Ahmet Dere

Çalakiyeke nav-parzemînî

Bankeya Afrîkî ya Pêşxistinê (BAD) ji welatên ku hilberînên wan ên navxweyî, ji bo her hemwelatiyekî, ji 1050 dolarî birut (773 Euro) derbas bibe alîkar dibe. Fona Afrîkî ya Pêşxistinê (FAD), alîkariyên xwe ji bo welatên ku hilberîna wan, ji bo her hemwelatiyekê, di bin 540 dolarî (397 Euro) de ye rezerve dike. Di sala 2008’an de Misir, Tûnis, Fas, Afrîka’ya Başûr, Uganda û Gana ew welatin ku ji Koma Bankeya Afrîkî a Pêşxistinê herî zêde alîkarî wergirtin. Ev Kom (GBAD) ji BAD’ê FAD’ê û Fona Taybet a Nîjeriya’yê çêdibe .

Parzemîna ku li rûyekî nû digere

Mirov di navbera dîplomatê gabonî Jean Ping, ku ji baveke çînî ye û Serokê Komisyona Yekîtiya Afrîka’yê ye û Profesorê norweçî Erik Reinert ku li Estonya’yê aborîyê fêrdike û her wiha ji The Other Canon, komeke aborînasên rexnedêr re serokatiyê dike de dikare çi hevbeşiyê bibîne? Daxwazeke hovane ji bo pêvajoya pêşxistinê bîne ziman û girtina biryarên ku cesaretê didin welatên kêm endûstriyel.

Rê, pire, elektrîk û Pacha Mama

''Em di cihaneke cuda de dijîn. Ew li Bolîviya’yê dijîn, em li Collasuyo'yê!'' Zilamê şêrîn ku li vê derê dijî, birêz Constantino Lima, rêvebirê Tevgera Indiyan Tupaj Katari (Mitka), li La Paz’an hêrs dikeve, bi gotinên tund li dijî Q’aras –kesên sipî. ''Axa dayîk, Pacha Mama, Ewrûpa’yê daye wan; wê Afrîka ji bo afrîkiyan hişt, Asya ji bo asyayiyan û, ji bo me jî Bolîvya hişt. Bi ya qanûna me ya ''bingehî'', pêwîst e cezayê îdamê li hemû ewrûpiyan were birrîn, ji ber ku wan, bi dagirkirinê, sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê pêk anîne.

Li mîrnîşînên ereb pirsgirêka nasnameyê admin Di., 18.05.2010 - 15:10

Zarokekî dora deh (10) salî ku di nigên wî de pêlavên bi teker hebûn, li ser mermerên Marina Mall ku navenda bazarekê sereke yên bajarê Abou Dhabi ya paytexta Emîratên Ereb e, hewl dida ku zû biçe û her weha bizavên akrobatîk bike. Bavê wî, emîratiyek ku cilên kelepûrî dishdasha lê bûn, bi erebî bangî wî dikir da ku zarok zû here cem wî. Wisa diyar bû ku zarok bavê xwe nedibihîst, wî dewam dikir ku bizavê du (2) heb rojavayiyan bike ku li ser cemedê xwe xiş dikirin. Bavê zarok bi hêrs ket û vê carê bi zimanê îngilîzî, jê re sond xwar ku ewê pêlavên wî jê bistîne û wî terbiye bike.

Li Kirxizistan’ê, ji şoreşeke ber bi yeka din ve admin Di., 18.05.2010 - 15:53

Beriya deh salan li navenda Qafqasya’yê, Kirxizistan wekî ''cenneta demokrasiyê'' bû, ew niha li ber kêleka teqîna şerekî sivîl e. Roja 6’ê Nîsan’ê, li dijî zêdebûna buhayên enerjiyê û gendeliya di nava erkanê dewletê de çêbûyî, şêniyên bajarê Talas’ê, ku li bakurê welat e, daketin nava kolanan. Di heman rojê de wan hin navendên girîng ên dewletê girtin destê xwe û alîkarekî serokwezîr û her weha wezîrê navxweyî jî rehîn girtin. Rojek şûn de bûyer gihîşt heta Bîşkek’ê, paytexta welat. Li wê derê 5000 kes çûn bi ser qesra serokatiyê.

Kabûsa stratejên rojava admin Sa., 12.06.2010 - 17:25

Dema ku Amerîka û hevalbendên wî yên Hevgirtina Atlantîk’ê (NATO), li Afganistan’ê, rastî zehmetiyên, ku di sala 1979’an de Artêşa Sor rast hatibû, dibin, wê demê stratejên rojavayî hewl didin ku paşerojê niqaş bikin, daku ji pirsgirêkên îroyîn re çareseriyan bibînin.

Krîza nasnameyê li cem Îslamiyên Urdun’ê admin Sa., 12.06.2010 - 19:18

Krîza nasnameyê li cem Îslamiyên Urdun’ê

Pêşketina bihêz, a Hamas’ê ku di van salên dawî de pêk hat -bi taybetî ji serkeftina wê ya Çile ya 2006’an û vir ve, ew bûye parçeyeke hilbijartinên giştî- li ser axa ku ji aliyê Israîl’ê ve hat dagirkirin, wekî li ser diyaspora filîstinî heye, li ser jiyana siyasî ya Urdun’ê jî ew bûye xwedî bandoreke girîng. Bi taybetî di nava rêxistina Birayên Musulman de ev rastî pirtir dixuye. Ji ber ku Birayên Musulman hêza sereke ya vî welatî ye û bûye sedem ku di nava rêxistinên filistînayan de û di barê têkiliyên bi hukûmetê de nakokî çêbibin.

Deryaya reş admin Mi., 01.09.2010 - 13:21

Deryayeke girtî, bi awayekî pirr bibandor şêlû bûye, hin caran weke dereke « marjînal » hatiye dîtin. Digel vê jî, Deryaya Reş xwediya wateyeke mezin a stratejîk e. Li wê derê, di navbera welatên Kafkasyayê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê, Turkiyeyê, welatên Asyaya Navîn û welatên Rojhilata Navîn de cerribandina hêzê tê bikaranîn. Herweha ev dere weke karta rê ye.

Sinop (Turkiye)

Jiyana dewlemendan li bajarekî xizanan admin Do., 02.09.2010 - 11:18

«Hûn difikirin ku klûbên taybet ji derdorên elît re hatine veqetandin ?Ji bo dewlemendan ? Ji bo kesên xwedî îddîa ? Bi awayekî giştî hûn mafdar in. Ev sedema hebûna me ye ? » Di navbera dikaneke fîstanên zewacê, leystokên ji bo derdorên dewlemend û buroyên xebata bazirganan de, Glasgow Art Club, di sîteya bazaran de, weke « tiştekî Glasgowê yê veşartî û herî baş haiye parastin » xwe dide pêş. Deriyê vê mala mezin a bi stîleke serkeftinê, bi ser sê odeyên fireh vedibe, ji van odeyan, mêvan derbasî salona mezin dibin. Her hefteyê, derdorên bijare, li vê klûbê hevdu dibînin.

Fatoreya salên Margaret Thatcher

Jim Doherty kesekî teqawîtbûyî yê ji derveyê norman e. 62 salî ye û li taxa Parkheadê ya li rojavayê Glasgowê ku li wê derê temenê mirovan, heger tu li navê bixî, li derdora 53,9 salan e. Li ser karî qeza derbas kiriye, lewma ew her mehê 560 sterlîn meaş werdigire û cixarê jî dikişîne. Ji me re dibêje « mêze bikin, di wê navberê de jî perdeyan vedike. Li wê dera hanê, karxaneyeke hesinan (metalurjî) hebû. Di wê karxaneyê de 8000 kesan kar dikir. Li paş wê, 3000 karker di karxaneyeke erebeyan de dixebitîn.