Aynur Bozkurt

Kalkûta xeyal dike zêdetir bibiriqe

Herêma mezin a Bengalê li gor Delhî an jî Bombayê ji geşbûna ekonomîk hindiktir îstifade kir. Kêmbûna dînamîzma wê, rê li ber bilindbûna çînên navincî girt. Taxên wê yên xizan hê jî bi xurtî gundîyan ber bi xwe ve dikişîne. Ev hestê rûxîna îzafî têkçûna hilbijartinê ya komunîstan, gulana bihurî, îzah dike, komunîstên ku ji alîyê desthilatdarîya xwe ya zêdeyî sîh salan hatibûn bêzar kirin.

Mamata Banerjee, dildara nû ya Kalkûtayê

Hikûmeta komunîst a ku ji 1977ê û vir ve li Kalkûta û li Bengala Rojava desthilat bû, piştî ku di hilbijartina 13ê gulana 2011ê de têk çû, bû mijara henekên medyaya lîberal. Tevî ku Enîya Çepgir êdî zêde jî ne marksîst-lenînîst bû: Bûbû nêzîkî deh salan ku vê koalîsyona partîyên wek çepgir etîketkirî programeke neolîberal dimeşand. Ev bû sedem ku Xanim Mamata Banerjee û Kongreya Trinamool (KTM) wek menfaetperwerên gel ên herî mezin derkevin holê.

Hunera erebî a hemdem: Ji Charybdeya parêzvanîya dewletî ber bi Scyllaya bazarê ve

Di gotarekê de ku di hezîrana 2010ê de di rojnameya lubnanî Al-Safir de hat weşandin, nitarê sûriyeyî Youssef Abdelki, rûyekî naskirî yê hunera erebî a hemdem, bi gotinên êrîşkar bela xwe di Khaled Samawi, xwediyê galerîya pêşangehan a Damasê Al-Ayyam, dida -tevî ku wî pê re kar jî kiribû. Hunermend, rexnegir û rojnamevan bi dorê gelek caran ketin nav guftûgoyê, bi giştî ji bo parastina wî yê ku bi saya peymanên bijarte bûye alîkarê veguhertina rewşa afirînerên ciwan.

"Televîzyona bikalîte" çawa rewşenbîr cezb kirin?

Rêzefilmên televizyonan ên amerîkî yên ku ji demeke kurt ve weke heng û kêfa gelêrî tên dîtin, êdî statuya berhemê hunerî bi dest xistin. Di hinan ji wan de kesayetên kûr, wêrekiyeke fermî, dekûdolabên elaqedarî pirsgirêkên civakê hene. Temaşevanên xwende wan dineqînin, dibijêrin. Ew dîsa jî berhemên ku armanca wan fetihkirina bazarekê ne, li gor stratejiyeke kanala HBOyê li hev aniye.

Desthilata nerm û qada nû ya kar

Muteşebisên Tirkiyeyê ji nû ve berê xwe didin Afrîkayê. Serokê TUSKONê, Konfederasyona Karsaz û Pîşesazên Tirkiyeyê, bi coşeke mezin dibêje: "Daxwazên ketina nav bazara afrîkî her diçe zêdetir dibin. Em her roj bi dehan daxwaznameyan werdigirin, li ser vê parzemînê agahî ji me tên xwestin".(1)

Di navbera dîroka demdirêj û dîmenên gelemperî de

Heta salên 1990ê, parzemîna reş ji bo tirkan  ji du rûyan pêk dihat: Afrîkaya li binya Saharaya Dûr û Afrîkaya Bakur (Misir, Lîbya, Cezayîr, Tûnis, Sûdan) ku ji alîyê hîsî ve, ji ber ku ew heta derketina leşkerê dawîn ê osmanî ji Lîbyayê, di 1926ê de, bi temamî an jî qismî, girêdayî Bab-i Alîyê bû.

Êdî lêkolîner newêrin li tiştekî bikolin

Ji bo lêkolîna zanyarîyên civakî çiqas azadî heye? Ji xwe, zextên siyasî, hiqûqî an aborî li ser lêkolîneran tên kirin. Lê belê yekrengîya akademî û tirsa berpirsên zanîngehî ku ew ê pergala heyî, hindik be jî, nerihet bikin, dirûvên sansûrê yên hîn xeter in.

Polonî û Cihû, ewqas nêz, ewqas dûr

Antî-semîtîzm û Şoa:* Dema ku mirov li têkiliyên di navbera Cihû û Poloniyan de difikire ev du peyv tên bîra mirov. Tevî ku vîzyoneke ne têr zelal a van têkiliyên bi sedan salan mijara gotinê ye heye jî (Polonya ya têr xweşbîn di serdema navîn de, ji bo bi hezaran cihûyan bûbû weletakî bijarte), Şoayê dawî li civaka cihû ya li ser erdê poloniyan bû anî û antî-semîtîzma piştî şer – ji ber hesabên siyasetmedarên îktîdara “gel” – kir ku bîranîna wê ji dîrokê bi wê de biçe. Rewş bi vî rengî bû, heta ku 1989’an, gava ku dîrokê xwe ji desthilatdariya îdeolojiya fermî rizgar kir.

Qanûna bêdengiyê di nava CIA’yê de

Li ser dîwarê çepê yê salona ketina qerargeha Central Intelligence Agency (CIA) a li Langleyê (Virginie), bi nivîseke ecêb mezin ayeteke a Încila Yûhanna hatiye nivîsandin: “Û hûn ê rastiyê nas bikin û rastî wê we azad bike.”

Doza dîktatoriyekê

General Augusto Pinochet, 16’ê Cotmeha 1998’an, bi pêşengiya dozgerê spanî Baltazar Garzón, di encama peywireke navnetewî de li Londrayê tê girtin. Ew mecbûr e bersivê bide li hemberî sûcên ku di salên dîktatoriyê de pêk hatibûn (1973-1989). Ev bûyereke ne mimkun bû, ji bo wî kesê ku hê berî bi çend mehan jî serokê fermandariya giştî ya artêşa Şîliyê bû û difikirî di detayên herî biçûk de jî ew ê xwe ji cezayan mûaf bigire. Dîsa, ev bûyereke nemimkun bû, ji bo qurbanên zordariyê ya ku ji aliyê vî generalî ve hatibû pêkanîn.