Siyaseta Tirkîyeyê ya Rojhilatê Navîn û faktora kurd

Piştî destpêkirina serhildana erebî
Translator

Bihara erebî, siyaseta tirk a Rojhilatê Navîn xiste ber ceribandineke dijwar. Mînî-malîzekirina dijberîyên di stratejîya siyaseta derva ya wezîrê derva Davutoglu "siyaseta-sifir-pirsgirêk" a nakokîyê ya bi aktorên herêmî re bi nav dike, wiha dixuye ku wek destpêk bi temamî serkevtî nîne. Ev yek, ji ber ku Davutoglu awayekî siyaseteke derva ya hevkarîya bendeyî [Interdependence] rojane bi kar tîne, yanî ji xwezaya teorîyê bi xwe ye. Teorîya siyasetê ji mêj ve ye bala xwe dide ser girêdana hevkarîyê ku wek konsepta siyaseta derva bi helwêsta aktorên beşdar ve girêdayî ye. (1) Helbet herçiqas stratejîya hevkarîya bendeyî ya win-win (qezenc) ji alîyê Davutoglu hatibe plan û propaganda kirin jî, cewherên di têkilîyên navneteweyî de nikarin bên veşartin. Helbet hevkarîya bendeyî di civakeke dewletî de bi eynî avahî û berjewendîyên siyasî dikare bibe bingeheke siyaseta hevbeş. Stratejîya Davutoglu di serî de tam jî di vê noqteyê de têk çû. Dewletên-MENA (Middle Est and North Afrika/Rojhilatê Navîn û Afrikaya Bakûr) xwedîyên sîstemên siyasî yên cûrbicûr in û li gor vê yekê xwedîyên berjewendîyên cûrbicûr in (bi hin beşan dijberên dijwar). Tirkîye jî ji ber sedemên siyaseta hundir û derva bi hin hesaban, xwe ji nearamî û dijberîyan paş ve neda û ev yek kir beşekî stratejîya xwe ya herêma-MENA. Nearamîyên bi Îsraîlê re beşekî vê stratejîyê ye ku li ser baş hatîye hizir kirin.

Di vê gotara xwe de ez hewl didim ku helwêsta Tirkîyeyê ya piştî derketina goya bihara ereb li ser sê pirsan analîz bikim: Helwêsta derbarê serhildana ereban, derawayê tirk li ser "hevalbenda stratejîk" Sûrîyeyê û girîngîya pirsa kurdî ji dema destpêkirina serhildanê ya li dewletên ereb ên Rojhilatê Navîn.

I. Helwesta Tirkîyeyê derbarê serhildana ereban

Ji bo hikûmeta AKPê ramana bi dewletên cînar re siyaseta-sifir-pirsgirêka nakokîyan, ji motîvên binekûr derketîye ku wezîrê derva yê tirk Ahmet Davutoglu di lêgerîna xwe ya berfireh de "kûrahîya stratejîyê" nivîsîye. Li gor vê yekê divê Tirkîye vegere herêma xwe ya deverê bê ku girêdanên xwe yên rojavayî biterikîne.

Di pênc salên dawîyê de Tirkîye bi rastî jî di têkilîyên xwe yên du-alî de bi dewletên-MENA re faktoreke girîng e. Aktorên ereb di Tirkîyê de hevkêşeyekê li dijî giranîya Îranê ku her diçe tesîra wê li herêmê zêde dibe, didîtin. Lê dengên şikbar ên ereb jî kêm nebûn ku bi çavine gumanê li rola aktorên ne ereb ên herêmê dinêrîn. (2) Dewletên ereb, bi giştî jî dewletên Kendavê siyaseta aktîv a Tirkîyeyê wek hevkêşeya dijber a siyaseta firewan a Îranê pêşwazî kirin.

Tiştê li ber çav ew e ku helwêsta Tirkîyeyê li ser serhildanên ereb heta dereceyeke bilind nezelalî şanî dida. Ji alîyekî hikûmeta-AKPê destek dida serhildanên li Tûnis û Misirê, ji alîyê din serokwezîrê tirk Erdogan xwe ji alîkarîya serhildana Lîbyayê bi paş ve digirt. Wek sedema vê bêqerarîyê zêdebûna têkilîyên aborî yên Tirkîyeyê li Lîbyayê tê dîtin. Erdogan piştre bingeha aborî ya siyaseta xwe ya Lîbyayê îzafe dike û balê dikşîne ser berdewamîya hebûna têkilîyên aborî. Ne dûrî aqilan e ku Erdogan li gor mînaka xwe ya siyaseta-Îraqê ya 2003yê mudahaleya Rojavayê ya nav karê dewleteke îslamî red bike. Balkêşîya ecêb jî, piştî ku zelal bû dahatûya rejîma Muamer Qedafî tuneye, mudahaleya NATOyê pejirand. Erdogan bi mehan bi her du alîyan re di têkilîyê de ma.

Helwêsta Tirkîyeyê di bûyera Behreynê de ne zelal e. Di vê bûyerê de Tirkîye helwêsta dewletên-GCC(Meclîsa Dewletên Hevkar ên Kendavê) hildigire berçav ku ew alîkarîya serhildana piranîya şiî ya li dijî rejîma hindikahî ya sunî dikin. Şandina yekîneyên leşkerî yên siûdî bûyera li Behreynê bêtir dramatîze kir. Tirkîye di vê dubendîyê de navbeynkarî dike ku dijberîya di navbera Îran û Erebistana Siûdîyê de ji holê rabe. (3)

1. Tirkîye helwesteke biryardar nîşan nade û ji dêvla wê yekê stratejîyeke bendeman û carna dualî dimeşîne ku ji alîyekî bi serhildêran re, ji alîyê din jî, bi desthilatdarên serhikum ên mîna Qedafî û Esad re di pêwendîyê de dimîne, dibe ku xwedîyê bingeheke pragmatîk be: Wisa dixuyê ku bawerîya AKPê bi guherîneke demokratîk a bikêrhatî ya li cîhana ereb tuneye. Lê Kemal Kirişçi (4) bi alîkarîya teorîya "tesîra demonstratîv" ya Samuel Huntingston bawer dike ku ew di lêkolîna xwe de ya bi navê "The Third Wave: Democratizaton in the Late Twentieth Century (Pêla sêyem: Demokratîzebûn di derengîya sedsala bîstan de)" (5) tîne ziman û bawer dike ku pêvejoya demokratîzebûnê dê ji modeleke real îlham bigire. Bi rastî jî, di dîroka herî nû ya demokratîzebûnê de model hene ku bûne îlhama zincîreke pêvajoyên guherîna rejîman. Guherîna Polonyayê di dawîya salên heştê de û piştî demokratîzebûna Koreya Başûr, guherîna demokratîk li Asyayê mînakên wiha ne.

Lê gelo Tirkîye modelek e ji bo dewletên ereb? Kemal Kirişçi bersiveke bi dîqet dide vê pirsê û balê dikşîne ser pêşveçûna serkevtî ya aborîya Tirkîyeyê. Armanca wî şanîdana sedemîyeta di navbera merhaleyên siyaset û aborîyê de ye. Berîya zêdeyî pênc dehsalan zanayê aborî yê amerîkî yê bi binyadê xwe ereb Charles Issawi dîtibû ku cîhana ereb tenê bi nûjenkirineke berfireh dikare bê demokratîze kirin. Lê rapora dawî ya UNDP- United Nations Development Programe in the Arab Countries (Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekgirtî li Welatên Ereban) "Arab Human Development Programme 2009 (Pêşketina Bernameya Mirovahî ya Ereb 2009)" şanî dide ku cîhana ereb nekarîye serzemîna aborîya civakî pêşketinên mezin bi dest bixe.

Tirkîye wek model hikûmeta-AKPê dipixpixîne, lê pêşketinên wek vê yekê li dewletên ereban weha dike ku mirov bendewar bimîne.

II. Sûrîye: Guherîna heval-benda stratejîk ber bi rewşa pirsgirêkbûnê ve

Siyaseta Tirkîyeyê li hember Sûrîyeyê xwe ji aktoren din gelek cuda dike. Di pênc salên dawîyê de peywendî gelek zêde bûbûn. Sûrîye, ji bo pratika siyaseta-sifir-pirsgirêk, mînaka şanîdar bû. Hevxebata di warê sermaye birin, mal û trafîka kesane de berîya serhildana gelheya Sûrîyeyê gihîşt asta bilind.
Wek ji tabelayê jî dîyar dibe, encama ticaretê alîkarîya Tirkîyeyê bû. Tirkîye xwe ber bi eksportora girîng a dewletên Rojhilatê Navîn ve bi pêş ve bir. Herçiqas Sûrîye peywendîyên xwe yên teng bi Îranê re berdewam jî dikir, ji alîyê siyasî ve têkilî zêdetir dibûn.

Hewldanên navbeynkarîyê yên Tirkîyeyê di pirsgirêka Sûrîye-Îsraîlê de heta guherîna siyaseta Îsraîlê derbarê Tirkîyeyê ya sala 2009ê de, hikûmeta-AKPê atmosfereke aştîvane ya herêmê dida pêş. Lê ji hemû aktoran re jî zelal bû ku Sûrîye ne li pey aştîyeke temamî ye û Îsraîl bendewara Sûrîyeyê ye ku di pirsa erdê de tawîzan bide. Ev nêrîn bûn sedem ku hewldanên navbeynkarîya Clinton a sala 2000ê têk biçin. Di rastîyê de rêberên hikûmeta-AKPê û hikumdarên elewî li Sûrîyeyê şirîkên gelek ji hev dûr bûn: AKP wek Îslama nerm tê hesibandin û hikûmeta desthilatdar a Partîya Baas ji alîyê elewîyan tê bi rê ve birin.

Hikûmeta-AKPê destpêka serhildana li Surîyê, di wê nêrînê de bû ku rejîma li Şamê divê reforman pêk bîne. Divê rejîma Beşar el-Esad bi xwepêşandêran re rêya dîyalogê bide ber xwe.. Di heman demê de Erdogan destûr dida û belkî alîkarîya muxalifên Sûrîyeyê jî dikir ku wan ji gulana 2011ê ve gelek konferansan li Tirkîyeyê li dar dixist. Wergirtina penaberên ji Sûrîyeyê jî gavekî din bû ku bi siyaseta Beşar el-Esad re di nav nakokîyê de bû. Piştî peywendîyên sift û pirbare bi Beşar el-Esad re Erdogan bawer kiribû ku Sûrîye biryara xwe ji bo stratejîyeke şidetê daye. (6) Erdogan dibêje ku ji meha tebaxê şûn ve peywendîyên rasterast qut bûne. Erdogan zelal dike ku dijberîyên li Sûrîyeyê dikarin di navbera piranîya sunî û elewîyên desthilatdar de veguherin ser şerekî mezhebî. (7) Tekrarkirina daxuyanîyên hikûmeta-AKPyê mudaxaleyeke ji derva ye li Sûrîyeyê, eger bûyer xwe neguherînin û eger hikûmeta Sûrîyeyê li ser muxalifên aştîxwaz şidetê berdewam bike, bilêvkirina erênî mudaxale dikare li gor modela Lîbyayê bê kirin. Li gor hikûmeta-AKPê zelal e ku Îran, hevkara nêzîk a Sûrîyeyê, ji ber sedemên hikumdarîyê û tesîra xwe ya li Lubnanê dê hertiştî bike daku hikumdarîya Beşar el-Esad berdewam bike. Ji ber vê sedemê wiha dixuyê ku Tirkîye hertiştî dike daku Îran angajmana xwe ya li Sûrîyeyê girantir neke. Mîna nivîserê quncik ê rojnameya el-Heyat Durgham jî texmîn dike, Îran hertim dikare bi hêrişeke Hîzbulahê ya li dijî Îsraîlê hemû rewşa Rojhilatê Navîn biguherîne. (8) Ji kevnewezîrê derva yê Amerîkayê Henry Kissinger peyva ku bê Sûrîyeyê di Rojhilatê Navîn de aştî ne mimkun e, derketibû. Îro divê bê gotin heta ku rejîma Sûrîyeyê dewam bike, aştî çênabe. Ne bi tenê bi nêrîna ser pirsgirêka Rojhilatê Navîn, lê bi nêrîna hemû herêma di navbera Îraq û Derya Spî de

Ticareta Sûrîyeyê bi Tirkîyeyê re (Dolarên DYA û %):

  2006 2007 2008 2009 2010 2009/10 (%)
Eksport 187 376 639 327 662 102
Împort 609 797 1,115 1,424 1,849 30
Gişt 796 1,173 1,754 1,751 2,511 43
Balans -422 -421 -476 -1,097 -1,187 8

çavkanî: Turkstat, The Syria Report (Rapora Surîyeyê)

III. Hikûmeta-AKPê ya tirk, kurd û bihara erebî

Helwesta Tirkîyeyê beramber hêmana kurd yan tesîra di bihara ereb de, yanî rola kurdan di vê pêvajoya siyaseta civakî de bi siyasetên Tirkîyeyê yên beramber pirsa kurd li Tirkîyeyê bi xwe û beramber pirsa kurd li Îraq û Sûrîyeyê ve girêdayî ye. Ji bo AKPê ya îslama-nerm jî asimilasyona kurdan di çarçoveya piranîya etnîk de li wan welatên ku niştecî bûne, dibe rewşeke îdeal. Lê ne wek CHPê, AKPê bi pirsa kurd pragmatîk tevdigere.

Bihara ereb rewşa kurdan û siyaseta kurd ya Tirkîyeyê jî gelek elaqeder dike. Ji alîyekî wiha dixuyê ku Erdogan ne bi daxwaz e ku ji siyaseta gavên gelek piçûk xwe bi paş ve bigire. Projeya ku di meha tebaxê de bi navê: "Solution on the Kurdish Problem: Towards a Model for Turkey(Çareserîya pirsa kurd: Ber bi modelekê ji bo Tirkîyeyê re)" (9) di nav AKPê de gengêşî li ser hat kirin, wisa dixuyê ku ji rojevê ketîye. Li ser pirsa kurd mirov dikare bibêje ku li Tirkîyeyê hîç tiştekî nû tuneye. Serkevtina Partîya Aştî û Demokrasîyê yên hilbijartina hezîran 2011ê ku 36 kursî li parlamenê qezenc kiribûn, paşveçûneke popularîteya AKPê li bajarên kurdan, li Tirkîyeyê şanî dabû. Beramber gengêşîyên derbarê çareserîya sîvîl a pirsa kurd li Tirkîyeyê, wesayet û taktîkên hikûmeta tirk, bêdilîya Erdogan ku gavên berbiçav ji bo nîzama aştîyane navêje, nabe.

Helwesta beramber Herêma Federal a Kurd bêhtir rast bûye. Ji ber sedemên aborî û sedemên siyasî jî, Tirkîye mecbûr ma ku bi Hikûmeta Kurd ya Herêmî realîst tevbigere. Wiha dixuyê ku Tirkîyeyê ev yek jî pejirandîye ku statuya gerîlayên-PKKê li ser erdê Hikûmeta Kurd ya Herêmî encama pêşveçûneke têkilîyên nav Tirkîye û herêmê ye. Ev pêwîst dibîne ku hewldanên girîng ên Tirkîyeyê jî, ew be ku ji alîyê hiqûqî û siyasî sedemên bingehîn yên pirsgirêkê derxe holê. Ji alîyê siyasî gelek sivik dibe, mîna siyasetmedarekî pêşeng ê kurdên Îraqê dibêje, eger mirov bi wê yekê bawer bike ku kurdên Îraqê PKKê vexwandine Kurdistana Îraqê. (10) Di rastîyê de hikûmeta tirk ku ji ber peymanên ewlekarîyê yên dualî bi hikûmeta Sedam Huseyn re li Kurdistana Îraqê operasyon dikirin, sedemên rewşa îro ji destê yekem nas dike.

Kurdên li Sûrîyeyê ku ji sedî 10 ji 23 mîlyon nîştecîyên welat in, wisa dixuyê ku di muhalefeta Sûrîyeyê de bûne faktoreke girîng. Herçiqas Beşar el-Esad hewl da ku bi paşvevegerandina mafê hemwelatîyê ji bo kurdên ku bi qanûnekê hemwelatîyên xwe winda kiribûn, bê alî bihêle jî, ev hewldan heta niha serkeftî nebûne. Televîzyonên ereb el-Cezîre û el Erebîye her hefte pey hev wêneyên xwepêşandêrên kurd nîşan didin. Lê protestoyên li bajarên ku kurd tê de nîştecî ne bi jimar in û radeya wan hîn negihîştîye asta tevgera protestoya bajarên ereb li Sûrîyeyê. Mirov dikare sê faktoran wek sedem destnîşan bike:

- Bi demê re nêzîkî 12 komikên kurd çêbûn. Lihevhatinek zehmet dixuyê.

- Hikûmet hewl dide ku bi stratejîyeke aqilane ya bê şidetîyê kurdan bê alî bike. Bi vî awayî hêzên wê vala diminîn ku li dijî tevgera protestoyê ya li bajarên ereb şideteke tund bi kar bînin.

- Hin tevgerên kurd ên Sûrîyeyê bi partîyên kurd ên Tirkîyeyê û Îraqê ve girêdayî ne. Siyaseta van komikan ji alîyê partîyên eslî ve tên bi rê ve birin.

Ya rastî daxwazên kurdên Sûrîyeyê di hundirê welat de careke din bidestxistina mafên ku ji alîyê siyaseta zordar û şovenîst a 50 sal in ji wan hatîye girtin, derbas nabin. Pirs naskirina mafên çandî û siyasî ne ku bi qanûnên awarte û metodên dervayê hiqûqê ji wan hatine wergirtin. Îhmalkirina ji alîyê aborî û şertên kolonyalîzma hundirîn(11) bûn sedema têkçûna ekonomîya cîyên kurd tê de dijîn. Encam koçberîya hundirîn, bi sedhezaran kurd ji hejarîya tund, ber bi bajarên mezin û Ewropaya Rojavayê ve revîyan.(12)

Wek li ba muxalefeta ereb jî dîyar dibe, mirov li ba kurdên Sûrîyeyê jî xeteke rast ya muxalefetê nabîne. Daxwazên muxalefeta kurdên-sûrîyeyê yên derva ji mafên çandî yên basît û naskirina xweserîya etnîkî heta çareserîya federal berfireh in. Dîyardeyeke balkêş e ku heta niha hikûmeta tirk tevlîbûna nûnerên kurd ên konferansên muxalefeta Sûrîyeyê ku li Tirkîyeyê dicivin, veto nekirîye.

Ji hikûmeta-AKPê re zelal dixuyê ku kurd nikarin dervayê pirsê bên hîştin, ji ber ku ew asteke bilind a rêxistinbûna siyasî nîşan didin.

Wekî din derxistina kurdan dê pozîsyona sunîyên ereb, muxalefeta li dijî rejîmê ku ji alîyê sê mezhebên hindikahî ve yanî elewî, xiristîyan û druzîyan piştgirîya wê tê kirin, qels bike.

Çavkanî

  1. Binêre J.S. Nye: Power and Interdependence. Boston 1977
  2. Binêre Khair al-Din Hasib: al-arabi al-Taaun al-turki ila ayn? (Hevkarîya tirk û ereb ber bi kuderê ve? Di nav al- Mustaqbal al-Arabi, hejmar 1, 2010, r. 7-10, û Mustafa al- Labad: hal asbahat al-adwar a-iqlimîya bi al-mantiqa hakran ala qwa ghaîyr arabîya? (Rolên herêmî bûne monopola hêzên ne ereb?). Di nav: Shuun Arabîya, 135, 2008, r. 31-39
  3. Ji ber vê sedemê wezîrê derva yê tirk di navbera GCC, Îran û hikûmeta Behreynê de navbeynkarî dike, binêre Zaman Sundays, 25.09.2011
  4. Kemal Kirişçi: Turkey’s "Demonstrative Effect" and the Transformation of the Middle East ("Tesîra Demonstratîv" ya Tirkîyeyê û Veguherîna Rojhilatê Navîn). Di nav: Insight Turkey, Vol. 13, No.2, 2011, r. 35-55
  5. Samuel Huntington: The Third Wave: Democratizaton in the Late Twentieth Century (Pêla sêyem: Demokratîzebûn di derengîya sedsala bîstan de). London: University of Oklahoma Press 1991
  6. Bide berhev: Rojnameya Lubnanî The Daily Star vom 13. Îlon 2011
  7. Binêre Raghida Durgham: Khaîyarat al-Qîyada al-surîya amam al-uzla al-dawlîya (Alternatîva rêveberîya Sûrîyeyê beramber mudaxeleya Navnetewî). Di nav: al-Hayat vom 11. Tebax 2011
  8. Heman berhem
  9. Ruşen Çakir: Kurdish Political Movement and the "Democratic Opening" (Tevgera Kurd a Siyasî û "Vebûna Demokratîk"). Di nav: Insight Turkey, Vol. 12, No. 2, 2010, r. 179-192
  10. Axaftina bi kesayetîyekî kurd ê girîng re. Hewlêr, Hezîrana 2011
  11. Kolonîya sereke ya kurdan el-Cezîre li bakûrê rojhilatê Sûrîyeyê di dema xwe de depoya genim ya Sûrîyeyê bû. Bîrên petrole yên welat jî li wê derê ne. Bi zanebûn ihmalkirin û ji alîyê rêxistinên ewlekarîyê ve bi zorê standina xercên taybetî, struktura aborî ya herêmê hat xirab kirin
  12. Tê texmîn kirin û ji salên 90ê û wê de nêzîkê 100.000 kurd wek penaberên siyasî-aborî hatine Almanyayê

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal