Sînorên şêlo û şerê domdar ê di navbera ereb û kurdan de

Translator

Xirabbûna têkiliyên navbera ereb û kurdên İraq’ê tiştekî nû nîne: Koka wê diçe heta bi sozên hatî dayîn – û paşê nehatin girtin – yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dawîlêhatina İmperatoriya Osmaniyan. Piştî dagira Amerîka’yê ya sala 2003’an daxwazên kurdan ji nû ve bihêz xwe dan der û rêveberên wan hewl dan sûdê ji lawaziya Bexda’yê bigirin. Lê belê her tişt hê dikare biguhere. Desthilatdariya navendî hêdî hêdî xwe ji nû ve ava dike, ev yek jî bi hêvî û perspektîfên firotina zêde ya petrolê xwe nîşan dide, lewra peymanên nû bi şîrketên biyanî re nû hatine mohrkirin. Kêliya çarenûsê diyar bike ya têde rêveberên kurd û federal divê biryarekê bidin, nêzîk dibe: yan wê li hev bikin yan jî eger bi ser nekevin divê xwe ji şerekî hundir ê gelekî xwînrij ê paşerojê re amade bikin.

Ji bo gelek iraqiyan wate ya peyva neguncav û ne di cîh de “şerê di navbera Şîa û Suniyan de” ev e: Ji bo bigihêjin armancên xwe yên siyasî rêveber “destikê mezhebî” dixebitînin, ev peyv jî vê rastiyê vedişêre. Heman tişt ji bo “pirsgirêka ereb û kurdan” jî derbas dibe. Ya rastî iraqî tam neheq jî nînin. Li taxên Bexda’yê malbat û komên civakî tevlîhev bûne; ereb û kurd bi hev re dizewicin û nasnameya iraqî weke nasnameyeke hevbeş dibînin.

Ev hêman bi tenê li navenda bajarên mezin heye. Ji ber ku her ku mirov nêzî gir û geliyên bakur ên ber bi sînorê Îran û Tirkiye’yê ve, çiyayên bilind ên Kurdistan’ê dibe, ewqasî ev nasnameya iraqî kêm dibe û cihê wê neteweparêziyeke xurt a kurd digire ku gelekî dijberê neteweparêziya etnîk a ereb ya ku xwe di bin kirasê yekîtiya İraq’ê de vedişêre ye. Ev doza neteweparêziya kurd rewabûna nîzama dema piştî Osmaniyan jêdipirse û li ber radibe. Kurd ti carî tevlî vê nîzamê nebûn. Vê doza neteweparêziya kurd a fikrê êdî dewra wî bihuriye yê “dewleta netewe” ya ku dewletê û nasnameya etnîk bi hev ve dike ji nû ve derxist holê.

Niha şerê diyarkirina sînorên di navbera “İraq a kurd” û deverên mayî yên welêt ên piraniya serjimara wê ereb de dewam dike. Eger em bi tenê guh bidin kurdan sînorê di navbera kurd û ereban de çiyayên Hemrîn e ku di navbera Bexda û Bakurrojhilatê welêt de piştî geliyê Dîcle yekemîn rêzeçiya ye. Dema rêwiyek lê binêre jê we ye li ser deşta heta bi quntara çiyayên Zagrosan dirêj dibe, bi tenê girek e. Eger li hemberî vê em bi tenê guh bidin ereban, sînor li devera ku rêveberên berê yên Bexda’yê danî ye: Li ser xeta îdarî ya ku parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê ji deverên mayî yê welat qut dike.

Ev xet encama hewldaneke kurdan a berê ye. Dawiya salên 1960’î wan hewl da sûdê ji lawaziya desthilatdariya navendî û Partiya Baas’ê bigirin ku êdî hêza wan kêm dibû û li hevalbendan digeriyan. Sala 1970’î hikûmeta navendî û serokê kurd Mistefa Barzanî li ser peymanekê li hev kirin ku soza xweseriyeke heta bi radeyekê dide herêmên piraniya serjimara wan kurd. Tevî ku Barzanî red jî kir Bexda’yê qanûneke otonomiyê çêkir, bi vê qanûnê sînorên herêma xweser a kurd û her weha mafê otonomiyê1 heta radeyekê rewa bûn.

Sala 1991’ê rejîma Saddam Husên ji Kuweyt a sala beriya wê dagirkirî, bi darê zorê hat derxistin. Raperîneke li herêma kurdan a biharê kir ku artêşa İraq’ê dest werde. Li ser zexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê û hevgirên wê artêşa İraq’ê neçar ma xwe vekişîne ser xeteke parastinê – jêre xeta kesk tê gotin – ku sînorê wê li hin cihan li gorî sînorê herêma otonom a peymana sala 1970’î ye. Xeta kesk di tevahiya salên 1990’î de ma û tevî ku kurdan hewl da sînorên xwe ferehtir bikin jî, piştî 2003’an jî hem di destûra bingehîn a demî ya sala 2004’an (Transitional Administrative Law) de û hem jî di destûra bingehîn a mayînde ya sala 2005’an de jî weke sînorekî rewa hat qebûlkirin. Li gorî destûra sala 2005’an, erdên ji vê xetê dibihurin yên li ser wan nehatiye lihevkirin hemû, diviyabû statuya wan bi referandûmeke dawiya sala 2007’an diyar bibûya.

Ji ber ku bi referandûmê li fikra gel nehat pirsîn, rêveberên kurd rewabûna xeta kesk xistin jêpirsînê û qebûlnekirin. Wan xwe li nezanîna sînorê vê xetê danî, tevî ku nexşeyên gelekî baş ên salên 1990’î hene û wan jî ev nexşe di rabihuriyê de bi kar anîbûn. Bi ser de jî ji wan hat ku bi artêşa emerîkî ya ku erda lê û dîroka herêmî kêm nas dike, bidin bawerkirin ku ev xeta navdar di cihekî din re ... derbas dibû. Sînorê nû yê jêre tê gotin “Trigger Line” veguherî xeta nû ya di navbera artêşa İraq’ê û hêzên kurd (yên berê weke pêşmerge navê wan dihat hildan) de. “Trigger Line” li başûrê xeta kesk e, beşeke girîng a erdên li ser wan nehatiye lihevkirin digire nav xwe, di nava van erdan de jî beşek ji parêzgeha Kerkûk’ê heye ku alî li ser gelekî dikevin qirika hev2.

Ev erdên, li ser wan aliyan li hev nekirî, di nava xwe de rezervên gaza xwezayî û petrolê yên gelekî girîng dihewînin. Kurdên doza dewletê dikin çavê xwe zêde berdane van dewlemendiyan, lê belê hikûmeta navendî ya ku çi serbixwe û çi otonom peydebûna Kurdistaneke xurt naxwaze, wê ti carî jidil dev ji van dewlemendiyan bernede. Çawa ku di nîqaşên xwe yên siyasî de cihê xeta kesk guhertin, di axaftinên xwe yên ji raya giştî re rêveberên kurd xwe jê venadin ku rezervên petrolê bikin nav dewlemendiya petrolê ya herêma xwe de, bi carekê li çavkaniyên xwe yên sînordar gelek qatan zêde dikin.
Neteweparêzî kêm caran li hev dikin, tevî kîn û dilmayîn, pirsgirêkên li ser sînoran û pirsgirêkên bêserûber derdikevin holê hemûyan jî dîrok tijî lihevhatinên dîrokî yên mayînde ye. Bi heman rengî sînorê di navbera fars û alema ereb de yê ku di salên 1980’î de bû sedema şerên xwînrij (Şerê Îran û İraq’ê), tevî ku peymaneke li ser hatî lihevkirin nebû jî bi sedsalan nisbî sabît ma. Ji bo ku mirov fêm bike ku li ser gelek mijaran li hev dikin, bi hev re dikarin karûbarên xwe bikin û desthilatdariyê parve bikin, têrê dike mirov bi kurd, ereb û turkmenên Kerkûk’ê re bipeyive. Mixabin hêzên derve (ji bo ku hilweşînin) dikarin binê tevahiya hewldanên lihevkirinê bikolin – ew ê vê bikin jî: Ji bo rêveberên Bexda û Hewlêr’ê (paytexta herêma kurdan) pirsgirêk weke lîstikekê ye ku her alî têde bi bin dikeve, di vê lîstikê de hêzên herêmî bi tenê piyon in û ne tiştekî din in. Eger em pirsgirêka turkmenên ku ji aliyê Tirkiye’yê ve tên parastin jî lê zêde bikin, ev lîstik hê bêhtir tevlîhev dibe.

Bexda û Hewlêr her du jî projeyeke neteweyî çêdikin û serketina vê projeyê jî wê girêdayî mêzîn û tewazûna hêzê ya di navbera wan de be. Kurd hewl didin erdên xwe fereh bikin û sûdê ji derfet û îmkanên peyde dibin bigirin. Piştî êş û azara dehsalên erebkirinê (te‘reb), jicihûwarkirinan û komkujiya birayên wan ên li çiyayên li Rojhilatê Kerkûk’ê Germiyan’ê3 di salên 1980’î de, em sedemên kurdan fêm dikin. Yên ku bi darê zorê birin deverên ji nû ve bicihbûnê yên bêkes û kus û yan jî yên ku reviyan wargehên penaberan ên li Îran’ê niha vedigerin: Ew dixazin erdê xwe paş ve bistînin û xaniyên xwe ji nû ve ava bikin.

Lê di lîstikekê de ku ti alî têde bi ser nekevin, bersiva didin paqijiya etnîk, paqijiyeke etnîk a berevajî ye – gelek ereb rewşê weke kurdkirinê (takrîd) bi nav dikin. Rejîma Baas ew bi darê zorê li Kerkûk’ê û li deverên din ên li ser nehatî li hevkirin bi cih kirin. Niha ji wan tê xwestin “vegerin herêmên jê hatî.” Rewş çi dibe bila be, em ji bîr dikin ku ev welatî, mexdûrên hêzên mezin in, mafê wan ên ku destûra bingehîn misoger dikin hene, di nava van mafan de bicihbûn û dengdana li her devera İraq’ê jî heye. Bi ser de jî nifşê li Kerkûk’ê ji dayikbûyî yên van ereban yên ku ti cih û warê wan li devereke din nîne, heye4.

Şêniyên kal û pîr ên Kerkûk’ê bi nostaljiyê demên berê yên xweş bi bîr tînin ji 1930’î heta 1958’an dawiya monarşiyê, bajar modeleke pirrengî û bihevrejiyana etnîsîteyên cihê (te‘eyuş) bû. Erebkirinê bi awayekî hov dawî li vê yekê anî. Bi awayekî mafdar kurd îdîa dikin ku helwesta wan a li hemberî ereb û komên din ên hindikahî yên li erdên li ser nehatî lihevkirin gelekî ji ya Baas’ê kêmtir bi şîddet û hov e. Ew her weha îdîa dikin ku ew berjewendiyên xwe di çarçoveya destûra bingehîn û huqûqê de diparêzin. Lê belê encam heman tişt e – ji destgirtina mafê dengdayînê heta bi jicihûwarkirina mirovan.

Sala 2007’an Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo İraq’ê bi çareserkirina pirsgirêka li ser “sînorên hundir ên li ser wan nehatî lihevkirin” ên İraq’ê, wezîfedar kir. Ji hingî ve, Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo İraq’ê raporeke girîng amade kir (ji raya giştî re nehat eşkerekirin, dan hêzên sereke yên aliyên pirsgirêkê ne). Rapor senaryoyên cihê li ber çavan digire û ji bo lihevkirineke di encama hevdîtinan de hin pêşniyaran dike. Rêveberiya Serokê DYE’yê Barack Obama bi tevahî vê insiyatîfê destek dike, lê belê li benda encamên hilbijartinên parlemanê yên vê mehê dimîne.

Ew ê bibe karê rêveberên nû yên welêt ku yekser pirsgirêka erdên li ser wan nehatî lihevkirin bigirin dest, çareseriyan pêşniyar bikin û dema vê jî dikin divê daxwaz û dîroka her aliyî li ber çavan bigirin û lihevkirineke were qebûlkirin, zexm bikin. Ev kar zehmet e û dem jî kêm maye. Vekişîna eskerên amerîkî di demeke gelekî kurt de, wê bike ku bandora rêveberiya Washington’ê têra xwe kêm bibe û eger şer biqewime wê ji Neteweyên Yekbûyî jî neyê valatiya heyî dagire.

Pirsgirêka nîşankirina sînorê di navbera Kurdistan û İraq a mayî de wê damezrandina nazik a dewleta nû her bixe xeterê. Bi demê re hêza navendî dibe ku xwe bihêztir bike û weke berê hewl bide daxwaza xwe li ser kurdan ferz bike. Dikare bajarên wan ên li deştan kontrol bike û şervanên wan ber bi kelehên wan ên çiyê ve daf bide, ji wan kelehan jî ew ê ji nû ve şer bidin destpêkirin. Kurd jî ji aliyê xwe ve dibe ku destketiyên xwe yên piştî 2003’an biparêzin, wê kêfa xweseriyeke mezin li herêma xwe derînin û de facto erdên li ser wan nehatî lihevkirin ên ku pirraniya serjimara wan kurd e, kontrol bikin. Dibe ku her weha hêviya xwe ya rojekê dîtina damezrandina dewleteke kurd jî biparêzin. Ev yek wê di çarçoveya serûbinîhevbûneke herêmî de biqewime û destûrê bide guhertina sînorên navneteweyî û perspektîfên nû ji neteweyên bê dewlet re veke.

Çavkanî

Joost R. Hiltermann *

*Alîkarê Midûrê Middle East and North Africa Project (Projeya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka’yê) a International Crisis Goup (Koma Krîzê ya Navneteweyî), Bruksel.