Tezmînkirina karbonê, dara ku daristanekê vedişêre

Alavên hawîrdorî yên zêde paxafê bi cewhera şêniyan nakin
Translator

Bicihbûyî li ser xakeke ji alîyê pirrengîya xwezayî ve şahane, gundekî meksîkî bernameyeke neteweyî danî ber xwe ji bo ku hem zengînîya xwezayî hem jî derfetên hebûna gel biparêze. Piştî heft salan, ew ji hal ket. Ew ezmûn wan şertên ku li ser navê têkoşîna li dijî guherîna avhewayê li ser gel tên ferz kirin, radixin pêş çavan.

Arcenio Osorio çîyayekî di ser gundê Santiago Lachiguiri re, yê li eyaleta Meksîkayê Oaxacayê li berzexa Tehuantepe ye, nîşan dide û dibêje: "Ev e. Ew avê dide bajarên herêmê hemûyan û ji bo me Zapotêkan ew pîroz e. Yê ku me dixwest em bi awayekî fermî biparêzin ew bû". Osorio sekreterê meclisa komelgehî ye, ev meclis damezirandineke gelêrî ye ku hatiye hilbijartin û jîyana şênîyên gundî bi rêk dixe.

Tevahîya 8 hezar şênîyên gund tevlî parastina Cero de las floresa (Çîyayê Kulîlkan) "xwe" bûne. Jixwe, Komîsyona Neteweyî ya Parastina Wargehên Xwezayî (Conanp) ev çîya ku ji ber "baş parastina ekosîstemên xwe" xwedî "dewlemendîya xwezayî" ye, di nav lîsteya xwe de bi cîh kir.

Li jêr di gelîyan de qehweya bîyolojîk tê çandin. Di kêlêka çîyayan de dar û werzên garis li pey hev xuya ne. Piştî çend saetên bi meş û hilkişînê, em digihîjin daristanên çaman ên ku bi sedan şiklên cuda yên kulîlkan lê hene. Bilindîya wî çîyayî (2200 m.) û madeya lat û zinarên wê dikin ku ew jixwe piranîya avên herêmê bimije û di xwe de bihewîne. Îro ev çîya bûye dibistaneke ji bo siyasetên jîngeh parastinê.

Di tebaxa 2003ê de, Cerro li Meksîkayê bû yekemîn "wargeha parastina xwezayê ya ku bi daxwaza komelê ve hatiye saz kirin". Li gor danasîna Conanmpê, ew "çerxeke parastinê ye ku bi daxwaza civakê pêk hat. Ev hewldan dewlemendîyên xwezayê diparêze û aborîyeke alternatîf û demdirêj pêşkeşî şênîyan dike. Li Meksikayê, îro 20787 hektar bi vî rengî tên bi rê ve birin." Tevî vê yekê, heft salan bi şûn ve, di meclisa komelgehî de ya çileya 2011ê civiya, şênîyan ji bo qedandina statuya  "wargeha parastina xwezayê"  dengê xwe da. Osorio weha vedibêje "hukûmetê em xapandin, em herçiqas hîn xwedîyên erdên xwe bin jî, em êdî wan kontrol nakin".

Xuya ye gel pir acîz e û ev hevokeke cidî ye: Bisporê erdên gund, Enan Eduardo, behsa peyvên bikaranînê dike. Xapandin? "Em pê hisiyan ku belgekirina 1400 hektar erdê Cerro de Las Floresê, ne weke ku me biryara wê di dema dengdanê de dabû 5 salan, belê demeke bi qasî 30 salan dirêj dihewîne, kontrola erd ji destên me diçe û me mecbûr dihêle ku awayên hilberandinê yên ku di warê ekolojîk de maneya wan tuneye bi kar bînin."

Belgekirina erdan, tesbîtkirina erdan û paşê jî plankirina birêkûpêkirina wan ferz dike. Ev herdu kar ji alîyê rêxistinên ne hukûmetî (ONG) û sazîyên, weke wezareta hawîrdorê, CONAMPê ve tên meşandin. Ev kar divê qaşo bi "civînên amadekarîyê ku gel beşdarî wan dibe" û armanca wan agahdarkirin, guhdana xelkê û biryardana bi şênîyan re ye, dest pê bikin. Lê belê ev pêvajo, ku ji bo biserketina siyaseteke parastinê weke pir girîng tê hesibandin, li Santiago Lachirguiri weke diviyabû nehat meşandin. Herçiqasî CONAMP îdia bike ku "şênî hatin agahdarkirin û tevlî projeyê bûn", Osorio weha rave dike: "Me erdên xwe şanî wan kirin û bersiv dan pirsên wan. Lê belê me hîç nedizanî ka wan çi amade dikir."

Encam: Palên çîya ku sed û çil cotkaran li wan garis diçand, dikevin nav sînorên wargeha parastina xwezayê. Pênc sed hezar erd li "sîstema peredana ji bo xizmetên jîngehparêzîyê": Çalakîyên hilberînê lê qedexe ne, lê gel serê hektarekê salê 400 pesoyan (24 euro) distîne, ango salê 12 408 euroyan. Hindik e. Bi ser de jî proje rêzeke çalakîyan, ku qaşo wê kanên xwezayî bêyî ku zirarê bide derdorê zêde bike, pêş dibîne. Du projeyên mezin: Pêşxistina ekoturîzmê û şirketeke şûşekirina avê. Çar salan piştre dev ji van herdu projeyan berdan. Du holikên ji bo turîstan ku tu caran nehatin bi kar anîn, ava kirin -ev herêma dûr, zêde balê nakşîne ser xwe- û mesrefa zêde ya şûşekirina avê kir ku şirket li petaxê bikeve, îflas bike û derîyên xwe bigire.

Gundîyên ji ser axa xwe hatine derxistin

Lê ya ku pevçûn har kir bêhtir pirsgirêka cotkarîyê ye. Civak ji bo çandinê teknîka şewitandina erdê bi kar tîne: Serê heft salan beşa erdê ya hatiye çandin, dişewitînin û piştre diçînin. Pereng zibilê xwezayî ye, dar bi kêrî midbexê tên û bi ser de jî garis, fasûlî, firingî û îsotên tûj tên çandin.

Zane û etnolog Eckart Boege weha rave dike: "Çandinîya ji deverekê ber bi deverekê din ve [cihguhêz, NW)] ku bi qanûnên hişk re baş hatiye bi cih kirin, navgîna herî baş pêşkêş dike da ku zirar li hawîrdorê neyê kirin. Maya di vê teknîk û rêbazê de bûbûn hostekar, hem di warê hilberînê de û hem jî di warê ji nû ve çandina daran de." Lê belê sazî û dezgehan –hem yên meksîkî û hem jî yên navneteweyî– ev çandinîya cihguhêz weke tehlûkeya nû dibînin. Hemû bi yek dengî bang dikin: "Bi ser agirî de biçin!", girtina karbonê veguherîya hêmana navendî ya siyasetên nû da ku fînansman were bi dest xistin. Rêbaza şewitandinê li Meksîkayê bû sedema xirabçûnên girîng: Nemana daristanan, stewrbûna erdan, kêmbûna avê, kêmbûna pirrengîya bîyolojîk û hwd.

Li ser erdên xelkên xwecihî bi xwe rewş ne wisa ye, lewra van gelan weke li Santiago Lachiguiri rêziknameyên hişk ên civakî ên ferz ji bo çandinîyê bi cih kirine. (1) Zanyarê çandinîyê û nivîskarê lêkolîneke li ser rêbaza çandinîya bi şewitandinê Alvaro Salgado weha rave dike: "Heke rêbaz baş were bi kar anîn, hingê di encamê de mirov dikare pirrengî û mîqdara bîyolojîk a daristanê zêde bike. Li alîyekî şewitandin karbonê derdixe, lê di alîyê din de dema erd ji nû ve berdar dibin, zêdetir karbon tê girtin" Ev tesbîtên di weşanên zanistî de tên qebûl kirin, ji alîyê CONANPê ve tên înkar kirin, CONANP bi xwe xwedîya projeyeke din e ji bo vî gundî: Çandinîya daristanî, pergaleke ku daran (li vir darên mişmişan) di nav çandeke daîmî de bi cih dike. (2) Li vir jî, ji ber ku ne baş hatiye amade kirin, nêzîkbûna ku li ser şênîyan tê ferz kirin, mirov razî nekirine. Di sê salan de erdên çandinîyê lawaz û stewr bûn. Dar bi xwe kêmber in. Edouardo dibêje "ji ber ku garis xweş negiha, CONANPê şîret li me kir da ku em zibilê kîmyewî ji bo dewlemendkirina erdê bi kar bînin." Encameke din: Piranîya sed û çil cotkarên ku jidestdana erdan bandor li wan kir, ji gund veqetiyan. Hinan ji wan biryar da koçberî Amerîkayê bibin; yên din çûn bajêr. Hin ji wan di avahîsazîya avakirina otobana herî zêde nêzî wan de dixebitin û yên herî ciwan piştî kampanyayeke tevlîkirina eskeran a nav refên artêşê, bûn esker.

Ji daxwaza betalkirina cihê parastî yê xwezayî û ji daxwaza dawîya "peredana ji bo xizmetên hawîrdorparêzîyê" nerazî, civakê du nûner şandin Foruma Alternatîf a ku bi 16. Konferansa Alîyên Peymana Avhewayê mohrkirî (COP 16) re di heman demê de kanûna 2010ê li Cancunê pêk dihat. Armanca wan: Eşkerekirin û gilîkirina siyaseta parastina ferzkirî. Îfade û şahidîya wan bingehîn bû. Ya rastî, COP 16 bi xwe bû ya ku lihevkirina ji bo parastina daristanan a di COP 13a sal 2007ê li Baliyê pêşnîyaz kirî erê kir:

Bernameya REDDê (ji bo "Kêmkirina berdana gazê ya girêdayî birîn û kêmkirina daristanan").

Hukûmetên ku ji wan nehat li ser kêmkirina berdana gazên bandora serayê dikin, li hev bikin, hêvî dikin ku bi REDDê % 15ê van gazan jê bibin, bi tenê bi rêya pêşîlêgirtina tinekirina daristanan. Du caran "Fikreke baş"? Heke em ji nûnerê taybet ê Bankey.0a Dinyayê yê ji bo civîna bilind a li Cancunê bawer bikin, hîç şik û guman tê de nîne: "REDD wê alîkarîyê bide me ku em xwe ji guherînên avhewayê re amade bikin."

Bi herhalî ev hêman zêde serê xwe ji rewşa sêsed mîlyon mirovan naêşîne ku li dinyayê ji daristanan dijîn, an jî girêdayî daristanan in. REDD li gor pîvana "tezmînkirinê" dixebite: Şirketek yan jî dewleteke hewayê qirêj dike, wê karibe gazên berdide ên ku bandora serayê dikin (bi berdêla xwe ya ku çend ton karbon dike tê îfade kirin) bi "parastina" daristanekê tezmîn bike. Erê qaşo ev nêzîkatîyeke zanistî ye, lê belê ev hêman tevahîya lêkolîneran razî nake. Bi vî awayî zanîngeha Stanfordê a li Kalîfornîyayê piştrast kir ku Panela Navhukûmetî ya li ser Guherîna Avhewayê ji sê paran pareke karbona di daristaneke li Perûyê de muhafeze kirî, zêde hesibandiye. (3)

Endama rêxistina derveyî hukûmetê (NGO) Global Justice Ecology Projectê Anne Petermann rave dike "di nav muhafezekirina karbonê de qedexekirina birîna daran heye. Komên xwecihî li dijî REDDê ne lewra ew difikirin ku ev bername wê civakan neçarî koçberîyê bike yan jî bandoreke dijwar li awayê wan ê jîyanê bike, bêyî ku tiştekî di mijara qirêjkirina hewayê û guherîna avhewayê de biguherîne." Nûnerên xelkên xwecihî ên ku bi hejmareke pir li Cacunê amade ne, hêvî dikin ku karibin pîvana erêkirina azad bidin qebûl kirin, a ku berîya her awayê pêkanîna bernameyeke REDDê pêşî û zelalkirî ji civakên cihî (CLPE) tê standin. Nûnerê gelê Kuna yê ji Panamayê Orel Masardule dibêje "Em dixwazin ku ew hêza hebe em bibêjin ‘na’ heke şirketek dixwaze li ser erdên me karbonê tezmîn bike." Dîsa jî di deqa dawîyê de bi tenê behsa "garantîyên civakî û jîngehî" tê kirin, ku hê divê were terîf kirin. Tevî ku behsa Danezana Neteweyên Yekbûyî ya der barê gelên xwecihî de tê kirin jî –ew digire ser xwe ku "gelên xwecihî xwedîyên wî mafî ne ku pêşaneyên xwe û stratejîyên xwe yên ji bo nirxandin û bikaranîna erdên xwe û çavkanîyên din dîyar û birêkûpêk bikin"– ev mecbûrî nîne. Du raporên (4) hê nû yên der barê pirsgirêka rêzgirtina ji xelkên xwecihî yên di bernameyên REDDê de wekî din nîşan didin ku mafên milkîyetê û prensîpên şêwr û agahdarkirina şênîyan bi awayekî birêkûpêk tên bin pê kirin.

Paşgotina nû ya derbarê ax û xakan de?

Ji şeş salan û vir ve ji alîyê şirketan (Shell û Gazprom li Îndonezyayê, BP li Bolîvyayê, Rio Tinto li Awûsturalyayê), welatên (Norwêc li Brezîlya û Îndonezyayê, Franse li Meksîkayê) û fonên taybet ên sazîyên navneteweyî yên mîna Bankeya Dinyayê û dezgehên cihê ên Neteweyên Yekbûyî ve gelek proje hatin fînans kirin. Erê Lihevkirina Cancunê serê xwe ji pirsgirêka awayên fînanskirinê naêşîne, fikra ku timî Bankeya Dinyayê parastî, ya ku li gor wê kredîyên karbonê yên REDDê wê karibin bikevin bazara dinyayê, ji mêj ve dev jê hatiye berdan.

Êdî hatiye pejirandin ku van bazaran hîç destûr neda ku berdana gazên karbonê kêm bibe, ne jî bi kêra fînanskirina aborîyeke hindiktir qirêjker hatin. Bispora mijara daristanan ji bo NGOya bi navê FERNê vê texmînê dike: "Bazara karbonê kêmkirina bikaranîna komirê û karbonê teşwîq nake, lê belê mirovan dixapîne û dihêle bifikirin ku qirêjkirin dikare were tezmîn kirin. Heke REDD bikeve bazareke karbonê, hingê dibe ku rê li ber pêleke mezin a spekulasyona milk were vekirin, a ku wê ‘nirxekî karbonê’ bide daristanê." Welatên ji wan re tê gotin, welatên bipêşketî yên ku di guherîna avhewayê de xwedî berpirsiyarîyeke dîrokî ne, di vê navê de red dikin ku bi tenê REDDê fînanse bikin. Ev pirs ji bo 17. Konferansa li ser Peymana Avhevayê re hat hiştin, a ku tê pêş dîtin ji 28ê çirîya paşîn a 2011ê û pêve li Durbana Efrîkaya Başûr pêk were.

Ne bi tenê tevahîya raporên Bankeya Dinyayê bi israr dibêjin ku pereyên dewletê bi tena serê xwe nikarin barê malî yê bicihkirina REDDê hilgirin û divê fînanskirineke taybet –li gor texmînan salê di navbera 15 û 50 mîlyar dolaran de, pere wê lê biçin, lê belê fonên halê hazir heyî digihêjin 2 mîlyar dolaran (5)– were peyde kirin, lê belê pirsek dimîne: Wê çi were serê cotkarên piçûk ên ku hez dikin çandina gêris dewam bikin û di heman demê de beşekê ji erdên xwe jî di dest xwe de bigirin? Di dema 16. Peymana li ser Avhewayê de, serokdewletê Meksîkayê Felipe Calderón ev yek da zanîn: "Da ku li şûna çandina gêris li çîyê, ew daran biçînin û debara xwe bi pereyên ji bo xizmetên jîngehparêzîyê bikin, em ê pereyan bidin cotkaran."

Çavkanî

Anne Vigna: Rojnamevan, Meksîko.

  1. Ferza beyarhiştinê ya serê heft salan, pîvan û tedbîrên hişk ên li ser agirî, danîna bendên li dijî erozyonê, û hwd
  2. Bixwîne, Mark Hertsgaard, "Comment le Sahel reverdit (Sahel çawa ji nû ve hêşîn dibe)", Le Monde diplomatique, tebaxa 2010ê
  3. Lêkolîna tebaxa 2010ê ji alîyê Greg Asner ve hatî kirin; Asner ji Carnegie Institution for Science in Stanford e, lêkolîn li ser 43 000 kîlometrokare daristanê li herêma Madre de Dios a Perûyê hat birêvebirin
  4. Kate Dooley, Tom Griffiths, Francesco Martone û Saskia Ozinga, "Smoke and mirrors: a critical assessment of the Forest Carbon Partnership Facility (Dû û neynik: Nirxandineke hişyarker a Forest Carbon Partnership Facility)", FERN û Forest Peoples Programme, Bruksel, sibata 2011ê, û Emmanuel Freudenthal, Samuel Nnah û Justin Kenrick, "REDD and rights in Cameroon (REDD û maf li Kamerûnê)", Forest Peoples Programme, Moreton-in- Marsh (Meliktîya Yekbûyî), sibata 2011ê
  5. Bigire li ber Alain Karsenty, "Le coût de la lutte contre la déforestation est terriblement sous-évalué (buhayê şerê li dijî tinekirina daristanan pir kêm hatiye nirxandin)", Centre de coopération internationale en recherche agronomique, Novethic, Parîs, kanûna 2009ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê