LMdK - Hejmar 51, Gulan 2020
Careke din dinya wan li erdê belawela bû. Û yên ku ew şikandin ne em bûn. Em niha behsa bernameya aborî û civatî ya Konseya Neteweyî ya Berxwedanê; fetihkirina mafên sendîkayî û xebatên mezin ên Peymana Nû (New Deal) dikin. Lê, helbet berxwedêrên fransizan çekên xwe hilanîbûn û li kolanê gelek li benda bizorê “ji berxwedanê ber bi şorêşê” filitînê bû. Heke em bên ser Franklin Roosevelt, wî dizanibû beşek patronên amerîkî têbighîne ku şoreşên karkeran û tevlîhevîyên civatî dikarin kapîtalîzma wan a xweşdivî li ber xwe bibin. Ji bo vê jî divîya wan ew bikirana yek.
Vîruseke te digot qey sînorên civakî û neteweyî ji holê radike, dawîya dawî ew li hev gihandin. Wê kî sûdê wergire ji bangên yekîtîyê yên li nîvê dilê têkoşîna li dijî şewbê têne kirin? Hunera bihevrebûnê ji yekalîkirina baldarîya raya giştî pêk tê ji bo ferq neke ka çi heye li derdora wê.