Baran Nebar

Artêş, gel û otokrasî

Li Kurdistana Iraqê, wekî li deverên din ên welêt, xwepêşanderên ku bêhtir demokrasî dixwest, bi awayekî zalimane hatin perçiqandin. Li Bahreynê, milet û key di rewşeke teng de rû bi rû ne.Ji Yemenê heta Cezayîrê, ji Fasê heta Urdinê, xelk zêdebûna mafên demokratîk û edaleta civakî dixwazin. Reva serok bin Elî û îstîfaya Muberek çalakîyên li herêmê xurttir kirin, bêyî ku tevgerên li her du welatan rawestin.   Li Tûnisê, tirsa kaosê û payînên civakî li cem hev cih digrin (rûpela 19ê bixwînin).

Sibê jî dora Îranê ye?

Guleyên kujer, dibe yên şiîyan bin, dibe yên sunîyan; dibe yên nêrînnerman bin, dibe yên nêrînhişkan, dibe yên hevalbendên rojava bin, dibe yên "dij-emperyalîstan". Kesên dimirin jî her wisa. Lê belê rejîmên ku guleyan direşînin hemû dişibin hev. Rejîma Trablûsê karî utopyaya xwe ya ji bo şoreşa cîhanê, bi kontrola sînorên Yekîtîya Ewropayê biguherîne (1).

Davikên şerekî

Bi mehan e ku serhildanên li welatên ereban, kartên siyasî, dîplomatîk û îdeolojîk yên herêmê ber bi îstîqameteke demokratîk ve rê dikudînin. Zexta lîbyayî ev dînamîk tehdît dikir. Û şerê rojavayî yê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve jî pêşî lê hat vekirin, berî çendekê li vê dîmenê daneyeke ku encamên wê şolî ne, zêde kir.

Tepco û hîssedarên wê admin Mi., 13.04.2011 - 13:21

Şirketa Tokyo Electric Power (TEPCO)(1) a ku santrala nukleer a Fukuşîmayê bi rê ve dibe, ji bo bawerîyê bide japonan, gelo bi rastî jî çi ji destê wê hat, kir? Di îlona 2002yê de, şênîyên komegiravan tê derdixin ku, ji dawîya salên 1980yê ve, şirketê bîst û neh raporên ku arasteyî ajansa ewlekarîya nukleerî hatine kirin, texrîf kirine. Şênî, wekî din, fêr dibin ku rayedarên japonî ji sala 2000ê ve xwedîyên vê agahîyê ne, lê belê berîya hingê pêwîst nedîtin li vê rewşê bikolin.

Xanîyên japonî diderizin admin Mi., 13.04.2011 - 13:43


Nîqaşa li ser nukleerê
Piştî şoka tsunamiyê, dinya li gor rîtma dilê santrala nukleer a Fukuşîmayê û şeş reaktorên wê jiya. Nîqaşa li ser licihbûna nukleera sivîl û kontrola wê zindî bû. Lê belê weki mînaka fransî ya jihevxistina superphénixê jî nîşan dide, ji bo ku her tişt raweste, têrê nake mirov dezgehekê bigire.

Otomatên ragihandinê admin Mi., 11.05.2011 - 16:03

Lêgerîna ji bo berhemdarîyê dibe sedem ku dezgehên medyayê ji hemû deman zêdetir li ser cureyê agahîyên ku raya giştî jê hez dike, ji xwe pirsan bikin. Ew ji ber vê tesbîtê dikevin nav hewldaneke wisa: Rêjeya agahîyên ku bi rastî jî bala piranîya mirovan dikşînin, kêmtirî % 15ê ye. Pirsgirêk li vir ew e ku tiştên tên pêşkêş kirin an bersivê nadin, an jî bersivên tetmînkar nadin daxwazan. Îcar bersivên van her du pirsan li vir xwe ferz dikin: Kîjan cure agahî divê bên dayîn? Wekî din, tam kengê divê ev agahî bên dayîn?

Komputervanê bi baterî admin Mi., 11.05.2011 - 16:07

Di çavên raya giştî de înformatîsyen ji çîneke bijarte ya biîmtiyaz pêk tên. Li gel vê yekê, li pişt perdê geşedana vî karî ku rêveberên çavkanîyên mirovî xwe pir pê dipesi-nînin, gelek caran ji muba-laxeyekê pêk tê û li pişt vê mubalexeyê ya rastî bin-pêkirina hiqûqa kar heye.