Şivan Perwer: Hezkirina miletê kurd dayî min besî min e!

Çand û Huner
Hunermendê navdar Şivan Perwer, piştî 10 salan bi albumeka nû, bi ''Şivanname 1-2'' ku ji 2 CDyên bi navên ''Gazind'' û ''Destana Rojava'' pêk tên, dawî li hesret û bendewarîyên muzîkhezên kurd anî. Albuma navborî di 18yê Kanûna Pêşîn ya 2012an de ji alîyê Pelrecordsê ve hate çapkirin û bi hevkarîya Sonymusicê ve li muzîkmarketên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate belavkirin. Kurtedemek berîya derketina bazarê ya albumê, me ji bo rûpela ''Çand û Huner'' ya Le Monde diplomatique kurdî bi hunermend re hevpeyvînek lidarxist. Me bi Şivan Perwer re li ser bêdengîya wî ya dirêj a muzîkal, taybetmendîyên albuma wî û hin mijarên din ku tên meraqkirin danûstandinek pêk anî. Hunermend Şivan Perwer, bi dileke vekirî bersiv dan pirsên me û me pê re sohbeteka dirêj kir. Hûn dê li jêr tenê beşek ji vê hevpeyvînê bixwînin. Tevahîya hevpeyvînê dê serê hefteya bê di malpera rojnameya me, di quncikê LMDK-EKSTRAyê de bê weşandin.

Albuma we ya nû 10 sal pişti albuma we ya dawîn ya bi navê "Sarê" ku we di sala 2002yan de dabû çapkirin derket. Di jîyana hunermendekî de 10 sal demeka dirêj e. Çima navbereka weha dirêj? Lewre heyran û guhdarvanên we ji zû ve li benda berhema we ya nû bûn.

 

Bi rastî vêya gelek kesan difikirîne, yanî deh sal ne wextek kurt e, demeka dirêj e. Meriv bi hunerê xwe ketibe heş û ramanên xelkê, heş û ramanên milet, heger hêvî û bendewarîyek li hember hunerê te hebe; hezkirina xwe ji hunerê te hebe û li bendê be, piştî 10 salan tu albumekî cidî çênekî û nedî guhdarvanên xwe, guhdarvan hem difikirin hem nerihet dibin, hem gelek car dipirsin û hem jî gelek şikdar dibin. Yanî pirsîn gelek çêdibe. Helbet sebebên xwe hene. Yanî, berîya hertiştî meriv ji bo çi dibe hunermend? Rihê hunerî ji bo çi di merivan de çêdibe? Ev bi serê xwe pirsek e. Miheqeq meriv di jîyanê de laqayî hin tiştên nerast tê ku ev tişt di nava xwe de girhevî didin jîyandin. Girhevîyên ku jîyana merivantîyê têkildar dikin û wan didin ber pirsan. Ji ber wê yekê meriv gelekî difikire, jîyana merivantîyê dinirxîne; di dil û rih û serê meriv de ewqas pirs, pirsgirêk, asteng, alozî û komek tişt çêdibin. Tevî hezkirina dinyayê, tevî hezkirina xwezayê, tevî hezkirina têkilîyên merivantîyê, jîyana sosyal, îdareya jîyanê, komek tişt çêdibin. Evana di merivan da ruhekî xwepêşandanê çêdike, ruhekî şovdarîyê çêdike, ruhekî xwe agahdarkirinê çêdike. Te dî gelek hêlên hunerî hene, wek wênekarîyê, nivîskarîye, şanogerîyê, ristevanîyê û hunermendîya mûsîqîyê... Bawer im yên ji vana balkêş muzîk e, mûsîqî ye. Ji ber ku muzîk pir hêsan tê guhdarkirin. Herkes dikare guhdar bike, zû belav dibe û digihîje her derê. Û carê tu dikarî girhevîyê jîyanê bi stranekê wisa bînî ziman ku tesîreka mezin li jîyanê bike. Heta, li sîstemekê jî bandor bike. Tiştên ku me jî bi rêya hunermendîyê anîye ziman miheqeq ev in, lê dîsa jî hin tiştên ku me nedirawestîne, lê disekinîne û li wê sekinandinê difikirîne çêdibin.

 

-Çi ne ev? 

 

Ji ber ku hertişt nasekine, ne dogmatîk in. Tiştek nasekine, li dinyayê hertişt bi hêz e, bi hereket e hergav. Hereket, di nav xwe de û li derî xwe guhertinê çêdike. Her hêz û liva hereketekê jî bi awayekî ye. Li goreyî şert e dîsa. Tabî dîsa jî ez hunermendekî kurd im û ji nava şertên Kurdistanê derketime. Ji nava şertê jîyana miletê kurd. Gava tu dibêjî kurd, gelek tişt bi xwe re tîne. Û tu hunermendê kurd bî, gere ew şêweyên jîyana kurd hemû di nav hunerê te de xuya bike. Heger meriv wek kurd bifikire, û ew hemû hêlên jîyana kurd bixwaze bîne ziman, kîjan çeşîd huner be xwe li hember jîyanê berpirsîyar dibîne.Te dî wênekêşên me hene; tu li wêneyên wan dinêrî, hemû li ser bindestî, jan û rebenîya kurdan e,  zilma dijmin ya  li ser kurdan dibînî. Helbet rihê kurdperwerî di wan de heye û rihê wan  bi ew girhevîyên jîyana kurdewarî û kurdistanî ve tije ye. Ji ber wê haweyê, di wêneyên xwe de jî wanî nîşan didin. Şanogerî, fîlm, nivîs, helbest, di komek şêwazên hunerî de meriv heman tiştî dibîne. Îcar, hin tişt hebûn ji min re jî bûn sebeb. Sebeba mezin, li goreyî min divîya li Kurdistanê di huner de jî hin tişt bihatana guhertin. Pêşîn, destpêka me, min bi tembûrê destpêkir ne wer? Min komek album tenê bi tembûrê tomar kirin û xelkê bi wî rengî jê hez kir. Pê re, min dest pê kir ku hinek ceribandin an jî serlêdanên din bikim. Min çend alet bi kar anîn, min got, gelo van aletana dê rihek kurdî bide, yan ew jî dê tekrarîyek be. Texlîda tirkî, ya erebî û farisî be ku miletên em li gel wan dijîn be. Yanî tesîrek ji derve be. Min ew jî kirin. Ez tim lê gerîyam ku, hertiştê ku ez çêbikim nûjenîyek tê de hebe. Ji ber ku di wextê de, gava ku li Kurdistanê ez gelekî ciwan bûm, min destpêkiribû dema ez biçûma her taxeka nû, bajarekî nû, gundekî nû, te dî teyibên berê yên kevin hebûn, li ber min dadanîn, min jî digot. Ez bawer im, di zarokatîya xwe de, we jî li van tiştan guhdarî kirine. Yanî min her dixwest tiştekî nû lê bidim. Tiştekî nû bînim. Di ûslûba min de, ez ji kevnarîyê qet hez nakim. Tabî qîmeta tiştên di paşerojê de çêbûne, ew çanda ku ji dîrokê ve hatîye, helbet qedrê wana dê bê girtin, lewra em reşeşîya wan in. Heger azadîya hunermend tune be û nikaribe sîstemên jîyana merivatîyê û cîhanê bişopîne, nikare di hunerê xwe de jî pêşveçûnekê çêbike. Em di dewra modernîzmê de ne. Li Amerîka, Kanada, Awustralya çi dibin? Li Asya, Afrîka, Ewropa, li her hêlê dinyayê û li welatan şêweyên sîsteman çawa ne? Demokrasî ye, olîgarşî ye, monarşîzm e, sosyalîzm e, an komunîzm e? Çi ye? Hunermend, heger nikaribe vana baş taqîb bike, baş pê zanibe, nikare hunereka modern bîne ziman. Û nikare pêşveçûnekê di huner de bike. Tu paşê li ser difikirî, hunera kurdî di vê rewşê de ye; rewşeka hîn feodal e, ku li dinyayê sîstemên demokrat û federal çêbûne. Tu li welatê xwe jî behsa demokrasîyê dikî, lê di jîyana pratîk de demokrasî qet tune. Di jîyana îdareyî de jî demokrasî qet tune ye. Tam tersî wê, feodalîzm heye. Rihekî wisa ye ku, feodalîzm, kapîtalîzm û bûrjûwazî giş li nava hev ketine, ne eyan e, ne vekirî ye û tu bi tu tiştî nagihîjî. Serê kurdan li hev ketîye û bûye xurbok. Evana giş em sekinandin. Yanî Şivan lazim e tu çi bêjî ? Te berê behsa Kurdistanê kir; gelê kurd rabe, şîyar be, wa bike... Sîyaset derketin, komele derketin, hereket derketin baş e, tu vê carê jî têkevê rexneyan bike. Tu gerek rewşa Kurdistanê ya sosyoekonomîk, sosyopolîtîk, sosyokultûrel binirxînî, tehlîl bikî û bêxî nava stranan. Û gelê kurd di vî warî de bi serê xwe şîyar bibe, fêm bike. Girêdana gelê kurd bi partî û sîyasetên wan ve girêdayîye. Partî, hêz û hereketên kurd jî hîn di şapateka feodalîzm, kapîtalîzm, dîktatorî û monarşîzmê de ne, giş tevlîhev e. Di wê şapatê de dijî. Heger te sîyasetek an rêberek rexne kir, roja din, bi sîleh li ber derîyê te ne. An jî tu tewanbar kirin. Te perîşan dikin. Dixwazin te ji holê rakin. Evana gişan min sekinandin. Ez fikirîm, ne ku min stran çênekirin, dîsa jî min komek tişt çêkirine.

 

-We çi encam jê derxistin?

 

Min got, ez jî kurdekî di nav vê gerambolê de me, rabû me, ez gereke xwe derxim dûzekê. Û bizanibim çi lazim e û çi baştir e ku ez bikim.  Ne tevlîhevîyan çêkim, ne xwe bidim hemberê filan û bêvanan.  Vir de wir de û şerê hin kesan bikşînim ser xwe. Ji ber ku rewşa kurdan pirperçe ye. Heger kurd vêga dewlet bûya, wê tiştek din bûya. Lê kurd gelek perçe ne û bi wan re şerkirin jî ne baş e. Te didin ber şerekî mezin. Ji ber ku mentalîta Rojhilatê Navîn hîn li ser wan heye. Mesele, du sal berê ez li Başûr derketim kongreyekê. Li kongreyê min derhal dest pê kir, rexneyên giran kirin. Yanî ew dixwazin, ez ji wan re bistirim. Ya di rihê min de, ez ji we re çi bistirim? Ez li hemûyan dinêrim, tevlîhevîyeka mezin heye. Ez wekî wan nafikirim. Derdikevin, ''wele xwedê falankes ji me re bihêle, ser serê me kêm neke, ji bo me xebat û şer kirine û îro ji bo me Kurdistan azad e û nizanim çi û çi...'' Temam, gelê kurd xizmet kirîye, bi hezaran kurd rabûne, peşmergatî kirine, gêrîllatî kirine, malên wan birçî mane, zarokên wan bê dê û bav mane, şehîd bûne, zehmet kişandine nefî bûne. Gelê kurd ev tiştana kirine, rast e, gerek meriv ji sîyasetmedaran, ji îdarekaran, tiştên girîng bixwaze. Meriv him wan diparêze, him jî dixwaze ji wan re bibêje, ev weha ye, wanî ye. Hele kesên ku bûbin malê civakê, yên wekî me. Yên wekî me ku di çavê civatê de wek rewşenbîr xuya dikin, gerek tu carî xwe teslîmî tiştekî nekin, rastîyan bibêjin, biparêzin û xizmet bikin.  Ev wezîfa wan e. Min li kongreyê wanî got. Min got, sîyasetmedarek heqê xwe tu carî tune ye ku ticaretê bike û serê xwe bi ticaretê re mijûl bike. Heqê xwe tune ye ku hişê xwe bide ser bêrîka xwe, çiqas pere tê de heye. Eva pir şerm e. Merivên sîyasetmedar, merivên fîlozof in, merivên zana ne, rewşa dinyayê dizanin û li gorî wê sîstema îdareyê datînin û heqê wan tuneye ku ticaretê bikin. Serê xwe bi van tiştan re mijûl bikin û serê wan tevlîhev bibe. Ji ber wê yekê jî gere tenê wezîfeya xwe ya sîyasî bikin; çawa wê îdareyeka baş damezirînin ji bo vî miletî, rolê xwe baş bileyizin, xizmeta xwe baş bikin û dirust bin. Sîyasetmedar jî meaşan digirin, vir de wir de besî wan e. Divê ille xwedîyê apartmanan, nizanim şatafatan û serayan bin? Haa tucar jî hene. Li welatên pêşketî û demokrat, dema wezîrekî wan, sîyasetvanekî wan qasî serê derzîyê sextekarîyeka bike, wan derhal datînin jêr, ne were ye? Tabî, em jî bi çavê dinyaya pêşketî li vêya mêze dikin û ji wan re dibêjin. Rewşa Kurdistanê bi rihê feodalî ye, wek yê ereban e. Ha min ev got, ''Mêze kin, ji bîr nekin, li welatên ereban çi dibin? Hemû monarşî ne, olîgarşî ne, hûn fêm dikin monarşî û olîgarşî çi ne? Malbatî ye, binemalî ye, bi şexsan ve girêdayîye û bervanî yanî eşîretî ye, yanî esaletî ye. Hûnê sibê mêze bikin xelkê wan dê li serê wan çi bike.'' Piştî mehekê li Tûnisê dest pê kir, bawer bike. Min got, bila Kurdistan texlîda vêya nebe, ez heyrana we me. Bila sîyasetmedar sîyasetê û ticar jî ticaretê bikin. Û hunermend jî karên xwe yên hunerî bikin. Ez wezîfa xwe dikim. Wezîfa min hunerî ye, ne ticaret e. Ji min re bila bêjin, min rojekê bi kê re ticaret kirîye? Bila werin ber min û bêjin Şivan te bi me re ticaret kirîye. Te ji bo ticaretê pere stendîye. Bila werin vayê ez hazir im. Ez hunerê xwe dikim û hezkirina miletê kurd dayî min besî min e, mala wan ava. Miletê kurd miletekî delal e, min hezkirinekî xurt jê girtîye.

 

-Hûn di vê navberê de jî vala nesekinîn?

 

-Na na, min gelekî stran nivîsandin. Yanî qasî 10 album çêbibe min stran nivîsandin. Evana giş dê derkevin. Haaa, bi van tiştên ku wê derkevin, miheqeq sedîsed wê rê li ber tiştên din vekin. Ev tiştên ku ez difikirim, divê êdî li gor dinyaya modern hin tişt çêbibin. Li Kurdistanê jî gereke êdî hem di sîyasetê de, hem di têkilîyên jîyana merivayetîyê û jîyana sosyal de, di her warî de, dirûstî dest pê bike, tolerans dest pê bike, kurd hevûdin rakin. Ev yek gelek gelek girîng e. Tiştên ku jîyana merivan çêbike, serrast bike û baştir bike. Ne tenê stran, ne tenê Eyşanê wa yê, nizanim filan û kirîvê û nizam çîyo. Ewana li ser tiştên sosyal û herêmî ne ku gelê kurd pê êşîyane, stranên xweş in, meriv divê lê guhdar be. 

 

Di albuma we de ji bo guhdarvanan çi mizgînî hene?

 

Di vê albumê de helbet hertişt tune yanî. Tiştên baş hene. Yanî qet nebe, mesele ev album di derî erebeskîyê de çêbûye. Li derî teqlîdan çêbûye. Li derî tiştên ku îro dimeşin, li derî wan çêbûye. Hinekî bi ferqtir e jê. Û ruhîyeta min qet xira nekirîye, wek Şivanê berê me ez.

 

-Ango bi dilê we çêbûye?

 

Bi dilê min e, gelekî bi dilê min e, kombînasyoneka pir baş e, yanî di vê albumê de deh stran hene. Di CDya "Destana Rojava" de mînak û agahdarîyên pir baş hene. Di warê erdnîgarî de, dîrokî de, xoşewîstî de, sîyasetê de, huner de û di nivîskarîyê de, hertişt tê de heye. Herdu CD wek yek album temamîyeka pir pir baş e.  Tiştên ku di wê de nebînin, di ya din de dibînin. Me herdu kirin yek album. Me got, bila milet jê têr bibe. Ji niha ve belkî ez dikarim mizgînîyê bidim di albuma pêş me de, di nêz de ez dê çêkim, îcar em dê sê CDyan tê de çêbikin. Ez niha nabêm çi ne, lê sê CD wê te de hebin. Her yek bi serê xwe dê berhemên taybet bin. Lê niha nabêjim çi ne.

 

Ji ber wê yekê we sernavê albuma xwe Şivanname 1-2 danî. Wê demê Şivanname  3, 4, 5 di rê de ne?

 

Helbet, di albuma pêş me de wê tiştekî pir xweş were. Min pir tiştên baş dane pêşîya xwe, ez dixwazim hunera min di destpêkê de tesîreka çawa kir di albuma pêş me de jî tesîreka xwezayî, tesîreka zanayî, tesîreka sosyal bike.

 

Zor spas.

 

Tevahîya hevpeyvînê di LMDK-Ekstrayê de bixwînîn