Tevgera Tea Party’ê li Teksasê

Amerîka
Translator

Li Teksasê yekemîn pêla mezin a koçberiyê di navbera dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de çêbû. Hingê Ewropî bi awayekî girseyî li bendera Galvestonê peya bûn. Ev eyaleta li başûr îroj hedefe sereke ya koçberên ji Meksîka û Amerîkaya Latîn e. Para bêhtir ev koçber bi awayekî neqanûnî dikevina nav erda eyaletê. Tevliheviya nîzama etnîk, çandî û zimanî yên ku ji ber koçberiyê pêk tên, bi awayekî mayînde rengê qada siyasî ya eyaletê diguherin.

Houston bajarê herî mezin ê Teksasê ye û di mezinahiyê de li Amerîkayê sêyemîn e. Li gorî lêkolîner Steven Klineberg, rêjeya şêniyê îspanî a ku sala 1980’ê % 15 bû, îroj ji % 40’î bihuriye. Çiqasî serjimara bi eslê xwe anglo-sakson pîr dibe, ya bi eslê xwe îspanî jî ewqasî ciwan dibe, ewqasî ku îroj nîvê mirovên temenê wan di navbera 18-29 salan de îspanî ne. Heke Teksas sibe ji bo ku Meksîkayê îzole bike dîwarekî lêbike jî – daxwazeke rastgiran e – ber bi 2040’î ve hejmara şêniyên bi eslê xwe îspanî wê ji ya anglo-sakson û reşikan bibihure.

Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi hejmara xwendekarên li dibistanan qeydkirî Teksas di rêza duyemîn de ye, lê di warê mûçeyên dersdaran de bi zor cîhê xwe di nav rêza 49’an de digire û di warê lêçûna serê xwendekarekî de jî di rêza 44’an de ye. Li gorî fikrê hevpar ê komarparêzên Teksasî û milîtanên tevgera Tea Party’ê, daxwaza pêknehatî ya başkirina sîstema perwerdeyê ya dewletê – ya ji vê jî xirabtir qanûnîkirina rewşa koçberên qaçax – şewbek e ku ew dixwazin li hemberî wê bibin bend.

Perwerde û koçberî: du mijar in ku parlemantera meclîsa eyaletê ya Teksasê Debbie Riddle bi xêra wan navdar bûye. Beriya çend salan wê li binyada fikra ku li gorî wê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê divê ji bo her kesî çûna dibistanên dewletê misoger bike, pirsî: "ev fikr ji Moskovê, ji Rûsyayê tê. Ev fikr ji kanên dojehê tê. Ji bo ku me manîpule bike da ku em vê fikrê weke fikreke merd nîşan bidin. Tu tiştê vê fikrê yê merd nîne. Ev fikr wê bibe sedema têkçûyina vî welatî. (1)" Serê vê salê Riddle’ê pirsgirêka "zarokên terorîst ên bi derpiyê kin" derxiste pêş. Li gorî wê, jinên ku terorîst wan dişînin, ji sînoran dibihurin da ku zarokên xwe li ser erda Amerîkayê bînin dunyayê. Piştî ku gihîştin, ev "hêmanên di xew de" wê bi armanca ku li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê kaosekê peyda bikin, çalak bibin.

Parlemanterê meclîsa eyaleta Teksasê Louis Gohmert jî ji ber xetereyeke bi vî rengî diponije. Li pêşiya kongreyê, Gohmert weha axivî: komên terorîst yên li başûrê sînor xwe amade dikin ku "jinên ducanî bişînin Dewletên Yekgirtî da ku li wir belaş zarokên xwe bînin dunyayê" ku ev jî wê zarokan bike welatiyên Amerîkayê. "Paşê zarok wê li welatê xwe vegerin da ku bi terorîzmê werin têrkirin. Piştî bîst salan, sîh salan ew ê rojekê vegerin vir da ku beşdarî rûxandina awayê jiyanê yê amerîkî bibin. (2)"

Di dema hilbijartinên pêş ên ji bo diyarkirina namzetên partiyan ên walitiyê de namzeta tevgera Tea Party’ê Debbie Medina jî bi heman awayî li dunyayê niherî. Beriya hilbijartinan, tecrûbeya wê ya siyasî bi serokatiya şaxê komarparêzan a herêma hilbijartinê ya Whartonê (serjimara wê 40 000 e) re sînordar e. Ji berdêla ku vê kêmbûna tecrûbeyê ziyan li wê bikiraya, xwe weke yek ji serfiraziyên wê yên sereke piştrast kir. Amennaya Medina di serî de ultra lîberal e: heyrana parlemanterê Teksasê û namzetê wêrek Ron Paul e – lewre tevî ku hîç şensê wî nebû jî di partiya muhafizekar de ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2008’an bû namzet. Lê belê ew baweriya xwe ya xirîstiyaniya incîlê jî nîşan dide. Ji xwe vê kombînasyona ecêb kir ku ew di siyasetê de bi awayekî xurt bilind bibe.

Ne bi tenê çend tiştên hevnegirtî. Medina weke mînak îdîa kir ku mafê dewletê nîne ne firotina sîlehan kontrol bike û ne jî bacê ji milkê şexsî bistîne. Lê belê, li gorî wê, divê hêza dewletê karibe zewacê û anîna nevîsiyan li homoseksuelan qedexe bike. Vê yekê popularîteya wê ya di nava endamên tevgera Tea Party’ê de qet kêm nekir. Çawa ku rojnamevanê Teksas Observerê, Bob Moser, tesbît kir, pêdiviya Medina pê nîne ku xîtabî girseyê bike "lewre girse û ew yek tişt in. Ya ji vê jî baştir, tecrûbeyeke hilbijartîbûnê li pêşiya wê ne asteng e û ew tu carî neçar nemabû ku ji bo qanûnekê dengê xwe bide yan jî di mijara pirsgirêkeke tevlîhev de alî bigire. (3)"

Dîsa jî bi bernameya pêşkêşvanê navdar yê Fox News’ê Glenn Beck, kampanyaya hilbijartinê ya Medina derbeke ciddî xwar (gotara Walter Benn Michaels bixwîne). Çapemeniyê derxistibû holê ku Medina destek daye fikra "rastiya li ser 11’ê îlonê" tevneke nefermî ku endamên wê pê bawer in ku hikumeta amerîkî bi xwe kiryarê êrîşên li dijî Pentagon û World Trade Centerê ye. Dema ku Beck li ser vê mijarê pirs ji Medina kir, wê weha bersiv da: "Min nedikarî delîlan hemûyan analîz bikim, Glenn ji ber vê jî ez nikarim... ez ne ... min bi awayekî aşkere versiyona fermî red nekir. Lê belê ez difikirim ku hin kes pirsên gellekî têkildarî vê mijarê dikin û derfeta Amerîkiyan çênebû ku der barê vê mijarê de bigihîjin hêmanan gişan ku derfeta çêkirina fikrekê bi wan re peyda bibûya. Lewma ez hukmê xwe ji xwe re dihêlim. (4)" Wê xwe şaş nekir, daxuyaniyên bi vî rengî yek ji hîmên îdeolojîk yên tevgera Tea Party’ê lê aşkere dike: baweriya ku dewleta federal çavkaniya tevahiya xirabiyên Amerîkayê pêk tîne.

Mirovên din ên li pêş ên tevgerê jî di jihevderxistina baweriyên xwe û rastiyan de heman zehmetiyan dikişînin. Dema rojnamevanekî CNN’ê ji Gohmert pirsî ka çi delîl hene ku ew îddiayên xwe yên der barê koçberan de bispêriyê, reng ji Gohmert çû û dengê xwe bilind kir: "Hûn êdî bûn berdevkê wan, ev hêsan e! Lê qîmetê we ji vê bêhtir bû. Wextekî we baştir bi karê xwe dizanî. (5)" Zêde di ser weşandina vê bernameyê re nebihurî kevnerayedarê bilind ê FBI’yê yê ji operasyonên navneteweyî berpirsiyar Tom Fuentes diyar kir ku "tu nîşan û tu delîl nîne ku bike mirov bifikire ku hin kes li hin deveran lê fikirîne ku zarokên terorîstan li ser erdên Dewletên Yekgirtî bînin dunyayê." Lê belê, di cîhaneke manewî de ku tê de dijminên yek ji yê din xeyalîtir li derve û li hundir dor lê girtine, hizirên bi vî rengî zêde giraniya xwe nînin.

Ya ku li Teksasê diqewime dê Richard Hofsadter yê ku sala 1964’an pirtûkeke ku îroj gellekî ji ber tê girtin a bi navê "şêwaza paranoyak di siyaseta amerîkî de" nivîsî matmayî nehişta. Medina û Gohmert ne jirêketî ne, mirovên "normal" in, lê belê "awayên xweîfadekirinên paranoyak" yên ku bi "mubalexeyên weke êgir, gumanên giştîkirî û teoriyên komployê" barkirî ne, bi kar tînin. Û dema ku li derveyî lîstika siyasetê tên hiştin, hingê vê yekê weke piştrastkirina tirs û gumanên xwe dibînin. "Ew bi tenê bi bandora desthilatdariyê dihisin û bi ser de jî bi awayekî wê yê şikl-xirabûyî. Ji ber vê jî ew nikarin fêm bikin ka çawa ew dixebite."

Sîrka çapemeniyê ya li dora Medîna, Riddle, Gohert û partîzanên wan kir ku ya hê doh weke ne mumkin xuya dikir, pêk were: kir ku walî Rick Perry – piştî ku li şûna George W. Bush bû walî, ji bo dewreke sêyemîn a walîtiyê namzet e – weke mirovekî sergevez were qebûlkirin. Di sibatê de dema ku Medina ji xwe mijara 11’ê îlonê dipirsî, Perry li paytexta Teksasê Austinê spora xwe dikir û keftarekî çolê yê di wir re derbas dibû kuşt: walî kêm caran bêyî demançeya xwe ya nîşana wê bi lazerê ji bo bibeze ji mal derdikeve; kî dizane çi tê serê mirovî (6)…

Perry rexne li qanûneke li dijî koçberiyê ya rasîst ku eyaleta Arîzonayê hewl da derxe, girtin. Wî herweha xwe dûrî bêpîvaniya axaftina waliyê vê eyaletê Jan Brewer’î jî girt. Brever – bêyî ku carekê jî bi delîlan piştrast bike – weke ku çeteyên meksîkî mirovan tînin çolê da ku wan ser jê bikin, dide nîşan. Pêdiviya Perry pê nîne ku ewqasî bide nav. Bêyî ku ji cîhê xwe yê carê bileqe – aliyê rastê yê texteyê kişika siyasî – kelevajiyên her diçe zêde dibin yên rastgirên radîkal dikin ku ew weke mirovekî nerm were qebûlkirin. Ew pê dizane ku li Teksasê mirov xwe ji dengên spanîk qut bike, ev bêtedbîrî ye ku dikare zirarê lê bike. Ma George W. Bush bi xwe jî dema ku walî bû ev deng kom nekiribûn?

Weke siyasetvanekî ku li ser wî gotegot hene, dibêjin ku daxwaza wî ya serokatiyê heye. Perry xwe ji tu derfetan nahêle ji bo ku dev biavêje Washingtonê. Li ser pirsgirêka koçberiyê, beriya ku hikumeta federal bi rewşa qaçaxên ji xwe li ser erdên welêt in dakeve, ew dixwaze ku sînor "ewle" bike; pêwîstiyek e ku destûrê dide, mirov tevahiya hizirînên ciddî yên li ser pirsgirêkê, bêyî diyarkirina demekê, paş ve bixe. Der barê reforma sîstema tenduristiyê de ku demokrat destekê didinê, Perry îdîa dike ku "Teksasî hez nakin ku burokrat ji 2500 kîlometroyî dûrî wan werin û dest bi pêlîstina sîstema wan a tenduristiyê bikin. (7)" Di vê mijarê de Perry hesabê pêşhukmên Teksasiyan dike û bi taybetî jî yê partîzanên tevgera Tea Party’ê. Ji berdêla ku dewletê weke birêvebirina netewe bibîne, ew wê dike otokratekî biyanî. Û ew qanûneke ku li ser şîrketên sîgorteyê ferz dike derfetên wan û rewşa wan a tenduristiyê çi dibe bila be, welatiyan hemûyan sîgorte bike jî weke "pêlîstineke" gumanbar nîşan dide.

Li ser reforma sîstema perwerdeyê (8), Perry hema wilo red kir ku tevlî bernameyeke neteweyî bibe ku subvansiyonên girîng pêşniyarî eyaletan dikirin. Eyaletên ku projeyên wan ên perwerdeyê ji aliyê wezareta perwerdeyê ve hatine erêkirin dikarîn van subvansiyonan bistînin. Heke bixwesta Teksasê dikarî 700 milyon dolarî bistîne, lê belê Perry da xuyakirin ku bi tenê karê Teksasiyan e ku biryarê bidin ka zarokên wan divê çawa bixwînin.
Sala 2006’an stranbêj û komedyenekî navdar Kinky Friedman di hilbijartinên pêş ên ji bo diyarkirina namzetê walitiyê de bû berendam. Sloganên kampanyayê yên li bîra mirovan man ên weke "Ma ji bo çi ne ez? an jî "Ev kar, ê ewqasî jî zehmet nebe!" kirin ku di nava partiya xwe de % 16’ê dengan bistîne. Vê mehê ew ê jî dengê xwe bide namzetekî ku bi qasî wî navika wî bi derve ve girêdayî, lewma li gorî wî tu rêya din nîne: "çend siyasetvan hene ku hûn ji dil rêzê ji wan re digirin û heyranê wan in? Min bi xwe hejmart, ez hê li sifirê me. (9)"

Çavkanî

Robert Zaretsky:
Li zanîngeha Houstan, Teksasê, li Honors College, profesorê dîrokê, nivîskarê pirtûka bi navê Albert Camus: Elements of a Life (Albert Camus: Hêmanên jiyanê), Cornell University Press, 2010.

  1. El Paso Times, 3’ê adara 2003’an
  2. The Texas Tribune, Austin, 28’ê hezîrana 2010’an
  3. The Texas Observer, Austin, 8’ê sibata 2010’an
  4. The Houston Chronicle, 11’ê sibata 2010’an
  5. The Huffington Post, 13’ê tebaxa 2010’an. Hevpeyvîna Gohmet û herweha hevpeyvîneke bi qasî wê surrealîst ya ligel Riddle li ser înternetê bi milyonan caran hatine temaşekirin
  6. The Seattle Times, 27’ê nîsana 2010’an
  7. The Texas Observer, 19’ê nîsana 2010’an
  8. Bixwîne: Diane Ravitch, "Volte-face d’une ministre américaine" (Rûberû li gel wezîrekî amerîkî), Le Monde diplomatique, çiriya pêşîn 2010
  9. Santa Cruz Sentinel, 29’ê tîrmeha 2010’an

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê