Çand û Huner

"Meryema" Sebrî Silêvanî

Dîroka serhildana mê û mêyîneyan di nav kurdan bi reh e, rehek jê digihîje Zelîxe Xanimê, yek jê digihîje Leyla Qasim, yek jê digihîe Eyşe Şana ku dengê wê têra xwe serhildêr e, rehek din jê digihîjje Meyremxanê ku dizane ji refê xwe biqete û bikeve pey guran. Lehenga romana Sebrî Silêvanî Meryema jî ji heman rehê û eşîrê ye. Lê jinxasîya Meryema ne ji serhildêrîya çekdar ya li hember dijmin tê, ji serhildêrîyeke mêyane ya li hember civaka kurd, dewleta kurd bi xwe ye.

Sînemaya kurdî li gor kîjan prensîban dikare bê bi nav kirin?

Yekemîn projeksîyona sînemayî 22yê kanûna 1895ê li Parîsê, li Grand Caféyê, ji alîyê du birayên bi navê Auguste û Louis Lumière (Frères Lumière) ve hate çêkirin. Pîştî wê projeksîyonê îcada Birayên Lumière ya bi navê "cinématographe", ango yekemîn cihaza qeydkirin û nîşandana wêneyên bi hereket, wekî mizgînîya modernîteya sedsala 20ê li her derê dinyayê belav dibe. Di heman demê de, bandora îdeolojîya nasyonalîzmê jî li ser hemû kevnesîstemên desthilatdarîyê zêdetir dibû û dewletên împaratorî yek bi yek hildiweşîyan.

‘M’ya Şêrzad Hesen

Bi berhema xwe ya bi navê ‘M’yê, Şêrzad Hesen bi me dide selmandin ku ew yek ji hosteyên ‘lêkirina dîwarê kurdî” ye. Hosteyekî wisa ku bi peyv û hevokan dikeve zikrê. Dema min rahişt kitêba mijara dabaşê, pê hesiyam ku ji sê kurteçîrokan pêk tê; Gula Reş, M û Maleke Ji Avê.

‘Hêro tu hebûyî…
Çima dabeş bûyî?!
Hêro tu winda bûyî
Êdî tu nemayî û nînî.’

"Romana kurdî û nasname" ya Haşim Ahmedzade

Nivîsên Haşim Ahmedzade ên li ser romana kurdî bi navê “Romana kurdî û nasname” di nav weşanên Avestayê de çap bûn. Kitêba ku edîtorîya wê Remezan Alan kiriye ji alîyê Fahrîye Adsay ve, ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.

Di pêşgotinê de Haşim Ehmedzade wiha dinivîse:

Keştîya Penaberan

Jîyana li penaberîyê, sirgûnî û jana xurbetê ji mêj de bala gelek nivîskaran kişandiye. Ev bi serê xwe dikare bibe mijara lêkolîneke dûr û dirêj ku ev cih têrê nake. Nivîskarên ku rewşa xerîbîyê bikin mijara nivîsên xwe ne mîna wan ên ku bi xwe di nav wê rewşê de bin. Yek ji wan nivîskaran jî Arşevê Oskan e ku bûye ҫend sal li xerîbîyê ye û jana wê dikişîne, diҫêje û dide ҫêjandin jî.

Arşevê Oskan ku mîna helbestvanekî dihate nas kirin, vê dawîyê derbasî qada romanê jî bû. Sala 2010ê romana wî Keştîya Penaberan ji weşanxaneya Doyê li Stenbolê derket.

Jînenîgarîya Cegerxwîn û berhemên wî

Yusuf Kaynak berîya ku Yekitîya Sovyetê hilweşe, berîya1991ê, li Beşa Zimanên Rojhilatê Navîn a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Leidena Hollandayê şagird e û li ser "Wêjeya Kurdî ya li Tirkîye û Sûrîyeyê” tezekê amade dike. Ji bo vê yekê jî helbestvanê mezin yê kurdan ji xwe re dike mijara tezê: Cegerxwîn.

Jineke Xinanî: Çîroka "zilamê biçûk"

Freûd li ser mît û efsaneyên neteweyan wiha dibêje: "Gelek pêkan e ku efsaneyên hemû neteweyan bermahîyên berovajîkirî ên xewneroşkên daxwazên wan bin, xewneroşkên dinyayî ên mirovahîya ciwan bin".

Belê, ji mît û efsaneyên neteweyan mirov dikare xwe bigihîne daxwaz û tirsên herî kûr ên wan neteweyan; mirov dikare di derbarê paradîgmaya wan neteweyan de xwe bigihîne agahîyên berfireh.

Matmayînên Ronyayê: Lal Laleş

Di pirtûka Matmayinên Ronyayê de Lal Laleş bi helbestê di nav mijê de li bêhna şemamokan digere. Di vê rêwîtîya nav mijê de helbestkar tê li ser "Bîra Helbestkar" disekine. Di pirtûka navê wê "Romana Helbestkar" a Murathan Mungan de beşek li ser "Bîra helbestkar" e. Di axir zemanan de yên helbestan dinivîsin, diçin ser "Bîra Helbestkar", daqulî bîrê dibin û ji bîrê re helbestên xwe dixwînin. Ev bîra ku kevirên dora devê wê bi kilsê spîkirî, bersivê dide helbestkaran.

"Dixwazim roj neçe ava da ku wêneyê xwe biafirînim"

“Wêneyên te nîşanek di ser ya şîyana te ya hunerî re ye, ku mirov jê bawer nake. Gava ku ez ji te re dibêjim hin ji wan lêkolînên li ser xwezayê yên Leonardo da Vinci tînin bîra min, vê yekê weke pesnekî ji rêzê nebîne. Ez jidil bawer dikim, di demeke ku huner tê de bi dawî tê, li Îspanyayeke dûr doktorekî kurd rûmet û mezinahîya wî bilind dike. (...) hunerê orijînal dê hertim heyranên xwe bibîne.”
Sir Ernest Gombrich

Li ser Qolyeya Cécileê

Wêjeya kurdî bi taybetî jî romana kurdî di van salên dawîyê de di nav geşedaneke mezin de ye. Êdî aşkere xuya dibe ku elementên weke leheng, bûyer, cih û atmosfera romana kurdî di xwe de guhertinên mezin dike. Xwe ji derûnîya bindestîyê xelas dike, romana kurdî bi coş û kelecaneke nû rêyên nû ji xwe re hildibijêre. Mîran Janbar bi romana xwe ya Qolyeya Cécileê mînakeke herî baş e ji bo romana kurdî ya nû. Janbar, romana xwe ya nû ya ku bi awayê honaka zanistî nivîsandiye, di çarçoveya vegotina xwe de em dikarin bibêjin ku ji romannûsên din vediqete.