Strukturên girêdayîbûnê

Nivîsek ji arşîva Le Monde diplomatique ya çirîya paşîn a 1977an
Translator
Bavê kevne serokwezîrê yûnanî Georges Papandréou (2009-2011), Andréas Papandréou piştî hilweşîna dîktatorîya mîralayan ya sala 1974an, Tevgera Sosyalîst ya Panhelenîk (PASOK: Panhellinion Sosialistiku Kinema) damezirand. Berîya ku bibe serokwezîr (ji 1981ê heta 1989an û paşê ji 1993yan heta 1996an sala wefatkirî), ew derbirîna sîyaseteka çepgir ya tundrew bi gewde dike, ne komunîst û ne jî neteweperest. Sala 1977an di rûpelên me de wî li dijî endametîya Yûnanistanê di Civata Aborî ya Ewropî (CAE) de – ya ku wê sala 1981ê pêk bihata – helwêsta xwe derdibirî.

Awayê girêdayîbûna herî hişk û hov ew e ku xwe disipêre destwerdana sîyasî-eskerî ya yekser, ango xwe disipêre bikaranîna çerxa zorê ya ku kêm û zêde wekî dewlet tê nasîn. Di serdema me de ev şêwazê girêdayîbûnê bi awayekî dîrokî pêwendîdar e bi kolonyalîzmê re, lê belê ne bi tenê bi wê re. Rejîmên ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve li ser Koreya Başûr û ji bo demekê li Hindoçînê hatin ferzkirin, mînakên tîpîk yên "dewletên bende"yên ku li herêmên cihê yên dinyayê hatine damezrandin.

 

Yûnanistan ji bo amerîkîyan yekem tecrûbeya bi şêwazê "vîyetnamî" bû. Piştî şerê navxweyî, wan çerxa dewletê ya yûnanî ji nû ve bi rêxistin kir û nexasim jî hêzên çekdar û rêxistinên îstîxbaratê. Rêxistinên îstîxbaratê veguherîn pêvekeka Central Intelligence Agency (CIA) û di heman demê de mîsyona eskerî ya amerîkî xwedî kontroleka mitleq bû li ser avahî û likarbûna hêzên çekdarî yên ku di nava bawerîya bi atlantîzmê [NATO] û tirsa ji "tehlûkeya komunîst" de hatibûn perwerdekirin. Amerîkîyan bi qesra qiraltîyê û rastgiran re girêdanên yekser çêkirin ku destê dirêj yê qiralîyetê bûn di nava qada sîyasî ya yûnanî de. DYAyê wê kontrola xwe fireh bikira û li welatê me bigihanda sendîkayan, sîstema bankevanîyê û herî dawî jî çalakîyên çandî û zanistî. Yûnanistana piştî şer xwe "ji nû ve ava kir" bi çerxeka dewletê ya kurtêlxwir û kontrolkirî û bi çalakîyên veberhanînê yên ku ji alîyê bankeyên amerîkî û rêxistinên alîkarîya aborî ve tên birêvebirin. Bi vî awayî destpêka salên 1960î Yûnanistan amade bû sînorên xwe veke li dagirkerîya sermayeya pirneteweyî, bide dû erebeya Civata Aborî ya Ewropî (CAE), xwe veguherîne qereqoleka li pêş ya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) û cebilxaneyeka çekên nukleer yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li rojhilatê Deryaya Sipî.

 

Dagirkirina qada yûnan ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve qonax bi qonax pêk hat; serê pêşî, bi rêya destwerdana avahîya super ya sîyasî-eskerî (amûra zorê); piştre bi awayekî ku hema hema paralel bi ya pêşî re bimeşe, bi rêya ferzkirina bacê li ser pêvajoya berhevkirina sermayeyê, kontroleka armanca wê peydakirina şert û mercên pêwist ji bo veberhênanên karhêner û ewle; û herî dawîyê bi rêya dagirkerîya şirketên pirneteweyî ji 1960î û pêve yên ku rengê strukturên kapîtalîzmeka kevîyê dan welatê me.

 

Avahîya civatî û aborî ya yûnanî xwedîyê tevahîya xisletên pêkhatîyeka kapîtalîst ya kevîyê ye. Di gelek sektorên aborîya yûnanî de (çandinî, xwedîkirina sewalan, pîşesazîya seneetkar, dikandarîya piçûk û hwd.), şêwazê hilberandina kapîtalîst awayên hilberandina pêşkapîtalîst ji holê ranekirin. Şert û mercên bazirganîya nava welêt (îtxalkirina berhemên pîşesazîyê li hemberî îxrackirina berhemên çandinîyê) ji bo cotkaran şert û mercên talanbûnê ne; bi vî awayî li hundirê welêt berhevkirineka yekem ya sermayeya mezin xwe bi xwe derdixe holê. Bazirganîya bi derve re xwedîyê tevahîya xisletên "pevguherîneka newekhev" e û revîna zêdehîya civatî ber bi navendên bajarî ve hêsan dike. Bi mezinbûna yekdestdarên dêw yên pirneteweyî re reva zêdehîya civatî her diçe bêhtir bi rêya wan amûran pêk tê ku şirketên pirneteweyî di asta cîhanî de xwedîyê wan in. (...)

 

Bi destwerdana sîyasî-eskerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ya di asta navdewletî de, di heman demê de li alîyê sermayeya pirneteweyî kontroleka yekser û dîyarker li ser hikûmet û çerxa dewletê ya yûnanî bi pêş dikeve, da ku wan sazîyan damezrînin yên ku wê beramberî hevparê wê yê xwîn ji laş vekişîyayî ango sermayeya yûnan, girîngî û giranîyê bidin sermayeya bîyanî. Rêzikên fînansmanê, tercîhên plansazîyê, sendîkavanî, perwerde, avahîyên çandî bi xwe jî yên ku hikûmeta yûnan pêk tînin, armanca wan întegrekirina welêt e li ser rêgeha kapîtalîzma cîhanî û pêre jî xisleta Yûnanistanê ya kevîyê jî tê parastin. Divê meriv ji vî awirî ve endametîya Yûnanistanê ya nav Civata Aborî ya Ewropî (CAE)  binirxîne. (...)

 

Sê xisletên avahîya CAEyê hene ku reng didin CAEyê: yekîtîya gumrukê, azadîya guheztina sermayeyê û azadîya cihguhertina hêza kar. Nebûna sîyaseteka pereyî û budceyî ya civatê îşaret bi nebûneka dîyarker ya kontrola sermayeya yekdestdar di çarçoveya CAEyê de dike û ev sermaye serê pêşî ji alîyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û piştre jî ji alîyê Almanyaya Rojava ve tê kontrolkirin. Ev pirsgirêk wê ji alîyê Parlemana Ewropî ve ku amûreka di destê DYA û Almanyaya Rojava de, neyê çareserkirin. CAEya niha heyî CAEya sermayeya yekdestdarîparêz e, ew çerxa xurtkirina serdestîya kapîtalîzma amerîkî-alman e li Ewropayê.

 

Hîn gelekî berîya neo-marksîstan, Gunnar Myrdal  [aborîzanê swêdî] destek da teza ku li gorî wê heke welatekî nisbî kêm bipêşketî, di çarçoveya civateka aborî de bi welatekî nisbî baş bipêşketî re bibe hevpar, hingê mesafeya aborî ya di navbera wan de heyî wê zêdetir be – ango endametî wê bi awayekî neerênî li kar be ji bo welatekî nisbî kêm bipêşketî. Ev yek bêguman wê ji bo Yûnanistanê jî wisa be heke ew bibe endamê CAEyê.

 

* Ji ber DVD-ROM Archives, 1954-2011an hat girtin, www.monde-diplomatique.fr/archives

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê