Arşîva bîra Kurdan

Ji têkoşîna bo xweseriyê ber bi meyla serxwebûnê ve

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya general Barzanî, statuya xweseriyê ya ku hikumeta Iraqê di roja 11’ê adara 1974’ê de dabû Kurdistanê, red kir. Ev rabûna tansiyonê, çar sal roj bi roj bi du peymana 1970’ê re pêk tê ku bi wê peymanê ve dawî li neh salên şerrî anîbû.

Çareseriyeke li gorî berjewendiyên kêmneteweyan

Di têkoşîn û siyaseta xwe de, partiya Baas ji bîrdoza xwe ya neteweyî û pêşverû sûdê werdigire û zulmkariya neteweyî, cudakariya nijadî û kedxwariya çînî weke diyardeyeke bi desthilatên emperyalîst û paşverû ve girêdayî dihesibîne. Lewre jî, ew li ser pirsgirêkên nijad û kêmneteweyan di welatê ereb de, xwediyê helwesteke mirovparêz e, û di berjewendiyên wan ên rewa digihîje û rêzê ji wan re digire.

PDKÎ çareserîyeke federal dixwaze admin Mi., 16.02.2011 - 12:36

Di belgeyeke Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de, ku di 28ê adara 1979ê de ji îmam Xumeynî re hatibû pêşkêş kirin, weha hatîye gotin: "Gelê me ji bo du armancên sereke şer kir: têkbirina dîktatorîyê û bicihkirina rejîmeke mirovane, ya ku seranserê Îranê ji mafên azadîyên siyasî û herweha yên civakî re rêz digire û di çarçoveya sînorên Îraneke azad de ji bo hemû gelan, bi dirûvê xweserîyê an jî federasyonê, bidestxistina mafên neteweyî. (...) Çawa ku li Îranê pir gelên bindest hene, pergaleke federal dikare weke formula herî baş were qebûlkirin."

Bêîstîqrarkirina dewletan û jihevveqetandina gelan li cem bîrên petrolê admin Mi., 16.02.2011 - 12:53

Li Îranê, desthilata îslamî li hemberî meylên xweserîyê

Weke li Afxanîstan û Pakîstanê, meylên xweserîyê li Îranê jî xurt in. Lê belê, ew di dîrokê re li dijî îradeya navendîbûnê ya desthilata împaratorî bi bin ketin. Komara îslamî ya îmamê Xomeynî li hemberî daxwazên nijadên ne faris xwedana boçûneke bi heman rengî ye. Jixwe, pirsa pêşî ev e ka, ji bo têkbirina hêzên santrîfuj yên ku bi hin kesan, dij-şoreşî ne û wan piştgirên biyan jî hene, serokê şoreşa îslamî wê mecbûr bibe ji makîneya leşkerî alîkarîyê bixwaze an na.

Kurdistan: Piştî sê salên dîktatorîyê admin Mi., 11.05.2011 - 16:32

Ji derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yê û vir ve, li zêdetirî du sed hezar kesên pêşverû, demokrat û welatparêz ên kurd û tirk îşkencê hat kirin. Bîst û sê kes ji şervan û kadroyên rêxistina ku xwe weke pêşenga tevgera rizgarîya neteweyî dibîne, Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê, bi tevahî sed û pêncî kesan di îşkencê de jîyana xwe ji dest da. Wekî din, ji sed û heftê û sê cezayên mirinê, pêncî û pênc jê dîsa li endamên PKKê hatin birîn. Cuntaya eskerî hê jî "mehkemeya" nêzî şeş hezar "terorîstan" didomîne û li dijî wan ji niha ve cezayên mirinê hatine amade kirin.

Ronesansa têkoşîna çekdarî

Ji dema avabûna Tirkiyeya nûjen ve, tenê mafekî kurdan heye; yê tirkbûnê . Tercîh pir hêsan e: asîmîlasyon an jî zordarî. Enqere wiha dibêje: "Li ser xaka Împaratorîya Osmanî jixwe bîst û çar dewletên serbixwe hene û em ya bîst û pêncemîn naxwazin." Asîmîlasyon hindik mabû bi ser keve. Gelek kurd li bajêr an jî li dibistanên şevê yên ji alîyê artêşê ve tên bi rê ve birin, zimanê xwe ji bîr kirin.

Lêgerîna dîplomasîyeke herêmî

Encama muzakereyên dewletên hevgirtî li ser parvekirina Rojhilata-Navîn di dema şerê cîhanê yê yekemîn de û têkilîyên nû yên hêzan piştî serkevtinên kemalîstan û kesixandina Împaratorîya Osmanî herwiha bûn sedem ku Kurdistan careke din were parve kirin, hejmareke mezin şênîya ereb di nav sînorên Tirkîyeyê de bimîne û gelek tirk jî ji welatê xwe qut bibin. Sînorê nû yê Tirkiyeyê yê zêdetirî 2 200 kîlometre dirêj (ku zêdetirî 1 400 bi Sûrîyeyê re ye) çolter û çîyayan diqelêşe û dibe xetereyeke berdewam ji bo sî hezar eskerên ku li ser sînor weke "mertal" tên bi kar anîn.

Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa

Weke Îran û Iraq di şer de, divê Tirkiye jî bi tevgera nû ya veqetînxwazîya kurd re rû bi rû bimîne. Li gel vê yekê jî, ji dema ku ji alîyê Ataturk ve hatiye ava kirin û vir ve, dewlet li ser xeyalsazîya civakeke homojen dijî û qeti’iyen xwe nade ber venasîna mafên xweser ên deh mîlyon kurdan, ku piranîya wan li herêmên herî xizan ê Rojhilat û Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê dijîn.

Lêgerîna kurdan ji bo stratejîyeke nû admin Di., 13.09.2011 - 17:37

Di nav çend hefteyan de, zêdetirî 100 000 kurdên Iraqê, yên ji bombebaran û çekên kîmyayî revîyan, xwe li Tirkiyeyê girtin. Ev pêla ji nişkave ya koçberîyê dikare têkilîyên nazik ên Enqereyê bi Bexda û Tehranê re jî dijwar bike. Ev yek herwiha dikare bibe zemîna teşwîq û destekê ji bo serhildêrên kurd ên ji tebaxa 1984ê ve li herêma Rojhilata Tirkiyeyê çalakîyan li dar dixin û ji ber vê ev rewş dikare dengeya navxweyî ya Tirkiyeyê xira bike.