Şorişa Misirê di bin sîya eskerîyê de

Translator

Helbet meriv dikare şaş û metel bimîne ku çavkanîyeka eskerî piştrast bike ku çardeh milyon misirî (hejmareka ku diçe heta bi sih û sê milyonan) 30ê hezîrana 2013an daketine kolanan û artêşê wêneyên ji balefirên wê hatî kişandin gihandin ber destê sazîyên çapemenîyê da ku van gotinan piştrast bike. (1) Bêguman meriv dikare pirsan ji xwe bike dema ku berpirsîyarên wezareta karê hundir xwepêşandanên herî mezin ên dîroka Misirê silav bikin. Helbet em dikarin gumanbar bin di biwara panzdeh heta bîst û du milyon îmzeyan de ku tevgera Temerudê (Serhildan) ji bo îstîfakirina serokdewlet Muhamed Mursî kom kirin û heta bibişirin dema ku "fîlosofekî misirî" misoger dike ku ev îmze "ji alîyê Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn ve ji nû ve hatine hejmartin ".(2)

 

Ev bêqîmet e. Ji bilî van mubalexe û nepixandinan, li welêt 30ê hezîranê ji kanûna paşîn û sibata 2011an ve seferberîya herî mezin û xurt pêk hat. Bi awayekî girseyî misirîyan xwest daxwazên xwe yên rûmet, azadî û edaleta civatî bi bîr bixin. Wan xwest îşaret bi reda xwe ya wê sîyasetê bikin ku Mursî û rêxistina ku ew nûnerîya wê dike ango Birayên Misilman bi rê ve dibin. Rêxistina Birayên Misilman ku sala 1928an hat damezrandin di sedsala 20an a dikelîya re derbas bû. Zordarîyê, girtinan û êşkenceyê mohra xwe li dîroka rêxistinê xistîye. Dîsan jî her cara ku derfeta wê çêbû, rêxistinê di hilbijartinan de serketinên girîng bi dest anîn, çi di dema hilbijartinên giştî çi jî di dema hilbijartinên pîşeyî (mihendis, doktor, parêzer û hwd.) de. Bi deh salan slogana wê "Îslam Çareserî ye" bû, tevna wê ya piştgirîyê û fedakarîya otantîk a milîtanên wê ruhek didayê. Û di yekem hilbijartinên giştî yên azad de (dawîya sala 2011an û destpêka sala 2012an) piranî bi dest xist, di vê hilbijartinê de tevlîbûna misirîyan berê nehatibû dîtin, sih milyon misirîyan dengên xwe bi kar anîn. Ji bilî sîsika hişk a sempatîzanan, gelek hilbijêran xwest şansekê bidin rêxistina ku Hesen El-Benna damezrandî.

 

"Me her tişt ceriband. Me melik ceriband, nebû. Piştre me sosyalîzm ceriband bi [Cemal Abdul] Nasir û heta sosyalîzma herî dijwar, bi ser de jî paşayên artêşê û yên rêxistina îstîxbaratê hebûn. Piştre me navend ceriband û di pey wê re kapîtalîzm. (…) û nabe. Em niha dikarin Birayên Misilman biceribînin, binêrin ka dibe yan na. Bi her halî tu tiştê em ji dest bidin nîne." Xalid El-Xemîsî ev şiroveya ajovanekî taksîyê di behseka xwe ya bi heraret de, ya di biwara êş û azarên xwe yên ji ber xetimîna rêyên Qahîreya berîya şorişê de nivîsî. (3) Di bihara 2013an de ev rojnamevanê ku ajovan bawerîyê pê tîne, tiştekî din bihîst: Birayên Misilman "ew jî nabin". Ya ku zordarîyê bi ser nexist, du sal û nîvên jîyana dewletî,  gelemperî û yên nîqaşeka pirdeng, eşkeretir û gelek caran polemîk bi ser xist: Birayên Misilman li ber rohnîyê û nîqaşa fikrên cihê bi awayekî hişk berepaş çûn û lawaz bûn.

 

Ji gelek mehan û vir ve encamên hilbijartinan xwe bi caran didin erêkirin. Di dema dewra yekem a hilbijartinên serokdewletîyê yên gulana 2012an de Mursî bi tenê ji çar paran yekê dengan bi dest anîbû û di dewra duyem de jî piranî bi dest xist bi tenê ji ber ku hin hilbijêran nedixwest dengê xwe bidin reqîbê wî general Ehmed Şefîq ku namzedê kevne rejîmê bû. Çend mehên rewşeka nisbî bêhnfirehîyê destûr da serokdewlet ku tebaxa 2012an bi hêsanî xwe ji Konseya Bilind a Hêzên Çekdar (KBHÇ) xelas bike, KBHÇ berpirsîyar e ji dema derbasbûnê ya felaketwarî ya piştî hilweşîna rejîma Husnî Mubarek û ji tepisandina bi şidet a xwepêşandaneka pasîfîk a piştgirîya bi kiptîyan re ya çirîya pêşîn a 2011an. (4) Lê belê di encamê de wê populerbûna "reîs" û rêxistina wî kêm bibûya. Û encama di hilbijartinên xwendekaran ên li zanîngehan de encama wan bi dest xistî jî berepaş çû, herweha di hilbijartinên sendîkayên rojnamevan û dermanfiroşan de jî.

Ji bo vê bibinketinê gelek rêyên ravekirinê hene, lê belê ne hemû berpirsîyarîya Birayên Misilman eşkere dikin. Lê belê ji rêxistinê nehat ku xwe li gorî rewşa nû ya sîyaseta pirdeng eyar bike, ji çanda xwe ya neqanûnîbûnê derkeve, veguhere partîyeka sîyasî û hevgirtinan pêk bîne. Bêguman wê Partîya Azadî û Edaletê (PAE) (5) damezrand, lê belê ev partî bi tevahî di bin hikmê birêveberîya Birayên Misilman de ma. Kadroyekî Partîya Sosyal-Demokrat behsa hevdîtinên xwe yên bi PAE re dike, ev kes ji me re dibêje, divîyabû ew her serê saetekê navberê bidin hevdîtinan da ku ev nûnerên PAEyê karibin bi Birayên Misilman bişêwirin. Di salên 1990î de Birayên Misilman ketin nav modernbûneka ku qebûla fikra demokrasîyê û hikimranîya gel mohra xwe lêdixin. Piştî tepisandina di pey serketina wan a di hilbijartinên giştî yên sala 2005an de ew dîsa li xwe vegerîyan. Di kongreya 2009an de baskê herî mihafezekar ê ku karsaz Xeyrat El-Şatir wê bi rê ve dibe, pozîsyona xwe xurt kir û hêmanên herî nerm yên wekî Abdel Muneîm Abul Futûh jî tesfîye kirin.

Ya ku misirî bizdandî vebirî, ne çalakgerîya wan a dînî yan jî daxwaza wan a pêkanîna şerîetê ye: bîlançoya wan a di vî warî de têra xwe qels e, ji xwe partîya selefî El-Nûr jî wan bi vê yekê gunehbar dike. Ya rastî jênehatîbûna wan û bêkêrîya wan a di pêkanîna reforman de gelek kes metel hiştin. Rêxistina mihafezekar ango Birayên Misilman dest nedan nîzama heyî û ji wan nehat hevgirtinan çêkin, wan hevgirtinên ku wê destûr bidana veguhertina sazîya dewletê – artêş, polîs yan jî hêza dadgerîyê – ya ku para bêhtir dilsozê kevne-rejîmê ma.

 

Beramber tevgera civatî û sendîkayan helwêsta wan kevne-rejîm bi bîra merivan xist. Kovara amerîkî Merip weha dinivîse: "Li parlamentoyê Birayên Misilman pêşnûma-qanûneka li ser kar a ku mafê avakirina sendîkayên serbixwe bi rêya hilbijartinên azad misoger dikir, red kir. Wan pêşnîyaz kir ku grev werin birêkûpêkkirin û li alîyê karsazan cihê xwe girtin di dema grevên bêserûber ên ku piştî ji desthilatdarîyê dûrxistina Mubarek dewam kirin. Destpêka havînî Misir vegerîya ser lîsteya reş a Rêxistina Navneteweyî ya Kar [ILO] ji ber ku wê peymanên wê mohrkirî binpê kirin. (…) Hikûmeta Mursî guhê xwe neda biryarên dadgehê yên ku ferz dikirin careka din li gelek arizîkirinên şirketên dewletê binêre, yên ku di serdema Mubarek de wekî dîyarîyan hatin belavkiri n. (6) 

 

Serokdewlet Mursî yê tecrîdbûyî, bi daxuyanîyeka destûrî ya ku hêzên mitleq didan wî ya çirîya paşîna 2012an bi xwe re kete nakokîyê. Jê nehat ku vê yekê di pratîkê de pêk bîne, li ser vê milîsên xwe seferber kirin û hewl da zilamên xwe [di nava dewletê de] bi cih bike, vê jî kir ku navê "birayê misilman kirina" dewletê bi paş were xistin – ev gunehbarîyeka pir di cih de nîne, lewre piranîya sazî û dezgehên dewletê ne di bin hikmê serokdewletî de ne. Lê belê wê safdilî be meriv bifikire ku serhildan bi tenê encama redkirinê bû. Birayên Misilman bi kampanyayeka bêîstîqrarkirinê ya kevne-rejîmê re rû bi rû man: fesixkirina parlamentoya hilbijartî, reda polîs a misogerkirina ewlekarîya nîzama dewletê û parastina lokalên wê (ne ku ji xwe re li hev hat ku erka wezîrê karê hundir piştî 30ê hezîranê ji nû ve hate piştrastkirin), li dadgehan beraetkirina berpirsîyarên serdema Mubarek. Dema ku gulana 2013an Rojnamevanên Sînornenas hikûmeta misirî li lîsteya "dirindeyên" azadîya çapemenîyê (ev sifet tu caran ji bo rejîma Mubarek nehatibû bikaranîn) bi cih kir, li gorî malpera bi navê The Arabist (30ê hezîranê) "makîneyeka bêrehm a şeytanîkirinê ya medyatîk û ji rewabûnê şuştina birêveberîya Mursî li kar bû, pir ji şaşîyên Mursî bi xwe berpirsîyarê wan û wêde. Kî li CBC, ONTV, Al-Qahira wal-Nas û kanalên din ên satelîtî temaşe bike, yan jî rojnameyên hîsterîk ên wekî Al-Destour, Al-Watan yan jî Al-Tahrirê (û her diçe bêhtir, Al-Masri Al-Yewm) bixwîne rastî propagandayeka dij-Mursî ya misêwa tê". Mixalefeta li dora Bereya Silametîya Neteweyî (BSN) kombûyî tevlî vê kampanyayê bû û qet dudilî nebû ku bi kevne-rejîmê re bibe xwedîyê heman dozê. Çawa ku Esam El-Emîn êvara 30ê hezîranê îşaret pê kir "di şerê îdeolojîk ê di navbera kevne-hevkarên şorişger de ji fûlfûlan ["berîya vê" wekî partîzanên kevne-rejîmê hatibûn binavkirin] hat ku xwe ji nû ve ava bikin û bibin aktorên mezin li alîyê komên laîk li dijî Birayên Misilman û îslamîstan. Hîna nû berîya demeka kurt [Muhemed] El-Baradey da zanîn ku ew amade ye derîyê partîya xwe li tevahîya hêmanên Partîya Neteweyî Demokratîk a Mubarek veke, tevî ku Hemdîn Sebbahî [namzedê bibinketî yê hilbijartinên serokdewletîyê yê bûyî sêyem, ew îdîa dike nasirî ye] îdîa kir ku şerê li dijî fûlfûlan êdî talî ye, dijminê sereke êdî Birayên Misilman û hevgirên wan ên îslamîst in.(7) Weha dîyar e ku heyranîya Sebbahî ji bo artêşê û Nasir rê li ber vê guherîna fikr a ku pir ecêb e vekirin: di dema hilbijartinên giştî de partîya wî hevgirê Birayên Misilman bû.

 

Ji klîşeya ciwanên nebirêxistinkirî yên ku "dîktatorîyeka îslamîst" hildiweşînin û wêde wêneyekî kêmtir zelal û rohnî heye. Yek ji damezrênerên Temerudê, Mahmûd Bedr dikare pesnê xwe pê bide – gelo safdilî yan ehmeqî ye? – ku fermandarê giştî yê artêşê di dema hevdîtina wan a pêşî de bejna xwe li ber hişyarkirina wî tewandîye: "ez ji we re dibêjim, hûn fermandarê giştî yên hêzên çekdarî ne, lê belê gelê Misirê jî fermandarê we yê giştî ye û ew fermanê dide we ku hûn tavilê di nav refên wî de cihê xwe bigirin û doza hilbijartinên pêşwext bikin." (8) Ya ji vê realîsttir ev e, milîtaneka tevgerê rave dike ku ew ji tevgerê veqetîyaye dema ku fîgurên nû yên wê ew nas dikirin dîtin "yên ji fûlfûlan yan jî yên ku kirinên Ewlekarîya Dewletê rewa dikirin". Hezar û yek nîşane hene ku piştrast dikin ku ev tevger ji mêj ve ji alîyê artêşê ve bi garantîyên ji Erebistana Siûdî û Mîrîtîyên Yekbûyî yên Ereb, Ewlekarîya dewletê û fûlfûl hatîye amadekirin. Milyarderê bi navê Naguib Sawiris ê girêdayî kevne-rejîmê lê mikur hat ku wî milîtanên Temerudê fînanse kirine bêyî ku ew pê zanibin û bi dilê wan be, tevî ku kevne-alîkara serokê Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn Tehanî Cebalî rave dike ka wê çawa alîkarî bi wan re kir da ku stratejîyeka bike ku artêş dest werde rewşê, çêkin. (9) Vê Cebalî yê bi xwe piştî hilweşîna rejîma Mubarek a ku ew stûneka wê bû, dabû zanîn ku merivên xwedî dîplome divê di hilbijartinan de xwedîyê bêhtir dengan bin li gorî yên din. (10) Û wekî ku mucîzeyek qewimîbe piştî daxistina Mursî, kêmpeydabûna nexasim jî benzînê bi dawî bû û polîs vegerîyan kolanan. 

 

Lê belê em dikarin gumanan jê bikin ka bi rastî ew dê jinan biparêzin: 3yê tîrmehê roja ji desthilatdarîyê xistina Mursî, sed heb êriş û tacîzên cinsî û destavêtin pêk hatin li meydana Tehrîrê. (11) Û ma ne general Abdel Fetah Sîsî zilamê nû yê xurt ê rejîmê bû yê ku "testa keçbûnê" wê demê bi destê artêşê li ser xwepêşandêran pêk dianî bi qudsîbûneka xapînok? Ji desthilatdarîyê dûrxistina Mursî pirdengîya çapemenîyê li Misirê zêde nekir. Berevajî: nîv dozîneyek kanalên televizyonê hatin qedexekirin, rojnamevan hatin girtin, gilî ji çapemenîya bîyanî bi heman rengê ku çapemenîya fermî ya serdema Mubarek dikir, tê kirin. Dewama wezareteka agahdarîyê bi xwe, ne nîşana tiştekî baş û xêrê ye. Tevî ku çapemenîya dewletê red dike ku xwepêşandanên Birayên Misilman biweşîne – ên ku bi sedahezar kesî dicivîn – hema hema tevahîya rojnamevanan serê xwe ditewînin li ber axaftina fermî, ya ku xwedî dengekî neteweperest-şoven e. Gef û zext ji Birayên Misilman û wêde li her kesê ku xeta fermî rexne dikin, tên kirin. Bi herhalî divê dîyarkirina pozîsyonê ya xweşik û wêrek a komedyenê navdar Basim Yûsif were xwendin; ew eşkere dijminê Birayên Misilman e, ew gilî û gazinan dike ji merivbûnê derxistina tevahîya beşên civatê. (12)

 

Bûyereka bi tevahî li gorî teorîyê: sergirtina çalakîya rûniştinê ya Birayên Misilman 8ê tîrmeha 2013an li pêşîya mihafizên komarê organîze kirî, li cihê ku herî kêm pêncî meriv hatin kuştin. Berdevkê artêşê yê ku pirsa li ser bikaranîna hêza gelekî zêde jê hat kirin bêyî bikene (yan jî bi kelogirî) ev îdîa kir: "kîjan ‘bikaranîna gelekî zêde’ ya hêzê? Heke me sê sed meriv bikuştana ev dê gelekî zêde bûya." Malpera bi îngilîzî Madamasr yek ji wan malperên kêm e ku bi propagandayê reş nebûye, şahidîyên ji bo artêşê giran, dîmenên vîdeogirekî ji bo kanaleka mixalefetê kar dike weşandin, ev dîmen nîşan didin ka esker çawa guleyan direşînin [li ser xelkê] bêyî ku sedemek hebe. Vîdeoya wî "li benda pozîsyona fermî ya artêşê" bi lez ji malperê hat vekişandin. Gotareka ku rojnameya El-Şûrûk weşandî dide zanîn ku gelek şênîyên taxê gotine pêşî artêşê gule reşandine û piştre gule li wê jî hatine reşandin. (13)

 

Tevahîya hêzan êdî di destê endamê Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn, Adlî Mansûr de ne, wî çil û heşt saetan serokatîya vê dadgehê kiribû. Zilamê ku karîyera wî girêdayî kevne-rejîmê û Erebistana Siûdî devera ku ew deh salan lê xebitîye "nexşeyeka rê" derxist, danezaneka destûrî ya ku tevahîya hêzên birêveber û qanûnçêker dide wî û texmîn dike ku di nava şeş mehan de dê hilbijartin pêk werin. (14) Hin xalên heyî yên destûra bingehîn a kevin ku mixalefet li dijî wan e, hatin betalkirin: rola şêwirmend a zanîngeha îslamî  El-Ezherê di kamilkirina qanûnan de, astengkirina pirrengîya sendîkayî û hwd. Lê belê artêş ji tevahîya kontrola sivîl parastî dimîne. Bi awayekî balkêş di warê dînî de awayê nû yê destûrê berepaş diçe lewre "prensîpên şerîetê" dîsan "çavkanîya sereke ya qanûnçêkerîyê" dimînin, lê vê carê kite bi kite îşaret pê tê kirin ku divê ew li gorî rêûresma sûnî bin. Vê metnê kir kuBSN bikeve nava rewşeka li xwe heyirî bimîne, wê ev metn şermezar kir û piştre jî gotina xwe paşve girt. Temerud bi xwe kampanyayekê ji bo qedexekirina Birayên Misilman û selefîyan bi rê ve dibe – yên ku, heke meriv rêjeya herî kêm qebûl bike, ji sê paran pareka nifûsê pêk tînin!

 

Hikûmeta nû rola kilît a general Sîsî piştrast kir, yê ku wekî alîkarê serokwezîr hatî destnîşankirin û erka wezîrtîya bergirîyê jî dewam dike. Di navê de di warê aborî de yên serdest partîzanên lîberalîzmê û gelek fîgurên kevne-rejîmê hene. Wekî wezîrê kar wezîfedarkirina birêveberekî sendîkayeka serbixwe yekane nûçeya baş e. Demeka dirêj raya giştî ji xwe dipirsî ka gelo dema carekê Birayên Misilman bên hilbijartin wê "veger jê hebe yan na". Pirsa ku êdî tê pirsîn ew e, ka gelo piştî ku serokdewletê hatî hilbijartin ji desthilatdarîyê hat xistin, li Misirê wê careka din hilbijartinên pirreng û pirdeng pêk werin yan na. Tevî ku di navê de El-Baradey jî hin berpirsîyar îşaret bi pêdivîya di nava sîstemê de cihdana Birayên Misilman jî dikin, ew bêdeng dimînin li hemberî zilma ku ewlekarîya dewletê û artêş bi rê ve dibin bi tevahîya rêbazên derî qanûnan li dijî wan milîtanên ku çapemenîyê navê "terorîst" li wan kirîye û miameleya bi vî rengî jî bi wan re tê kirin. 

 

Ma nexwe wekî din meriv çawa lêpirsînekê bide destpêkirin li ser fîrara Mursî û gelek birêveberên Birayên Misilman ji girtîgeha Wadî El-Natrûn di dema serhildana kanûna paşîn-sibata 2011an de? Bi mehan e ku çapemenîya ku mixaberat (rêxistina îstîxbaratê) agahî û nûçeyan digihînîyê "rohnîkirinên" li ser vê bûyerê zêde kirin, heta welê didin nîşan ku Hamas, Hizbullah û El-Qaîdeyê destek dabe Birayên Misilman – vê jî kampanyayeka dijwar a dij-filistînî û şoven da destpêkirin. (15) Gelo kengî, ji ber ku kanûna paşîn û sibata 2011an doza hilweşandina rejîma Mubarek kirin, wê milîtan werin gunehbarkirin?

 

Gelo mesele ew e ku zorê li Birayên Misilman bikin – heta wan provoke bikin - da ku şidetê bi kar bînin û pêre bi navê "şerê li dijî terorîzmê" jî rewşa awarte ragihînin? Bêîstîqrarîya li Sînayê ku ne bi Mursî re destpêkirî gelo wê ji bo vê yekê wekî bahane were bikaranîn? Ya ku divê were kirin ew e ku îslamî û Birayên Misilman yên ku divê dersan ji şaşîyên xwe bigirin û neqanûnîbûnê li pişt xwe bihêlin jî di navê de, meriv tevahîya hêzan bikişîne nava lîstika sîyasî. Artêş û hevgirên wê derî li wan digirin û bi vê jî wan bi alîyê berevajî ve daf didin, ber bi alîyê rêya tundrew a ku tehlûke heye berdêla wê gelekî giran be ji bo Misirê.

 

 

(1) Li ser van texmînan herweha binêre Ruth Alexander, "Counting crowds: Was Egypt’s uprising the biggest ever? / Hejmartina girseyan: gelo serhildana Misirê ya herî mezin bû?", BBC News Magazine, London, 16ê tîrmeha 2013an.

 

(2) Ayyam Sureau, Le Figaro, Parîs, 30ê hezîrana 2013an.

 

(3) Khaled Al-Khamissi, Taxi, Actes Sud, Parîs, 2009.

(4) Gotara li jêr bixwîne: "Egypte, de la dictature militaire à la dictature religieuse ? / Misir, ji dîktatorîya eskerî ber bi dîktatorîya dînî ve?", Le Monde diplomatique, çirîya paşîna 2012an.

(5) Gotara li jêr bixwîne: Gilbert Achcar, "Les Frères musulmans pour une ‘transition dans l’ordre’ / Birayên Misilman alîgirên ‘demeka derbasbûnê ya di nava nîzamê’ de ne", Le Monde diplomatique, adara 2011an.

(6) "Egypt in Year Three / Misir di sala sisîyan de", Merip, Washington, DC, 10ê tîrmeha 2013an.

(7) Esam Al-Amin, "Egypt’s fateful day / Roja [dîyarkirina] çarenûsa Misirê", 26ê hezîrana 2013an, www.counterpunch.org

(8) Reuters, 7ê tîrmeha 2013an.

(9) Ben Hubbard û David D. Kirkpatrick, "Sudden improvements in Egypt suggest a campaign to undermine Morsi / Bûyerên bi carekê yên li Mis

irê îşaret bi kampanyayeka ji bo têkbirina Mursî dikin", The New York Times, 10ê tîrmeha 2013an. Herweha binêreClaire Talon, "Un coup préparé à l’avance par les militaires ? / Derbeka ji berê ve ji alîyê artêşê ve amadekirî", Le Monde, 7-8ê tîrmeha 2013an.

 

(10) Gotara li jêr bixwîne "Peur de la démocratie / Tirsa ji demokrasîyê ", Le Monde diplomatique, tîrmeha 2011an.

 

(11) Bide ber hevpeyvîna bi Aaalam Al-Wassef di France-Inter de, 4ê tîrmeha 2013an, www.franceinter.fr

 

(12) Bassem Youssef, "Alas, nobody lives here anymore / Sed mixabin êdî kes li vir najî", 17ê tîrmeha 2013an, www.tahrirsquared.com

 

(13) Ali Abdel Mohsen, "The killing of islamist protesters : State censorship or self-censorship? / Kuştina xwepêşandêrên îslamîst: sansura dewletê yan xwe sansurkirin?", 9ê tîrmeha 2013an, http://madamasr.com

 

(14) Bide ber "In the interim / Di dema derbasbûnê de", 12ê tîrmeha 2013an, http://madamasr.com

 

(15) Bide ber Dina Ezzat, "Wild rumours of Hamas interference in Egypt find audience / Li gotegotên bêserûber ên der barê destwerdana Hamasê ku li Misirê tê guhdarîkirin", Ahram Online, 12ê gulana 2013an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê