Şivan Perwer: Ez piştevanê Kurdistana mezin im !

Hunermendê navdar Şivan Perwer, piştî 10 salan bi albumeka nû, bi ''Şivanname 1-2'' ku ji 2 CDyên bi navên ''Gazind'' û ''Destana Rojava'' pêk tên, dawî li hesret û bendewarîyên muzîkhezên kurd anî. Albuma navborî di 18yê Kanûna Pêşîn ya 2012an de ji alîyê Pelrecordsê ve hate çapkirin û bi hevkarîya Sonymusicê ve li muzîkmarketên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate belavkirin. Kurtedemek berîya derketina bazarê ya albumê, me ji bo rûpela ''Çand û Huner'' ya Le Monde diplomatique kurdî bi hunermend re hevpeyvînek lidarxist. Me bi Şivan Perwer re li ser bêdengîya wî ya dirêj a muzîkal, taybetmendîyên albuma wî ya nû û hin mijarên din ku tên meraqkirin danûstandinek pêk anî. Hunermend Şivan Perwer, bi dileke vekirî bersiv dan pirsên me û me pê re sohbeteka dirêj kir. Perwer, ji bilî hestên xwe yên dilînî, herweha gilî, gazind û rexneyên xwe yên li ser mentalîte û sîyaseta kurdan a li hember huner û hunermendan jî bi me re parve kir.

Albuma we ya nû, 10 sal pişti albuma we ya dawîn ya bi navê "Sarê" ku we di sala 2002yan de dabû çapkirin derdikeve. Di jîyana hunermendekî de 10 sal demeka dirêj e. Çima navbereka weha dirêj? Lewre heyran û guhdarvanên we ji zû ve li benda berhema we ya nû bûn.

Bi rastî vêya gelek kesan difikirîne, yanî deh sal ne wextek kurt e, demeka dirêj e. Meriv bi hunerê xwe ketibe heş û ramanên xelkê, heş û ramanên milet, heger hêvî û bendewarîyek li hember hunerê te hebe; hezkirina xwe ji hunerê te hebe û li bendê be, piştî 10 salan tu albumekî cidî çênekî û nedî guhdarvanên xwe, guhdarvan hem difikirin hem nerihet dibin, hem gelek car dipirsin û hem jî gelek şikdar dibin. Helbet sebebên xwe hene. Yanî, berîya hertiştî meriv ji bo çi dibe hunermend? Rihê hunerî ji bo çi di merivan de çêdibe? Ev bi serê xwe pirsek e. Miheqeq meriv di jîyanê de laqayî hin tiştên nerast tê, ku ev tişt di nava xwe de girhevî didin jîyandin. Girhevîyên ku jîyana merivantîyê têkildar dikin û wan didin ber pirsan. Ji ber wê yekê, meriv gelekî difikire, jîyana merivantîyê dinirxîne; di dil û rih û serê meriv de ewqas pirs, pirsgirêk, asteng, alozî û komek tişt çêdibin. Tevî hezkirina dinyayê, tevî hezkirina xwezayê, tevî hezkirina têkilîyên merivantîyê, jîyana sosyal, îdareya jîyanê, komek tişt çêdibin. Evana di merivan da ruhekî xwepêşandanê çêdike, ruhekî şovdarîyê çêdike, ruhekî xwe agahdarkirinê çêdike. Te dî gelek hêlên hunerî hene; wek wênekarîyê, nivîskarîye, şanogerîyê, ristevanîyê û hunermendîya mûsîqîyê... Bawer im yên ji vana balkêş muzîk e, mûsîqî ye. Ji ber ku muzîk pir hêsan tê guhdarkirin. Herkes dikare guhdar bike, zû belav dibe û digihîje her derê. Û carê tu dikarî girhevîyê jîyanê bi stranekê wisa bînî ziman ku tesîreka mezin li jîyanê bike. Heta, li sîstemekê jî bandor bike. Tiştên ku me jî bi rêya hunermendîyê anîye ziman miheqeq ev in. Lê dîsa jî hin tiştên ku me nedirawestîne, lê disekinîne û li wê sekinandinê difikirîne çêdibin.

-Çi ne ev?

Li dinyayê hertişt bi hêz e, bi hereket e hergav. Tiştek li cihê xwe nasekine, her diguhere. Hereket, di nav xwe de û li derî xwe guhertinê çêdike. Her hêz û liva hereketekê jî bi awayekî ye. Li goreyî şertan e. Tabî dîsa jî ez hunermendekî kurd im û ji nava şertên Kurdistanê derketime. Ji nava şertê jîyana miletê kurd. Gava tu dibêjî kurd, gelek tişt bi xwe re tîne. Tu hunermendekî kurd bî, gere ew şêweyên jîyana kurd hemû di nav hunerê te de xuya bike. Heger meriv wek kurd bifikire û ew hemû hêlên jîyana kurd bixwaze bîne ziman, kîjan çeşîd huner be xwe li hember jîyanê berpirsîyar dibîne. Te dî wênekêşên me hene; tu li wêneyên wan dinêrî, hemû li ser bindestî, jan û rebenîya kurdan e, zilma dijmin ya li ser kurdan dibînî. Helbet rihê kurdperwerî di wan de heye û rihê wan bi ew girhevîyên jîyana kurdewarî û kurdistanî ve tije ye. Ji ber wê haweyê, di wêneyên xwe de jî wanî nîşan didin. Şanogerî, fîlm, nivîs, helbest, di komek şêwazên hunerî de meriv heman tiştî dibîne. Îcar, hin tişt hebûn ji min re jî bûn sebeb. Sebeba mezin, li goreyî min, divîya li Kurdistanê di huner de jî hin tişt bihatana guhertin. Di destpêka me, min bi tembûrê destpêkir ne wer? Min komek album tenê bi tembûrê tomar kirin û xelkê bi wî rengî jê hez kirin. Dûre min dest pê kir ku hinek ceribandin an jî serlêdanên din bikim. Min çend alet bikaranîn û min got, gelo van aletana dê rihek kurdî bide yan ew jî dê tekrarîyek be. Texlîda tirkî, ya erebî û farisî be, ku miletên em li gel wan dijîn. Yanî tesîrek ji derve be. Min ew jî kirin. Ez tim lê gerîyam ku, hertiştê ku ez çêbikim nûjenîyek tê de hebe. Di dema xwe de gava ku ez li Kurdistanê gelekî ciwan bûm, min destpêkiribû, dema ez biçûma her taxekî nû, bajarekî nû, gundekî nû, te dî teyibên berê yên kevin hebûn, li ber min dadanîn, min jî digot. Ez bawer im, di zarokatîya xwe de, we jî li van tiştan guhdarî kirine. Yanî min her dixwest tiştekî nû lê bidim. Tiştekî nû bînim. Di uslûba min de, ez ji kevnarîyê qet hez nakim. Tabî, qîmeta tiştên di paşerojê de çêbûne, ew çanda ku ji dîrokê ve hatîye, helbet qedrê wan dê bê girtin, lewra em reşeşîya wan in. Wana her berdewam dikin, lê divê her berfireh û baştir bên kirin. Em bêjin, heger dengbêjekî 50 sal an sed sal berê strabe, helbest û melodîyên wî mabin, lê dengê xwe nemabe, wextê nehatibe qeyd û tomarkirin, lê dîsa jî miheqeq tiştekî xwe mabe, wekî Evdalê Zeynikê, meriv wana jî dide jîyandin. Ji ber ku dibin klasîk û kultura miletekî. Lê divê meriv tiştê nû, nûjenî li ser wan zêde bike. Yê me jî, em niha demekê dijîn, dewra modernîzmê ye. Tu li muzîka ewropî mêze dikî, gelek dewir derbas kirine. Mesela dibêjin barok, dibêjin klasîk, romantîzm, modernîzm... Muzîka dinyayê dewir derbas kirine. Kurdî jî di jîyana xwe de çend dewir derbas kirine. Dewrên koledarî, dewrên feodalî… Di dewra kapîtalîzmê de di nav kurdan de serhevhatineka weha baş çênebûye. Rihekî netewî ku kurd karibin li her cihî rabin û xwe biparêzin û welatê xwe şên bikin, çênebûye. Ji ber wê yekê, ew rewşa sîstema feodalî her heta dewra kapîtalîzmê jî li ba kurdan dewam kirîye û bi vê girêdanê ve jî, muzîka kurdî, di dewreka barokî û klasîkî de maye. Yan jî di dewira exlaqî de maye. Yanî wekî, axayo lo.., bego lo, paşayo lo.., evaya dewra exlaqî ye. Yanî tu gereke li gor exlaqê paşa, mîr, axa, beg û şêxan wan bipesînî û hunerê xwe bikî. Ji ber ku hunermend li ber derîyê wan bûn. Heger azadîya hunermend tune be û nikaribe sîstemên jîyana merivantîyê û cîhanê bişopîne, nikare di hunerê xwe de jî pêşveçûnekê çêbike. Em di dewira modernîzmê de ne. Li Amerîka, Kanada, Awustralya çi dibe? Li Asya, Afrîka, Ewropa, li her hêlê dinyayê û li welatan şêweyên sîsteman çawa ne? Demokrasî ye, olîgarşî ye, monarşîzm e, sosyalîzm e, an komunîzm e? Çi ye? Hunermend, heger nikaribe vana baş taqîb bike, baş pê zanibe, nikare hunereka modern bîne ziman û pêşveçûnekê di huner de çêbike. Tu paşê li ser difikirî, hunera kurdî di vê rewşê de ye; rewşeka hîn feodal e, ku li dinyayê sîstemên demokrat û federal çêbûne. Tu li welatê xwe jî behsa demokrasîyê dikî, lê di jîyana pratîk de demokrasî qet tune. Di jîyana îdareyî de jî demokrasî qet tune ye. Tam tersî wê, feodalîzm heye. Rihekî wisa ye ku, feodalîzm, kapîtalîzm û bûrjûwazî giş li nava hev ketine, ne eyan e, ne vekirî ye û tu bi tu tiştî nagihîjî. Serê kurdan li hev ketîye û bûye xurbok. Evana giş em sekinandin. Yanî Şivan lazim e tu çi bêjî ? Te berê behsa Kurdistanê kir; gelê kurd rabe, şîyar be, wa bike... Sîyaset derketin, komele derketin, hereket derketin baş e, tu vê carê jî têkevê rexneyan bike. Tu gerek rewşa Kurdistanê ya sosyoekonomîk, sosyopolîtîk, sosyokultûrel binirxînî, tehlîl bikî û bêxî nava stranan. Daku gelê kurd di vî warî de şîyar bibe, fêm bike. Girêdana gelê kurd, bi partî û sîyasetên wan ve girêdayîye. Partî, hêz û hereketên kurd jî hîn di şapateka feodalîzm, kapîtalîzm, dîktatorî û monarşîzmê de ne, giş tevlîhev e. Di wê şapatê de dijî. Heger te sîyasetek an rêberek rexne kir, roja din, bi sîleh li ber derîyê te ne. An jî tu tewanbar kirin. Te perîşan dikin. Dixwazin te ji holê rakin. Evana gişan min dan sekinandin. Ez fikirîm, ne ku min stran çênekirin, dîsa jî min komek tişt çêkirine. Ez nesekinîme. Ez însanekî kurd im, însan im, li dinyayê dijîm, jîyana merivantîyê min têkildar dike û ez nikarim xwe jê biqetînim. Bi taybetî welatekî wek Kurdistanê dema di vê haletê de be, em kurd gerek nesekinin û herkes bixebite. Lê rewşek wanî alozî, wek min ji te re got, tevlîhevî, bivênevê tesîrek wer li merivan dike. Tu rûdinî, divê tu gelek bixwînî, gerek wer tiştina bixwînî, te çi got, divê ne lîder, ne rêber, ne partî, ne sîyaset, ne kes, kom û komik nikaribe te bisekinîne. Wê demê dibêjin, hay jê heye, pê dizane û ji ber wê haweyê jî dike. Ha di wir de min xwe rexne kir, min bi xwe re pir şer kir. Ne ku ez aqilmendê kurda me û yan jî baştir fikirdarê kurda me.

We çi encam jê derxistin?

Min got, ez jî kurdekî di nava vê gerambolê de me, rabû me, ez gereke xwe derxim dûzekê. Bizanibim çi lazim e û çi baştir e ku ez bikim. Ne tevlîhevîyan çêkim û xwe bidim hemberê filan û bêvanan. Vir de wir de û şerê hin kesan bikşînim ser xwe. Ji ber ku rewşa kurdan pirperçe ye. Heger kurd vêga dewlet bûya, wê tiştek din bûya. Lê kurd gelek perçe ne û bi wan re şerkirin jî ne baş e. Te didin ber şerekî mezin. Ji ber ku mentalîta Rojhilatê Navîn hîn li ser wan heye. Mesele, du sal berê ez li Başûr derketim kongreyekê. Li kongreyê min derhal dest pê kir, rexneyên giran kir. Yanî ew dixwazin, ez ji wan re bistirim. Ya di rihê min de, ez ji we re çi bistirim? Ez li hemûyan dinêrim, tevlîhevîyeka mezin heye. Ez wekî wan nafikirim. Derdikevin, ''wele xwedê falankes ji me re bihêle, ser serê me kêm neke, ji bo me xebat û şer kirine û îro ji bo me Kurdistan azad e û nizanim çi û çi...'' Temam, gelê kurd xizmet kirîye, bi hezaran kurd rabûne, peşmergatî kirine, gêrîllatî kirine, malên wan birçî mane, zarokên wan bê dê û bav mane, şehîd bûne, zehmet kişandine nefî bûne. Gelê kurd ev tiştana kirine, rast e, gerek meriv ji sîyasetmedaran, ji îdarekaran, tiştên girîng bixwaze. Meriv him wan diparêze, him jî dixwaze ji wan re bibêje, ev weha ye, wanî ye. Hele kesên ku bûbin malê civakê, yên wekî me. Yên wekî me ku di çavê civatê de wek rewşenbîr xuya dikin, gerek tu carî xwe teslîmî tiştekî nekin, rastîyan bibêjin, biparêzin û xizmet bikin. Ev wezîfa wan e. Min li kongreyê wanî got. Min got, sîyasetmedarek heqê xwe tu carî tune ye ku ticaretê bike û serê xwe bi ticaretê re mijûl bike. Heqê xwe tune ye ku hişê xwe bide ser bêrîka xwe, çiqas pere tê de heye. Eva pir şerm e. Merivên sîyasetmedar merivên fîlozof in, merivên zana ne, rewşa dinyayê dizanin û li gorî wê sîstema îdareyê datînin û heqê wan tuneye ku ticaretê bikin. Serê xwe bi van tiştan re mijûl bikin û serê wan tevlîhev bibe. Ji ber wê yekê jî gere tenê wezîfeya xwe ya sîyasî bikin; çawa wê îdareyeka baş damezirînin ji bo vî miletî, rolên xwe baş bileyizin, xizmeta xwe baş bikin û dirust bin. Sîyasetmedar jî meaşan digirin, vir de wir de besî wan e. Divê ille xwedîyê apartmanan, nizanim şatafatan û serayan bin? Li welatên pêşketî û demokrat dema wezîrekî wan, sîyasetvanekî wan qasî serê derzîyê sextekarîyekê bike, wan derhal datînin jêr, ne were ye? Tabî, em jî bi çavê dinyaya pêşketî li vêya mêze dikin û ji wan re dibêjin. Rewşa Kurdistanê bi rihê feodalî ye, wek yê ereban e. Ha min ev got; ''Mêze kin, ji bîr nekin, li welatên ereban çi dibin? Hemû monarşî ne, olîgarşî ne, hûn fêm dikin monarşî û olîgarşî çi ne? Malbatî ye, binemalî ye, bi şexsan ve girêdayîye û bervanî yanî eşîretî ye, yanî esaletî ye. Hûnê sibê mêze bikin dê xelkê wan çi bîne serê wan.'' Piştî mehekê li Tûnisê dest pê kir, bawer bike. Min got, bila Kurdistan texlîda vêya nebe, ez heyrana we me. Bila sîyasetmedar sîyasetê û ticar jî ticaretê bikin. Û hunermend jî karên xwe yên hunerî bikin. Ez wezîfa xwe dikim. Wezîfa min hunerî ye, ne ticaret e. Ji min re bila bêjin, min rojekê bi kê re ticaret kirîye? Bila werin ber min û bêjin; ‘Şivan te bi me re ticaret kirîye. Te ji bo ticaretê pere stendîye’. Bila werin vayê ez hazir im. Ez hunerê xwe dikim û hezkirina miletê kurd dayî min besî min e, mala wan ava. Miletê kurd miletekî delal e, min hezkirinekî xurt jê girtîye.

Li hemberî van rexneyan maf dan we, an jî nerazîbûnên xwe anîn ziman?

Ewan xwe hinekî aciz kirin, hahooo... Li hesabê wan nehat. Li bendê bûn ku ez wan bipesînim. Helbet rêzdar im. Ez li hember însanên ku ji me re xizmet kirine helbet serê xwe datînin. Li ber şehîdên Kurdistanê. Însanên di tarîxa Kurdistanê de xizmet kirine û serê xwe dane. Mirov nikare ti caran rexne li Qazî Mihemed bike. Yan jî rexneyan li Mele Mistefa Barzanî bike. Her çi dibe bila bibe. Qasimlo ye, gelek ji wan rihê xwe dane, canê xwe dane, hertiştê xwe dane. Li gorî şertê jîyanê, şertê dewrê jîyane, lê bi dil xebat kirine, li gor zanebûna xwe heta derekî çûne û dûre jîyana xwe dane. Xelkê me fedekar e, wefakar e. Yanî li gorî rewşa xelkên din, kurd di bin zehmetîyên pir mezin de ne. Weke ku Kurdistan bi her tiştê xwe perçe ye. Kultur perçe ye, dîn perçe ye, hertişt perçe ye. Ev keftûleft hemû di rihê min de cîh girtin. Baş e, ez ê çi stranê bêjim? Min klasîk gotin, min li ser Kurdistanê jî gotin, min li ser hemû rewş û gelek tiştan jî gotiye, ez ê vê carê çi bêjim gelo? Ez tim difikirîm, vê carê li ser xwezayê, li ser avê, li ser qirêjîya dinyayê, li ser parçebûna Kurdistanê, li ser girhevî û xurboqîyên di nava siyasetê de heyî, li ser rewşa sosyo-kultur ya Kurdistanê bisitirim. Diviyabû li ser vana baş bifikirim û gelekî bixwînim. Min hinekî xwe veşart, hinekî xwe kir hundir, hinekî xwe kir nav pirtûkan û min hinekî bêtir li tembûrê da.

Hûn di vê navberê de jî vala nesekînin?

-Na na, min gelekî stran nivîsandin. Yanî qasî 10 album çêbibe min stran nivîsandin. Evana giş dê derkevin. Bi van albumên ku dê derkevin miheqeq wê rê li ber tiştên din vekin. Divê êdî li gor dinyaya modern hin tişt bên kirin.  Li Kurdistanê jî gereke êdî hem di sîyasetê de, hem di têkilîyên jîyana mirovayetîyê û jîyana sosyal de, di her warî de, dirûstî dest pê bike, tolerans dest pê bike û kurd hevûdin rakin. Ev yek gelek gelek girîng e. Tiştên ku jîyana mirovan çêbike, sererast bike û baştir bike. Ne tenê stran, ne tenê ‘Eyşanê wa yê, kirîvê û nizanim çî yo…’ Ewana li ser tiştên sosyal û herêmî ne ku gelê kurd pê êşîyane, stranên xweş in û divê meriv li wan jî guhdar be. Lê ne tenê ew û bes.

We kaseta xwe ya yekem “Govenda Azadîxwazan” di sala 1975ê de derxist. We niha got min bi tembûrekê destpêkir. Û albuma we ya dawîn, îsal di 2012an derdikeve. Di vê navberê de 37 sal derbas bûne. Di nava van 37 salan de, di muzîka Şivan Perwer û di Şivan Perwer de çi hatin guhertin?

Me bîstek berê behsa sîstem û îdareya jîyana merivantîyê kir. Di van sedsalên dawîyê de, yanî di qirnê 11, 12, 13, 14, 15 û şûnde guhertinên mezin li Ewropayê destpêkirine. Di her hêlê jîyanê de. Di sîyaset, edebîyat, muzîk, wênesazî û peykervanîyê, di komek tiştan de gelek guhertin çêbûne. Pêşketin çêbûne. Ez gava wek hunermendê mûsîqîyê behsa muzîkê bikim, dibînî ku li Ewropayê di dewira reform û ronesansê de guhertinên ecêb çêbûne. Ji Îtalya bigire, heta Portekîz, Fransa, Almanya, kêm Rûsya, bêtir li Îngiltere, nexasim li Ewropa rojava û ya navendî gelek însan pê daketin. Mesela em bêjin, dêrê nehiştîye muzîk li derve bipêşbikeve. Hergav bi xwe re girêdaye. Papazan bi xwe ve girêdane û xwestine bêtir ji bo dînê muzîk çêbibe. Wê demê harmonî û pirdengî hîn di muzîkê de tune. Pir solo û enstruman jî tune. Yanî heta papazan bi xwe destpêkirine. Di dewra ronesans û reformê de yên ku bêtir tesîr li ser guhertinên dînî jî kirine yek jê Martin Luther e û yek din jî Calvin e. Ew herdu jî du muzîsyenên pir baş in. Mesela Martin Luther li flûtê dide, li gîtarê dida, li lavtayê dida. Mimkune navê lawtayê ji ‘laut’ hatibe. Ango, laûd, ûd. Wextê ku ereb daketin Îspanya, Endulusya û wan derûdoran. Te dî di zimanê latînî de ‘la’ heye. Ereb jî dibêjin ‘el’. Dibêjin ‘el- hukmetul’ falan, ‘el kurdî’. Îcar ev ‘el’ ketiye zimanê îspanyolan jî. Dibêjin, 'la tembura'. Mesela dibêjin 'laût'. Îcar laûd bûye lawta. Herweha aletek bi navê lîr heye, klavsen heye… Klavsen dûre dibe klavier, ango pîyano. Pîyano, di sedsala 15an de hêdî hêdî derketîye û şemaya xwe girtiye. Kesên wek Martin Luther mesela pir baş li Lawtayê dixin. Hunermendekî pir baş e. Jean Jack Rouso jî dîsa hunermendekî pir baş e. Yanî ev tişt berê li Asya dibûn û hebûn lê li Ewropayê tunebûn. Ewropî van tiştan bi rêya keşifan û têkilîyan ji çînîyan distînin, ji hindîyan distînin, ji îranîyan distînin. Gotina îranî ji bo kurd, faris û afganan tê bikaranîn. Hinekî jî ji ereban distînin. Lê yên ku wê dewrê baştir hunêr pêş dixînin ewropî ne. Yeko bi yeko dimeşin. Mesela em bêjin, li Fransayê kesên wek Poperîn û Romeo, li Îtalyayê kesên wek Tarçellî, Korçellî, Vîvaldî, li Almanyayê kesên wek Bach û Haydn, li Îngiltereyê kesên weke Handl derdikevin. Li Danîmarkayê Bektsudt derdikeve. Em qala dema barok dikin ku wextê muzîk nû pêş dikeve. Yanî li gelek welatên navenda Ewropa û rojava destpêdike û hêdî hêdî dudeng, sêdeng, çardeng destpêdikin. Motet çardeng in. Pê re êdî digihe sonatê. Digihe opera û operetê. Opera, yanî lîstika muzîkal e, şanoya muzîkal e. Operet, şanoya ku muzîsyen li hemberî hev disitirin e. Ferqa wan ev e. Sonat, parçeyek ji muzîkê ye, lê çar pênç parçe muzîk di eynî demê û rîtmê de bi hev dikevin û jê sonat çêdibin. Piştî sonatê jî senfonî derdikeve meydanê. Mesela, em bêjin pa pam pa pa… Evaya yek parçe ye. Senfonî pirdeng in. Îcar ji sonatê senfonî derdikeve. Pêşketineke wer jê derdike. Gelo rewşa muzîka kurdî çi ye? Sonat in, senfonî ne, operet in, opera ne, orîtaryo ye, çi ye? Orîtaryo jî sehneya wê nayê hazirkirin, hema mirov derdikeve û dilîze. Bêtir îspanyol û îtalyanan oratoryo çêkirine. Muzîka kurdî di çi halî de ye? Hîn axa û bego ye? Hîn serok û rêbero ye? Çi muzîk di kurdî de heye, ev çi hal e? Yadocan vana gişan ez dam fikrandin. Dewrekê min got bisekine, nebêje! Bifikire, bixwîne, baş fêr bibe, başbûnekê çêbike. Te niha got, di vê de senfonî heye, çi heye, rast e. Mesele, di strana ‘Dûr’ de tam senfonî heye, straneka senfonîk e. Em bêjin, stran ber bi sonatkî ve diçe, lê di nav de senfonî heye. Ta ta ta ta ta nin ta nin… Ne yek parçe ye, komek parçe bi ser hev ketine. Yanî, bûye senfonîk. Baş e, tu bixwazî straneka senfonîk çêbikî, yan jî senfonîyê di stranê de bikarbînî, gelo tu yê serî li ku bidî? Me kurdan, me weke Ewropîyan ewqas demeka dûr û dirêj, xebateka pir giran li ser hunerê kiriye, nekiriye? Na. Em hîn ji şêweyên dengbêjî tên, lê em tiştnan ji vir û wir, parçeyan ji dinyayê digirin. Min ev muzîk çêkir û vê carê komek aletên cuda cuda tê de bikaranî. Min hemû aletên dinyayê tê de bikaranîn. Min aletên cîhanê giş anîn û bi hevîrê kurdî stra.

Yanî ji alîyê binesazîya muzîkal ve muzîkeka modern e?

Modern e, lê ez ji klasîka kurdî jî şûnde nemame. Min ew jî tê de bikaranîye. Da ku ji kurdan re pir xerîb neyê. Wê ji wan re hinekî tevlîhev bê. Kurd hînî senfonîyê nebûne. Ne tenê guhdar bike û rexne jî bike. Hinekî guhê xwe baş bide ser. Çend caran guhdarî bike. Ez dibêm ‘Dûûûûr, dûr ezê herim dûr…’ Kurdîyeka paqij e, meriv fam dike. Melodî jî kurdî ye. Eva, trak dikeve serê her kesî. Bila guhdarîya senfonîyê jî bikin. Mirovên bi aqil dema guhdarî bikin, wê tê de çîrokekê bibînin. Tembûr û ew strînks, yanî keman û hemû malbata kemanan; kontrabas, çello, vîyolîn, vîyolensel, min hemû tê de bikaranîye. Li gel tembûrê malbata kemanan hevaltîyeka xweş dikin. Ew muhîm e. Li vê derê tembûr qehirîye. Tembûr diçe, ewana li dorê digerin, dibêjin na, ka were rihet be filan, tan pa pa pan... Dûre tev bi hevre diçin. Însan bifikire, di muzîkê de vêya dibîne. Şansekî mezin heye, ez vêya ji herkesî re dibêjim; gelê kurd fêrî dengê min bûye, dengê min nas dike. Eva şansekî pir mezin e. Bi rêya dengê min jî aletên dinyayê dê nas bike. Ez vêya fikirîm dizanî. Min ji hevalên ku ez bi wan re dixebitim jî hergav ev tişt got; gelê kurd hinekî me nas dike, ka em hin aletana wer bikarbînin, wer orkestrayî bila baş û birêkûpêk be. Him hunermend guhdarî bikin, memnûn bibin û him bêjin, vayê sêgah bikaranîye û haya Şivan ji hunera kurdî heye. Ne hema stranan çêdike. Di vir de, meqamên hîcaz heye, nîhawend heye, sêgah heye, beyat heye, rast heye, komek meqam tê de heye. Herweha meqamê kurdî tê de heye. Me komek meqam bikaranîye. Ji ber wê jî min xwest, ev rengînî di nav hunermenda de jî xwuya bike. Yanî dema kesên rewşenbîr, ew kesên ku rewşenbîrîya hunerî jî li ba wan heye guhdarî bikin bêjin, baş û bijartî ye. Yanî, moralekî dide wan jî. Wek min got, miletê kurd dengê min nas dike. Aletên dinyayê jî dikarin di muzîka kurdî de bi kar bên. Yanî keman ille ne aleteka kurdî ye, aleteka dinyayî ye. Kurd jî dikare lê bide, ereb jî, faris jî, tirk jî, lê bi uslûba xwe. Haaa, em dikarin kemanê û hemû malbata kemanê jî di kurdî de baş bikarbînin. Gava cîranên me jî guhdarîya me bikin bila bêjin, kurd di warê muzîkê de ne muhtacî me ne. Vayê muzîkjenên wan ên têgihîştî hene. Ew ne muhtacî senfonî û orkestraya Tehranê ne. Ew êdî dikarin li Dîyarbekirê û Hewlerê senfonî û orkestrayan çêbikin. Wer bêjin dizanî. Ev pir muhîm e yanî.

Hûn dema stranekê çêdikin ji çi peyxam digrin?

Gava ez nerihetîyekê bibînim. Yanî zilmekê, di nava têkilîya xelkê de neheqîyekê, tiştên nebaş dibînim. Dema li dinyayê tiştên xirab dibin, xwuya dikin ku ji bo jîyana dinyayê ne baş in. Carna jî dema dikevim nav tebîetê, xweşîya jîyanê. Em parçeyeke ji dinyayê ne, gere em berfireh bifikirin. Gava tiştek pir tesîrî min bike, hemû şevê xewa min nayê, ez stranê berhev dikim. Dûre radibim, berhev dikim dinivisînim, serê xwe datînim, difikirim, meqam çêdikim û li hev tînim. Bi hevre çêdibe. Gava pir neheqîyeka mezin dibe û ez jî di nav de bim, pir diqehirim, wê demê dîsa stran derdikevin meydanê.

Di strana we ya ''Dilo Yeman'' de haletî rûhîya we dibe ku tam li gor vê hatibe şîrovekirin. Di stranê de weha tê gotin: ’’Ji bo armancên siyasî an jî kesanî ji me re nekin kufrî û xeber.’’ Xwuyaye hûn êşandine?

Sala par hin gengeşî çêbûn, li ser meseleyên sîyasî û vir de wir de. Ez însanekî bi rihê hunermendî xizmetekê dikim e. Me hay ji sîyasetê jî heye. Her însanek bi çi awayî dikare baştir bike, wer bike baş e. Ez bi rêya hunerî dikarim meseleyên dinyayê bînim ziman. Di vir de miheqeq siyaset jî heye. Haaa, li gor wê siyasetê jî fikir û ramanên me hene. Ne weke ku em tiştên muhîm ji bo tiştên biçûk bifroşin, eman. Îşte yekê felan pere bide, tu yê wanî bikî, tu yê herî nizanim filan çi bikî. Yahoo tişt hene, bi pereyan nayên kirîn, nayên firotan. Em mirovên wan rojan e, wan tiştan e. Bila kes di wî warî de şikê nebin. Lê hinek hene wijdanreş in, bêbext in. Ji bo ku te tawanbar bikin, te li ber çavê xelkê reş bikin, çi guneh heye bi ser te dikin. Bêwijdanîyeka mezin dikin. Şexsîyetekî biqirêj bikartînin. Îcar min li e-maila xwe mêze dikir; bi sedan kufrî ji min re tên. Dayîka min, bavê min… Lawo dê û bavê min feqîran çi kirine? Dayîka min, dayîkek wer henûn e, hêjaye. Wek melekekê ye. Dayîka min çi kiriye, hûn li dayîka min kufrîyan dikin? Me nizam serokê xwe di dayîka te çi kiro! Me çîyê kê nizanim bi bavkê te nizanim çi kiro ! Edeb yahoo! Ev ne siyaset e, bêexlaqîyeka mezin e. Ez car heye wan tiştana dikim nav stranan. Vanê dibêjin em sîyasetê dikin û xwedîyê vî exlaqî bin, ya xwedêêêê, ya hawar! Ev çi sîyaset e? Ne sîyaset e, ev mafya ye, egoîzm e, dijminatîya milet e. Ev tenê berjewendîyên şexsî û sîyasî ne? Kê çawa tewanbar bikin, ji holê rakin. Mirov ewqas bêwijdanîyê nake. Dîsa jî min zêde tişt negotin. Tenê min got, kufrîya nekin ji me re. Mirov exlaqekî paqij fêrî milet dike. Sîyasetekê dikî, bila sîyasetekî ku jîyana însên neêxe nav xeterê bike.

Mamoste ev tiştên wisa çima her tên serê we?

Sîyasetên me texlîda sîyasetên Rojhilatê Navîn in. Mentalîteya sîyasetên Rojhilatê Navîn çi ne? Monarşî ne, dîktatorî ne, olîgarşî ne, ev sîstem in. Di mejîyên wan de ew raketîye. Di dinyayê de, li welatekî ereban, mesela li Urdunê yan li Iraqê, li Sûrîyeyê, kesekî karîbû Beas yan jî serokan rexne bikira? Ne mimkun bû. Roja din tu kuştî bûyî, serjêkirîbûyî. Ev mentalîte, di sîyaseta kurdî de jî rûniştîye û heye. Helbet her însanek rêzdarîyê dixwaze. Ji şexsê herkesî re rêzdarî lazim e. Ji şexsê te re jî lazim e; lewra tu însanekî, fikrên te yê însanî hene, şexsîyeteka te heye. Însanek ku te pê re têkilî datînî, divê rêza xwe ji te re hebe. Ji her însanekî re hebe. Ji min re jî, ji te re jî, ji yên din re jî. Merkel, serokwezîra Almanyayê ye ne wer e? Rêzdarîya xwe wek ya milet dide nîşandin. Nabêje, ez serokwezîr im û bi taybetî ji min re rêzdarîyê bigirin! Na. Ew bi zanebûna xwe, bi gotina xwe hewl dide ku însanan îkna bike. Bi wan kesan re diaxife, tiştan tolere dike. Ez  wezîr bim jî însanek im. Ez îdareyekê dikim, lê ez ne di ser herkesî re me. Dibêje, ferqa îdareya min heye, lê wek şexs ez jî wekî hemû kesî me. Mixabin di Rojhilatê Navîn de ew mentalîte heye. Hîn ew mentalîteya destanên mezin. Gilgamêş, xwestîye îlaca nemirîyê bibîne û hinek din jî radibûn dibûn pêxember, dibûn Xwedê û diçûn heta ezmanan. Însan bûne pêxember û xwe derxistine qatê heftan. Mentalîteya mibalexeyê rihê Rojhilata Navîn kişandiye, perîşan kiriye. Serok û rêber jî derdikevin wê dereceyê. Îcar kes nikare di sîya wan re derbas bibe. Kes newêre wan rexne bike. Kes newêre tiştekî bibêje. Helbet divê meriv karibe rexneyan jî bike. Ji ber wê yekê, mentalîteya Rojhilatê Navîn mentalîteyeka sert e, kujer e, bêbext e û bê wijdan e. Ferqîyeteka mezin dêxe nava însanîyetê de. Mentalîteyeka împaratorî û koletîyê ye. Lê em dinyayê dibînin, yekî wekî min li dinyayê gerîyaye, hemû sîstemên dinyayê dîtîye. Ez nikarim weke ku li Rojhilatê Navîn diqewime qebûl bikim, ne mimkun e. Ez dixwazim sîstema herî baştirîn li Kurdistanê bi kar bê. Wekî hunermendekî kurd, ez ê xebata vî tiştî bikim. Ez dixwazim wer çêbibe. Gelê kurd, dema bibe dewlet û îdare jî, divê ne wek ereban, an jî wek farisan bijî. Divê baştir û demokratîktir bijî. Bila navê wan li dinyayê wek miletê xwedî edalet derkeve. Lê pêşî divê di nava xwe de edaletê çêbike. Ev pir muhîm e. Mirov xwe berpirsîyarê hev bihesibîne, rêzdarîya hev bike û heq û hiqûqê hevûdin jî divê binase. Mirov ji bo menfaeta xwe ya şexsî û sîyasî kesan tewanbar neke û ji holê raneke. Evaya tiştekî qetlane ye. Tiştekî ne rast e, ne dirûst e. Heqê însanan nas bike. Ka em dibêjin heqê însanan! Heqê însanan pêşîn divê em di nava xwe de nas bikin. Daku hezkirina me ji hev re çêbibe û em bi hevre bên girêdan. Û mejîyê me jî ji pêşketinê re bixebite.

We CDyek taybet bi navê Destana Rojava çêkirîye, hûn dixwazin li ser rewşa îroyîn ya Kurdistana Rojava çi bêjin?

Te dî wextekê, ji rojhilat, ji başûr, bakur, serê kê diêşîya berê xwe dida rojava. Mesela em bêjin, kesên sîyasetmedar û rewşenbîr, yanî ji kîjan hêlan xizmetek ji bo kurdewarî kiribana diketin bin afaroza wan dewletan, wan sîsteman. Bêtirê wan diçûn wê hêlê. Em dikarin behsa hemûyan bikin. Mala Cemîlpaşayan, mala Haco, mala Bedirxanîyan û gelek kesên din. Eşîra mila, alika, zazên me, kurmancên me, dimîlîyên me diçûn wir û xelk li hevûdin xwedî derdiket. Kurdên me yên rojava gelek fedekar in. Û tucarî jî ne ji kultura xwe, ne ji edeba xwe şûnde neketine. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê xizmet  kirine. Yanî di rihê wan de  hezkirinek mezin him ji Mele Mistefa Barzanî re, him ji Qazî MIhemed re, him ji Şêx Seîd re, him ji Seyîd Riza re û him jî ji Mam Celal re heye. Kî çûye wê derê xizmeta wan kirine. Çima xizmet dikin? Him ji ber rihê kurdewarî û him jî ji ber yê merivantîyê. Ew jî dema têkevin rewşek wisa giran û aloz, divê meriv destê xwe dirêj bike. Gerek hemû parên Kurdistanê li wan xwedî derkeve û qewetek çêbibe. Dema ku li dewletên derdora kurdan  tiştek qewimîye her di serê kurdan de hatiye. Kurdan, carna ji wan bawer jî kiriye. Kurdan piştevanîya wan kirine, lê dema îktidara xwe saxlem kirine û dane rûniştandin, cardin vegerîyane ser kurdan. Li Sûrîyeyê guhertin çêbibe, meriv ditirse ku dîsa tarîx xwe dubare bike û vegerin ser kurdan.

Xeterek an rîskek wusa heye?

Ew rîsk sedî sed heye. Min xwest balê bikşînim ser vê yekê û min got, ka ez tiştekî bêjim, belkî here guhê hinekan ku mesele wanî ye. Qedrê van însanên me bê girtin, moralê wan jî çêbibe. Parçeyek ji me ye. Milet, pêşîn li hev xwedî derdikeve, pê re li cîranên xwe xwedî derdikeve û paşê li dinyayê. Lê di dinyayê de heger tu cihê xwe baş çênekî, saxlem nekî, qeweta xwe çênekî, kes te nahesibîne. Miletê kurd, divê pêşî qeweta xwe çêbike, evaya pir muhîm e. Ji bo vê yekê, divê her parê Kurdistanê piştgirîya hevûdin bike. Belkî merivên demokrat û têgihîştî yên faris, tirk û ereb carcaran hinek piştevanîya me bikin, lê di normalê de heger em bi xwe li xwe xwedî dernekevin, tu kes li me xwedî dernakeve û me xelas nake. Em azadîyê bila ji kesî nexwazin. Erê, em dikarin bi cîranên xwe re rûnin, sohbetê bikin û biaxivin jî, lê divê em di fikrê xwe de bê gengaşe û saxlem bin. Em bêjin, ev rast e, ev wanî ye cîrano, yan filankeso. Lê berîya hertiştî, wek me got, divê hêzeka kurdan a pir saxlem, baş û paktir hebe daku cidî bê girtin. Bêjin; ev hêz, ev qewet heger li hember min bisekine, dikare ji jîyana min re xeter be. Ji ber wê, gere ez guh bidimê. Heger kurd zeîf bên dîtin, dê tim bi ser de biçin. Lewra, divê rojavayê welêt jî zeîf nebînin. Bila bibînin ku kurd li hev xwedî derdikevin û piştevanîya rojava dikin.Yan na, dibe wek mesela papaz û Hîtler. Hîtler, komunîst kuştin, xelk çû ser papaz û jê re gotin; dêr qeweta xwe heye, divê faşîstan bide sekinandin. Dêrê got, yên tên kuştin komunîst in, bila bikujin, eleqeya me pê tune ye. Îcar sosyalîst kuştin. Dîsa ji dêrê hate pirsîn. Dêrê got, ew jî sosyalîst in. Vir de wê de û vegerîyan ser partîyên sosyal û di dawîya dawîyê de vegerîyan ser papaz. Papaz wê demê got, wey min nizanîbû dê ev dagîrî bê serê herkesî. Niha bila kes xwe ji vê meselê nede alîyekî. Heta sîyaseta başûr jî xwe ne de alîyekî. Gerek li ser vê meselê baş bisekine, qîmeta bakur, rojhilat û rojava bizanibe. Mirov wanî dibe millet, qewet û qudret. Qudret û qeweta te çênebe, tu nikarî bibî milet. Ji ber wê jî, bila kes nebêje, bila neyê serê mala min, neyê ber derîyê min, bila here ber derîyê filan û bêvan. Ev yek jî tiştekî pir egoîstî ye, qet nebaş e û ne însanî ye jî. Çi partî û çi sîyaset be, heger li Rojava tenê bi serê xwe hereket bike, wê perîşan bibe. Ji ber ku, wê demê dê di nav kurdan de nakokî derkeve û wê kurd xwe biqedînin. Kî ji wan sîyasetan be ferq nake. Bila kes nebêje, ez qehreman im, ez yeman im, ez tenê karim bikim. Na na, di rojavayê de çi qewet hene gerek hevûdin bigirin. Hemû muhtacî hev in. Yek tenê bi serê xwe nikare, ne mimkun e.

Dema em îro li pîyaseya muzîka kurdî dinêrin bi hezaran kes derketine. Meriv dikare vê demê wek dema bihara muzîka kurdî bi nav bike?

Niha her dewrek bi ramanekê bi fikrekê çêdibe. Ew jî li gorî şertên wê demê ne. Gorî pêdivî û daxwazîyên demê ne. Mesela, dema em li Ewropa li pêşketin û serborîya muzîkê dinêrin; em dibînin ku car heye destpêkirine li kemanê didin. Û dewrek heye jî îcar ji kemanê dengê guran çêdikin, dengê kûçikan, dengê zûrîyan, dengê çeqelan û çêdikin. Hetta dûre ji van dengan tiştên komîk derdixînin. Û bi vî awayî paşa û mîrê xwe pê didin kenandin, qîmetê bi huner nahêlin û dûre fûryayek dikeve navê û sed sal huner têk diçe. Heta ku klasîk derdikeve sehneyê. Li hemberê wan klasîk derdikeve, ev pêvajoyek e. Huner dikeve xizmeta serayan û vir de wir de. Huner pêşketina mejîyên însanan jî çêdike. Yanî ewan huner xistin dewrekê ku çawa pê kêfê bikin, ji bo pesinandinan bikarbînin, pê bilîzin, eşqê û nizanim çi pê bikin. Dema dewira klasîk destpêkir dewreke protestoyî, dewreke super hat êdî. Muzîkek wer çêkirin ku bi ser dêrê xistin. Muzîk ji gel girtin û gel jî tevlî wê dewrê bû. Orta bûrjûwazî çêbûn, dewletên netewî çêbûn. Dibêjin muzîka bûrjûwazîyên navîn an qata navîn. Dema bûrjûwazî çêdibe, wê demê feodalîzmê dadixîne. Xwedîyê gundan û serayan êdî wenda dikin. Seray vala dimînin, wan difroşin û dibin tarîx. Muzîk êdî cihekî mezin digire û navên mîna Bethoven derdikevin, Mozart derdikevin. Hîn jî îro dinya jê re spas dike. Çima? Tu niha jî dema carna senfonîyan bi rê dixî, mesele hinek derdikevin daku tiştekî nûjen bikin, derin traaak li dîwarê Bethoven rast tên. Li ser van tiştan êdî navê îlim derdikeve. Ne navê feodalan û filan û bêvan. Navê îlim dertê holê. Pêşketin derdikeve holê. Li Kurdistanê jî ev fûrya heye miheqeq, bila zaro ji xwe re tiştan çêbikin. Çêdikin, dibên em çawa bên naskirin, çawa ez jî li orteyan xwuya bikim. Armancek wek pêşxistina huner tune. Vê gavê ev tune. Şov heye, ji bo ku bilîzin, govendê bigirin ango tiştên erebeskî ku xwe tatmîn bikin çêdibin. Di huner de pêşketin tune vê gavê, lê serlêdan hene, ceribandin hene. Em dê vê ya bibînin. Sibê wê hinek derkevin, wê bibêjin, heta ez bijîm ez dê wusa bêjim. Na wer nabe. Gerek pêşketin di hunera me de çêbibe. Divê ji îro şûnde hinek derkevin û ji bo pêşketinê hewl bidin. Mesele, Dilşad Seîd kompozîtorek û hunermendek pir baş e. Însanekî saxlem û paqij e. Hikûmeta Kurdistanê jî derfetên xwe hene. Te dî serayan, hotêlan, malan û avahîyan çêdikin. Milyon û milyaran lê didin. Ya nikarin bêjin, ''Dilşad, ka were; ha ji te re 4 milyon, em dê akademîyekê çêkin û were serê vê akademîyê bavê min. Were û nûjenîya ku te di huner de çêkiriye li vê akademîyê berdewam bike û xwendevanan tê bigihîjîne.'' Tu dibînî, ev fikir tune. Qewetek me heye. Hergav ji min re digotin, ’’Şivan, tu şoreşa Kurdistanê yî, te Kurdistan çêkir.’’ Rojekê ji min re jî nabêjin, ka were tu çi dixwazî? Em çi bikin yahoo? Dezgehek çêbikin, em li ser bisekinin, bila gencên kurdan bên, em arşîvekê çêbikin, muzîka kurdî ya klasîk berdewam bikin, tiştên nû bi ser bixin, an jî Şivan ka organîzeyekê çêbike. Bang li me nakin. Kî ji wan re dibê hahaoo û loo, govendê digirin. Pêşketin tune. Feodalîzm li Kurdistanê heye. Kapîtalîzm jî tune. Îdareya monarşî heye. Îdareyeka monarşîk heye. Helbet tesîra dinyayê jî li ser heye, lê jîyanek û sîstemek monarşîk heye. Qedrê texlîdan tê girtin.

Di pêvajoya ku em hatinê de li ser meseleya vegera we ya Kurdistan û Tirkîyeyê hûn dixwazin çi bêjin, we ew defter ji binî ve girt an?

Veger li gorî şertan e. Te dî sala par me û çend sîyasîyên tirkan hevûdin dîtin. Helbet meriv dikare serokwezîrê wan jî, serokkomarê wan jî û şexsên din jî bibîne. Fikr û ramanên me hene. Sîyasetek wisa heye, wer hema te ji kok ve tewanbar dike. Em nebin kesekî din nabe. Li Kurdistanê sîyaset bi awayek qirêj diçe. Ne tenê li cem tirkan, li ba me jî bi qirêj diçe. Ez helbet ji welatê xwe hez dikim; xelk û miletê kurd ji dil ji min hez dike.  Ez bi wê yekê dizanim. Ez û xelkê kurd, em dilketîyê hev in. Ez dilketîyê welatê xwe me. Ez dizanim welat bi xebat û xizmetê çêdibin. Yanî Kurdistan ji cîhekî din ne kêmtirê e, heta xweştir e. Hertiştê Kurdistanê heye. Kurdistan, warê destpêka şehrezaya dinyayê ye. Tu dizanî bajarê Ruhayê çi qîmetek xwe yî mezin heye? Bajarên Ûrfayê di dewra sumeran de çêdibin. Dûre, du Ûr çêdibin. Ûra Bakur û Ûra Başûr. Rûha kevintirîn bajarê Kurdistanê ye. Ereb dibêjin, Ûrifa û tirkan jî ji wan girtiye. Kurd dibêjin Ûriha. Yanî ev bajarên Kurdistanê di destpêka şehrezayê de kevintirîn bajar in. Ûra Başûr nêzîkî Bexdayê bû û ew têk çû, giş xira bûye. Rûha maye. Wek mînak dibêjim, hemû bajarên Kurdistanê; ji Wanê bigire heta Agirîyê û Dîyarbekirê û heta Mêrdîn û Hekarîyê. Her bajarek Kurdistanê xweşîkahîyek xwe heye.

Hûn pir dixwazin biçin lê...

Ez dixwazim. Dixwazim, lê xizmet welat şên dike. Ez dema diçim başûr, gava tiştna dibînim û ez nikarim bikim, pir diêşim. Ez carna dibêjim, çima wezîrê jîngehî ne ez im. Heger ez wezîrê jîngehî bûma, min bodyguard li dû qûna xwe nedixistin û xwe wek paşa û began li rê nedida. Min dê çend kes li dû xwe bixistana û ez dê gund bi gund bigerîyama. Bi xelkê re biaxafta û bigota, warên xwe şîn bikin, daran biçînin, erdan xweş bikin, erqên avê çêbikin, qîmeta erdê bizanibin, qîmeta şînahîyê bizanibin û biçînin, wanî jîyan çêdibe. Min dê bi wan re biaxivîya û gava  xelkê bigota, ''Ê perê me tune, malê me tune, filan û bêvan..'' Min dê bigota, mirov hûn ji vî erdî dikarin hertiştî bigirin, tenê bixebitin. Hikûmet perê xwe tune bide we, lê hikûmet xwe mezin rê dide û derewan li xelkê dike. Nabêje pereyê min tune ye jî. Dibê, ez heme, ez mezin im. Hikûmet, derew li xelkê dike. Mirovên parlament wê tenê li parlamentoyê rûnenin û zikê xwe bi goşt tije nekin. Gerek di nav xelkê xwe de bigerin. Li Kurdistanê destpêkeke siberojî ev e. Kurdistan, bi destê dagirkeran çênabe, bi destên kurdan çêdibe. Ez dikarim hikûmeta xwe rexne bikim. Dibe ku hinek îdarekarên hikûmetê pir dirûst bin, lê hertiştî nizanin. Yekî wek serokatîyê, cenabê Kek Mesûd şexsîyetekî gelek paqij e, baş e, lê hertişt bi Kek Mesûd naqede. Nikare hertiştî bibîne. Gerek ew kesên ku li derûdor amade ne jê re bêjin, ''Ezbenî filan der wanî ye, divê li ser bê sekinandin.'' Hin şexsîyet hene bi rastî jî paq in, gelek kesên delal hene. Lê ew jî fetisandine, wan jî difetisînin. Lewra divê bi taybetî hikûmet li ser wê yekê bisekine, xelkê gund birêxe, qîmetê bide gundîyan, bide zîreetê. Qîmetê bide jîngeha Kurdistanê daku Kurdistan şîn bibe. Heta Kurdistan şîn nebe, bila behsa Kurdistaneka baş û xoşewîst û welateka xweş nekin. Welat, bi şênahî û keskayî dibe welatek xweş. Û bi ava xwe tê parastin. Gava jîngeha erdê hebe, erd rojê nagihîne erdê. Wê demê sî li erdê ye, nahêle av zêde biçe. Ava erdê bêtir dibe. Wê gavê çem û kanî û erq dê biherikin. Evana hema dibêjin, bila xwedê li erdê hişk baranê bibarîne. Nabe. Dar û ber tune be, baran nayê. Dar û ber baranê şên dikin. Gerek li ser vê pir bisekinin. Ne li ser qeweta pereyê petrolê. Petrol qedîya, wê çi bibe? Bavê min, tu li vî welatî ji bo xwe jî bijî, di nav betonê de jîyan nebaş e. Di nav jîngehê de jîyan xweş e.

Hêvî dikim van peyamên we bibihîzin. Mamoste, em vegerin ser vegera we ya welêt.

Ez bi vî şeklî bimirim jî, ez naçim. Min stranên delal gotin, bo milet, bo pêşketinê, bo pêşerojê, ji bo hêvî, ji bo moral, ji bo gelek tiştên girîng ez  hîn dibêjim. Ez hunermendê xelkê xwe me. Ji welatê xwe, ji miletê xwe hez dikim. Heta sîyaset ev siyaset be, ne rê li min vedibe, ne jî feydeya min çêdibe. Gava ewqas sal şûnde ez çûm wî welatî, ez naxwazim ew resmê min yê di serê wî miletî de bi rêya sîyasetan xira bibe. Ev gotina min ya dawîyê ye, naçim.

Heger sibê we biryar da, bê mudaxaleya sîyasetê û we lê da hûn çûn, dê çi biqewime? Çi asteng hene li pêş vê yekê?

Heger çûna min bikaribe feydeya xwe hebe ez dê herim. Heger tu bixwazî welat bibînî, ez diçim Awustralyayê jî, Afrîkayê jî, li dinyayê giş digerim. Ne wusa ye ku ez bêjim, min bêrîya erdê Kurdistanê kiriye, haho ez mirim, ez ne ji wan kesa me. Ez li erdê Kurdistanê jîngeh dixwazim, wî erdî azad dixwazim, daku li ser erdê azad, azad bistirêm. Ez azadîyê ne ji dijminên kurdan an dagîrkeran dixwazim. Ez azadîyê ji kurdan, ji sîyasîya kurdan dixwazim. Sîyasîya kurdan rê li min girtiye. Yên ku rê li min girtine sîyasîya kurda ye.

Tu biryar an zexteke ku li ser vê yekêgihandine we heye. Yan hûn vê yekê ji peyam û daxuyanîyên ku tên dayîn derdixînin?

Ez dibînim, dizanim. Sîyasîya kurdan rê li min girtiye, ne dewletan. Ez dizanim, dewlet li dijî fikra min e. Ji ber ku ez Kurdistanî me û dewlet jî Kurdistanîyan qebûl nake. Ez jî guh nadim dewletan. Gava ez bi sîyasîya kurdan bawer bikim, ez dê lê bidim biçim. Lê sîyaseta kurdan meriv tawanbar dikin, qirêjê bi mirovan re digerîne, perîşan dike merivan. Ez naxwazim biçim nav wê qirêjîya sîyasîya wan.

Plan û projeyên ku weqfa Şivan Perwer dayî ber xwe çi ne?

Me gava din behsa dîroka muzîk û hunerê kir. Hunera kurdî ti carî nehatîye piştevanîkîrîn. Nehatîye alîkarîkirin. Dengbêjan bi hesreta dilên xwe stirandine. Dengbêj, li ber derîyan man û tenê axa û began çi ji wan re gotin ew kirin. Tucarî azad nebûn. Li dinyayê her derê ew dewir hatiye jîyîn, lê ew dewira li Kurdistanê dirêj ajot. Heta dewira modernîzmê hat mixabin. Xelkê 300-400 sal berê ew dewir qedandin, lê li ba me heta niha jî ajot. Fonda me fondeka azad e. Fonda me armanceka xwe heye ku sîstemeke azad ji bo azadîya hunera kurdî, ji bo azadîya mejîyê hunermend, heger karibe rola xwe bileyîze, em dê gelek serfiraz bibin. Ev e xizmeta me. Têkilîya hunera kurdî bi dinyayê re çêbike. Arşîveka hunerî ji bo hunera kurdî baş amade bike. Li ser navê hunera kurdî car car înformasyonan bide, têkîlîyan deyne, konferansan amade bike, alîkarîya muzîkaran bike. Studyoyekî gelek baş a me heye. Kîjan hunermend were, serçavên me, em ji wan tu carî pere jî naxwazin, tamtersî wê dixwazin alîkarîya wan bikim. Lê hunermend kirine bin bandora xwe û rê li ber girtine, nahêlin hunermend bê destûra wan derkeve dawetekê an konserekê. Konserek dahî çêdibe, derin wê konserê xira dikin. Evaya ne mejîyê sîyasetmedarîyeka baş e, ev rih ne rihê welatperwerîyê ye. Ev yek mafyozî ye, hiyerarşî ye, anarşîzmek e rojhilatanavînî ye, beasî ye, dîktatorî ye. Ez ji vê sîyasetê nefret dikim. Ez vekirî dibêjim, ez ji vî reng sîyasetê nefret dikim. Û tucar nikarim bi wan re jî bistirêm, qet nestirêm jî. Ev sîyaset gerek têk biçe. Gelê kurd gerek vê sîyasetê binerd bike. Gelê kurd divê bi sîyasetekî hezkirin, tolerans, dost, heval û helbet bi disîplîn jî tevbigere.

Xwe biguherîne an têk biçe?

Têk biçe daku sîyaseteke nû, baş, modern û demokrat derkeve. Di sîyaseta demokrasîyê de jî disîplîn heye û maneya xwe ne beredayîbûne. Yên ku rê li me girtî, ev çeşîd sîyaset e. Gazindên min jixwe jê heye, herweha tevlê jî dibim gel wan bistrêm, lê bikarim di heman demê de wan rexne jî bikim. Çima? Însanên me ne, ez ne dijminê wan im. Ez ji vê mentalîta sîyasetê hez nakim. Ji ber ku ev ne mentalîta kurdan e. Feydeya vê yekê ji bo kurdan tune. Mentalîta Rojhilatê Navîn e, ku îro binerd dibe. Xelk, êdî vê yeka defin dike û ji ser xwe davêje. Xelk, li demokrasîyê digere, bi çi şêweyî be li toleransê digere daku milet karibe bê problem tev bi hevre bijî. Ango, herkes di warê xwe de rihet û azad. Rojhilatê Navîn dikare bigihe wê astê. Heger sîyasetmedarên biaqil di wî warî de derkevin û pêdivîyên xwe bînin cih. Divê sîyaseta dîktatorî û monarşîst têk biçe û bi temamî ji Kurdistanê jî rabe. Ereb, êdî hêdî hêdî vê yekê davêjin. Ew dê miheqeq rêya xwe bibîne. Car heye bi rêya dîn pêşî li hertiştî digirin, car heye bi rêya dîktatorî digirin. Rojhilatê Navîn xwedîyê cewherên sererd û binerd in. Parekî erdê ye, perfekt e. Ji ber wê jî, sîyasetên derve jî nahêlin bigihin aştîyekê. Divê kurd jî xwe di nav wê de bibînin.

Gelo sedem ewe ku we navê albumek xwe ya nû danîye Gazind?

Erê, lê kombînasyonek e. Evîna mirovan jî di nav de ye, gilî û gazind jî hene. Ji ber ku di jîyana me de xirboqî pir in, însan ne azad e. Şerê ku dibe, ew jî ji hevre pir astengîyê çêdike. Çima min şer kir, te şer nekir?  Eger şer dikim, tu jî lazimî bikî. Lê li cem te rûnane û nabêje, gelo em şer bikin an nekin. Şer feydeya xwe heye tune ye? Şêwir tune. Ez dikim û divê tu jî bikî. Ev dîkta ye. Şerekî dîktayî ye. Ez dikim tu jî were wek min bike, çima nakî? Bi te naşêwire, nabêje, gelo ez wanî bikim tu rast dibînî an nabînî? Yanî wê çi encamê bîne ji me re? Te jî, min jî, me hemûyan eleqeder dike. Naşêwire bi te. Bi serê xwe daye, dere. Ji ber wê, divê ev yek jî bê guhertin.

Di albuma we de ji bo guhdarvanan çi mizgînî hene?

Di vê albumê de helbet hertişt tune yanî. Tiştne baş hene. Yanî qet nebe, ev album di derî erebeskîyê de çêbûye. Li derî teqlîdan çêbûye. Li derî tiştên ku îro dimeşin, li derî wan çêbûye. Hinekî bi ferqtir e jê. Û ruhîyeta min qet xira nekiriye. Wek Şivanê berê me ez.

Bi dilê we çêbûye?

Bi dilê min e, gelekî bi dilê min e. Kombînasyoneke pir baş e. Yanî di vê albumê de deh stran hene. Di CDya Rojava de hem mînak û hem agahdarîyên pir baş hene. Di warê erdnîgarî de, dîrokî de, xoşewîstî de, siyasetê de, hunerî de, di warê nivîskarîyê de hertişt tê de heye. Herdu CD wek yek album temamîyeka pir pir baş e. Tiştên ku di wê de nebînin di ya din de dibînin. Me herdu kirin yek album. Me got, bila milet jê têr bibe. Ji niha ve belkî ez dikarim mizgînîyê bidim, di albuma pêş me de, ez dê di nêz de çêkim, îcar dê tê de sê CD hebin. Ez niha nabim çi ne, lê sê CD wê tê de hebin. Her yek bi serê xwe tiştek be. Niha nabêjim çi ne.

Ji ber wê yekê we serenavê albuma xwe Şivanname 1-2 danîye?

Belê.

Wê demê Şivanname 3-4-5... di rê de ne?

Helbet. Di albuma pêş me de, wê tiştekî pir xweş were. Min pir tiştên baş dane pêşîya xwe. Hunera min, di destpêkê de tesîreka çawa kir, ez dixwazim di albuma pêş me de jî tesîreka wisa xwezayî, zanayî û sosyal bike. Weke min digot, ez li bendê me ku hunermendên kurd derkevin. Dîsa jî mala wan ava. Hinek tiştan çêdikin, lê min nêrî hew li hemberî min sekinîne, kuro xêr e? Welle sîyaset û filan û bêvan. Çi ji te re sîyaset? Tu çima bi ya sîyasetê nakî? Kuro berde! Car heye ez li wan şaş dimînim. Rih ji wan jî hatîye stendin. Ji ber wê yekê, nûjenîyek lazim e. Tabî, hunermendên me tiştne gelek xweşik jî dikin, ez keda wan înkar nakim, mala wan dengxweşan ava. Îro kompozîtorên me yên baş hene. Hevalê ku em pê re xebitîn Hakan Akay kurekî gelek jîr û delal e. Him kurdperwerekî baş e û him jî em ji hev hez dikin û me dest daye hev daku em tiştên baş çêbikin. Heke wanî bimeşe, em dê tiştên pir baş çêbikin. Yanî him bi rêya fondê em çêdikin, him bi rêya xelkê me, mala wan ava. Piştevanîya me jî baş dibe. Xelkê me li vê meselê xwedî derdikeve. Rêvebirên Pelrecordsê dostên min yê pir baş in, bi dengên min mezin bûne, îro hal û rewşa wan ya aborî jî baş e, hergav jî dibêjin, mamosta tiştek lazim e, vir de wir de, em hene yanî. Tu ne bi tenê yî vêya zanibe. Ez xwe pir bextewar dibînim. Gelê kurd, him bi hezkirinê, him bi xwedîderketinê fedekar e. Em ne di aborî de, ne di hezkirinê de, ne jî di huner de feqîr in. Em di her warî de têr û dewlemend in. Û îhtîyacê min nizanim bi filan û bêvan nîn e. Şivan dê here Tirkîyeyê û nizanim dê çi bike, na na na. Şivan piştevanê Kurdistana mezin e.Ez heyranê welatekî mezin im, miletekî mezin im. Azadîya miletê kurd nayê frotan. Ez Şivan Perwerê wan im. Bila ji bîr nekin wê ya. Ji ber wê, kî çi dibêje bila bibêje, li gorî sîyaset û armanc û berjewendîyên xwe deng dikin, lê ew dê wenda bikin. Ew dizanin ji ber ku nîyetek me ya xirab tu carî li himber welatê me, miletê me tune ye. Em însan in, xetayên me carna çedibin, em jî dikarin carna xetayan bikin. Meriv ferq nake, carna gotinekê dike, dilê yekî diêşîne, lê di dilê me de, di serê me de, di rihê me de, di armancê me de dilêşan û serêşan  tune ye, dijberî tune ye. Dijberî ji çi re ye? Dijberî ji bêheqîyê re ye, ji neheqîyê re ye. Ez her gav li gel sîyaset, hereket û şexsîyetên kurd dost im. Ez ne dijminê PKKyê me jî, ne dijminê nizam kê me jî. Lê dijminên kurdan dizanin, ka di ku de rêç li kurdan tê girtin û zirar çêdibe. Hin car heye bikartînin. Ji ber wê haweyê jî, bila kes min dijminê xwe nebîne, ez hunermendê vî miletî me û ez dixwazim di nava kurdan de şêwirek, hevalbendîyeka baş çêbibe. Kurd hevûdin fam bikin, qebûl bikin. Cephayak sîyasî çêbibe, hemû kurd xwe di nav wê de bibînin. Bila tenê nemînin. Berê jî min stran derxistin, 'mamê mino...' tenê nabe, 'çavê mino...' tenê nabe. Tenêbûn, tenêmayîn, halê tenê pir xirab e. Tenêbûn mirovan têk dibe. Dema dewletek tenê dimîne têk diçe. Ha kê dizanîbû ku dê Kaddafî biçe? Lê dixwazin milet gişî bikujin û neçin. dixwazin miletê wan giş bimire dîsa neçin, wek rewşa Sûrîyeyê. Yaho mirovekî baş dibêje, heger hûn min naxwazin, ha ji we re, ha fermo, kerem kin.

Peyamên we yên dawî ?

Em dibêjin azadî nayê dayîn, tê stendin. Gelê kurd, divê di her warê azadîstendinê de bi her awayî hazir be. Car heye me mecbûrî şer dikin. Çendî şer nexwazî jî, te mecbûrî şer dikin. Şer tiştekî pir xerab e, însan dimirin, welat xira dibin, gund û bajar xira dibin, kultur têk diçe û rih têk diçe. Yanî tu jîyanê ji hinekan re datînî, lê ji hinekan re jî têk diçe. Şer tiştekî pir xirab e, lê îcar te mecbûrî şer dikin. Ji ber ku tu li hemberê wan nesekînî, tên te dikujin. Tu behsa heqê xwe bikî, dibêjin heq çi ye? Sîleh di destê wî de ye, traq dide enîya te. Mecbûr dimînî ku li goreyî wî xwe amade bikî. Lê ji bo mecbûrîya şer jî divê tiştne çêbibin. Wek me berîya din got, bi hev şêwirdarî pêwîst e. Heger partîyek tenê bêje, ez dê gişî weha bikim, bila vê ya baş bizanibe, di dinyayê de nikare bi ser keve. Ez vê ya baş dizanim. Ne ku ez xirabîya wan dibêjim. Ev gotina min ji bo çêya wan e jî,  bila baş bizanibin. Zêde zirarê nedin xwe, nedin gelê kurd jî. Bi yekê tenê çênabe. Gerek di nav miletekî de enîyek rizgarîyê hebe. Hemû sîyaset û kurdên bêsîyaset, lê welatperwer di nav de bin. Tu kurdekî û xeteke te ya siyasî tune ye, lê tu welatperwerekî, tu rewşenbîrekî kurd î, ji zimanê xwe hez dikî, ji miletê xwe hez dikî, ji welatê xwe hez dikî. Tu ne mecbûrî îlle bi partîyekê re bî. Lê tu dikarî bi partîyekê re bî jî. ji bo ku tu dixwazî bi organîze bî. Lê karekî te jî hebe. Gava tu dibînî, tu karibî xizmeta xwe, feydeya xwe li miletê xwe bikî, ew jî karekî organîze ye. Wek rewşenbîrekî dinivisînî, huner dikî, nizam çi dikî, evaya tiştekî baş e. Ticaret lazim e, pere lazim e bo vî miletî. Bila tucarê xwe jî hebin û pere qezenc bikin daku alîkarîya sîyasetê bikin, alîkarîya hunerê bikin, hevûdin xweş bikin. Yanî tişt wanî çêdibin. Tu wa nekî çênabe. Em muhtacî mirovên aqilmendên wanî têgihîştî ne. Bila her hêlê bifikirin û temam bikin. Mirovên mezin ev in. Mirovên mezin ne tenê ên li jor rûniştî ne û dibêjin, lê bidin, lê bidin, lê bidin. Divê ji bo Kurdistanê gelê kurd li hev were. Bi hev bişêwire, gerek enîyaka rizgarî hebe, divê yekîtîya cephayekê hebe. Weke gelek welatan. Wan welatan heya wer nekirine xelas nebûne. Ev tişt tenê li Kurdistanê ne mimkun e bibe. Ji ber ku Kurdistan di nava şertên zortir de ye. Ji ber ku çar-pênç parçe ye. Welatên din yek pare ne, lê dîsa jî heta yekîtîya xwe çênekin azad nabin. Lê Kurdistan parçe parçe ye. Yaho, tu yê bi vê parçeparçebûnê çawa çêkî? Parçeyên din dê tim bên bikaranîn bi destê ullo-pullo, bi destê dijminan û destên ên din. Kî pere bide te, tu yê li gor wan bikî, kî sîleh bide te, bêje bera kê bide, tu yê bera wan bidî.  Sîlehê didin te, dibêjin li xelkê bide. Tu ji kurdên xwe re dibêjî, korucu ye, cehş e, tu li kurdên xwe didî. Dijminê te jî baş dizane, bi vî awayî nameşe, xelkê te ji te ne razî ye, dijmin jî sîleh dide destê xelkê te û dibêje, haydê li wana bidin, ew jî li te dide. Ê wanî beredanhevîyek heye. Evaya pir xirab e. Gerek di vî warî de jî tewrên xwe û siyasetên xwe biguherînin, gerek dev ji vî exlaq û fikrên tund berdin.

Zor spas.