Tiştê ku zarokên me divê zanibin

Translator

Mirov dizane hemû guhertinên fermî yên di qada kifşkirina rola dibistanê de, ên li ser programan, li ser pedagojiyê, bi her hawî, mebesta wê, tevrakirina heyecanê ye. Em ji bîr nekin ku serhildan û heyecan cêwiyên hev in, ku heyecan demeke dirêj tevliheviya gel li ser pê disekinîne. Û ev yek ne dûrî aqil e, û hema bêje kêfxweşî ye, ji ber ku perwerdeya gelêrî perçeyekî bi komarê ve girêdayî ye, timûtim, bernameyeke fesalkirina hemwelatiyan e. Ev tê wê maneyê heger destpêkirina sala 2009’an, “zemîna hevbeş ya zanînê û ya rayedariyê” hêja ye ku em li ser bisekinin. Bêyî ku em hesab bikin bê “ji bo dibistana xwe azweriya Komarê” di wir de ye, ji bo mînakdayina wezîrê perwerdê Luc Chatel bîne ziman. Ev zemîna hevbeş ji naverokek û ji armancekê pêk tê: ew agahiyên ku zarok divê dema qedandina dibistana mejbûrî bi dest bixin, diyar dike, û bi vî hawî hêvî dike ku kultureke hevbeş ragihîne wan. Wek ku bz. Chantal (xwe hinekî tev li sûret dikir) digot, ew zemîna ku tê gotin ji bo “nifte” yeke ji bo serketinê û “rê”yek e ji bo “projeya perwedê ya netewî di nava dilê pakta komarparêzan de.’’ Ev yek hema bêje wek li hevrasthatina sîdankê û ya maseya du bask û buha ya li Lautréamontê, lê belê gelekî dilkêş. Tenê dimîne ku mirov gelekî ji nêzîk de li niftê, li rê û li dil binere.

Nuhbûn, mirovê wêribe vê bêje... nûjeniya rêberxistinê, ev bêgûman qet ne wekhevkirin e, ku pêdiviya wê bi programkirinê tune ye ji bo xistina meriyetê. Terkkirina edebiyatê, bi taybetî ya “zimanê biyanî û zindî” ne avantajek e. Wê çaxê tê kifşkirin ku yê di vê qadê de girîng e, “pratîk” e, bi mebesta gengaziya “danûstendina bi hawekî hêsan lê bitesîr.’’ Ev evolusyoneke yekcar xembar e, lê belê xuya ye ku êdî pêk jî hatiye...

Na, tiştê ku mirov dibehitîne, şolîkirina perwedeya dîrokê, û ya erdnîgarî ye ku navê “çandiniya humanîst” lê kirine. Ev eniyata li amadekirina para “çaniniyeke Ewrûpî” ye, ku wek xuya dike, û heman demê eşkere jî dike. Ev tiştekî ecêb e ku yek tekst li ber çavan du caran hatiye gotin. Mizgînî (tu nivîskar yan jî hunermend nebûye xwedî şerefa ku navê wî li bin nivîsê be, Qur`an tenê caekê hatiye nivîsandin). Ev yek hîna bêtir diyar dike ku nêzîkbûna “rastiya olî” divê bi “hişekî laîkî bi rêzgirtina ûjdan û baweriyê” pêk were. Wek ku rola perwerdeyiyê, ji hevderxistina navbera bawerkirin û zanebûnê tenê bi mebesta zanînê, baş nehatibe zelelkirin...

Ya ku hêj mirov bi fikar dike, ev e ku ev her du seksiyonên ku “rayedariya civakî û sivîlî” dane ser xwe û “serbixwetî û înîsiyatîfê” tev li hev dikin: Hewcedariya “pêşxistina hesteke aîdî welatê xwe, ya Yekgirtina Ewrûpayê.’’ Ê ku gavê têra xwe li ber çav, û mejbûriyeta zanîna alîkariya pêşîn, ji hevderxistina otonomiyê mîna otoevolusyona ducar a zanîna avjeniyê, nîşandana motîvasyonê, a daxwza serketinê, û ya înîsiyatîfê mîna “rabûn û rûniştina bingehîn.’’

Her tim bi dubarekirina pirsa “entegrasyonê”, gûmanbar e ku alîkariya sererastkirina “hemwelatiyekî Ewrûpayî” ji bo werziştê û ji bo amadekariya bazara serbest, bike. Lê belê dilxwaz e ku “rûmetên cîhanî” û “jihevcudabûna çandiniyan” bide ber hev. Ev “xistina lihevanînê” ya rêya dibistanî dişibe ku adaptasyona dezgehekê bêtir bilind bike ji bo nûjeniya lîbêral ku projeyên berê yên îspatkirinê, demeke dirêj sazûmankarê azweriya dibistana gelêrî ye. Li aliyê din, ev tewandina bimeraq ji bernameya dibistana dayikê ku lê bê tirs tê eşkerekirin ku zarok divê hînî “bingeha moral” a sivîlî bibin, balê dikişîne ser xwe. Ango tê vê wateyê ku “hurmeta ji şexs re û ya ji malê kesên din re, mejbûriyeta li gorî qaîdeyên ji aliyê mezinan ve hatiye nivîsandin, xwe sererastkirinê” ye. Em çi bêjin...