Ahmet Dere

Rêwîtiya Fîl’ê admin Do., 08.04.2010 - 10:49

Encamê hestên ku bi nexweşiyê hatiye xemilandin: Karêkterekî piçûk û bêhêvî, di rêyeke bûyerên girîng û bibandor de, kesayetiyên mezin û zilamên civakê, çalakiyên gelek xirab ên mirovan û xwepêşandanên biheybet ên xwezayê, diyalog û nivîsandin, pirs û bersivên ku tim hevdû dişopînin, bê ku werin bidawîkirin… Wisa dixûyê ku di vê romana José Saramago de “hemû tiştên xwezayê” cîh digirin. Beriya hemû amadekariyên pirtûkekê li ser hêza xeyalan tê nexşekirin, heman pirtûk li ser bingeha bûyereke dîrokî ku xetên wê di arşîvên neteweyên ewrûpî de veşartî ne hatiye nivîsandin.

Li Norweç’ê dewlet ketiye dilê çandê admin Do., 08.04.2010 - 12:01

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve hunermend û rewşenbîrên norweçî di nameyeke xwe ya vekirî de ji hikûmeta sosyal demokrat re gotin ku girse çandeke baş heq dike, bi taybetî li herêmên ku lê girse (gel) kêm dijî. Desthilatdariyê bi pêşxistina sîstemeke baş a tiyatroyê, sînemayê û pêşangeha (expozîsyona) huner bersiv da. Li ser vê esasê welat sîstemeke bêhempa, ya ku heta roja îro li her deverên welat belav bûye, pêşxist.

Revolución o muerte!

An şoreş an mirin! Tekoşîna bi armanca têkbirina dîktatoriya pîr ku ji çil salî vir ve Nikaragua’yê weke hacienda xwe birêve dibir pir bizehmet û çetin bû. Li hemû derê vê yaxa golên pembe û bi volkanên zer şer hate meşandin. Ev tê wateya ku eşqa gelêrî ji 19’yê Tîrmeh a 1979’an şûnde, dema ku bi çekan hilbijartin pêkhatin, muchachos’yên Eniya Sandinîstan a Rizgariya Neteweyî (FSLN) pir pêş de çû û general Anastasio “Tachito” Somoza ji cihê wî qetand.

Mantiqa hêza ku bêfikara stratejîk e

Hemû pevçûnên di navbera welatên ereb û Îsraîl’ê de (1948, 1956, 1967, 1973) derketine, -berî peymana aştiyê ya dîrokî ku di navbera Tel Avîv û Kahîre’yê de, di sala 1979’an de, hatiye îmzekirin- weke şerên klasîk bûn: Şerwanên di nava pevçûnan de îtiraz li çekên konvansiyonel dikirin, weke ku wan îtiraza stratejiyên konvansiyonel dikirin. Balefirokiya ku ji aliyê tankan ve dihat komandekirin jî wê demê roleke girîng dilîst. Sedemê hebûna Îsraîl’ê tim li paşiya pevçûnên wê maye, digel ku rastiya gefan pir hatibûn mezinkirin, tenê paşeroja pevçûna 1948’an nediyariya xwe hê diparêze.

Rexne li alîkariya navneteweyî?

Alîkariya navneteweyî “cotkariya bingehî xerab kir, sîstema parastina civakî hate xetimandin, bi awayeke indîrekt bû sebebê mirin û nexweşiyên ku dikaribûn neqewimîna .” Navenda Ewrûpa-Welatên Sêyemîn (Cetim) di bin dokûmanan de hatiye pelçiqandin. Alîkariya ku ji bo welatên feqîr tê dayîn pir kêm e, ew qasê derfetên ku ji bo qebûlkirina penaberan, ji bo pêşxistina fransî li derve û ji bo bûrsên ku ji bo xwendevanan tên dayîn tine.

Cîhana bê nûkleer ya Barack Obama

Çend deh gotinên bibawer karibûn bibin sedemê ku Serok Barack Obama xwe berbi girtina Xelata Nobel’ê ya Aştiyê bike. Bi vî awayî ew bû lewendê derdorên dijî çekan û di hin aliyan de kêmaqilê derdorên fanatîkên nûkleerê.

Ji nivîskar û ji demokrasiyê

''Me çi bi demokrasiyê kir? Me ew bi çi da guhertin? Wê çi biqewime dema ku me naveroka demokrasiyê vala kir? Ji dema ku me naveroka wê vala kir û bi şûn de wê çi biqewime? Dema ku hemû saziyên wê bi tiştekî xeter ve têkildar bin wê çi biqewime? Wê çi biqewime dema ku demokrasî û aboriya bazarê bi hev re xwe kirin di şûna saziyekê de, ku tenê bandora wê li ser der û dorê nihêrîna ku xwedî armanca zêdekirina sûdê ye? Gelo guhertina vê pêvajoyê guncan e? Tiştekî ku carekê hate guhertin dikare vegere ser rewşa xwe a berê?'' Arundhati Roy di pirtûka xwe ya dawî de van pirsan dike.

Di kelekela Afrîka’yê de

Parzemîna cîhanê ku lê kêm daristan heye, Afrîka di nava deverên ku lê zêdetir bajarvanî pêş dikeve de ye: Salê nêzîkê % 7 zêde dibe, niha ji % 40 hemwelatî li bajaran niştecih in. Ev rêje di salên 1900’î de ji % 3 bû. Di sala 2030’yî de şêniya Afrîka’yê wê bibe 760 milyon, ji vana % 70, heke ti tişteke neguhere, wê di deverên xizan ên bajarên dagirkeran weke (Kinshasa an jî Nairobi)’yê de bijîn. Her wiha hin ji wan jî di deverên weke (İbadan an jî Kano li Nîjerya’yê) de bijîn.

Pencî saliya serxwebûnê

Pir caran ew bi şerê bêdawî ku li Rojhilatê xaka wê dimeşe tê naskirin, Komara Demokratîk a Kongo’yê (RDC) bi bêîstikrarî û draman hatiye mehkûmkirin. Du berhemên ku bi argûmanên qayîm û bi çavkaniyên tespîtbûyî hatine çêkirin, ji bo fêrbûna rewşa rast a van welatên golên mezin yên Afrîka’yê rê nişan dikin. Mudurê Navenda Belçîka ya Referansa ji bo Zanistiyên Derbarê Afrîka ya Navîn a li Bruksel’ê ku ji aliyê Théodore Trefon ve tê birêvebirin, Reformên li Kongo – Hêvî û wendayiya xeyalan , bandora – bifeyde an jî xirabker – mudaxeleya navneteweyî ya li RDC pêkhatî analîz dike.

Lêgerîna pisporiyeke tendurustiyê

Deh salan piştî damezirandina wê, di sala 1975’an de ku Bankeya Afrîkî ya Pêşxistinê (BAD) dest bi hewldanên xwe yên sebaret bi tendurustiyê kir. Ji heman demê bi şûn de wê saziyê xwe aktîf nîşan kir. Di navbera salên 1975 û 2005’an de dora heftê (70) proje ji aliyê heman saziyê ve, li çil û şeş (46) welatên afrîkî hatin fînansekirin. Di Sibata 2010’an de çil û yek (41) proje, li bîst û heyşt (28) welatan, ku di nava wan de Fas jî hebû, dimeşiyan, ji %12 yê wan di nava pêvajoyeke xebata aktîf de ye.