Sîyaseta Tirkîyeyê ya Rojhilatê Navîn û Pirsa Kurdî

Translator

Pirsa kurdî, bi vegotina serokkomar Abdullah Gül pirsa herî girîng a Tirkîyeyê ye. Ji damezirandina Tirkîyeyê heta roja îroyîn, jandeyeke wisa ye ku di sîyaseta hundirîn û derveyî de girîngîya xwe her parastîye. Weke ku pisporê Rojhilatê Navîn Henri J. Barkey jî dibêje; Pirsa kurdî, di polîtîkayên derveyî yên Tirkîyeyê de yên bi Amerîka, YE, Rojhilatê Navîn, Rûsya û Kafkasya jî di nav de roleke tayînker dileyîze. Ev rol carna bi awayekî xwezayî li gor dem û cîh bê guhertin jî, di bingehê xwe de hedefên Tirkîyeyê biçûk dike, qada manewrayên polîtîkaya derve û vîzyona Tirkîyeyê dorteng dike. Pirsa kurdî, bêguman herî zêde xwe di têkilîyên derveyî yên Tirkîyeyê yên bi R

ojhilatê Navîn re nîşan dide; him bi awayeke dîrokî û him jî di sîyaseta îroyîn de bandorker û tayînker e. Heta ku Davutoğlu bû wezîrê kar û barê derve, pirsa kurdî, têkilîyên derveyî yên Tirkîyeyê yên bi Rojhilatê Navîn re bi kûrahî û neyînî tesîr dikir. Di serdema Davutoğlu de jî hîn jandeyeke girîng e, lê di heman demê de ji bo çareserîya pirsa kurdî nexasim di çarçoveya têkilîyên kurdên Iraqê de wezîfeya enstrumaneke girîng dîbîne.

Li gor vê nirxandina kurt, pirsa kurdî li ser polîtîkayên Tirkîyeyê yên Rojhilatê Navîn tesîra xwe dike û çareserîya vê pirsgirêkê dorpêç dike. Bi kurtahî, meriv dikare bibêje ku pirsa kurdî demeke pir dirêj e li ser polîtîkayên Tirkîyeyê yên Rojhilatê Navîn tesîreke mezin dike. Di polîtîkaya derveyî ya ku pirsa kurdî di navenda wê de cîh digire pir caran tesîrên neyînî û hinek caran jî ji bo çareserîya pirsê bandor kiriye.

Ji perspektîva dîrokî

ve têkilîyên bi Îran,

Iraq û Sûrîyeyê re

Cografyaya ku kurd lê dijîn, li Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê ji hêla sîyasî, dîrokî, çandî û etnîkî ve cudabûn hene. Ev dewlet, ji ber berjewendî û armancên polîtîkayên xwe yên derveyî di dîrokê de gelek caran bi hev ketine û li hember kurdan têkoşîyane, lê tenê weke ku Andrew Mango jî dibêje, mijara ku li ser li hev kirine pirsa kurdî bûye. Ev her çar welat, ji bo ku kurdan asîmîle bikin, wan înkar bikin bi kêmasî hebûn û hewldanên wan sînordar bikin bi hevre bername û proje pêş ve birine, li pişt perdeyê jî qerta kurd li hember hev lîstîne û xwe ji vê yekê mehrûm nekirine. Lewra li ser vê meseleya ku li hev kirine jî bawerî qet bi hev neanîne. Sedemên vê bêbawerîyê yên dîrokî, olî, çandî hene. Lê meriv dikare bibêje ku xala herî girîng ew e ku di vesazî û mekanîzmayên biryardayînê yên van her çar dewletan de cudabûn hene.

 

 

Di vê çarçoveyê de, ji bilî çend salên dawîn, dema meriv li têkilîyên sedsala dawîn yên Tirkîyeyê û Îranê dinêre û li têkilîyên Tirkiyeyê û Sûrîyeyê yên 50 salên dawî dinêre, meriv dibîne ku di seyra van têkilîyan de jandeya kurd di her xaleke werçerxalê de tê dîtin. Di sala 1926ê de, di navbera Tirkîye û Îranê de Peymana Dostanî ya Tehranê çêbû. Sedemê vê peymanê rasterast bi serhildana Agirîyê û pirsa kurdî ve girêdayî ye. Di peymanê de tê gotin ku, ''Heger alîyek bê tehdît kirin, dê alîyê din rê li ber van grûb an avahîyan bigire''. Di xaleke din ya peymanê de tê gotin ku, ''Herdu alî dê sûcdaran li hev vegerînin''. Herweha di xaleke din ya peymanê de dîsa tê gotin ku, ''Dema alîyek bi êrişekê re rûbirû bimîne, dê alîyê din bêteref bimîne''. Bi vê xalê derdikeve holê ku di rastîya xwe de bawerîya van herdu dewletan jî bi hevûdin nîne.

Di sala 1937ê de jî di navbera Tirkîye, Îran, Iraq û Afganistanê de Peymana Sadabadê hate mor kirin. Yek ji sedemê vê peymanê pêşveçûnên herêmî û gerdûnî be jî, sedema bingehîn pirsa kurdî bû. Li ser vê mijarê Mustafa Serdar Palabıyık tesbîteke weha dike:

Yek ji sedemê girîng yê morkirina ku Pakta Sadabadê ew bû ku Tirkîye, Îran û Iraqê dixwestin îtifaqeke herêmî saz bikin, lewra van her sê dewletan jî pirsa kurdî wek tehdît didîtin. Di rastîya xwe de, him ji ber ku ev mesele di hundirê dewletê de dibû sedemê serhildan û bêhizûrîyan û tehdîdeke hundirîn û him jî ji ber ku dema serhildêrên kurd ji dewletekê direvîyan û xwe dispartin dewleteke din, wê demê jî mesele vedigerîya tehdîteke derveyî. Him li Tirkîyeyê, him li Îranê û him jî li Iraqê hindikayîyeke mezin ya kurd heye û di avakirina netewe-dewletan de ev nasname li derve hatiye hiştin. Ji bilî vê yekê, wê demê piranîya hindikayîya kurd jîyaneke koçerîyê dijîyan û li gor demsalan di nav sînorên van dewletan de diçûn û dihatin û ev sînor îhlal dikirin. Ev rewş ji alîyê van dewletan ve, ku dewletên xwe yên neteweyî nû avakiribûn, bixweşî nedihat pêşwazî kirin. Dema ku Tirkîye, Îran û Iraqê dewletên xwe yên neteweyî avakirin û xwestin sînorên xwe destnîşan bikin û nasnameyeke neteweyî pêşve bibin, wê demê bi serhildanên kurdan re rûbirû man. Vê rewşê wisa kir ku ev her sê dewlet ji bo ''çareserkirina meseleyê'' nêzîkî hevûdin bibin. Di sala 1920ê de, Îsmaîl Axayê ji eşîra Şikakê ku weke Simko tê naskirin li bajarê Ormîyê li hember rêveberîya Şah Riza serî hilda. Ev serhildan ancax di dawîya salên 1920ê de hate têk birin. Di sala 1925ê de Tirkîyeyê bi serhildana Şêx Seîd re têkoşîn kiriye û serhildanên kurdan heta dawîya salên 1930ê berdewam kirine. Nexasim eşîretên kurd yên ku li ser sînorên Îran û Tirkîyeyê eşqîyatî dikirin, di navbera her du dewletan de dibûn sedemê pirsgirêkên cidî.

Di sala 1930ê de, ji ber ku Tirkîye bikaribe tevgera serhildêrên kurd ên li çîyayê Agirîya Biçûk biperçiqîne, ku ev der wê demê di nav sînorên Îranê de bû, çîyayê Agirîya Biçûk dagîr kir. Îranê ev rewşa de facto ancax di sala 1932yê de di encama paymaneke li ser sînor a bi Tirkîyeyê re pejirand. Di destpêka salên 1930ê de eşîreta Barzan dest bi serhildanan kirin û zor dan vê dewleta ku serxwebûna xwe nû îlan kiribû. Ji ber ku nifûsa kurdan ya di hundirê sînorên van her sê dewletan de zêde bû û serhildêran carcaran di nav sînorên van her sê dewletan de tevdigerîyan, ji bo çareserîya vê pirsgirêkê pêdivîyeke mezin derdixist meydanê. (Pakta Sadabadê 8ê Tîrmehê 1937): Lêkolînek li ser teorîyên îtifaqê ", Etudên Rojilatê Navîn, Cîlt 2, No 3, Tîrmeh 2010, rûpel. 147-179).

Di heman demê de, di xala sêyemîn ya Peymana Bexdayê de, ku di sala 1956ê de di navbera Tirkîye, Îngiltere, Îran û Iraqê de lidarket, tê gotin ku; ''Welatên teref teahhud dikin ku dê tevlî karên hev yên hundirîn nebin.'' Di serdema şerê sar û piştî wê de Sûrîye jî tevlî van welatan bû. Li gor peyman û hevkarîyên van welatan ku carna du welatan di nava xwe de û carna jî tevan bi hevre dikirin, pirsa kurdî dihat destnîşankirin û hevokeke standard ku herdem li ser mitabiq bûn ev bû: Li ser navê dostanî û hevkarîyê şidet jî di nav de bi her awayî têkoşîna li dij terorîzmê.

Aktorê ku lîstikê xera dike: Rêveberîya Herêma Kurdistanê

Jandeya ku denklema li jor hatî dayîn xera dike, makezagona Iraqa Federal ya sala 2005ê ye. Li gor vê makezagonê, Iraq welateke federal e, Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê jî bi awayeke fermî wek aktoreke herêmî û navneteweyî hatiye nas kirin. Herçiqas ji sala 2003yê ve û heta niha li Iraqê kaos û şidet kêm nabe, li Herêma Kurdistanê jî her ku diçe pêşveçûn çêdibin û ev der dibe qadeke ewle. Herweha di hilbijartinên Iraqê de partîyên kurdî ji bo îstiqrarê bûn partîyên kilît û him li hundir û him jî li derve li hember lidijderketina hin aktorên gerdûnî jî, alîyan li ser serokkomarîya Celal Talebanî li hev kirin. Vê pêşveçûnê him di hundirê Iraqê de û him jî di qada navnetewî de kurd kirin aktoreke girîng. Êdî kurdan jî di nava wê denklema ku ev bû qirnek ku hebûna xwe diparast cihê xwe girtin û ev denklem êdî bûye denklemeke pir nezan. ‘Dijminê hevkar’ êdî bi awayeke fermî bûye partner. Ev denklema nû, êdî Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê mecbûr dikin ku di polîtîkayên xwe de guhertinan çêbikin.

Stratejîya nû ya Tirkîyeya nû: Vebûna kurdî

Helbet meriv nikare îdîa bike ku sedemê yekane yê ku Tirkîyeyê polîtîkaya xwe ya Rojhilatê Navîn guherandîye pirsa kurdî ye. Ev yek zêde ne realîst e û ne argumaneke saxlem e. Li kêleka vê yekê, ji sala 2002yê bi hatina AKPyê ve pêvajoyeke demokratîkbûnê û li hember daxwazên kurdan îklîmeke nermbûnê rû daye. Herweha, di sala 2009ê de bi hatina wezîrê derve Ahmet Davutoğlu re polîtîkaya ''Bi cîranan re sifir pirsgirêk'' hîn haleke realîst girtiye, şûna polîtîkayên ewlekarîyê yên dostanî, aştî û demokratîkbûna bihevreyî derketîye pêş. Di heman salê de vebûna kurdî hatiye destpêkirin. Him li hundir û him jî li derve hatiye pejirandin ku pirsa kurdî ne pirseke ewlekarîyê ye, pirseke sosyal û çandî ye. Ji ber ku him li hundir û him jî li derve ji polîtîkayên ewlekarîyê dûr ketîye, Tirkîyeyê bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê re jî têkilîyên xwe hîn bi awayekî tendirustîtir meşandiye û kişandiye sewîyeyeke aştîxwaz. Di sala 2010ê de Davutoğlu û di sala 2011yê de jî serokwezîr Erdoğan paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr ziyaret kirine. Herweha, serokê Herêma Kurdistanê tevî rayedarên bilind yên herêmê gelek caran serdana Tirkîyeyê kirine. Di van serdanan de li ser enerjî û gelek sektorên din, veberdan û hevkarî hatine kûrkirin, têkilîya herdu alîyan rengeke dezgehî û asteke bilind girtîye. Pêşveçûna van têkilîyan, ji hêleke din ve, ji alîyê kurdên Tirkîyeyê ve jî bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Van têkilîyan di heman demê de Mesûd Barzanî û rêveberîya herêmê di pirsa kurdî de jî kiriye aktoreke girîng.

Gelo pirsa kurdî çiqas

nêzîkî çareserîyê ye?

AKPyê şûna polîtîkaya kevneşop û antîkurd ya Rojhilatê Navîn,

polîtîkaya xwe ya bi kurdên Iraqê re kişand asta hevkarîyê û bi kurdên hundirîn re jî kişand xeta muzakereyê. Tirkîyeyê, di salên dawî de her ku têkilîyên xwe yên bi Sûrîyeyê re pêşve bir, her ji Esad xwest ku rewşa mafên kurdan baştir bike. Di destpêka bûyerên Sûrîyeyê de herçiqas bi saya hin weşanên provokatîv û halanker di bin tesîrê de mabe jî, piştî kurtedemekê hat ser xeta aqil û bi rêya hin nûnerên xwe da zanîn ku ew piştgirî didin maf û azadîyên kurdên Sûrîyeyê. Bi kurdên Iraqê re têkilîyên xwe kûrtir kir û herçiqas hikûmeta navendî ya Iraqê li dij jî derketibe, bi wan re peymanên petrol û bazirganîyê mor kir. Van pêşveçûnan li ser têgeha kurdan tesîrên erênî çêkirin. Lê herçiqas ev bû salek û nîv e vegerîyabe ser polîtîkayên xwe yên ewlekarîyê jî dît ku ev korerêyeke û deklare kir ku dikare hevdîtinên Osloyê ji nû ve bêne destpêkirin.

Daxuyanîya hikûmetê ya ku dabû zanîn ku hevdîtinên duwemîn yên Osloyê dikare destpêbikin, ji ber polîtîkayên ewlekarîyê yê sala dawîn û ji ber birînên ku zimanê tê bikaranîn çêkirine heyecaneke zêde di civakê de çênekir û herweha şideta li hember hevûdin berdewam dike. Ji bilî vê, grevên birçûbûnê û nexasim helwêstên ku serokwezîr Erdogan nîşan dide, ew hêvîyên biçûk ku xwanê dikirin jî, meriv dikare bêje ji holê rakirin.

Li hember daxuyanîyên li hember-hev ên ku hevûdin sor dikin, bikaranîna zimanê pevçûnê û cudadîtina yê din peyamên hin rêveberên AKPyê yên erênî û hêvîya hevdîtinên piştperde ji ber ku meriv bêhêvî be sedemek nîne. Em wek civak ne li wî cihî ne, ku peyv qedîyabe, lewra em li cihê destpêka peyvê ne. Di pirsgirêkên weha yên ku alîyên wan ên siyasî, çandî û civakî heyî de ti caran pêşveçûn bi yekalî nabin. Herweha ji ber xwezaya pevçûnan hertişt jî nikare bi awayekî vekirî bê meşandin.

Ew hêvî heye ku ji hewldan û gavên neserketî yên heta îro hatî avêtin hin

ders hatibin derxistin û di nexşerêyên ku ji îro û pê de stratejîyeke hîn rasyonel, îlmî û mayînde bê çêkirin. Tenê divê êdî dev ji van polîtîkayên populîst û hestyar bên berdan.

Çareserîya pirsa kurdî, bi temamî meseleyeke demî ye. A girîng ew e ku herdu alî meydanê nedin daxuyanî û çalakîyên ku êdî vegera ji wan zehmet be. Lewra pirsa kurdî îro gihîştiye asteke wusa ku nikare bibe aletê berjewendî û çavsorîya hin kesan. Bi zimanê rêveberîya pevçûnan, ev pevçûneke pileya çarem. Ango, merhaleya krîza şidetê ye. Gava piştî vê, ango pileya pêncem, şer e. Lewra di nava şer û çareserîyê de xêzeke zirav heye. Ji ber ku ev xêz wenda nebe, divê herdu alî bi dîqet tevbigerin.

hem analîst, hem jî piranîya civakê xweşbîn in ku em zêdetir, nêzîkî çareserîyê ne.

* Li Unîversîteya Selçukê di Beşê Têkilîyên Navnetewî de wek doçentê alîkar perwerdekar e.

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan