LMdK - Hejmar 49

LMDK PDF

Di psîkîyatrîyê de, dema odeyên tecrîdê

Patric K. Coupechoux

Di giştî, du derîyên li hemberî hev hene ji bo ku nexweşê serhişk û êrişkar karibe were zeftkirin. Qaryola bi zemînê ve hatîye sabîtkirin: carna li hundir destşokek heye, carna jî tine; li hundir carna avrêjxane heye, carna jî tine, tenê "satileke bê derxûn (qapax) datînin hundir û jê bêhneke genî ya mîzê û gû difûre"; bi her halî, gava nexweş girêdayî ye, ew pirî caran di bin xwe de dike.

Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan

Sedat Ulugana

Di destpêka sedsala 19an de împaratorîya Rûsyayê her diçû mezin dibû. Bi dewletên Ewropayê re ketibû pêşwazîya emperyal û dikir ku ji alîyê rojhilat ve xwe bigîhîne Mezopotamyayê (cihê Petrolê) û Behra sipî (kozika stratejîk a herî bi bandor ji bo parastina qadên petrol û ticaretê). Lê li ser rîya wan gelek asî peyda bûbûn ku rûsan ew gel baş nas nedikir, kî bû ev gelê wêrek û asê? Çima hinde girêdayî axa xwe bû? Bi rastî di van salan de ew gel (kurd) di nav alozîyeke polîtîk de bû. Mîrektî sist bûbûn, eşîrên ku êdî ji bin bandora mîran derketibun, bêhtir serkêş û serbixwe bûbûn.

Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de

Îsmaîl Beşîkçî

Îro girîngtirîn kêşe ku li kurdan, Kurdistanê bandor dike, rewşa kurdan û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û parvekirî ye. Tê zanîn, ev pêvajo di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Neteweyan de pêk hatîye. Tê zanîn ev pêvajo di çalaktirîn dewra Serdema Dîyarkirina Siberoja xwe ya Neteweyan de pêk hatîye. Lenîn, Stalîn û Troçkî li Yekîtîya Sovye- tan, Serok Wilson jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev rêgeza bingehîn bi biryarderî diparastin. Balkêş e ku kurd û Kurdistan di dewreke weha de hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin.

Ber bi Berezinaya medyayan?

Serge Halimi

Şeş nivîsarên dijminane li himberî M. Bernie tenê di şanzdeh saetan de. Lê Washington Post wê pir zehmetiyê bikşîne ji bo careke din bigihîje vê performansa xwe ya berî çar salan (1). Li gel vê yekê jî, ji hingê ve, namzedê çep ê amerîkî ji bo xwe bi çapemeniyê bide hezkirin ti tişt nekiriye. Çapemenî jê nefret dike; ew vê yekê zane. Hetta car heye ku hewl dide heyfê jê hilîne. Van rojan, adeta alîgirên wî vepirsîn dike: "Gelo hûn zanin Jeff Bezos sala borî çiqas bac da?" Alîgirên wî jî bi edayeke mukemmel vê bersivê didin: "Sifir!".

Şewbek dikare yeka din veşêre

Martine Bulard

Kesekî li paytexta Çînê dijî bi van gotinan şahidîya rewşê dike: "Pekîn dişibe bajarekî xeyaletan". Li ser fermana rayedaran, herkes li mala xwe dimîne. Li seranserî welêt, tê gotin li 760 milyon kesî derketina derve hatîye qedexekirin û derketina wan hatîye sînorkirin û bi kontrol pêk tê. (1) Her roj,  "statîstîkên der barê koronovîrûs û agahîyên têkildarî mijarê dişînin ser telefona me ya destan". 

Li hemberî șewban, hawirnasî

Sonia Shah

Gelo ev pangolînek e? Şevşevokek e? An jî dibe ku marek be wekî ku berê jî hatibû bihîstin berî ku bê înkarkirin?

Brexit, erê lê ji bo çi?

Serge Halimi

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetîna welatekî weha karîbû bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet"  çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Margaret Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê.

Komira șewatê ya dîjîtal

Sébastien Broca

Ev serpêhatîyê muhendîsekî Microsoftê ye, yê ku kardarê wî, wî dişîne Atyraou, herêma herî mezin a neftê li Qazaxistanê, Chevron bi şirîkatîya bi dewleta qazax re neftê ji vir derdixe.

Li Sirbistanê desthilata Aleksandar Vučić ya ku nikare bê bidawîkirin
Jean-Arnault Dérens
Laurent Geslin
test_admin So., 15.03.2020 - 03:45

Ji destpeka çileya pêşî ya 2019an ve, her şemî bi hezaran sirb dadikevin kolanan da ku "dîktatorîya" serok