Teqlebazîyên doktrînal li Enîya Neteweyî

Hilbijartinên serokdewletîyê li Fransayê
Translator

Komkujîyên di nîvê meha adarê de yên li Toulouse û Montauban ên ciwanekî ku xwe weke endamê Al Qaîdeyê nîşan da, girtin ser xwe, bûn sedemê ji nû ve vegera Enîya Neteweyî li ser mijarên wê yên herî zêde derdixe pêş: Pirsgirêkên ku li gor wan ji ber koçberî, an jî ji ber îslamê peyda dibin. Berê, namzeda ji rasta tundrew a hilbijartina serokdewletîyê, Marine Le Pen, li ser mijareke civakî ya qet nebe di nav partîya wê de nû, kampanya dabû meşandin.

Ji bo îlahîyata lîberal, Gîyanê Pîroz, destê nepenî ye, ew dest e ku, dê ji komeke reftarên ferdî yên egoîst, li gor Zanyarîyê û jê wêdetir li gor Nîzama Xwezayî bextewerîyeke kollektîf ava bike". Ev hevoka, ku biqende bi Siyaneya Pîroz re ewinde jî bi rastê kevneperest re kufir dibe, ji pirtûka dawîn a Marine Le Penê hatiye girtin. (1) Ev berhema berendama Bereyê Neteweyî (FN), ku di nîvê kampanyaya serokayetîyê de hatiye çap kirin, bi hevokên xwe yên fiş û vala, balê dikşîne ser xwe. Ew di pirtuka xwe de "ultralîberalîzm"ê, weke "ji îdeolojîya çîneke serdest a navneteweyî ya cîhanîbûyî pê ve netiştekî din be" dibîne û dibêje dê pir baş be ku mirov herî bi lez xwe ji vê "arîstokrasîya nû" xilas bike. Rast û çepê sazîyî dê "heman îdeolojîya cîhanî ya ji kapîtalîzma ultralîberal bûyî, ku bi kêrî berjevendîyên olîgarşîyekê bê" par vekin.

Marine Le Pen qet dudilîyê nake, ku ji bo delîlên xwe xurt bike, nivîskarên din ên ku bi kêmanî mirov dikare bêje tu têkilîya wan bi rasta tundrew re tuneye jî seferber bike. Du caran navê Philippe Askenazy derbas dibe û ji ber Manifeste d’économistes atterrés / Danezana Aborînasên Têkçûyî ya wî digire. (2) Du berhemên Serge Halimi hatine bi kar anîn, yek ji bo destnîşankirina dagîrkirina bazarê ji alîyê rewşen-bîrî ve û ya din jî ji bo dîyarkirina "arîstokrasîya rojname-vanîyê" ye. "Globalbûn peymaneke ji bo berxwerî û materyalîzmê ye, ji bo ku Mirovî ji dîrokê derxe û wî ber bi nav tiştê ku Gilles Lipovetski weke “qada valahîyê” bi nav dike de bibezîne", seroka FNê dîsa ji Emmanuel Todd heta bi Franklin Roosevelt, ji Karl Marx heta bi Maurice Allais dinivîse, ew her tiştî dide ber dasa xwe ji bo ku helwêsta xwe ya li dijî "globalbûnê" xurt bike.

Lê dîyar e, ew hîn bêtir di bin bandora Jean Claude Michéa de maye, ku di encamê de wiha dibêje, "gotûbêj û devjengîyên li ser mijarên ew çend girîng ên weke sekulerî, komarê, guhastina azad an dawîlêanîna euroyê yên bikelecan ez derxistim hemberî hin hevalên min". Berendama serokatîyê gelek caran xwe dispêre vî nivîskarî, heta radeya ku jê re dibêje "bila li min bibore ji ber ku min ew neteweyî kiriye". Divê xwendina "L’Impasse Adam Smithe / Korerêya Adam Smithe" (3) derfet dabe wê ku têbigihê bê çima çepî xiyanet bi îdealên xwe re kir, ku dev ji "qada berevanîya çînên gelerî, yên karkiran berde, û bi ber bayê keve biçe berevanîya yên lidervehiştî, yan jî bênasname bike".

Birêvebera rastê tundrew ji bo rêzgirtineke dema bihurî ya benda reqîbê xwe ku mirov ji guhên xwe bawer nake jî îstifade dike: " çep divê tewandî be û ez nizanim ka gelo têkoşîn tê dayîn. Mirov dikare têkoşînê weke lêker bi rehetî bi kar bîne.

Ew dîroka siyaseta xwe li ser navê aqil, li hemberî rastîyên dîtî dide dest pê kirin: Fîlozof û ansîklopedîstan ji ber ku ew li dijî zanînê didîtin, êrişî Dêrê, Paşverûtîyê kirin". Rojnameyên Rivarol, Minute û Présent –ku berî dilê wan ne bi ser Marin Le Pen de bû– êdî dê jê hez bikiraya.

Heta di gilîyên wê yên li dijî koçberîyê de jî, ku navenda rexneyê wê yê li dijî "globalbûnê" pêk tîne, Le Pen han dide delîlên xwe ji qada civatî peyda bike. Ew balê dikşîne ser "rewşa pêşbazîya bi hemî karkirên welatên din re" ku dê bibe sedema xirabûna siberoja mehanegirên fransî, "neherêmîkirinên ber bi malê de" bi bîr tîne û "maska erjeng a dîlîtîya hevdemîyê" dihejîne. Hîn jî, birêvebera rastê tundrew bi dilekî rihet axaftinên benda rikeber ji bo xwe bi kar tîne. Ew jêgirtineke Pierre Mendès France ya di 19ê çileya paşîn a 1957ê de, ji nav tozê derdixe ku tê de serokê berê yê Konseyê bawer dike ku divê welatê wî rastê xwe biparêze "koçberîya ber bi Fransayê kêm bike, bi taybetî jî dema ku pêvajoya aborî, xwe parastina li hemberî xeterên bêkarîyekê û kêmbûneke standardên jîyanê yên ji derve îtxalkirî wê li ser mirov ferz bike".

Berendama bereparêz ji xwe re delîlan ji nameya Georges Marchais ya ku di 6ê çileya paşîn a 1981ê de, ji melayê Grande Mosquée/Mizgevta Mezin a Parîsê re şandibû jî derdixe, ku tê de sekreterê giştî yê Partîya Komunist a Fransî (PCF) vedibêje ku çima "divê em koçberîyê ragirin, nexwe em dê bibin sedemê ku gelek karkirên din jî bêkar bimînin", û "tansîyon" û fenomena "getoyan" bi bîr tîne. Lê, weke ku Alexis Corbière, birêveberê Partîya çep jî, dest nîşan dike, ew di vê navberê de ji bîra dike ku hevokeke din a Marchais bi bîr bîne, ku bi misogerî dibêje "tiştê rêberîya me dike, hevpişkîya berjewendîyan, piştgirîya karkirên koçber e. Ev jî bi tevayî berevajî kîn û cudabûnê ye". (4)

Şerê li dijî "globalbûn"ê her weke mifteya cinetê ya FNê dimîne, ku derfeta tevahîya rexneyên wê yên li dijî guhastina azad a aborî û koçberîya ji derve didiyê. Marin Le Pen bi banga xwe ya ji bo "siyaseteke ji nû ve senaîkirin û herêmîkirina çalakîyên aborî" ku ji bo wê dê bi tenê "derfeta jîngeheke rastîn bide", berevanîya siyaseta proksîyonîzmê dike û pesnê dev ji euroyê berdanê dide. Stratejîya li ser bingeha deynkirina mijareke têkilîya wê bi wateyeke civatî re hebe ku mirov bikaribe pê projeya xwe ya siyasî pêş bixe, heke mirov ji her alîyî ve lê nefikirî be, hingê pir sîstematîk e.
Em dîsa ji pirtûka wê dixwînin ku dibêje, "Ji bo min tu kêmanîya wê tuneye ku ez bêjim: Êdî cudayîyeke di navbera rast û çepê de nemaye". Her çend ku hin guherankarîyên di bernameya wê de, ji ya bavê wê ya berîya bi pênc salan cihê bin jî, helwêsta berendama FNê ya di derbarê pirsên ewleyî û koçberîyê de, ji ya rastê herî hişk qet jî nekêm hişktir e.

Helwêsta wê ya di warê koçberîyê de, bi taybetî jî bi "kêmkirina koçberîya qanûnî di pênc salan de, salê ji dused hezar ketine heta deh hezar", yan jî bi "jêbirina mafê axê [ku mafê hevwelatîtîyê dide kesê ku li Fransayê ji dê û bavekî bîyanî bibin– wergêr]" her radîkal maye. "Tercîha neteweyî" ya ku bi Le Penê bavşêrîn bû cîyê xwe daye "pêşekîya neteweyî". Di 2007ê de, berendamê FNê pêşniyaz dikir ku "alîkarîyên civatî û alîkarîya zarokan bi tenê bidin fransîyan". Îro, keça wî ya ku şirket wê tercîh dikin, "û xwedî heman desthilatê ye, dibêje em bidin yên ku hevwelatîyên fransî ne", heman mentiq ji bo lojmanên civatî -dewletê- jî derbas dibe. Heke em dîsa bên ser alîkarîya zarokan, ew jî dê dîsa "ji malbatên ku bi kêmanî dê yan bavên wan fransî yan ewrûpî bin re be".

Cezibandina perwerdekaran

Bi tenê di warê aborî de cudabûna di navbera keçê û bavê wê de gelekî zelal e. Şefê dîrokî yê FNê heyranbûna xwe ya ji bo serokê amerîkî (1981-1989) Ronald Reaganî qet jî venedişart. Parlamenterê poujadîst [tevgereke sendîkayî û siyasî ya fransî (1953-1958) ye ku navê wê ji yê Pierre Poujade tê- wergêr] ê berê, xwe weke berevanê teşebusa azad dibîne, û bêrawestan gilîyê "dewletperestî" û "bacperestîyê" dike. Di 2012ê de, Marîn Le Pen "Dewleteke xurt ku hevsarê dirav û spekulasyonê bixe destê xwe" dixwaze û ji girtina ber çavan a "dewletîkirina, heta bi qismî û demî ya bankayên pere razandinê yên di tengasîyê de" jî dudilîyê nake. Bavê wê pêşniyaz dikir ku rêjeya bacê ya beşê herî jor ê hatinîyê daxe ji % 20ê, lê ew dixwaze wê derxe ji % 46ê.

Di wexta xwe de Le Penê bav alîgirê "vegera li temenê xanenişînîya qanûnî ya di 65 salîyê de" bû, lê seroka niha soz dide ku "dê wê hêdî hêdî daxe 60 salîyê", û heta dibêje "armanc divê weke bi zûtirîn wextê pêkan vegera prensîpa çil salîya temamkirina prîman bê dîyar kirin, ku mirov bikaribe ji xanenişînîyeke bi mehaneyeke bê kêmanî îstifade bike".

Birêveberên FNê yên ku li ser vê guherankarîya di bernameya wan de pirs ji wan hatiye kirin, vê yekê bi pêşketina dinyayê bixwe ve girêdidin. Cure awayekî bêrîkirina Fransaya "sîh salên serketî" ji hin ramanên Marin Le Pen didin der: "Fransa, bi aborîya xwe ya têkel, bi dewleta xwe ya bibandor a ku lîstika serbest a hêzên aborî bi sînor dike; bi qanûndanîna xwe ya civatparêz û mehaneya herî kêm, xizmetên xwe yên giştî “yên biha”, dibistan û karmendîya xwe ya “bêhatinî”, sîstema xwe ya tenduristîya destvekirî, yekdestdarîyên xwe yên mezin ên gazê, yên elektrîkê, yên geştûguzarî û ya posteyê, ji îdeala ku ultralîberal xeyal dikin pir dûr e". Berendama bereyî misoger dike ku dixwaze "plankirina stratejîk" pêk bîne ya ku xwe dispêre "berpirsîyarîya serekî" ya bi general De Gaule şêrîn.

Ev hemî heqaret e ji bo rabirdûya rastê tundrew ê fransî yê ku gelek hesasîyetên wî hene û ku Le Penê bav di salên 1970yê de ew bi awayekî serketî li dora xwe kom kiribû. Birêveberê berê yê FNê û danerê Kluba Horlogê, Yvan Blot, nerazîbûna xwe bi hêrs derdibire: Xanima Le Pen, ew dinivîse (5), "marksîsta dawîn a Rojava ye. Dengdarên wê yên bi koçberî û ewleyîyê mijûl in, dê li hemberî ferqa mijûlîya xwe û ya Marina Sor mat bimînin!".

Divê mirov çi qîmetî bide nivîsên berendameke di kampanyaya hilbijartinê de? Florian Philippot, birêveberê stratejîk ê kampanyaya berendamê, piştrast dike ku "wê pênûs girtiye û ji Ayê heta Zyê nivîsiye". Ev teknokratê ku ji Tevgera Komarî û Hevwelatî ya Jean-Pierre Chevènement derbas bûye, bi kêmanî dizane ku ev pirtûk mêyweyê "xebateke hevpar a du salan e".

Ev nivîs ne ji ber taktîkeke ji bo peydekirina piştgirîyeke ji derûdorên cihê ye gelo? FN, birastî îro di nav rastê tundrew de di rewşa tekelbûnê de ye. Ji bo wê jî ew dikare pişta xwe bi dengdarên adetî, konservatîv rast bike, û li dengdarên nû bigere. Perwerdekar, weke mînak, ku Marîn Le Pen, di dema konferanseke li ser perwerdeyê ku ji alî “think tank”a bereyî ve bi sernavê Raman û Neteweyê, di 29ê îlona 2011ê de hatibû organîzekirin de, bi van peyvan pirsan ji wan dike: "Demeke dirêj, şaş têgihîştinek di navbera me de çêbû. Demeke dirêj, me li we weke em li dijminên xwe binêrin, nêrî. Demeke dirêj me nizanibû ku em ê çawa bi hev re bipeyivin, (...) Demeke dirêj, me şaşîyek kir ku em fikirîn hûn li hemberî hilweşandina dibistanê bêdeng man, an bûn hevkarên xirabkeran. Ji bo piranîya kesên weke we, ev şaşîyek bû û ew dewran derbas bû, dê careke din venegere".

Her bi vî awayî, rexneya neheqî û bêîstikrarîya sîstemeke aborî ya bêbalans dikare – di rewşeke krîzê de– bibe stratejîyeke rastîn a ji bo îqnakirina derûdorên gelerî.

Nebûna parvekirina dewlemendîyan

Ew dixwaze gilî û gazinan ji sextekarîyê bike. Piranîya helwêstên xwedêgiravî civatî yên Bereyê marînîst li hemberî lêkolîneke kûr nikarin zêde li ber xwe bidin. Marin Le Pen sozê "Dewleteke xurt" û lêpirsîna Revîzyona Giştî ya Siyaseta Dewletê (RGPP) ku li ser navê wê meqamên karmendan bi awayekî girseyî ji navê hatin birin, lê ew fermanê dide ku birêveberîyên herêmî "planeke zerûrî ya kêmkirin, yan jî stabilîzekirina mewcûda xwe" pêk bînin. Mînakeke din: Bernameya wê xweş dike ku mehaneyan 200 euroyên net heta 1,4 qatê mehaneya herî kêm, ku ji alî "beşdarîyeke civatî ya îtxalatê" ve tê fînanse kirin zêde bike; lê rastîya wê tiştê mewzûbahs sivikkirina ew çend prîmên ewleyîya mehaneyî ye, ku ew jî dê di warê parvekirina dewlemendîyê de neyê wateya tu tewazûnê –ku pirseke bi tevayî ji vê partîyê re xerîb e.

Ji alîyê din ve, berendama FNê, di warê lihevanîna du baskên propagandaya xwe ya ku xîtabî du beșên gel ên cihê dike de zahmetîyê dikșîne. Pirsa jiberxwekirina zarokê semptomatîk e ji bo zehmetîyên wê yên di warê razîkirina hem dengdarên mihafezekar ên ku bi tevayî li dijî her cure di nîvî de birîna bihemlebûnê ne, û hem jî dengdarên ku hê nû piştgirîyê didin, ya bi saya mafên jinan hatiye bi dest xistin. Marin Le Pen, di bernameya xwe de, berîya dîyar bike ku dana mesrefên di nîvîde birîna bihemlebûnê dê "ne berîya her tiștî" be, heta heke ku budceya ewleyîya civatî li hev dernekeve, dikare ji navê jî bê rakirin, bi vê tevlîhevîyê qîma xwe tîne "azadîya jinan a jiberxwenekirinê heye".

Êrișa berendam Nicolas Sarkozy ya li ser mijarên taybetî yên FNê, ku bi awayekî nisbî di anketan de bi biserketinê hatin tacîdar kirin, berendama partîya rast a tundrew mecbûr kir ku di dema kampanyayê de, li ser koçberî û îslamê propagandayeke hîn tûnd û tûjtir bike. Dîsa jî ew zorê dide xwe ku dev ji alîyê îtiraza aborî berde, ku di vî warî de ew hisabê berfirehkirina bandora xwe ya li ser çînên populer û navîn dike. Ev peșbazîya di nav Yekîtîya ji bo Tevgereke Gelêrî (UMP) û FNê de, tevî vê jî cesaretê nûker ê birêvebera nû ya bereyî bi sînor dike, ku nikare rîska bi tevayî qutkirina rihên dîrokî yên partîya xwe ya bi tûndrewan re bigre ber çavan.

Çavkanî

Eric Dupin:
Rojnamevan, û nivîskarê Voyages en France / Gerên li Fransayê, Seuil, Parîs, 2011.

  1. Marine Le Pen, Pour que vive la France / Ji bo ku Fransa bijî, Jacques Grancher, Parîs, 2012
  2. Philippe Askenazy, Thomas Coutrot, André Orléan et Henri Sterdyniak, Manifeste d’économistes atterrés. Crise et dettes en Europe: 10 fausses évidences, 22 mesures en débat pour sortir de l’impasse / Danezana Aborînasên Têkçûyî. Li Ewropayê krîz û deyn: 10 delîlên sexte, ji bo ji korerêyê derketinê 22 tedbîrên gotûbêjkirinê, Les Liens qui libèrent, Parîs, 2010
  3. Sernivîsa wê ya tam Impasse Adam Smith. Brèves remarques sur l'impossibilité de dépasser le capitalisme sur sa gauche / Korerêya Adam Smith. Daxwiyanîyên kurt ên li ser nepêkanbûna derbaskirina kapîtalîzmê di çepê wê re, Flammarion, Parîs, 2006
  4. Alexis Corbière, "Marine Le Pen, un livre absurde et dangereux pour la France / Marine Le Pen, pirtûkeke pûç û xeter ji bo Fransayê", 3ê sibata 2012ê, www.placeaupeuple2012.fr
  5. Yvan Blot, "Un livre néomarxiste? Quand Marine le Pen devient Marine la rouge... Pirtûkeke neomarksîst? Gava ku Marin le Pen bibe Marîna sor...", 4ê adara 2012ê, www.atlantico.fr

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr