hema bêqisûr a axaftin û dîyalogên birêveberên ewropî yên dema civînên bilind e. Karmendekî sekreterîya giştî a Konseyê yê navê debriefer lê tê kirin, di nava hola 50.1ê de her diçe û tê, û li odeyeke li kêlekê ew bi dîplomatên neteweyî tişta tê axaftin kite bi kite dide nivîsandin. Ev têbînîyên Antici li raya giştî nayên eşkerekirin. Yên ku salên 2010 û 2011ê hatin nivîsandin û me bi dest xistin, dikin ku em karibin panîka birêveberan li hemberî bahoza krîza malî bibînin û di niyetên wan ên sîyasî derxin. Di vekirina Konseya Ewropayê ya 16ê îlona 2010ê de ji ber "encama qanîker" a tedbîran û ji nû ve pêkanîna mezinbûna aborî Van Rompuy xwe bi xwe pîroz kir. Piştî bi du salan ev gotin pir bê dîqet xuya dikin. Krîza deynên dewletê her dewam kir çong li parzemîna ewropayê şikandin. Di nava sir û raza Konseyê de hin birêveber ketin nav xeyalên kêm demokratîk. 14ê hezîrana 2010ê serokkomarê franseyê Nicolas Sarkozy bû hevalbendê fikra Angela Merkel ya dibêje bila welatên ku Peymana Îstîqrar û Mezinbûna aborî (PÎM) ya hezîrana 1997ê li Amsterdamê hatî qebûlkirin bin pê dikin, werin cezakirin: betalkirina mafê wan ê dengdanê li Konseya Yekîtîya Ewropayê, ev ceza dewleta "binketî" dike weke mandayeke dewletên din.

Di civîna Konseya Ewropayê ya 28ê çirîya pêşî ya sala 2010ê de serokwezîra alman dest bi dijminatîyan dike: "xala 7ê ya peymanê di rewşên pir ciddî de derfeta şûnvekişandina mafê dengdanê dide". Di rastîyê de ev amûr "binpêkiririneke cidî û dewamî" ya nirxên Yekîtîyê, ya elaqedarî rêzgirtina ji rûmeta mirovan re, elaqedarî azadî, demokrasî û wekhevîyê ceza dike. Ango tu elaqeya wê bi jirêderketineke malî re nîne, lê belê ev cihêtî qet nake ku birêvebera alman rabe ser piyan; "me xala 7ê di rewşa binpêkirina mafê mirovan de qebûl kir û divê em ciddîyeteke di heman astê de nîşan bidin dema ku em behsa mijara euroyê bikin." Pêşî serokdewletê Romanyayê Traian Basescu ("ev rewş ne di çarçoveya binpêkirina mafê mirovan de ye") piştre jî serokdewletê Luksembûrgê Jean-claude Juncker û hevpîşeyê wî yê spanî José Rodriguez Zapatero li ber helwêsta herdu hevalan ango "Merkozy" rabûn. Li hemberî van protestoyan Sarkozy hevkarîya xwe ya vî gunehî bi maneyeke nuansê ku me timî didît wî bi kar dianî, parast: "betalkirina mafê dengdanê di peymanê de heye, ji ber vê jî ne derî aqilan e." Maneya wê jî ev e, mirov dikare ji bo dizekî asayî li cezayê muebedê bifikire, ev ê ne derî aqilan be lewma ev ceza di Qanûna Ceza de heye. Di dawîyê de kevne parêzvanekî lîderê komunîst ê bulgar Todov Jivkov ê bi navê Boïko Borissov ê ku di vê navê de piştî ku koma kareteyê ya welatê xwe bi rê ve bir, bû serokwezîrê welatê xwe, wê weke zaneyekî bêqusûr tê qebûlkirin derketa pêş: "divê em li ser çareserîyekê bixebitin, lê belê ne li ser çareserîyên ku rûmetê dişkînin ên mîna betalkirina mafê dengdanê." Di danezana encamê de wê hîç behsa van dîyalogan nehata kirin.

24ê adara 2011ê birêvber qala bicihkirina Çerxa Ewropî ya Îstîqrarê (ÇEÎ) dikin ku wê şûna Fonên Ewropî yên Îstîqrara Malî (FEÎM) bigire. ÇEÎ ya ku divê 700 milyar euroyan seferber bike, berîya wê bi pênc mehan hatibû ragihandin, lê belê bicihkirina wê her dereng dimîne. (2) Van Rompuy axaftineke alîgir dike: "bi rastî jî girîng e ku em bi awayekî erênî bi hev re bidin û bistînin û rê nedin guman ji biryardarîya me werin kirin". Dewletên endam li ser razandina sermayeyeke 80 milyar euroyî li hev nakin. Serokê koma Eurogroupeyê Juncker wan hişyar dike: "divê mirov ji vê yekê temaşayekê çêneke. Ez vê weke pirsgirêkeke piçûk nîşanî çapemenîyê didim." Hingê serokê Bankeya Navendî ya Ewropayê Jean-Claude Trichet lê mikur hat: "em gelekî dereng mane (...) ez fêm dikim ku divê em bi awayekî erênî ragihînin, lê belê di nava xwe de bila em rohnîker bin, me panzdeh meh dan pêşîya xwe da ku em sozên xwe bigirin." Heyf bû ku welatîyên ewropî ji vê jidilî û samîmîyetê sûd wernegirtin.

"Delaletên xirab ên proteksîyonîst"

Ji pirsgirêka euroyê û wêde têbînîyên Antici destûrê didin ku mirov bi awayekî bêhêzîya gelemperî bihise. 29ê çirîya pêşî ya sala 2010ê serokê Konseya Îtalyayê Silvio Berlusconi behsa kakûnî û tirsên xwe dike ku ji plankirina civanên wî yên kêf û şahîyê cidîtir in. Ew behsa fikarên xwe yên li hemberî cihguhertina veberhênanan dike: "karsaz dibêjin ku ew naxwazin li Ewropayê bi cih bibin, ku ew diçin Hindistanê, ango wê devera ku mirov bi Îngilîzî dipeyivin û hindik pereyan bi dest dixin, ew dibêjin nufûsa Çînê hersal bîst milyon û sêsed hezar kes zêde dibe û nufûsa çalak a Fransa û Îngiltereyê bi tevahî bîst milyon û sêsed hezar e". (3) Vê rojê Berlusconi ji kesayetîya xwe ya mîna henekekê dibihure: "Şirketên ewropî her diçe bêhtir zor û zehmetîyê dikişînin di reqabetê de. Divê tiştek were kirin, divê em li çareserîyan bihizirin, bi pisporên xwe re rûnin û ji nêz ve li van pirsgirêkan binêrin. Şirketekê ji min re got, halê hazir ew li Ewropayê pêncsed hezar kesî dixebitîne û ew ê vê hejmarê daxîne sedûpêncî hezarî."

Tevî cîddîyeta axaftinê jî Van Rompuy bi lez û bez mijareke din a guftûgoyê dide destpêkirin. Serokwezîrê sosyal-demokrat ê awusturyayî Werner Feymann li mijarê vedigere û ji Komîsyonê dixwaze lîsteyeke tedbîrên wê reqabetkarîya welatên ewropî xurt bikin, çêbike. Barroso hişyar dike: "Divê em peyamên xirab ên proteksîyonîst nedin." Sarkozy bi heraret bersivê dide wî: "Divê êdî em dev ji safdilîyê berdin: divê em bi hevkarên xwe re hinekî bêhtir rasterast bin û heke hevkarên me fêm nekin ku pêdîvî bi muteqabilbûnekê heye di têkilîyên bazirganîyê de, hingê em dikarin li çareserîyeke weke mafê gumrukê vegerin." Pir zivêrbûyî Barroso bi bîr dixe ku Komîsyonê tedbîrên antidomping li dijî Çîn û Vietnamê pêşnîyaz kirine û "zehmet bû ku ew Konseyê bi van pêşnîyazan razî bike". Ew ji bîr nake û "muxalefeta Komîsyonê li dijî proteksîyonîzmê" dugêsinî dike. Komîsyon nobedara peymanên ewropî ye, ew tabloyên qanûna hevalbenda pevguherîna-serbest kontrol dike û kirin û jestên serokdewlet û serokwezîran dixe nava çarçoveyekê. Têbînîyên Antici destûrê didin ku mirov vê rastîyê bi bîr bîne ku berpirsîyarên sîyasî yên neteweyî para bêhtir tercîh dikin veşêrin.

Christophe Dubois: Rojnamevan, nivîskarên Circus Politicus, Albin Michel, Parîs, 2012

(1) Peymana Lîzbonê wezîfeya serokê Konseya Ewropayê yê Daîmî afirand. Ji alîyê serokdewlet û serokwezîran ve ji bo du sal û nîvan tê hilbijartin û dema wî ya wezîfeyê dikare were dirêjkirin. Ew karên xwe bi koordînasyona bi serokatîya dorveger a ku her serê şeş mehan welatekî endam wê misoger dike, dimeşîne. Van Rompuy 1ê çileya 2010ê hat hilbijartin.

(2) Raoul Marc Jennar, "Deux traités pour un coup d'Etat européen / Du peyman ji bo darbeyeke ewropî", Le Monde diplomatique, hezîrana 2012ê.

(3) Di rastîyê de hejmar li derdora 60 milyonan e.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê