LMdK - Hejmar 51, Gulan 2020

LMDK PDF

Ber bi plansazîyeke ekolojîk ve

Cédric Durand
Razmig Keucheyan

Mîqdarên dêwane yên ku bankeyên navendî seferber dikin jî li van tevdîrên budceyî zêde dibin.

Guhastina-azad, rûpelek divê bê qulipandin

Lori M. Wallach

Şewba Covid-19 dikare dawîyê li serdema sîstema bazara serbest a dirinde bîne ku bi salan e li gorî daxwaza sektora taybet çerxa wê dizîvire û li ser pişta girseyên xizan û cîhana me bûye barekî berdêlgiran.

Acîlîyeta tendirustîyî, bersiva ewlehîyî

Félix Tréguer

Li rojavayê Awusturalyayê walî êdî xwedîyê wê erkê ye ku bazinên elektronîk bi wan kesan ve bike ku muhtemel e bi vîrusa koronayê ketibin û di karantînayê de bin.

Azadî û Berpirsîyarîyên Li Swêdê
Violette Goarant
test_admin Do., 14.05.2020 - 16:25

“Derkevin derve û li parkan li kêfa xwe binhêrin” afîşa şaredarîyê ya ku li kolanên Stockholmê  mizginîya hatina biharê radigihîne, dibe ku ji bo 4 milyar mirovên li cîhanê yên îzolekirî bibe provakasyonek.

Tahma şoka klîmatîk

Philippe Descamps

Di adara 2020î de, buhrana tendirustîyê nûçeyên têkildarî rewşa avhewayê pir dûrî manşetan xistin. Li gel vê yekê jî, ev meh wê bibe dehemîn a rêza li pey hev a dereceya germahîya li raserî rewşên asayî. «Rêzeke wisa ya deh mehên li pey hev “germ” li seranserî welêt rewşeke nedîtî ye», li gorî Météo France, ku daneyên wê dihêlin em vegerin heta sala 1900î. Vê zivistanê bi dereceyên germahîya li raserî yên normal ên 2°C di kanûna paşî û çileya pêşî de, 3°C di sibatê de rekor giş şikandin. Ji bo xwe teselîkirinê, me tercîh kir başbûna berbiçav a zelalbûna hewayê biparêzin.