LMdK Ekstra

Nihêniyên befrê/berfêi

Di werzê zivistanê de, li deverên çiyayî yên Kurdistanê, "berf" li hinek kurmancan û "befr" li kurmancine din dibare. Cidah î di barîna "berf" û "befr"-ê de nîne; lê, ferq di avahiya wan ya dengî de heye. Li pişt vê newekheviya dengî pirsên giring yên dengsaziyê veşartî ne. Bi kifşkirina van pirsên nixamtî, hin aliyên pêwîst yên fonolojiya kurdiyê dê zelaltir bibin.


Xebatên plansazîya ziman

Xebatên plansazîya ziman


Komîsyona kurmancîyê û Grûba Xebatê ya Vateyî

Li welatê kurdan ji ber pest û pêkutîya li ser ziman, xebatên plansazîya ziman ji salên 1980ê heta 2000ê pirtir li dîya sporayê hatin meşandin. Plansazîya ziman a herî berbiçav û bikêr a ku rewşenbîr, lêkoler û zimanzanan bêyî piştgirîya hikûmetê pêk anî, xebatên Komîsyona kurmancî û Grûba Xebatê ya Vateyî ne. (1) Ji ber xebatên van koman ên li Ewropayê, kurmancî û kurmancî gihîştin standartên ziman ên îro û berhemên edebî dan.

Projeya Yekîtîya Ewropî ji bo bipêşxistina dîyaloga di navbera nifşên koçberên kurd de

Tewazûna zehmet a di navbera întegrasyon û nasnameyê de

Pirsgirêka herî mezin ji bo bi mîlyonan kurdên ku ji dehsalan û vir ve koçberî welatên Yekîtîya Ewropî bûne, yan jî li vir ji dayik bûne, bi întegrasyonê re di heman demê de parastina nasnameya xwe di nav çandeke bi tevahî guhertî de ye. Li vir peydakirina tewazûna rast gelek koçberên kurd bi pirsgirêkên gelekî mezin û di navbera endamên nifşan de gelekî ji hev cihê re rûbirû hiştin.

Serhildana olan

LMdK Ekstra

Serhildana dînan ji bo ku bêhtir mafan di sîyaset, civak û aborîyê de bi dest bixin bandoreke nû û nikare were pêşdîtin li civatan dike û ev jî wê di siberoja nêzîk de ji bo dinyayê girîng be. Hem bi rêya globalbûnê û hem jî bi rêya bûyerên li Rojhilatê Nêzîk û Navîn ên weke şerê li Efxanîstanê, li Iraqê, “bihara erebî” û şerê li Sûrîyeyê tevî rizgarîya gelan ji dîktatorên kevnekolonyal-împeryal, berê dînamîkê dide ji nû ve bi îdeolojî kirineke dînên pirranîyan û yên hindikahîyan. Bi vê re jî ne bi tenê Îslam e ya ku dest pê dike di sîyaset û civakê de xurttir cihê xwe bigire.

36 meh, 36 hunermend û hestên min

LMdK Ekstra
Le Monde Diplomatique kurdî bi hejmara xwe ya 36ê, sê salên xwe li paş dihêle. Ji destpêka weşanê heta îro berpirsîyarîya hunerî ya rojnameyê kirin ji bo min hem şanazî hem jî wek pêvajoyeke perwerdeyê bû.

Bi wesîleya gihîştina hejmara 36ê ez dixwazim di serî de ji xwendavên rojnameyê re ku ev sê sal in em bi tenê nehiştin, ji hunermendên me yên ku rojnameya me bi wêneyên xwe yên giranbiha nexşandin re û ji lijneya weşanê re ku ev rojnemeya li dinyayê xwedîyê prestîjeke mezin e tevlî çapemenîya kurdî kirin û ji kedkarên rojnameyê re spasîyên xwe pêşkeş bikim.

Hawara Heskîfê

Ev der berê Heskîf bû – projeyeke belgefilmê

Heke li ser dîroka Heskîfê tiştekî misoger hebe, ew jî ew e ku der barê dîroka vî cihê bêmînak de divê hê gelek tişt bên vedîtin. Weke mînak arkeolog dibêjin heta niha bi tenê % 5 ta 10ê qadên arkeolojîk hatine kolan û lêkolan. Dîsa jî ev koma piçûk a vedîtinên arkeolojîk girîngîya Heskîfa li ber perê Dîcleyê ji bo rabihurîya tevahîya herêmê nîşanî me dide. Xwendekarên li seranserê dinyayê di pirtûkên xwe yên dibistanê de li ser hêza ava Dîcleyê de nivîsan dixwînin, ya ku dikarî “dergûşa şaristanîyê” ango Mezopotamyayê biafirîne.

LMd-kurdî li Berlînê civînek li ser rewşa kurdên Sûrîyeyê lidarxist!

Di 11yê kanûna paşîn de li parlamentoya eyaleta Berlînê rewşa Sûrîyeyê û pozîsyona kurdan hate guftûgokirin. Di civîna ku bi organîsazyona rojnameya Le Monde diplomatique kurdî û Beşa Lêkolînên Mustafa Barzanî ya Unîversîteya Erfurtê hatî amadekirin de, sîyasetvanên kurd û alman di derbarê siberoja Sûrîyeyê û pozîsyongirtina kurdan a li rojavayê Kurdistanê  hate nîqaşkirin.

Şivan Perwer: Ez piştevanê Kurdistana mezin im !

Hunermendê navdar Şivan Perwer, piştî 10 salan bi albumeka nû, bi ''Şivanname 1-2'' ku ji 2 CDyên bi navên ''Gazind'' û ''Destana Rojava'' pêk tên, dawî li hesret û bendewarîyên muzîkhezên kurd anî. Albuma navborî di 18yê Kanûna Pêşîn ya 2012an de ji alîyê Pelrecordsê ve hate çapkirin û bi hevkarîya Sonymusicê ve li muzîkmarketên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate belavkirin.

Berbejnên Pîrikan

Di navbera xewn û xewnereşkê de dinyayeka ku sînorên wê nedîyar heye. Dinyayeka ku li wir bayê felekê berbayê tiştekî nakeve û tenê bi ya dilê xwe dike. Li pey xewnekê, derîyê xewnereşkê çima vedibe û di nava kefa destê xwe de dilê meriv çawa diguvêşe nayê zanîn. Ew dinyaya ku di navbera xewn û xewnereşkê de ye, gelek caran ji rastîya tund sûdê werdigire û li ser serê me benikê xwe girê dide. Şîyarîya ji xewnereşkê bi gupegupa sîngê deng vedide û ev gupegup hêdî hêdî xwe vediguhêze henaseya jîyanê.

Di navbera jîyan û mirinê de çîroka jineka kurd

Fîlmê derhêner Reha Erdem ya bi navê JÎN, ku di raya giştî ya tirk û kurdan de dihat meraqkirin, li festîvala fîlman ya Berlînê (Berlinale) û ya Stenbolê hat nîşandan. Derhêner di fîlmê xwe de şerê 30 salî ya di navbera PKK û dewleta Tirkîyeyê de tê meşandin di şexsê gerîleyeka jin de nîşan dide û rûyê şerê qirêj derdixe holê.