Sîyaseta kurdî ya amerîkî

Li Rojhilatê Nêzîk guhertinên ji binî ve
Translator

Wisa dîyar e ku aktorên li Rojhilatê Nêzîk, berîya hemûyan jî hêzên dijberî rejîmê yên li Sûrîyeyê, beramberî helwêsta amerîkî li hember bûyerên li Sûrîyeyê û li derdora vî welatê di nava şerê navxweyî de têra xwe neewle û hêvînehiştî ne. Dema mirov bi serokên muxalefeta Sûrîyeyê re diaxive, ew qet venaşêrin ku ew xwe bi xewn û xeyalan naxapînin, dîyar e heke Obama di hilbijartinan de bi ser bikeve DYA wê sîyaseta xwe ya heta niha dewam bike. Lê belê ka gelo heke komarxwaz di hilbijartinan de bi ser bikevin ew ê sîyaseta destwerdanê ji nû ve bikin amûrekî girîng ê sîyaseta derve, ev yek bi xwe jî bêguman hê ne misoger e.

Tiştek êdî vebirrî ye, heke Rojava dest werde bûyeran, hingê divê DYA helwesta Leadership from behind a ji alîyê Obama ve hatîye terîfkirin bi rengê ku bi kêrî amadebûneke zelal a birêveberîyê were, biguhere. Hingê dibe ku Fransa, Brîtanyaya Mezin û hêzên din ên rojavayî qet nebe destekê bidin avakirina qadên parastî li Sûrîyeyê.

Sîyaseta kurdî a Amerîkayê ya heyî di raste rast girêdayî ye bi birêveçûna sîyaseta herêmî û encama şer û pevçûnên li Sûrîyeyê û li derdora Sûrîyeyê. Heman tişt ji bo Bakur, Başûr û rojhilatê Kurdistanê jî wisa ye. Bêguman stratejîyeke giştî ya amerîkî ji bo pirsgirêka kurdî li Rojhilatê Nêzîk nîne; yan jî xetên sîyaseteke bi vî rengî mirov nabîne. Birêveberîya Obama bi xwe di çarçoveya herêmî de helwêsta xwe li hember vê pirsgirêkê dîyar dike. Di vê gotarê de em ê bi sê qonaxan bi xetên sereke behsa stratejîya Rojhilatê Nêzîk a birêveberîya Obama bikin, helwêstên vê birêveberîyê beramberî pirsgirêkan yek bi yek terîf bikin û cihê pirsgirêka kurdî (kurdan) di çarçoveya van stratejîyan de zelal bikin.

II.

Piştî bi dawîhatina li Şerê Sar, mirov difikirîn ku bidawîbûna duqutûbîtîyê di pergala navneteweyî de wê sîyaseta amerîkî azad bike ji ferz, şert û mercên hevrikîya bi Yekîtiya Sovyetê re. Di nava çarçoveyeke fireh de diyar e ev qebûl ne şaş e. Şer û pirsgirêkên giran yên li Rojhilatê Navîn û nihayet şert û mercên di encama 11ê Îlonê de peydabûyî ser rastîyekê digirtin, ew rastî jî ev e: bi dawîhatina li Şerê Sar serdemeke nû dabû destpêkirin. Di serdema Şerê Sar de me weha qebûl dikir ku berjewendîyên petrolê, girîngîya jeostratejîk û ewlekarîya dewleta Îsraîlê ferzên rastîya heyî yên sîyaseta amerîkî ya li vê herêmê ne. Pirs û mijarên din hemû di bin van dîyarkeran de cihê xwe digirin. Mirov dikare vê yekê bi awayekî empîrîk û bi bûyeran jî piştrast bike. Ji van dîyarkeran şaxberdayî û bi wan rewakirî, DYA palpiştîya pergalên otorîter ên ji rêûresmê yên Rojhilatê Nêzîk dikir. Rejîmên ku bi hovîtîya xwe ya sîstematîk xwe li ser pîyan digirtin jî, Rojavayê tiştek nekiribe jî xwe li wan radigirt.

Tevî ku birêveberîya Obama di dewamîbûna sîyaseta derve ya amerîkî de qutbûneke zelal çênekir jî, meyildarê stratejîyeke nerm û qayîşokî bû da ku nebe bende û êsîrê wan dîyarkeran ku me li jor behsa wan kir. Ew ji guncawbûna herêmê dida rê. Wê divîyabû herweha li ber çavan bigirta ku bûyerên li vê herêmê hê jî dikarin tesîrê li berjewendîyên heyatî yên DYAyê bikin. Prensîpa duyem jî pêşîligirtina bersivên piralî û bersivdayîna qebqebûyan bû û ev rewş hê jî wisa ye. Mirov dikarî çavdêrîya bersivdayîneke piralî û pirreng ya birêveberîya Obama li tevahîya bûyerên herêmî yên girîng de bike. Weke mînak birêveberîyê, vekişîna hêzên eskerî yên amerîkî ji Iraqê bêyî ku şertan deyne, pêk anî. Ya rastî jî ew e, heke eskerên amerîkî li Iraqa bêîstîqrar hê jî bimana, ev ê ne karekî aqilane bûya.

Lewra hingê hem hebûneke eskerî ya xurt wê pêwîst bûya û hem jî eskerên amerîkî wê bibûyana armanca li pêş a êrîşên hêzên alîgirê Îranê û hêzên din ên tundrew. Şer û pirsgirêka Rojhilatê Nêzîk bêguman ji bo birêveberîya Obama rê li ber zor û zehmetîyan vekir. Fikra Obama rast bû dema ku wî jî ji derengxistina fermî ya sîyaseta bicihkirina cihuyan a Îsraîlê da rê. Lê belê Îsraîl ne hazir bû ku ji berê ve ji bo lihevkirinê gavan paş ve biavêje. Bi vê jî berîya hertiştî hewldanên amerîkî yên ji bo çareserkirina şer û pirsgirêka Rojhilatê Nêzîk têk çûn. Lihevnekirin û pirsgirêka elaqedarî bernameya sîlehên nukleer ên Îranê jî nehat çareserkirin. Dîyar e tu planên Obama ji bo destwerdaneke eskerî nebûn û nedixwest destwerdaneke eskerî ya bi destê Îsraîlê jî erê bike. Wisa dîyar e ku DYA bawer dike ku sîyaseta îranî wê piştî bidestxistina bombeya atomî nermtir bibe. Weke mînak piştî ku herdu dewlet bûn hêzên xwedî bombeyên atomî, mirov dikare hêsantir hesabên pirsgirêka di navbera Hindistan û Pakistanê de bike. (1)

III.

Weke ji bo birêveberîyên berîya niha yên amerîkî ji salên 80yî û vir ve, pirsgirêka kurdî ji bo birêveberîya Obama jî ne xwedî mane û girîngîyeke bi serê xwe ye. Rewşa herêma federe ya Başûrê Kurdistanê piştî ku Obama bû serokê DYAyê di çarçoveyeke heyatî de ji bo birêveberîya nû gelekî girîng bû. Obama dixwest di dema herî kin de eskerên amerîkî vekişîne. Bi dilê kurdên hevgirên dilsoz ên DYAyê bû ku çareserîyeke têde mayina eskerên amerîkî hebû pêk bihata. Barack Obama bi xwe, jixwe nedixwest vê yekê nîqaş jî bike. Vê yekê wê rê li ber rewşeke bi tehlûke vekira. Ji bilî kurdan, hêzên din ên ên sîyasî yên Iraqê û di serî de Îran hevgirên wan ên herêmî wê mayina eskerên amerîkî qebûl nekira. DYAya Obama serokê wê, bandora xwe li Iraqê ji dest da. Dîyar e berevajîyê kurdan, DYA bi îhtîmaleke mezin dikare li ber çavan bigire ku li vî welatî hew dikare tesîrê li bûyerên sîyasî bike. Alozîyên dewam dikin yên di navbera kurdan û hukûmeta Nûrî el-Malikî de dikarin veguherin şerên çekdarî. Ji ber ku di navbera herdu partîyên kurd ên li herêmê ango PDK û YNK de her diçe qelşeke mezin bêhtir darîçav dibe, tevahîya destketîyên kurdan ên ji sala 1992yê ve bidestxistî di tehlûkeyê de ne. Kurd wekî din jî nikarin pêşîyê lê bigirin ku DYA Iraqê bi çekan gurçûpêç bike. DYA divê pê zanibe ku hukûmeta navendî ya Iraqê bi hewldanên xwe yên mezin ên xwe çekdarîkirinê dixwaze di warê eskerî û sîyasî de zextê li kurdan bike.

Helwêsta Obama beramber pirsgi-rêka kurdî qet nebe bi awayekî sembolîk nuansên nû nîşan dide. Hevdîtina bi serokê koma parlemanê ya partîya kurd a li Tirkîyeyê Ahmet Türk re sala 2009ê bi awayekî de facto qebûlkirinek bû, DYAyê hebûna pirsgirêka kurdî li bakurê Kurdistanê bi awayekî zelal bihîstîye. Li vir dewamîbûneke dîyar heye ku mirov çavdêrîya wê dike. DYA ji du dehsalan û vir ve çareserkirina pirsgirêka kurdî di çarçoveya pergala sîyasî ya Komara Tirkîyeyê de diparêze. DYA di heman demê de bi awayekî zelal PKKê red dike. Gelek sedemên vê redê hebûn û hene. Li alîyekî DYA bawer dike ku PKK tevgereke terorîst e, ku di dehsalên bihurî de hevgirtin bi dijberên DYAyê re kirine. Li alîyê din DYA difikire ku bikaranîna sîlehan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan li Tirkîyeyê ne pêwîst e. Helwêsta redkar a DYAyê kir ku George W. Bush generalekî amerîkî (United States Special Envoy for Countering the Kurdistan Worker Party General Joseph W. Ralston) bike koordînatorê tevgera amerîkî-tirkî ya li dijî PKKê. Di dawîyê de DYAyê hewce dît ku sala 2007ê PKKê qedexe bike.

Bihara erebî û çalakîyên PKKê û yên baskên wê Partîya Yekîtîya Demokratîk –PYD û PJAKê bûn sedema reaksîyonên zelal ên DYAyê. Wisa xuya ye ku ji destpêka berxwedanê û vir ve li Sûrîyeyê PKK bi blokeke alîgirê Iranê re (Îran, Sûrîye, Hîzbullah) hev girtibe. Êrîşên Îranê yên li dijî qadên PKKê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bihara 2011ê rawestîyan. Bi angajmana hukûmeta AKPê li dijî rejîma Beşer el-Esed angajmana PKKyê jî li rojhilatê Kurdistanê zêde bû. Bi veguhestina hêzên eskerî û sîyasî li rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyeyê) PYD li herêmên kurdan belav bû. Hê di havîna 2011ê de PYDê li hersê herêmên kurdan Efrîn, el-Cezîra û Kobanîyê serdestîya xwe misoger kiribû. Bi ajîtasyona xwe ya hê bêhtir li dijî Tirkîyeyê PYD li herêmên kurdan bû sedema peydabûna tevlîhevîyê. Ji dawîya sala 2011ê ve li herêmên rojavayê Kurdistanê avahîyeke desthilatdarîyê ya duserî heye. Sazîyên ewlekarîyê yên rejîma Beşar el-Esed û hêzên PYDyê yên baş birêxistinbûyî û çekdar. PYDyê di warê sîyasî de kurdên Sûrîyeyê kirin "disiplînê". Ew hewl dide rojeva sîyasî dîyar bike; ew biryarê dide ka gelo berxwedan wê li dijî rejîma Beşar el-Esed bibe û wê kengî bibe. Ji bo ku pêşîyê li şerekî navxweyî yê kurdan bigire serokê herêma federe ya başûrê Kurdistanê bi rola navcîtîyê rabû. Partîyên kurdên Sûrîyeyê ên li başûrê Kurdistanê ku qels in û ji PYDyê tirsîyane li platformekê bi PYDyê re bûn yek, vê platformê divîyabû li rojavayê Kurdistanê pêşî li şîddetê bigirta.

Ji bo DYAyê tehlûkeyên PKK û hevgirên wê dikarin rê li ber wan vekin, dîyar bûn. Nexasim jî hukûmeta AKPyê "tehlûkeyên" ku PKK dikare rê li ber wan veke bi awayekî mubalexekirî bi DYAyê dide zanîn. Bêguman dewra PKKyê di çarçoveya bûyeran de tê dramatîzekirin. Lê belê dîsa jî heke herêmeke tampon ji bo penaberên Sûrîyeyê ya tirk têde serwer were avakirin, mirov nikare îhtîmala ku PKK û baskê wê bi awayekî eskerî bikevin nava tevgerê jî li derve bigire. Bi îhtîmaleke mezin şerê li Sûrîyeyê û bangên hukûmeta AKPyê li hukûmeta amerîkî ji bo ku tehlûkeyên PKKyê "rast" bibîne, bûn sedem ku hin endamên senatoyê qanûnekê (Condemning the PKK and expressing solidarity with Turkey) li dijî PKKyê amade bikin. Cewherê naveroka vê qanûnê derxistina pêş a hevgirtina bi Tirkîyeyê re û erka hukûmeta amerîkî ku bi Tirkîyeyê re li dijî PKKyê têbikoşe ye. (2)

DYAyê bi xwe bi îhtîmaleke mezin tu carî û bi tu awayî destwerdaneke eskerî li dijî rejîma Beşar el-Esed plan nekir. (3) Daxuyanîyên serokê DYAyê Obama, Wezîrê Bergirîyê Panetta û Serokê Fermandarîya Giştî ya artêşa amerîkî Dempsey, yên digotin, ew pêdivîya bi herêmeke tampon li Sûrîyeyê nabînin û bi tenê eskerên Esed sîlehên kîmyayî bi kar bînin ji bo wan xeteke sor e, bi serê xwe helwêsta DYAyê dîyar dikin. Ev daxuyanî bi zanîn yan jî nebizanîn qada tevger û operasyonê didin rejîma Beşar el-Esed.

IV

Bi hevgirtina "bi dizî" ya bi Îranê re û bi tevgera PYDyê li başûrê Kurdistanê PKK dike ku li alîyekî hukûmeta tirk ji serûbinîhevbûnên li Rojhilatê Nêzîk sûdê wergire da ku sîyaseta xwe ya kurdî ya heta îro dewam bike. Li alîyê din jî heke PKK-PYD rojeveke ku şert mercên li Sûrîyeyê heyî li ber çavan negire li rojavayê Kurdistanê ferz bikin, hingê sozên hukûmeta amerîkî yên dibêjin DYA mafên kurdên Sûrîyeyê rewa dibîne jî, îzafî dibin. Di van şertên heyî de û bi sîyaseta xwe PYD dikare bike ku hevgirên kurdên Sûrîyeyê yên bi rastî û yên potansîyel, yên hundir û yên ji derve helwêsta xwe biguherin. Sedema wê yekê ku kurd heta niha li derveyî Kongreya Neteweyî ya Sûrîyeyê mane ew e ku hin partîyên rojavayê Kurdistanê ditirsin ku PYD wan ceza bike.

Ji ber ku PYD ne rêxistineke bi serê xwe ye, mirov dikare bi rêya birêveberîya PKKyê bike ku ew sîyaseta xwe biguhere. Halê hazir li gorî agahîyên li ber dest, zelal nîne ka PKK ji vê lîstika hevgirtinan a di bin sîya şoreşên erebî de çi hêvî dike. Ew pêre rûbirû ye ku sîyaseta xwe ya hevgirtinê ya sala 2011ê destpêkirî ya bi Îranê û hevgirên wê re bi dawî bike, helwêsteke erênî û ji dil nîşan bide li beramber hêzên veguherîna demokratîk li Rojhilatê Nêzîk. Tevgera berxwedanê weke encama taktîkên PKK-PYDyê yên neşefaf de dibe ku çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûrîyeyeke azad qet jî teşwîq nekin. Dibe ku garantîyên amerîkî yên neferz ji holê rabin, çawa ku gelek caran jî di dîrokê de xwe da der. (4)

(1) Waltz, Kenneth N.: Why Iran Should Get the Bomb / Çima dive Îran bibe xwedîyê bombeyê. In: Foreign Affairs, Tîrmeh/Tebax 2012.

(2) 112TH Congress 2D Session, S. RES 486, Condemning the PKK and expressing solidarity with Turkey.

(3) Ji bo vê mijarê binêre li Martin S. Indyk, Kenneth G. Lieberthal, Michael E. O’Hanlon: Scoring Obama’s Foreign Policy / Mihiyana Sîyaseta Derve ya Obama. In: Foreign Affairs gulan/hezîran 2012.

(4) Bi vî awayî garantîyên Henry Kissinger û Richard Nixon salên 1972-75ê dayî bi trajedîya kurd a sala 1975ê bi dawî bûn.

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê