Toreke navneteweyî

Translator

Di sala 2007an de, li tevahîya dunyayê, ji 30 mîlyonan zêdetir hektarên çandina bîyolojîk hebûn. Çandina bîyolojîk a dijwar berfireh dibe û gav bi gav dide ser şopên çandina berhemdarîparêz, ya ku damezrînerên wê jixwe bi tundî rexne dikir. Şîrketên navneteweyî yên pîşesazîya çandin-xurekîyê û xwedanên erdên mezin, yekcure çandina ji bo ixracatê bi encamên baş bi pêş dixin. Cotyarên feqîr ên Asya, Amerîkaya Latîn an Afrîkayê jî beşdar dibin. Di bin destê fîrmayên bazirgan ên bihêz de, ew xurekên bîyolojîk ji bo xelkê zengîn ê welatên endustrîyel hildiberînin. Li Amerîkaya Latîn û welatên rojhilatê Ewropayê, li ser zemînên hezar hektarên erdên herî berhemdar, zad an soyaya bîyolojîk tê çandin. Li Filistînê, beşeke ji erdên newala El -Xorê, ku niştecihên wê dagîrkerên îsraîlî ne, ji bo çandina fêkî û sebzeyên bîyolojîk tê terxan kirin. (1) Li Brazîlyayê, merivek bi tenê xwedîyê 20 000 hektar erdê qamîşê şekirî ye. Li Tirkîyeyê, bi hezaran cotyarên piçûk hemû berhemdarîya xwe ya mewîj, hejîr û mişmişan ixrac dikin... Fasûlyeyên bîyolojîk ji Kenyayê û kartol jî ji Misirê tên... Li ser hemû van berhemên ixrackirî, mohrên organîzmên ferdî yên tesdîqkirinê hene: yên ku riya bazaran li ber wan vedikin, lê li ser rêzgirtina ji bîyocihêrengî, jîngeh, mafê erdî û serbixweyîya xurekê zêde ranawestin...

Rûnê qespê ku şirketa kolombî Daabon çêdike, li Ewropayê di piranîya berhemên bîyolojîk ên guherandî de cih digre û bûye nîşana armancên nû yên bazarê. Daabon xudana bi hezaran hektar erdê palmîye, kakao, darên mûzê û darên qehweyê yên bîyolojîk e û ew berhemên wan difiroşe Ewropa û DYAyê. Bi riya şebekeyeke kompleks a şubeyan, her weke bi hezaran hektar erdê palmîye û keştîgeheke neticarî ya luksê, mezintirîn kargeha bîyodîzel a welêt, di bin destê wê de ye,... Li gor texmîna rojnamevanê kolombî Alfredo Molano Bravo hatinîya salane ya Daabonê li derdora 120 mîlyon dolaran e. (2) Malbata Davîla xudana şirketê bi kevneserokkomar Alvaro Urîbe ve girêdayî ye, yê ku artêşa wî bi hezaran kes kuştin û bi alîkarîya paramîlîteran, xelkê cotyar bi awayekî berfireh koçber kir da ku xwedanên erdî yên bihêz bikaribin palmîyeyên rûnî û tiştên din biçînin. Mario Mejia Gutiererez ê nivîskar û mamosteyê çandinnasîyê li Zanîngeha Neteweyî ya Kolombîyayê, aşkera weha dibêje: "Li Kolombîyayê, guherandina berfireh a bi sedan hezar hektar erdî ji bo çandina palmîyeyên rûnî, çiqasî bîyolojîk û mayînde bibin jî, projeyeke weha ye ku tam bi paramîlîteran ve girêdayî ye. "

Lê belê, li Fransayê, organîzma tesdîqkirinê Ecocert û birêveberîya Biocoopê hê jî piştgirîyê didin şirketa kolombî. Di tîrmeha 2010ê de, rêveberîya toreya dîrokî ya belavkirina berhemên bîyolojîk ji endamên xwe re weha vedigot : "Paşxaneya siyasî ya kolombî, adetên welêt... dê dijwarîya rewşê û armancên ragihandineke medyayî ya rojavayî û lihevkirî baş şirove bikin ". (3)

  1. Ev berhemên bîyolojîk weke "Li Îsraîlê Çêkirî " tên firotin. Dibe ku di demeke nêzîk de jî ew li Fransayê, li termînaleke keştîgeha Seteyê, ya ku jixwe hedefa nerazîbûnan e, ji hêla şirketa îsraîlî Agrexco ve bên îtxalat kirin
  2. Alfredo Molano Bravo, "Mas claro no canta un gallo", 3 cotmeha 2009ê, www.elespectador.com
  3. "Rewşa Daabonê û Rûnê Qespê", belgeya 6ê tîrmeha 2010ê ku ji bo endamên wê, ji hêla birêveberîya Biocoopê ve hat weşandin

Wergera ji fransî: Simko Destan