Şoreşên Rousseauyî

Translator
Em îsal sêsedsalîya jidayikbûna Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) pîroz dikin, welatîyê Cenevreyê, nivîskar, fîlozof, ewqasî jî serserî û naturalîst, wî yê wêjeya fransî û fikra sîyasî nû bikira. Bi vedîtina “âme sensible (ruhê hestîyar)” wî yê roman azad bikira; bi kirina pirsa şertên wekhevîya di navbera merivan de wî destpêka şoreşên siberojê nivîsî.

Kêm tê dîtin ku nîvîsên fîlozofek ên ewqasî ji hev cuda werin xwendin, ev nivîs ewqasî ji hev cuda ne ku weke ji hev qut û tecrîdkirî xuya dikin. Rewşa Jean-Jacques Rousseau jî ev e, berhemên wî pir belav bûn û têsîr li dîroka gelek gelan kir, ewqasî ku carinan li ser navê îdealeke îlhama xwe ji heman çavkan’yê girtî, dijminatîyeke hov li dijî hev meşandin [ji berhema Rousseau, têbînîya wergêr].

Tesîra fikrên Rousseau, ku di Danezana Mafên Merivan û Welatîyan ya 1789ê de dîyarker e, hê sala 1776ê di Danezana Serxwebûnê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya Thomas Jefferson ew nivîsî de gelekî darîçav e. Gelek tekoşînên li dîjî kolonyalîzmê îlham û rewabûna xwe ji berhema Rousseau girtin. Simon Bolivar (1773-1830), ku bi awayekî dîyarker alikarîya serxwebûna kolonîyên Spnayayê yên li Başûrê Amerîkayê kir -li wir Peymana Civakî qedexe bû- di berhem û karên xwe yên li ser destûra bingehîn û li ser siyasetê de fikrên Rousseau gelek bi kar anîn. Li welatê ku hê Hindoçîna Fransî bû, Nguyen an Ninh ku li gor desthilatdarîyê serhildêrek bû û berbirsîyarê rojnameyên propagandaya fikra serxwebûnê dikirin bû, di sala 1926ê de beşek ji Peymana Civakî wergerand zimanê vîyetnamî (berhem li wê derê jî qedexe bû): Bi gotinên merivekî girîng yê wê demê Paul Cartonê difikirî ku "gelê xwecihî ve bi dilûcan wergera bi vîyetnamî xwendîye", wan ev berhem weke "încîla civakî" didît, û wan ew kir "havênê serhildanên xwe û handêra kuştinên xwe".

Rastî ev e ku tevahîya Rojhilata-Dûr fikrên Rousseau eciband, pêşî Japonyayê cihê ku Nakae Chômin di sala 1874ê de beşek ji Peymana Civakî wergerand zimanê çînî yê klasîk. Werger şiroveya xwe lê zêde dike: Anarşîst beşeke helwêsta xwe dispêrin wî, û yên ku dixwazin Japonyayê li gor modela amerîkî ava bikin jî heman tiştî dikin. Li Çînê rojnameya bi navê Rojnameya gel fikra wî di çarçoveyeke şoreşgerî de belav kir: Ev rêxistina Partîya Sun Yat-sen ji bo komareke çînî têdikoşe. Ev yek wê di dawîyê de sala 1912ê pêk bihata. Em nikarin lîsteya tevahîya gel û kesên ku doza fikrên wî kirin li vir binivîsin: Lê bi kurtasî, para Rousseau pirî caran tê de hebû ku gel bikevin nav wê tiştê jê re modernîte tê gotin, ya ku bi xwe ji Rohnîbûn û Pêşketinê peyda bûye …

Tevî vê yekê Rousseau di heman demê de bi îlhamdayîna terorê tê gunehbar kirin. Paul Déroulède, kesayetekî ku di çepa ultra-neteweperest de pir aktîf bû, di dawîya sedsala 20ê de bi hestên biratîyê behsa Rousseau dike. Marcel Déat, hinekî berîya ku di hikûmeta Vichy de bibe wezîr sala 1942yê bi van gotinan pesnê "Rousseauyekî totalîter" "yek ji damezrîner û bavên şoreşa neteweyî" dide û wî silav dike. (1) Pitûka kesk a Mûammer Qeddafî, bêyî navê wî bi lêv bike bi konseptên yekser ji Rousseauyî girtî tijî ye. Herçî îdeolojîya Kmerên Sor e, ew her çiqas bi awayekî vekirî weke îdeolojîya Rousseau xwe terîf neke jî, heke derfetên wan hebûya Pol Pot û Khieu Samphan li vê mijarê kolîyabana, ne tiştekî ecêb e ku meriv bifikire ew dişibe yek ji konseptên bingehîn yên felsefeya wî, weke şoreşa çandî ya maoîst. Alain Badiou vê fikira xwe bi awayê xwe nivisî. (2)

Meriv çawa lê serwext bibe ku şirovekirinên berhema Rousseau dikarin ewqasî ji hev cihê û bi hev re nakok bin? Gelo çi ye ya ku di berhema wî de destûr dide ku di heman demê de hîletê falanjîstên spanî jê biçe û fîlozofê mentiqbir Bertrand Russel, aligirê dilgerm yê bipêşketinê, gumanan jê bibe? Ew di dîroka felsefeya rojavayî de (2012), Rousseau weke "afirînerê felsefeya siyasî ya dîktatorîyên qaşo-demokratîk" bi nav dike û îdîa dike ku "Hitler yek ji encamên felsefeya wî ye". Eger meriv berhemên wî yên siyasî weke Peymana Civakî analîz bike, ew ewqasî tesîrdar bûn ku meriv dikare bibêje, fikrên wî di bingeha hevpar a demokrasîyan de ne, hingê wê karibe armancên fikrên wî û şaşfêmkirinên muhtemel ên hê jî dewam dikin… tesbît bike.

Peyama Civakî

(3) di sala 1762yê de tevî peymana wî ya pedagojîk a mezin Emileê ya ku meriv nikare wan ji hev veqetîne, hat çap kirin: Ev tiştekî mentiqî ye, jixwe ev in her du berhemên ku Cenevreyê wê bi dijwarîyeke meriv matmayî bihêle şermezar bikira û ku fermana şewitandina wan bidaya. Cenevre wan weke «ehmeqî, hetîketî, bawerî bi xwedê neanînê, ku armanca wan tunekirina dînê xiristîyanî û tevahîya hikûmetan e» didît, û ev jî weke tiştekî xirab nedihat hesibandin. Peymana Civakî behsa formulekê dike ku wê bibe fikreke şoreşger: "Wextê mirov hat dinê azad bû, û li hemû deverên ku lê dimîne dîl e" . Divê meriv şaş fêm neke, ev azadî ya zarokatîya mirovatîyê ye, dema heywanê li ser du lingan dimeşe (meriv) yê ku wê bipêşketinên meriv matmayî dihêlin pêk bîne, hê "heywanekî ku bi tenê hîsan nas dike" ye.

Ev rewşa pêşî dirêj najo lewma hêzên xwezayê ji hêzên meriv xwe pê diparêzin bi hêztir in. Ev yek dike ku meriv werin cem hev: Ew civakan diafirînin û "heywanbûna xwe" ji dest didin, newekhevîya milk û hêzê kifş dikin. Li dijî girêdayîbûnê ku di encama vê yekê de çêdibe divê "meriv şiklekî bihevrebûnê peyda bike ku her ferdî û milkên wî ji tevahîya hêza kolektîf biparêze, û divê bi şiklekî wisa ev yek bibe da ku her kesî hem bi helwêsta komê bike yek, lê belê ji xwe pê ve jî serî ji tu kesî re netewîne, û bi qasî dema ji dayik bûyî azad bibe". Paymana Civakî jî bi temamî ev"şiklê bihevrebûnê" ye, yekbûneke tevahîya alîyên peymanê ye ku hêzeke siyasî, miletekî welatîyan pêk bîne ku armanca wan bikêrhatîkirina prensîbên wekhevî û azadîyê ye. Da ku ev yek pêk were, divê gel ê ku Rousseau navê desthiladar lê dike, daxwaza giştî dîyar bike, ango divê gel biryara kolektîf ku hilbijartina mentiqî ya her ferdî îfade dike, dîyar bike: Newekhevîyên şexsî tên çareser kirin, bi saya mentiqê ku dike her ferd ji berjêwendîyên xwe wêdetir li piştgirîya berjewendîyan bifikire. Serîtewandina li hemberî hiquqê, ku îfadeya daxwaza giştî ye, parêzerê wekhevî û azadîyê ye, dibe azadî bi xwe. Divê ev serîtewandin bike ku "her endamê bihevrebûna civakê ji tevahîya heqên xwe yên li ser komê sil bibe", ev şertê bivênevê yê daîmîbûna wê ye. Her ferd li pêşberî hiqûqê û bi saya hiqûqê wekhev e. Tevahîya maneya Komarê di vê yekê de ye…

Bê guman ev fikir, meriv herçiqasî bi tenê konseptên wê yên bingehîn li ber çavan bigire jî, radîkal e: Ji hêbûna mafên xwezayî, ji nirxa gerdûnî ya mentiqê û ji prensîpa desthilatdarîya gel kêmtir tu tiştî qebûl nake, naxwaze. Her mijar girêdayî yekê din e. Îdîakirina hebûna mafên xwezayî yên ku di Sedsala Ronahîyê de timî behsa wan dihat kirin, berî her tiştî tê maneya prensîba yekîtîya mirovatîyê, tê maneya terîfkirina mirovî weke ji destpêkê ve azad, "ji ber ku di xwezayê de otorîteya tu mirovî li ser mirovekî din tuneye, û ji ber ku hêz tu mafî nade tu kesî". Ev yek tê maneya ku mafê parastina vî mafî yê her ferdî heye. Nijadeke koleyan û nijadeke efendîyan tuneye…Bingeha vê yekîtîyê mentiq e, kapasiteya fêmkirinê ya herkesî heye, li gor Rousseau ev yek xisleta mirovatîyê ye û armanca perwerdeyê jî bipêşketina ber bi mirovatîyê ve ye.

"Guhertina ji rewşa xwezayî ber bi rewşa medenî ve guhertineke gelekî mezin di mirovî de pêk tîne, ew di helwêsta xwe de edaletê li şûna ajoyê bi kar tîne".

Bi tenê Komar dikare şertên ji bo wekhevîya siyasî hewce, bi saya azadîya sîvîl biafirîne, lewra ew tenê destûrê dide ku her ferd bibe welatîyek û bikaribe daxwaza xwe li gor Başîya Kolektîf îfade bike.

Mirov van konseptan nas bike jî, ew dîsa mijarên nîqaşan in. Li alîyekî maneya wan ew e ku jîyaneke xwezayî ji alîyê xwedê ve afirandî tuneye, û li alîyê din jî ku mejîyê gel, ango daxwaza giştî, bê guman rohnî û bipêşketî ye. Danezanên Mafên Merivan yên salên 1789 û 1793yê ku dibêjin"mafên merivî yên xwezayî, pîroz û nikarin werin tunekirin hene", vê yekê qebûl dikin, tevî ku ev mijar piştre heta bi sala 1946ê wê bihata ji bîr kirin jî…Xweşbînî, xeyalperestî, populîzm, ev in nîqaşên ku weke ku li dijî konsepta Rousseau xuya dikin: Gelo mentiq e ya ku merivan bi rê ve dibe, gelo ya rastî ev e ku meriv bi hîsan tevdigere, nexasim jî heke ya tevdigere girseyek be? "Azadî nikare bibe encama merivên ku li gor ajoyên xwe tevdigerin, ev ajo timî merivî heps dikin, ev qanûneke ku neguherbar a hebûna daîmî a tiştan e". Edmund Burke siyasetvanekî îrlandî, katolîkekî pir bi bawerî û nivîskarekî baş bû. Ji 1791ê û vir ve ew di pirtûkên xwe yên bi navê Ponijînên li ser Şoreşa Fransî (2011) û hinekî piştre bi Peyam ji Endamekî Meclisa Neteweyî (2012) de vê pirsê li ser tevlîhevbûna maneya peyvên Gel, Mentiq, Azadîyê rave dike. Ev tevlihevî sedema fêmkirinên cuda yên fikra Rousseau ye ku serdema Terorê wê ew temsîl bikira. "Daxwaza giştî" xwedî hêzeke çawa ye?

Li gor Rousseau, wextê gelê desthilatdar xwe îfade dike, sazîyên ku wî ew wezîfedar kiribûn mecbûr in vê daxwaza giştî bi cîh bînin, lewra ew ji bo başîya hemûyan tevdigere. Yanî bi gotinên Robespierre di axaftina xwe ya Conventionê ya sala 1794ê gotî, li vir "despotîzmeke azadîyê" heye ku di xizmeta projeke xwexilaskirinê de ye. Gelo wê desthilatdarîya gel a mutleq jixwe bivênevê rê li ber "totalîtarîzmeke çepê" vekira? Bê guman ev ê bibûya mijara teza François Furet ku weke hinên din jî di pirtûka xwe ya bi navê Li Şoreşa Fransî Fikirîn (1978) de têgihiştina hêsankirî ya analîza jakobîn ku di berhema Rousseau de pevçûneke di navbera "yên adil" li dijî "yên xirab" de dibînin, rexne dike. Li gor xwendina bi vî rengi ya berhema Rousseau, ev pevçûn dibe sedema bicîhkirina dîktatorîya Ya Baş, û dike ku "Vulgate Lenîno-populîst" [pirtûka pîroz a îdeolojîya Lenîn, nota wergêr) û "dîktatorîya wî ya proleteryayê" pêk werin. Meriv dikare bi awayekî hê radîkaltir îdîa bike ku Danezana Mafên Merivan bi xwe, ku xwe dispêre binpênekirina prensîpa desthilatdarîya gel, sedema nabe were înkarkirin ya dîktatorîyê ye. "Têkoşîn mafê gelan e…da ku ev amûrên monopolkirina demokrasî û desthilatdarîyê di destê meclisên parlementoyê», Pirtûka kesk wisa nivîsîye, ew di heman demê de binxêz dike ku sîstema partîyan bi tenê "karîkatureke demokrasîyê ne, ya ku naveroka wê ezezî ye".

Gelo ev tê maneya

her tiştê qewimî

"gunehê Rousseau" bû? 

"Demokrasî bi tenê ji bo gelê xwedayan hilbijartî dikare bibe"

: Ev îfade ne tiştekî bêqîmet e. Peymana Civakî şertên komareke bêqûsur terîf dike, ya ku nikare di rastîyê de pêk were, di îhtîmala herî baş de jî ne mimkin e pêk were û ev îhtîmala herî baş jî ew e ku welatî perwerdekirî û mejîyên wan rohnîkirî bin. Bê guman di pratîka dîroka hevpar de, ev yek alozî û tevlihevîyan pêk tîne di navbera gerdûnîbûna mentiq, ku bi xwe rê li ber wekhevîyê vedike û "daxwaza giştî" ku faktoreke baş a wekhevparêzîyê ye, di navbera "milkê hevpar" yê xeyalî û pêdivîyên şexsî, hwd. Ya ku divê meriv wê bixe ber lêpirsînê alozîyên demokrasîyê bi xwe ne, yên ku di pratîkê de tên serê me û şideta veşartî ku demokrasî perdeyekê dikşîne ser. Heta bibin xweda, welatî fikrên xwe bi tenê nasipêrin mentiq, lê wan dispêrin mentiqên xwe… "Daxwaza giştî" nikare ji analîzeke pevçûnên di nav wê de diqewimin, bibuhure. Meriv çareserîya avangardeke rohnîker hilbijêre, yan jî girseyeke ku hêdî hêdî bi perwerdeyê tê rohnî kirin hilbijêre, ev projeya azadkirina merivan xwe dispêre bawerîyeke xurt bi mimkinbûna bêqusûrbûna me: Vê têgeha nû ya ku fîlozofên sedsala 18emîn ew afirandin, teqezbûnekê terîf dike ku mimkin e hingê li gor wê demê kêmtir bawerî pê dihat anîn.

 

(1) Marcel Déat, http://rousseaustudies.free.fr

(2) A. Badiou Piştgirtîya Kmerên Sor û ya şoreşa çandî kir. Herwiha binêre li nivîsa bi navê "Kampuchéa vaincra !" / "Kampuchéa Wê bi ser Bikeve!" (Le Monde, 17ê çileyê 1979ê), ya ku tê de ji ber ku kuştinên Kmerên Sor hatin eşkere kirin, ew "kampanyayeke li dijî kamboçîyan hatî meşandin" tê şermezar kirin.

(3) Jean-Jacques Rousseau, Du Contrat social (Peymana Civakî), Flammarion (GF), Parîs, 2011.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya