Siyaseta kurd û raperîna sîvîl

Translator

Piştî ku li navendên gelek navçe û bajaran bi sedhezaran hemwelatîyên kurd tevlî xwepêşandanên Newrozê bûn, du rêxistinên girîng yên siyaseta kurd ên li Tirkiyeyê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk di 24ê adarê de kampanyayeke siyasî dan dest pê kirin. Bi vê kampanyaya nû ku bi navê raperîna sîvîl dest pê kir, BDP û DTKyê daxwazên xwe yên "perwerdeya bi zimanê dayikê", "serbestberdana girtîyên siyasî", "dawîlêanîna operasyonên leşkeri û siyasî" û "rakirina sînorê sedî 10 ya hilbijartinê" dan diyar kirin. Tê gotin ev kampanyaya ku serkêşîya wê ji alîyê birêvebirên BDP û DTKyê ve tê kirin û tê de çalakvan bi rûniştinan rêyan asê dikin, di navenda bajaran de li hin meydanan "konên çareserîya demokratîk" vedidin, heta ku daxwaz bi cî bên dê berdewam bike.

Wisa dixuye ku hêmaneke girîng ya kampanyaya hilbijartinê ya BDPê raperîna sîvîl e ku bi demê re bi çalakîyên nû berfireh bû û dê heta hilbijartinên 12ê hezîranê dewam bike. Berê hevserokê BDPyê Selahattin Demirtaş ji bo protestoya merasîma sondxwarinê ku her serê sibehê di dibistanên seretayî de tê xwendin, bi îdîaya ku ew nijadperestî ye serî li birêvebirîya perwerdeya netewî ya bajarê Amedê da û ji wan daxwaz kir ku keça wî ya ku şagirda dibistana seretayî ye, beşdarî van merasîman nebe. Piştre dîsa hevserokê BDPyê bang li kurdan kir ku "li pişt wan meleyên ku bi misyona têkoşîna dijberîya terorê tên şandin û propagandaya ramana yek netew dikin, limêj nekin". Piştî vê bangê hemwelatî li meydana Derîyê çîyê ya Amedê, li cîyê ku Şêx Seîdê rêberê serhildana 1925ê hatibû bi dar vekirin, kom bûn û limêja înê dêvla camîyê, li meydanê li paş meleyekî sîvîl kirin. Di xutbeya înê de ku bi kurdî hat xwendin, mele li ser pirkulturî û biratîya gelan weaz da.

Kampanyaya raperîna sîvîl ku BDP û DTKyê dabûn dest pê kirin, di bîrûraya giştî de cidî deng veda. Beşekî piçûk kampanyayê pejirand, lê bi taybetî rojname û televîzyonên alîgirên desthilatê yên kevneparêz îdia kirin ku kampanya ji bo ragêşî bê holê, hatiye organîze kirin. Bûyer û pevçûnên hûrikbar yên di navbera şênîyên kombûyî û hêzên ewlekarîyê de hatin holê, ji alîyê medyaya kevneparêz ve pir mezin hatin pêşkêş kirin û hat îdia kirin ku çalakîyên BDPyê ne di maneya raperîna sîvîl de ne. Bê ku destûrnedana polêz ji çalakîyên raperîna sîvîl re, li gelek deveran xirecirên di navbera siyasetmedarên BDP, pêşander û polêz, mîna ku xema BDP raperîna sîvîl nebe, hat şanî dan.

Ev kampanyaya BDP û DTKyê ku mehek e dajo û wisa dixuye ku dê herî kêm heta hilbijartinên 12ê hezîranê dewam bike, du pirsên mezin derdixin pêş. Pirsa yekem çima BDP û DTKyê pêwîst dîtine ku kampanyayeke wiha organize bikin? Mîna ku medyaya alîgira îktidarê ya kevneparêz îdia dike, ev kampanya berîya hilbijartinên giştî bi rastî jî, bi tenê bi armanca ragêşî bîne holê, dest pê kiriye yan jî, armancên BDP û DTKyê yên ji wê yekê wêdetir hene? Pirsa duyem jî, der barê şêwazê kampanyayê ye. Li vê derê jî pirs ev e: Ev kampanya bi rastî jî kampayayeke raperîna sîvîl e yan na?

Çima raperîna sîvîl?

Li gor texmîna min ne mimkun e ku mirov bibêje tenê sedemeke kampan-yaya raperîna sîvîl ya ku BDP û DTK pêşengîya wê dikin, hebe, bi taybetî jî, hemû armanca vê kampanyayê ew be ku bixwaze berîya hilbijartinê ragêşî bîne holê. Ji vê yekê zêdetir sedemên vê kampanyaya ku du rêxistinên mezin yên siyaseta kurd dixwazin îro organize bikin, hene.

Sedema yekem helbet berîya hilbijar-tinên giştî mobîlîzekirina alîgirên BDPyê ye. Ji ber ku BDP û DTK gelek girîngî didin hilbijartinên 12ê hezîranê, dixwazin alîgirên xwe ji bo hilbijartinan amade bikin. Hilbijartinên 12ê hezîranê ji bo BDPyê herî kêm ji du alîyan ve giring in. Diyar e ku piştî hilbijartinê cîyê sereke di rojeva parlamentoya nû de dê gengêşeyên li ser zagona bingehîn bigirin; di vî warî de ji bo ku BDP xwedîya tesîreke xurt be, berîya hertiştî divê encameke baş ji van hilbijartinan bi dest bixe. Bi heman awayî herçiqas niha hatibe nedîtbar kirin jî, bi îhtimaleke mezin dê piştî hilbijartinê vebûneka kurd (Kürt açılımı) ya di 2009ê de dest pê kiribû, dîsa bê holê û nemaze ji bo di pirsa çekberdana PKKê de xwedî gotin be, pêwîstîya BDPyê bi encameke ji hilbijartinên 2007ê çêtir heye. Eger ev nebe û BDP di hilbijartinên 12ê hezîranê de encamên ji hilbijartinên 2007ê xirabtir bi dest bixe, dê întibayek derbiçe, qey siyaseta "bi reformên qels halkirina pirsa kurd" ku demek e AKP ketiye pey mîna qebûl dibine, derbas bibe. Evê bê maneya ku BDP li dijî reqîba xwe ya herî mezin AK Partî têkçûneke tund wergirtibe. Dîsa BDPyeke ji 2007 lawaztir ne mimkun e ku di gengêşeyên zagoneke bingehîn a nû de bi tesîr be. Bi kurtî, sedema yekem a maqûl ya kampanyaya raperîna sîvîl, rêlibergirtina jîndewarîya wan îhtimalan û wergirtina encameke baş ya hilbijartinan, divê girseyên kurd ji hilbijartinê re bên amade kirin.

Sedemeke din a texmînî ya destpêki-rina kampanyaya raperîna sîvîl; dibe ku berîya hilbijartinê lawazîya siyaseta AK Partî derbarê vebûneka kurd, şanîdana hilbijêrên kurd be. Perwerdeya zimanê dayikê, serbestberdana girtîyên doza KCK û rakirina sînorê sedî 10 ya hilbijartinê ku bi kampanyayê re tên ziman, berîya hilbijirtinê derbarê şanîdana dûrbûna AK Partî ji van daxwazên gelek maqûl ji bo BDPyê wek malzemeyeke bikêrhatî dixuyê. Bi gotineke din wisa dixuyê, BDP û DTK fikirîne ku kampanyaya raperîna sîvîl ji bo teşhîrkirina lawazîya siyaseta AK Partî di derbarê pirsa kurd de dikare bikêrhatî be. Gava mirov bifikire ku li bajarên kurdan yekane reqîba BDPyê AK Partî ye, siyaseta vebûneka kurd ya AK Partî ku di pirsa kurd de ne ewqas kûr e, teşhîrkirina wê jî, ji alîyê BDP ve maqûl dixuyê.

Armanceke din ya destpêkirina kampanyaya raperîna sîvîl ku texmînî dê piştî hilbijartinê jî dewam bike, bikare li ser siyaseta vebûneka kurd ku li ser bingeha çekberdana PKKê avabar dixuyê, fişardar be. Vebûneka kurd ku di 2009ê de dest pê kiriye, demek e li pişt derîyan tê meşandin, di bingeha xwe de bûye pêvajoya hevdîtinên Öcalan û dewletê. Bi kampanyaya raperîna sîvîl dibe ku him ji bo hêzdarîya Öcalan him jî, texmînî di rewşa neserkeftina vebûneka kurd de dixwazin li ser bûyerên muhtemel biqewimin îşaretan bidin dewlêtê.

Sedemeke din ya derveyî hilbijartinên nêzîk ya kampanyaya raperîna sîvîl ku di vê deme de pêk tê, dibe ku pêvajoya siyasî ya wek "bihara ereb" tê bi nav kirin be. Wiha diyar dibe ku siyaseta kurd bajarên Amed bi Qahîre û paytextên ereb yên mazûbanîya rejîmên otoriter dikin, tîne ber hev, hewl dide girseyên kurd serxwet bike ku ew jî dikarin di pirsa kurd de bi pêşanderîyên girseyî û bi şêwazên wisa dikarin statukoyê biguhirînin. Dîsa kampanyaya raperîna sîvîl bi danberheva şekle "Tahrir" ve meşandin dikare vê daxwazê ji raya navnetewî re bîne ziman ku di navbera hikumet/dewleta tirk û girseyên kurd de bîyanîbûneke zordest wek yên rejîmên Rojhilata Navîn heye.

Welhasil di pişt destpêkirina kampanyayeke raperîna sîvîl ya siyaseta kurd de, berîya hilbijartinê ji ragêşîyê bêtir gelek sedem hene ku dixuyên. Diyar e ku gelek hesabên cidî yên siyaseta kurd yên piştî hilbijartinê hene; mîna bitesîrbûna dîtinên li ser zagona nû û vebûneka kurd, teşhîrkirina lawazîya vebûneka kurd ya AK Partî û hîn zêdetir balkişandina raya giştî ya navnetewî ser pirsa kurd.

Gelo raperîn sîvîl e?

Pirsa yan jî gengêşeya duyem ya girîng li ser siyaseta kurd ku çalakîyên kampanyaya raperîna sîvîl mîna girtina rêyan, vedana konan li meydanan û limêjnekirina li pişt meleyên ku karmendên dewletê ne ev e, gelo ev kampanya bi rastî jî sîvîl e yan na. Li gor hin şirovekaran ji ber ku di van çalakîyan de carcaran pevçûn di navbera çalakvan û hêzên ewlekarîyê de çêdibin ku tê de birêvebirên BDP û DTKyê jî hene, ev kampanya ne kampanyayeke raperîna sîvîl ya rasteqîn e. Pevçûnên dema çalakîyan hin gumanên biheq derdixînin pêş ka ev kampanya bi rastî jî kampanyayeke raperîna sîvîl e yan na. Lê sebaret medyaya alîgira desthilatdarîyê van ragêşîyan bi taybetî mezin dike, loma mirov dikare bibêje ev kampanya qet ne kampanyaya raperîna sîvîl e, ya rastî ez bi xwe ne ewle me.

Ji bo ku em bizanin ev kampanyaya navê wê derbas dibe kampanyayeke raperîna sîvîl e yan na, di derbarê raperîna sîvîl de nêrîna lîteratûra navnetewî dikare bi kêrî me bê. Lîteratûra navnetewî ya halîhazir, eger zagon bê şîdet bê binpêkirin û kesên zagonê bin pê dikin amade ne ku encamên vê binpêkirinê bipejirînin, çalakîyên wiha wek raperîna sîvîl bi nav dike. Bi vê nêrînê zehmet e mirov bibêje ku kampanyaya siyaseta kurd bi giştî raperîna sîvîl e. Kampanya bi hin beşên xwe li gor raperîna sîvîl dilive, di hin beşên xwe de jî, derveyî raperîna sîvîl e.

Berîya ku mirov livgerîya guhêrbar ya kampanyayê salix bide, divê vê yekê bibêje: Kampanya dêvla ku xwe rasterast bide ser çalakîyên qedexeyeke heyî, balê dikişine ser daxwazên gelemperî yê xwepêşandana girseyî ya li ser perwerdeya kurdî û benda hilbijartinê ku jixwe di çarçoveya pirsa kurd de tên ziman. Bi vê maneyê eger binpêkirinek hebe, ew jî, ji dijberîya zagonên ku van daxwazan bin pê dikin zêdetir, binpêkirina zagona civîn û xwepêşandanê ye.

Em bên ser boçûna guhêrbar ya kampanyayê… Di dema kampanyayê de, çalakîya li derveyî mizgeftê û li pişt meleyên sîvîl limêja inê kirin, bêşik çalakîyeke raperîna sîvîl a rasteqîn e. Bi vê çalakîyê wek çapemenîya kevneparêz îdia dike, tevgera kurd ji kurdan re nabêje limêj nekin, dibêje, li pişt îmamên ku ji alîyê dewletê hatine wezîfedar kirin, limêj nekin. Çalakîya limêja inê ya sîvîl ku bi armanca têkilîya girseyên kurd û dewletê qels bike, wek çalakîyeke aştîyane di çarçoveya mînaka raperîna sîvîl de ye. Çalakîya neşandina zarokan ya dibistanên seretayî ku merasîma sondxwarinê bi wan didin kirin jî, dikare di nav vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ji alîyê din dema kampanyayê carna li hember şideta polêz hin çalakvan jî bi şidetê bersiv didin ku divê bê pejirandin ev rewş bi temamî li derveyê paradigmaya raperîna sîvîl in.

Him boçûna kampanyayê ya wiha xilexwarî him jî, ji binpêkirina zagonekê bêtir hin daxwazên mafî bi rêya xwepêşandanên girseyî şanî dan, vê yeke dide xuya kirin: Kampanyaya raperîna sîvîl ya siyaseta kurd ji kampanyayeke raperîna sîvîl ya li gor qaîdeyan bêtir, çalakîyeke din a sêyemîn e di navbera çalakîyên leşkeri yên PKKyê û çalakîyên siyasî yên zagonî yên BDPyê de. Wiha dixuyê ku dê di demen pêş me de BDP û DTK giranî bidin vê şêwazê sêyemîn ya çalakîyê û bi vî awayî zorê bidin guhertina siyaseta Tirkiyeyê. Derketina pêş ya siyaseta şêwazê sêyemîn ji du alîyan girîng e. Yekem, ev rewş enerjîya berxwedana kurdan di bingeha xwe ve êdî ji milîtanên PKKyê yên li serê çîyayan zêdetir yan jî, li tenişta wan ji hejarên kurd yên komî bajaran bûne, tê. Duyemin, ev şêwazê sêyem siyaset ji bizavên zagonî yên BDPyê bêtir zor dide û ihtîmala ji çalakîyên PKK yên leşkeri hîn revatirbûn dikare bêtir bi kêrî xirakirina statukoya pirsa kurd bê.

Ji 24ê adarê vir ve ye ku siyaseta kurd kampanyaya raperîna sîvîl dimeşîne, ev nîşaneya bilindbûna çalakîyeke şêwazê sêyem e û vê yeke şanî dide: Pirsa girîng ya kampanyaya binavkirî ne ew e ku ka kampanya di rastîyê de sîvîl e yan na. Pirsa hîn girîngtir ev e: Di bin sernivîsa raperîna sîvîl de, li tenişta çalakîyên raperîna sîvîl ya rasteqîn, siyaseta kurd dixwaze şêwazekî sêyemîn bi cî bike, bêyî ku dest ji kapasîteya siyaseta zagonî û bizavên leşkerî yên zorbar jî berde. Pirsa bingehîn di kampanyayê de ji sîvîlbûn û nebûna wê wêdetir bi daxwaza siyaseta kurd ya pergalên zagonî, sîvîl û leşkeri hemû bi kar bîne û bi vê yekê siyaset bike ve elaqedar e. Pirsa bingehîn çalakîyên di bin navê raperîna sîvîl de çalakîyên ne sîvîl jî tê de cî digirin, zêdetir ev e ku siyaseta kurd hîn bi temamî ji çek û şidetê pak nebûye.

Ji alîyê din ve jî zêde mimkun naxuyê ku di demeke kin de ev rewş bê guhertin. Siyaseta kurd ji bo guhertina statukoya heyî di pirsa kurd de, dê hîn demeke din siyaseta zagonî, bizavên leşkeri û zorbarîya hêzên girseyan bi hev re bi kar bîne.

Çavkanî

Prof. Dr. Mesut Yegen:
Profesorê sosyolojîyê ya Zanîngeha Istanbul-Şehir

    Wergera ji tirkî: Hüseyin Kartal