"Televîzyona bikalîte" çawa rewşenbîr cezb kirin?

Sêyemîn "çaxa zêrîn" a televîzyonê?
Translator

Rêzefilmên televizyonan ên amerîkî yên ku ji demeke kurt ve weke heng û kêfa gelêrî tên dîtin, êdî statuya berhemê hunerî bi dest xistin. Di hinan ji wan de kesayetên kûr, wêrekiyeke fermî, dekûdolabên elaqedarî pirsgirêkên civakê hene. Temaşevanên xwende wan dineqînin, dibijêrin. Ew dîsa jî berhemên ku armanca wan fetihkirina bazarekê ne, li gor stratejiyeke kanala HBOyê li hev aniye.

Îro, li Fransayê, hê jî ne mumkun e bê gotin ku mirov ji rêzefîlmên televîzyonê hez dikin". Herwisa bû nêrîna tahl ku berîya ji deh salan hinek zêdetir ji alîyê du parêzerên fransî ên herî pizot, Alain Carrazé û Martin Winckler (1) ve dihat eşkere kirin. Ji hingê ve, xuya ye rewş berevajî bûye. Rêzefîlmên ku çapemenî dagîr kirine, dibin mijara semînerên zanîngehan û ya berheman; bi awayê ku bal tê kişandin ser kûrahîya wan a fîlozofîk. Mirov vê "paşdeçûna ji nişka ve ya bîrbirinên bi hezaran kesên bidîplome di mijara televîzyonê de" çawa îzah bike? (2)

Kokên tiştê ku êdî mumkin e jêre bê gotin "televîzyona bikalîte", digihîjin destpêka salên 1970yê, dema ku cîhazên qeydkirinê yên vîdeoyan, kanalên televîzyonên bikablo û yên peykan ji bo weşana nav malan dawî li yekdestîya torên mezin ên amerîkî CBS, National broadcasting company [NBC] û America broadcasting company [ABC]) tînin. Ev herdu şirket êdî dev ji peydakirina temaşevanên girseyî yên mezin berdidin, û dikevin dûv armancên xisûsî, bi taybetî temaşevanên ciwan û bajarî. Ji bo wan, berhemên bi sewîyeyeke bilind a dibistanî û çandî tên amade kirin û bi taybetî, ew bi buhayekî pir maqûl tên pêşkêş kirin. Garry Marshall (hilberînerê rêzefîlma navdar Happy Days) wê ev tişt bianîya ziman: Dîsa jî "zehmet e mirov xwe bigihîne van cure temaşevanan", ji ber ku mirov tenê "bi xîtabkirina aqilê wan …û bi nîşandana tiştên ku ew ê li cihên din nebînin" (3) dikare wan cezb bike. Pêwistîya memnûnkirina girseyek temaşevanên zehmet wê bûbûya duyemîn "çaxa zêrîn" a televîzyona amerîkî (li dû çaxa salên 1950yê). Li gor nêrîna hemû bisporan, rêzefîlma Hill Street Blues (1981-1987) dilê vê çaxa zêrîn e. Gelek guhartoyên vê jî derketin holê: La Loi de Los Angeles, New York District, Les Ailes du destin, Profit, Homicide...

Lê temaşevanên xwende hê ne amade bûn ku karta xwe ya pirtûkxaneyan bi komandayeke televîzyonê biguherînin

Van cure rêzefîlman amator feth kirin, lê temaşevanên xwende hê ne amade bûn ku karta xwe ya pirtûkxaneyan bi komandayeke televîzyonê biguherînin. Divê em li bendê bin ku kanala bipere ya amerîkî Home Box Office (HBO), di dawîya salên 1990ê de, di warê rêzefîlmên bikalîte de bibe "referansek" ji bo ku nêrîna qadên rewşenbîran li hemberî televîzyonê bi awayekî radîkal biguhere. HBOya ku sala 1972yê dest diavêje vî karî, piştî çend ceribandinan, di salên 1990ê de bi awayekî xurt di warê hilberandina rêzefîlman de dest bi veberhênanê dike. Ji 1995ê û bi şûn de, budçeya salane ya ji bo programên orîjînal a vê kanalê ji 50 milyon dolaran derbasî 300 milyon dolaran dibe. (4) Ev kanal tercîh dike ku berê xwe bide qadên civakî yên ku heta hingê kêm eleqe nîşanî televîzyonê didin.

Ji bo pêkanîna vê yekê, bi bikaranîna hemû rê û rêzanên ku berê li mitbaxên "televîzyona bikalîte" hatibûn hilberandin û bi taybetî bi bikaranîna zimanekî xav, tazîtî û tiştên "ji alîyê polîtîk ve nemunasib", ew hewl dide xwe wek cureyekî negatîf a televîzyona ji rêzê bi cih bike. Ji ber ku berevajîya li hemberî şirketên mezin û piralî yên medyayê, li hemberî kanalên bikablo, qanûn ne ewqas hişk in, ew xwe hêsanîtir ji "tabûyan" xelas dikin. Encam pir bi lez derdikeve raser veberhênanan: Rêzefîlmên Sex and the City (1998-2004) û Sopranos (1999-2007) bala piştevanîyên temaşevanan û herwiha yên rexnegiran dikişîne ser xwe. Kovara New York Times, di meha kanûna 2001ê de, dibe alîgira barana pesinan; barana ku çapemenîya jê re bikalîte tê gotin, dide ber lehîya xwe: "Di vê mijarê de qet guftûgo çênebû : HBO …îsal tiştekî wisa pêşkêşî me kir ku ew mîna "çaxeke biçûk a zêrîn a televîzyonê bû". HBOya ku ji serkeftina xwe hêzê digire, dide ser şopa vê stratejîya biha: Wek mîsal, ji bo her beşa Deadwood (2004-2006) nêzî 4,5 mîlyon dolar tên xerc kirin, lê rêzefîlmeke wek Lost ku barekî giran e li ser pişta ABCyê, qîma xwe ancax bi budçeyeke nêzî 2.5 milyon dolaran tîne.

Dema reklam tunebin, wê ewqas mesref çawa bên fînanse kirin?

Dema reklam tunebin, wê ewqas mesref çawa bên fînanse kirin? Ji bo derxistina mesrefan, abonetî yekemîn çavkanîya fînansa HBOyê ye. Hejmara aboneyan –di 1994ê de 19,2 milyon– di navbera 1995 û 2007ê de bêhtirî %50î zêde bû.
Îro, ev kanal, ku li zêdetirî 70 welatan weşanê dike, li tevahîya dinyayê xwedî zêdetirî 81 mîlyon aboneyan e (hemû kanalên wê yên di warê sînemayê de bispor, Cinemaxê di nav vê reqemê de ne). Ev girêdayîbûna bi hejmara aboneyan, mecbûr dike ku HBO girîngîyeke taybet bide bazarkirin û kampanyayên promosyonî, ku ew ji bo van çalakîyan bi giştî ji şirketên mezin ên medyayê du qat zêdetir pere vediqetîne. Destpêka her rêzefîlmeke nû an jî sezoneke nû wek bûyereke mezin tê hesibandin û bi gelek afîş û danasînên televîzyonî tên anons kirin. Hemû jî bi awayekî pir kompleks tên amade kirin ji bo ku ew wek reklamên ji rêzê xuya nekin. Wekî Zach Enterlin, alîkar-serokê kanalê yê ji danasîna wê berpirs, li ser mijara rêzefîlma True Blood (di 2008ê de destpêkirî) binê van gotinan xêz dike: "Dilê armancê (…) girseyeke temaşevanên agahdarkirî ye, yên ku wê hez nekin ne ji alîyê daxuyîneran ve wek ehmeqan bên dîtin, ne jî bi bendên stûr bên girêdan". (5)

Sopranosa ku her hefte ji alîyê nêzîkî 11 mîlyon amerîkîyan ve tê temaşe kirin, "têkûz" bû

Ligel vê yekê, dîtina ku HBOyê bitenê bi aboneyên xwe ve girêdayî ye, bersivê nade realîteyê, ku ev kanal bixwe jî bi awayekî hostane vê diparêze. Ji ber girîngîya mesrefên produksîyonê, yekemîn weşana bernameyekê ne zêde kafî ye ji bo ku ji veberhênaneke bi gelek mîlyon dolaran qazanceke mezin bê bi dest xistin. Ji ber vê yekê, qewlê jîyan û bikaranîna rêzefîlman, ku demeke dirêj bi weşana li ser ekranên televizyonê sînorkirî ne, divê bi awayekî maksîmûm bê dirêj kirin. Bi vî rengî HBO bi hêza saxhiştina produksîyonên xwe yên li bazarên duyemîn, dikare xwe li ser pîyan bigire. Îro bazarên duyemîn tê wateya firotina bo televîzyonên bîyanî, mafên ji nû ve weşandinê (girtina komîsyonan), bazirganîya DVD û vîdeoya ser daxwazê (ku ev hê ne pir pêşketî ye). Di tevahîya hilberînan de para hatinîyên girêdayî firotina ji nû ve ya naverokê di navbera 1998 û 2004ê de çar qat zêdetir bû, yanî ji %5ê derbasî %20ê bû (6), karê ji firotina berhemên muştaq jî di nav vî hesabî de nîne. Tevî ku bidestxistina reqemên net ên derbarê binyada diravî ya şirketê de gelek zehmet e jî (ku ev şirket îmaja xwe ya kanala hunerî diçîne û terza wê ji bazirganîyê bêtir însîyaqî ye), her tişt dest nîşan dike ku girîngîya bazarên duyemîn her diçe zêdetir dibe.

Di 2003yê de, mesrefa sê sezonên pêşîn ên rêzefîlma Sopranos bi temamî tenê ji firotana DVDyan hatibû bi dest xistin. Ku em werin ser rêzefîlma Sex and the City, vê di 2004ê de ji yekemîn komîsyona xwe ya di weşana TBS û di ya gelek kanalên xwecihî de 350 mîlyon dolar qezenc kirin, di wextekî ku qezenca HBOyê digihîşt nêzîkî yek mîlyon dolaran. Girîngîya berfirehbûna bazarên temamker daxuyîneran gelek eleqedar dike. Rêveberê şirketeke amerîkî ya reklaman, di 2002yê de digot ku veberhênana pêkhatî ya ji bo rêzefîlma Sopranos, ku her hefte ji alîyê nêzîkî 11 mîlyon amerîkîyan ve tê temaşe kirin, "mukemel" bû: "Bangewazîyên bêhempa çêbûn. Temaşevan bênavber di televîzyonê de temaşeyî beşên vê rêzefîlmê dikin. Piştre ew DVDyên wê dikirin û careke din li wan temaşe dikin . (7) Û herwiha, mirov dikare vê jî li ser zêde bike ku îmkana daxistina ji Înternetê, bipere an jî belaş (û derqanûnî) hebû.

Ji bo HBOyê firotina berdewam ya bernameyan ji hejmara aboneyan girîngtir e

Firotina daîmî ya bernameyên ku HBO hildiberîne û diweşîne, ji bo HBOyê ji zêdebûna hejmara aboneyan girîngtir e. Berevajî reqîba xwe Showtime (hilberînera Weeds û Dexter), HBO di dawîya 2010ê de daketina hejmara aboneyên xwe jî dît, eynî wekî şirketa Cablevision Systems Corporation, xwedîya kanala ku bi awayekî qismî ji alîyê reklama AMCyê ve (hilberînera Mad Men û Breaking Bad) tê fînans kirin. (8) Pêwistîya domandina telebê di bazarên temamker de ji ber vê ye. Helbet ev yek girêdayî navdarbûn û kapasîteyên bernameyan e, bernameyên ku bala kesên ne abone dikişîninû herwiha bi kapasîteyên xwe dikarin bibin berhemên "kult" ku ji alîyê "fanatîkan" ve wek bisihir tên dîtin an jî ji alîyê xwendewarên amator ên guftugo û rexneyan ve bi baldarî tên taqîb kirin. Ji bo vê yekê, bilindkirina "nirxê" van berhemên televîzyonê tiştekî pir bingehîn bû ; helbet lazim bû ev berhem biketana nav bazara çandî jî ku ji demeke dirêj ve ye berhemên sînematîk û edebî dibin mijara vê bazarê: Çapemenîya bispor a vî warî, derdorên wêje û sînemahez, beşên zanîngehan. (9)

Ji alîyê yek ji rêveberên berê yê HBOyê Chris Albrecht ve, stratejîya HBOyê bi "bernameçêkirina xweser" tê wesfandin, belê gotareke promosyonî jî hevaltîya vê stratejîyê dike. Ev gotar produksîyonên HBOyê wek berhemên hunerî pêşkêş dike, berhemên ku ji mantiqê televîzyona ticarî ya berbelav filitîbin. Slogana ku di navbera 1996 û 2009ê de dihat bi kar anîn bi serê xwe vê gotarê rave dike: "It’s not TV. It’s HBO". ("Ev ne televîzyon e. Ev HBO ye.") HBO her tim balê dikişîne ser serbixwebûna xwe ya ji reklamderan (di nav sîstemeke pir ticarî de bi veşartina tora têkilîyên xwe) û bi vî rengî ew xwe ji rexneyan xilas dike; rexneyên ku bi giştî ji alîyê komeke civakî ya dilxwazên gumanbir ve derbarê endustrîya medyayê de tên kirin û ev kom hêrsrabûyî li hember fikra ku berhemeke xeyalî karibe ji bo "firotana wextê mejîyê amade" bê bi kar anîn.

Coşa "rêzefîlmhezkiran" bêguman xwepêşandana herî mezin a HBOyê ye

Hewesên HBOyê û kanalên din, ku heman çavkanîyê bi kar tînin, rastî coşa çapemenî û temaşevanan hatin, temaşevanên ku naxwazin bikevin rola teletemaşevan-serfkar. Li gor wan, teletemaşevan-serfkar eleqedarî amatorên produksîyonên girseyî ne. Îca bi vî rengî, êdî ne tenê temaşekirina televîzyonê, lê hezjêkirin û nirxandina berhemên xeyalî wê babeta pirsê be. Berhemên xeyalî ku ji alîyê civakî ve wek neparêzan ji alîyê polîtîk ve jî wek wêrek tên dîtin (Treme, The Wire). Analîz zanîneke kûr pêwist dike û di navbera bisporan de jî guftugoyan geş dike. Ha ji ber vê yekê ye ku New York Review of Books a biprestîj gelek rûpelên xwe ji rêzefîlma The Wire re veqetandin (10) û herwiha Ecole Normale Supérieure (Dibistana Bilind a Mamosteyan) rêzeke semînerên bi navê "Fikirîna ligel rêzefîlmên televîzyonê" li dar xist. Bi vê munasebetê di nav çend salan de ji çanda populer a rêzefîlmên ji rêzê cudatir, çandeke kûr a rêzefîlmên bikalîte derket holê.

Hin rêzefîlmên wek Sopranos, Six Feet Under (2001-2005), The Wire (2002-2008), Treme (2010) û herwiha Boardwalk Empire (di 2010ê de dest pê kir) statuya giranbuhayên "Hunereke heştemîn" bi dest xist. Îro êdî ne tenê HBO wek temsîlkar tê dîtin, temsîlkara tiştê ku mirov dikare wek "sêyemîn çaxa zêrîn a televîzyonê" bi nav bike –serkeftina nû ya Mad Men rastî kêmbûna lezgînîya kanalê hat. Ev coşa "rêzefîlmhezkiran" bêguman xwepêşandana herî mezin a HBOyê ye, tevî ku marjînalên herî telebkar ên temaşevanên wê li sekinandina rêzefîlmên biîhtîras (wek La Caravane de l’étrange, di 2005ê de) rexne girtin û tevî ku hin dengên dijber, wekî yê derhenêr Jacques Audiard, li dijî kulteke rêzefîlman derdikevin. Ligel van gumanberîyan, ev kanal di nav temaşevanên xwe de promotor û amatorên dek û dolabên kompleks û kesayetîyên kûr peyda dike. Ev dek û dolabên kompleks û kesayetîyên kûr di forûmên ser xeta Înternetê û herwiha di semînerên zanîngehan de dibin mijara guftugoyên bêdawî.

"Modêla HBOyê" baş kar dike: Kanal di 2008ê de dezgeha herî berdar a împaratorîya Time Warner bû. Di nav tiştê ku wê bibûya "Wal-Mart a çaxa agahdarîyê" (11) de, wê cihekî mîna reyoneke luksê di bazareke mezin de girt. Ji dawîya salên 1990ê û şûn ve, kanalên din ên kabloyê jî ji bo rêzefîlman veberhênanê dikin û heman serfirazîyan bi dest dixin; tevî ku temaşevanên wan (di navbera yek û çar mîlyonan de) qet ne mîna temaşevanên bernameyên herî populer in (bernameyên populer dikarin bala bêhtirî 15 mîlyon kesan bikişînin ser xwe). Wekî din, ji bo ku bi awayekî girseyî bala reklamderan bikişînin, şirketên mezin yên medyayê ên sîstema hertzî karî bi awayekî serkeftî modêla rêzefîlma "bikalîte" pêk bînin (bi Lost, Desperate Housewives, Dr House û herwiha Les experts). Hêjayî gotinê ye ku ev yek bi zêdebûna hêza koma senarîstan pêk hat, çawa ku serkeftina wan a di greva 2008ê de ev tişt îsbat kir.

Çavkanî

Arnaud Rindel:
Yê pêşî dîroknas û yê diduyê endamê Komeleya Acrimed e.

  1. Alain Carrazé û Martin Winckler, Les nouvelles séries américaines et britanniques. 1996-1997, Les Belles Lettres, 1997, r. 5-6
  2. Olivier Donnat, Les pratiques culturelles des français à l’ère numérique. Enquête 2008, La Découverte / Wezareta çand û komunîkasyonê, 2009, r. 95
  3. Axaftina ji alîyê Jean-Jacques Jelot-Blanc ve di Télé-feuilletons de ragihandî, M.A. Editions, 1990, r.VIII
  4. Gary R. Edgerton û Jeffrey P. Jones (Rêve.), The Essential HBO Reader, Zanîngeha Çapemenîyê ya Kentucky, 2008, r. 32. Ji xeynî jêwergirtina li dij, daneyên hejmaran ji vê berhemê hatine girtin
  5. PR News, 4 tebax 2008
  6. Marc Leverette, Brian L. Ott, Cara Louise Buckley (Rêve.), It’s not TV. Watching HBO in the Post-Television Era, New York, Routledge, 2008, r. 59
  7. http://www.usatoday.com, 12 sibat 2002
  8. Associated Press, 4 mijdar 2010 ; The Wall Street Journal, 11 adar 2011
  9. Davis Buxton, Les séries télévisées. Forme, idéologie et mode de production, L’Harmattan, Parîs, 2010
  10. Lorrie Moore, "In the life of The Wire", The New York Review of Books, 14 cotmeh 2010, berg 57, hejmar15
  11. Ev îfade ya rojnamevan Ken Auletta ye, ji berhema The Essential HBO Reader, çavkanîya li jor navbihurî hatiye girtin, r. 15

Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt