Stratejîyeke têkçûyî li dij Îranê

Translator

Heger şerek li dij Îranê rû bide, herkes dê wenda bike. Hin alî, dîyar e difikirin ku ew dikarin xwe ji bandorên demkurt ên kujer biparêzin û dibe ku ev yek rast be. Lê belê di dema dûr û dirêj de wê ji bo hemû cîhanê berdêlên mezin yên siyasî, aborî û stratejîk hebin û pêşî li wan girtin wê ne mumkin be.

Bawer im, dê gelek hindik kes li dij wê nihêrinê derkevin ku Îraneke bê çekên navokî baştir e ji Îraneke xwedîya çekên weha. Hetta Îran bi xwe jî. Ji bilî teftîşên tesîsên sereke yên nukleerî yên ji alîyên Rêxistina Navneteweyî ya Enerjîya Navokî (IAEA) û serokên wê bi awayekî rûtîn dibêjin ku xwedîbûn, hilberandin û bikaranîna çekên navokî bi Îslamê re bi hev nakin, Îran hîna jî endameke Peymana Pêşîlêgirtina Belavbûna Nukleerî (NPT) ye. Ji dema Şah û vir ve Îran li Rojhilatê Navîn herêmên bê çekên navokî pêşnîyar dike.

Gerînendeyên Rêxistina Neteweyî ya Îstîxbaratê ya Dewletên Yekgirtî dîyar dike ku Îranê biryara avakirina bombeyekê nedaye lê sedem hene ku mirov bawer bike ku biryareke weha derkeve holê. (1) Lê belê di dîroka navokî ya Îranê de qul hene û lihevnegirtin rê li pê nebawerbûnê vedikin. Û axaftinên provokatîf ên serekên şoreşa îslamî ya Îranê vê gumanbarîyê zêdetir dikin. Pirsgirêk ew e ka çi dê were kirin.

Pêkirin veguherîn şerekî

Ekoleke berfireh a hizran heye ku israr dike ku bi tenê zext û fişarê li ser Îranê dike ku wê ji bo guhertina helwêsta xwe îqna bike. Di vê rewşê de fişar di teşeya pêkirinên dualî û navneteweyî de meşîyan. Vê siyasetê di naverasta salên 1990ê de bi rêvebirîya Bill Clinton re dest pê kir ji alîyê hikûmetên George W. Bush û Barack Obama ve bi awayekî azwer hat şopandin. (2) Di destpêkê de, dewletên ewropî nexwest tê de cih bigirin, lê belê di van salên dawîyê de Fransa û Brîtanya bûn serokên cîhanê ku piştgirîya siyaseta tund a mueyîdeyan dikin.

Dema ku pêkirinan dest pê kir, Îran bi tenê xwedî bernameyeke seretayî ya navokî bû ku yek santrifujeke wê ya çalak jî tunebû. Îro, piştî 16 salên bi pêkirinên hişktir, IAEA radigihîne ku Îran xwedî bernameyeke pêşketî ya navokî ye û li du tesîsên mezin 8000 santrifujên wê yên çalak hene û di stokên wê de 5 ton uranyûma zexmkirî ya nizim heye. Ev yek siyaseteke şaş radixe ber çavan.

Wekî bersiv, pêkirin hatin hişktir kirin û gihîştin wê radeyê ku pêşî li firotina berhemên neftî yên Îranê bê girtin û bi vî awayî Îran ji zêdeyî 50 dersedê jêhatina xwe bêpar hat hiştin. Bloke kirina keştîgehên Îranê ya ji bo neftê tê wateya bizaveke şer. Pêkirinên bi vî rengî, ku divîyabû li hember şer bibûna alternatîvek, bi demê re gihîşt merheleyekê, ku veguherîn şerekî aborî yê berbiçav.

Heger fişara aborî weha berdewam bike, dê heta naverasta 2012ê şerê aborî bigihîje lûtkeya xwe û Dewletên Yekgirtî û Yekîtîya Ewropî bankayên îranî û nefta îranî hema hema bi giştî bi awayekî fermî boykot bikin. Tu kes nikare guman bike ka Îran dê bersiveke çawa bide vê êrişê, lê belê dijwar e ku mirov pê bawer bike îranî bi henûnî teslîm bibin, yan jî dest û lingên xwe girêdin û tiştekî nekin.

Stratejîya zextê ya li dij Îranê li ser wê bawerîya negotî bilind dibe ku Îran li dij wan dewletan, ku di destê xwe de şiva pêkirinan kil dike, zirareke cidî bide. Weha xuya dike ku heman fikir di nav wan kesên nenavkirî de jî serdest e, ku li dij Îranê bi kuştina zanyarên îranî, bi êrişên sîber ên wekî kurmevîrusa Stuxnet, bi hewla mudaxeleya ser çalakbûna santrifujên îranê, şerekî dimeşînin. (3) Niha jî hat piştrast kirin ku Dewletên Yekgirtî li ser Îranê firokeyeke bênav difirîne, ku herî kêm dudu ji wan hatin xistin û ya sêyemîn jî bi xisareke hindik hat desteser kirin. Hin îddîayên hêjayî bawer kirinê jî hene ku ji bo tevgerên cudaxwaz ên Belucistan, Xuzistan, Kurdistan û Azerbaycanê jî ji derve tên piştgirî kirin. Hat ragihandin ku Îsraîlê li Belucistanê hin sîxur girtine kar, ku xwe wekî endamên CIAyê didan nas kirin. (4)

Ev hemû bi çavekî kêfxweş tê dîtin û Îsraîl, Dewletên Yekgirtî û hin kapîtalîstên ewropî pê tatmîn dibin. Herçend bi awayekî perîyodîk tê îddîa kirin ku Îran li dij aştî û seqemgîrîya navneteweyî gefek e jî, siyaseta rojavayî li ser wê gumankirinê hatiye ava kirin ku Îran di rastîyê de nikare li dij pêkirinên aborî û xeterên veşartî yên ji bo ewlekarîya xwe bersivekê bide. Tu alîyên ku di vê stratejîya tund de cih digirin li hember tevgerên bi vî rengî yên li ser axa xwe musamaha nîşan nade. Îca, gelo bersiveke Îranê heye?

Îran gefeke mezin a leşkerî nîne, heta li dij cîranên xwe jî. Budçeya leşkerî ya Îranê ne bi tenê li hember budçeyên Dewletên Yekgirtî û NATOyê, lê herweha li hember lêçûnên Konseya Hevkarîyê ya Welatên Kendavê, ku tê de şeş cîranên wê yên ereb ên li Kendava Fars jî hene, gelek piçûk e. (5) Îran ji alîyê DY û hêzên NATOyê ve hatiye dorpêç kirin, ku tê de çendîn baregeh û hêzên deryayî jî hene. Îran pir baş pê dizanê ku ew di vî warî de qels e û hewlê dide ku ji rûbirûhatineke leşkerî dûr bimîne.

Di şûna wê de Îran perê xwe xist pergaleke berewavîyê ya zexm, lê nebuha, ku ji bo dagîrkerên potansîyel dê gelek buha be. Îranê herweha bi salan teknîkên asîmetrîk ên şer pêş xistin, ên wekî şerê gêrîla û komên botan li deryayê ku serê yên din li hev bixe û belbî keştîyên hêzên deryayî noqî avê bike. Îranê bataryayên mûşekên gerok jî ava kirin, ku basît in, lê belê dema ku li dij hedefê bi hejmareke zêde werin bi kar anîn, dikarin efektîv bibin.

Reqabeta di qada sîber de

Şerê sîber beşeke din a bisporîya Îranê ye. Li sîstemên mezin ên leşkerî cudatir, Înternet qadeke weha ye ku hemû yeksan in û Îranê ji zû de hostetîya xwe ya di vî warî de nîşan da. Îranê, piştî hilbijartinên protestokirî yên sala 2009ê bi şarezabûna xwe ya di warê Înternetê de nikarî gelê xwe bitepisîne. Ji gelek dewletên ereb cudatir, ku sala çûyî şahidîya xwepêşandanên girseyî kirin, Îranê rêjeyeke hilbijartî ya Înternetê asê kir da ku pê rê li bikaranîna Facebook, Twitter û SMSê bigire, bêyî ku zirarekê bide aborîya xwe. Îranê herweha karî bi awayekî serkeftî bikeve torên civakî û nav bikarhêneran da ku serekên potensîyel ên muxalefetê dîyar bike û gotin û bizavên wan bi kar anî ku wan bidarizîne.
Li Îranê gelek endazyarên ciwan ên jêhatî yên ITê hene ku di nav artêşeke sîber a nîv-veşartî de cih digirin. Heta îro, ev hêz bêhtir di warê pêkutîya nav welêt de dîyar bû. Lê belê, ew dikarin pir bi hêsanî wekî çekekî li dij neyarên Îranê jî werin bi kar anîn. Di van demên dawîyê de, hackerekî, ku dihat îddîa kirin ku suûdî ye, êriş bir ser bankeyeke îsraîlî; bi hezaran hesabên karta kredîyê yên îsraîlîyan hatin weşandin. Paşê êrişên din li dij borsaya qîmetên menkul û şirketa El Al Airlines pêk hatin. Gelo OxOmar (hacker) bi rastî jî suûdî bû? Gelo Îran jî dikare heman tiştî bike? Gelo mirov bi rastî jî dikare emîn bibe ka li ser Înternetê kî êriş dike, yan çima?

Şarezayên ewlekarîya Înternetê bi xemgînî pê dizanin ku hema hema hemû sîstemên nûjen, ku ji bendavan heta palûkeyan, ji îmhakirina zivilan heta şebekeya elektrîkê re mijûl dibin, bi kompîturê tên kontrol kirin û ev sîstem gelek caran dibin armanca êrişên li ser Înternetê. Herweha programên niyetxerab dikarin ji derve ve bixin nav sîstemê, wekî kurmevîrusa Stuxnet, ku li dij Îranê hatibû bi kar anîn. Jixwe wekî Stuxnet, gelek caran ne mumkin e ku were dîyar kirin ka êriş ji alîyê kê ve hatiye li dar xistin. Înternet bi tenê ji bo muxalîfên zîrek û azwer re vekirî nîne, lê belê li xwe şopa tilîyan jî dihêle.

Çekên komkujîyê yên Îranê

Çekê herî girîng ê Îranê, ne keştîyên wê yên bilez, yan jî artêşa wê ya sîber e, lê belê çekên nukleer in, ku belkî jî nînin. Çekên îmhakirina girseyî ya Îranê aborî ne, nemaze jî di warê buhayên neftê de. Û da ku vî çekî bi kar bîne, Îran ne hewce ye ku Tengava Hurmizê bigire.

Heger hemû pêkirinên navneteweyî bi awayekî serkeftî werin sepandin, wê heta naverasta 2012ê di rojê de dora 2 mîlyon varîlên nefta Îranê ji bazarê kêm bibe. Erebistana Suûdîyê dîyar kir ku da ku vê kêmbûnê bertaraf bike, ew dê bêhtir petrolê hiberîne û Dewletên Yekgirtî û yên din dikarin rezervên xwe yên stratejîk vekin da ku pêşî li lihevderneketinê bigirin. Jixwe niha berhemên Lîbyayê dîsa tên bazarê û ew jî dê bi kêr were. Gelek welat xwedî rezervên stratejîk in, ku dikare vê valahîyê dagire.

Lê belê Ewropa divê bi tenê serê rojê şûna 600.000 varîlan, ku ji Îranê tên, dagire. Piranîya wê jî li sê welatên ewropî tê bi kar anîn, ku xwedî aborîyeke hesas in: Yûnanistan, Îtalya û Îspanya. Îthala wan a ji Îranê îro bêhtir li ser peymanên pevguhertinê ne û peymanên dirêj ên erzan in, û dê zehmet be ku ev valahî bi heman buha û heman kalîteyê were dagirtin. Peymanên nû divê werin muzakere kirin, tedarîkvanên nû divê werin dîtin û zerengîya rafînerîyan divê ji nû de were eyar kirin.

Gelo ev pêvajoya derbasbûnê dê bê pirsgirêk bimeşe, bêyî ku di buhayê neftê de zêdebûneke berbiçav pêk were? Di destpêka meha çileyê de, dema ku Îranê û Dewletên Yekgirtî li ser Tengava Hurmizê gef li hev du xwarin, buhayê neftê bi zêdeyî 6 dersedan bilind bû û ji wê demê vir ve jî di wê asta bilind de ma. Ev yek, bêyî ku guleyek were teqandin û bêyî ku pêkirinên nû werin sepandin, pêk hatin. Wekî ku herkes pê dizane buhayên neftê bilind dibin û bandorê ne bi tenê li ser benzînê dikin, ku buhayên wê rasterast bi siyasetê re girêdayî ye, lê herweha hema hema li ser her tiştê din dikin ku tên hilberandin û kişandin.

Li senaryoya çend mehên pêşîya me bifikirin. Wekî ku cîhan hewlê dide ku şûna nefta Îranê dabigire û wekî ku Îran di nav zehmetîyê de ku derameda xwe ya neteweyî berdewam bike, buhayê neftê jî dê her bilindtir dibe. Heger li başûrê Iraqê li ser xetên lûleya neftê û binkeyên lêbarkirina neftê de çend teqîn pêk werin, ku berpirsîyarên wan nayên zanîn, hingê wê di rojê de yek mîlyon varîl neft ji bazarê kêm bibe. Di heman demê de, heger li rafînerîyên suûdî û kuweytî de arize derkevin û barkirina neftê ya li Mîrîtîyên Yekgirtî yên Ereb ji ber pirsgirêkên teknîkî asê bibin, ku ji ber kontrolkirina kompîturî yan sabotajê pêk werin, wê demê çendîn mîlyon varîlên neftê ji bo demekê ji bazarê radibin.

Ev hemû pirsgirêkên demborî ne ku dikarin werin çareser kirin, lê belê kes nikare guman bike ka buhayê neftê çiqas bilind bibe û çend wext weha bimîne, nemaze jî heger çendîn bûyerên negumankirî rû bidin û vê dîmenê tevlihevtir bikin. Bandorên wê yên li ser aborîya cîhanê dê gelek cidî bibin, nexasme di demeke weha de ku aborîya cîhanê hîna nû xwe ji Krîza Mezin rizgar dike.

Nirxandina lêçûn û jêhatan

Mebesta vê spekulasyona min bin-xêzkirina wê yekê ye ku pêkirinên ku 'fercî dikin' bi tenê li ser Îranê bandorê nakin, lê dibe ku li ser cîhanê bi giştî hin encamên giran bîne. Rîzîkoyeke weha dibe ku ji bo pêkanîna armanceke siyasî ya xurt û domdar hêja be.

Lê belê di vir de armanc çi ye? Heger mebest ew e ku Îran teslîm bibe û dawî li bernameya xwe ya zexmkirina uranyûmê bîne, her kesek ku bi kêmî ve Îranê nas dike, dikare bibêje ku Îran ejderhayek e. Ne xem e ka kî li Tehranê hikûm dike, ev yek pêk nayê.

Heger mebest ew e ku Îran vegere ser maseya muzakereyan, ev zêdeyî salek e ku Îran sînyalan dide ku bêyî pêş-şertan ew amade ye ku muzakere bike, lê belê pêşîn qebûl nake ku tenha encama maqûl a muzakereyan ew be ku Îran bi giştî dawî li bernameya xwe ya navokî bîne. Biryara Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekgirtî vê yekê daxwaz dike û ev yek di nameya Catherine Ashton a ji bo Îranê de bi awayekî aşkere hat nivîsandin. Ev yek di stratejîya Rojava de mezintirîn asteng bû û her ji ber vê yekê em îro di nav lehzeyeke weha xeternak de ne. (6)

Lê belê heger mebesta van pêkirinan, bi awayekî gelek xwerû, cezakirina Îranê be, ku di encamê de zorê bidin wê ku bikeve şerekî, wê demê ev yek dikare pêk were. Lê belê ev yek gefa navokî ya potensîyel a Îranê naqedîne. Berevajîya wê, ev yek nikare wê xerabtir bike, ku niha şik û gumanên xwe yên derbarê raya giştî ya cîhanê ya hikûmeta tundrew a Îranê zêde dibin û lewma daxwazên wan red dike.

Rastî ew e ku şerê aborî ji zû de dest pê kir; encamên wê yên giran hene û nepenî ne. Ji ber ku di dahatûyê de Îran dikare biryarekê bide ku zanista xwe ya navokî ji bo avakirina çekekî bi kar bîne. Tiştê ku pir caran tê paşguh kirin ew e ku şerekî dîrekt an îndîrekt ê li dij Îranê biryardarîya wê ya zexmkirina uranyûmê zêdetir dike, ku ev yek dikare bigihîje çêkirina çekekî nukleerî.

Kesên ku di vê siyaseta bêencam de cih digirin, divê dawî lê bînin, bêhna xwe vedin û bi hilma fireh li ser encamên wê bifikirin. Gelo tiştê ku sibêrojê pêk were ew e ku ev pêkirinên ultra Îranê bînin li ber hilweşînê? Ev pirsgirêkek e ku piştî ku krîzê dest pê kir, dê hemû hevwelatîyên li her derê ji serokên xwe bipirsin. Serokên me divê zane bin û vê yekê ji niha de bibînin.

Çavkanî

Gary Sick:
Şewirmenê berê yê Serok Jimmy Carter, nivîskarê pirtûka Suprîza Cotmehê: Rehîneyên Amerîkî li Îranê û Hilbijartina Ronald Reagan, IB Tauris & Co Ltd, Londra, 1991.

  1. "Tofanek li ser Îranê," Kovara Way to see, No. 93, hezîran-tîrmeh 2007
  2. Bixwînin Manière de voir, hjm. 93, "Tempête sur l’Iran" ("Tofana li ser Îranê"), hezîran-tîrmeh 2007
  3. Philippe Rivière, "Êrişên Sîber li dijî Tehranê", Le Monde Diplomatique, adar, cotmeh
  4. Alain Gresh, "Dema ku Îsraîl Êrişî Îranê Bike? Du sal berê..." Blog News from the East, 17 rêbendan 2012
  5. Budçeya leşkerî ya Erebistana Suûdîyê 45 mîlyar, ya Kuweytê 4.6 û ya Îranê jî 9 mîlyar in
  6. Peter Jenkins, "Tiştê herî dawî ku di muzakereyên nukleerî de pêşnîyarî Îranê were kirin: Hilma xwe negire", www.lobelog.com/, 30 rêbendan 2012

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya