Alîxan Serhedî

Dema ku Foucault piştgiriya “Felsefevanên Nû“ dikir... admin Fr., 19.03.2010 - 11:39

Michael Christofferson li zanîngeha Pennsylvania State University a Amerikayê profesorê dîroka hemdem e. Pirtûka wî ya bi navê “Les Intellectuels contre la gauche / L’ideologie antitotalitaire en France“ (1973-1981, Agone, Marseille, 2009) nîşan dide, ka çawa teşhîrkirina totalîtarîzmê dibe pirek di navbera nivîskarên xwedî bîr û baweriyên cihê yên siyasî de. Rikdariya wan a li hemberî komunîzma Sovyetîk wisa li wan kiribû ku Bernameya Yekîtiya Çepgiran wekî sepandina şeşkoşeyî ya komunîzma Sovyetîk bibînin.