Stranên afrîkîyên serbixwe

Translator

«Mîrza ez jiyaneke xweṣ jiyam Dema pîroz a kolonîyan Ji min re digot Serokê Mezin ê ṣervanan Dema serketinên AOFê.» (1)

Bi guhdarîkirina Michel «Bwana» Sardou, (2) rojên xweş û geş ên berê yên dema Komara IVemîn, ku çi bigire weke bihuştê bûn, tên bîra min. Li wî alîyê din ê Deryaya Spî, dengê zengila dêrê bi awayekî din dihat. Di pey tecrûbeya Konferansa Brazzavilleyê re ku di 1944ê de pêk hat, tevgera rizgarîxwaz a welatên afrîkî, piştî ku şanzdeh welatên afrîkî azadîya xwe bi dest xistin, di 1960ê de gihîşte zîrveya xwe. Piştî pêncî salan jî, Fransaya ku tu caran îtiraf bi merasîmên bîranînê nedikir, her derê li ser parzemîna heqaretlêkirî û bi pey re, rizgarkirî, dîsk çêkirin.

Bîst salên piştî serxwebûnan, nîşan da, cûreyeke muzîkê ya ku hîn jî pê têkoşîna derxistina hemî gencîneyên veşartî dihate dayîn, beṣek di bin xerabeyên malên dîskan de ma ku ew jî wê demê bê pêjn winda bûn çûn. Sembola wê demê, klasîka klasîkên panafrîkayî «Indépendance Cha Cha» [«Serxwebûn Cha Cha Cha»] ya Grand Kalle yê kongoyî, bi awayekî mantiqî kilîta sindoqa «Afrîkayên serbixwe» (3) vekir. Piṣtî dîskeke bi babet (Afrique engagée / Afrîka girêdayî), ev antolojî çar albuman li çar welatan pêṣkêṣ dike: Malî, Senegal, Gîne û Kongo. Hilbijartina wê, her carê dibe beşêbaş ê orkestrayên mezin, ên salên 1960 û 1970yê, ku pirî caran ji alîyê dewletê ve dihatin fînanse kirin û li hemberî vê wan jî polîtîkayên netewî yên nû li gor modela ji alî Ahmed Sekou Toure yê gîneyî ve hatiye pêş xistin, bi berhemên xwe yên herî nû dest pê dikirin û pîroz dikirin.

Ev yek her weha ji bo pênc cildên bi navê «Free Africa / Afrîkaya azad», (4) ku ji alîyê hosteyê heman berhemê ve pêk hatibû jî derbas dibe… Ev jî bê gûman hin wekhevîyan nîṣan dide û ji bo hîn bêhtir li ser rastîya paradoksî ya parzemînê bê girtin, kêm zêde bi serketina wan deman û welatan re, bi «Pata Pata» ya ṣên ku Miriam Makeba di 1962ê de afirandibû û «Saudade» ya xemgîn ya Bongayê angolayî piṣtî wê bi deh salan re tevlihev dibe. Herçend ku mirov bi awayekî nedîtî gelek ṣopên «swingin’ Addis-Abeba» tê de bibîne jî, piranîya xwe li ser derhênana Afrîkaya fransîaxêv konsantre dikir. Bi awayekî seyr, tu sernavê ku ṣadetîya potaya erjeng a Cezayirê, sembola ṣiddeta serkutkirina koloniyî bike, tuneye!

Li hemberî vê, «50 stranên herî xweṣ ên afrikî» (5), bi sernavekî pir xweser, bi xebateke ji dil û can li kataloga Universalê dikole, ku ne tenê Fela û Manu Dibango, lê her weha tayên Khaled «Didi» jî tê de bêne pêşkêş kirin…

Xebateke herî rêkûpêk dimîne –him ji alîyê naveroka tekstê ve him jî ji alîyê jêderên dengî yên cihê ve– ew jî bê şik «Africa, 50 Years Of Music/ Afrîka, 50 salên muzîkê» (6) ye. Ew jî ji bo bêhtirî du sed sernavan ji hijdeh dîskan ne kêmtir e! Komek, li şeş herêmên erdnîgarîyê (Afrîka başûr, navîn, portekîzîaxêv, Rojhilat, Rojava û Bakûr) parvekirî ye, ku cihêtîyên parzemînê û repertuaran hemêz dike. Bi vî awayî dê fersenda amatoran jî hebe ku, ji xeynî hunermendên bi navûdeng ên di antolojîyên berê de hatibûn danasîn, muzîsyenên welatên serdana wan kêm tê kirin jî nas bikin: yên wek «Sweet Mother», Kenyans Slim Ali û Hodi Boys ên wî, «Wind Of Change» a Jackson Kaujeua yê Namîbyayî, «L’Algérie mon beau pays» a Slimane Azem, û «Ghana Freedom» a Et Mensah ê pêşeng, ku serxwebûna 6ê adara 1957ê pîroz dike.

«Ev serborîyeke hêjayî dîtinê ye û muzîka afrîkî ewinde bi bandor dike ku bi yekdengî û pirdengî jî bê guhdarî kirin: serborîyeke dirêj û dewlemend ku bazar, guhastin, jêgirtin, haveynê wê yê her ku diçû ji alîyê mîrat û afirandinê ve mezin dibû, kêm dibe, li ṣopa xwe vedigere û xwe diavêje deryayeke nenas». Dîroknasê kongoyî Elikia M’Bokolo di teksta xwe ya pêṣkêṣîyê de weha ṣirove dike, «Muzîkên afrîkî, zimanê rêkûpêkbûnê». «Pirwateyî, lihevanîn, hevdemî» û «kevneṣopî»: mirov ji kîjan alîyî de lê binihêre, muzîka hevdem a afrîkî her weke cûre laboratuarekê ye».

(1) Afrîkaya rojava a fransî.

(2) Le Temps des colonies / Serdema mêhtingehan, muzîka Jacques Revaux, gotinên Michel Sardou (1976).

(3) "Afriques indépendantes. 1960-2010 : 50 ans d’indépendancemusicale / Afrîkayên serbixwe. 1960-2010: 50 salên serxwebûna muzîkî ", Cantos - Pias, 2010, 5 CD, 18,70 euros.

(4) "Free Africa", Le Son du maquis - Harmonia Mundi / "Afrîkaya Azad", dengê makiyan – Harmonia Mundi, 2010, 4 CD, 34,50 euros.

(5) "Les 50 plus belles chansons africaines / 50 stranên herî xweş ên afrîkî", Universal, 2010, 3 CD, 28 euros.

(6) "Africa, 50 years of music. 50 ans d’indépendances / Afrîka, 50 salên muzîkê. 50 salên serxwebûnan", Discograph - Wagram, 18 CD, 72,60 euros.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir