Bedran Dere

Bankayeke ne wekî yên din

Di 2005’an de, wezîrê berê yê aboriyê yê Ruwanda’yê Donald Kaberuka ku bi dilsoziya xwe ya ji bo pêşxistina aboriya parzemîna Afrikayê dihê nasîn, bi alikariya piraniya Hîssedaran (ji % 78,82 yê hemû Hîssedaran) wekî serokê Bankaya Pêşxistinê ya Afrîka’yê (BAD) hat peywirdarkirin. Wî di sala 1994’an de, piştî komkujiya li Ruwanda’yê, di pêşxistin û nûjenkirina aboriya vî welatî de roleke girîng lîstibû.

Di perwerdehiyê de hêviyeke nû

Xanim Jill Biden, hemjîna Alîkarê Serokê Amerika’yê Joseph R.biden, di dema serdana xwe ya Paris’ê ya 5’ê Tîrmeha 2009’an de, da xuya kirin ku dibistana community colleges (kolejên civakî) “çareseriya pêşerojê ye” ji bo welatê wê.

Di roja 14’ê heman mehê de, Serok Obama –piştî bêdengiyeke salan- cara yekem li ser vê mijarê ket nava hewldanan û girîngî da pêşxistina kalîteya dibistanên bilind ên li welêt da ku rêjeya xwendevanên xwedî diploma, yên li Amerika ya Yekgirtî, di qada navneteweyî de bilind bike.

Bankayên lobîst li Bruksel’ê nobedarên demokrasiyê ne!

Parlementer di ber re derbas dibin, lê plaketa li erdê, her tim li şûna xwe ye, nalive. “Pirsgirêkên mezin bi rêya civînan, gotûbêjan û bi rêya dengdanê, bi sebr û aramî û bi fedakarî dikarin werin çareserkirin.” Ev hevok di bin koka darekî de li ber deriyê Parlemento ya Ewrûpa’yê ya li Bruksel’ê li ser plaketekê hatiye kolan: “Di 6’ê Kanûn a 2001’ê de ji aliyê Seroka Parlementoya Ewrûpa’yê Nicole Fontaine ve hatiye vekirin.” Li vê derê tiştekî din heye ku bala mirovan dikişîne. Ew jî ew e ku di navbera nivîs û îmzeyê de logoyekê cih digire: “SEAP. Society of European Affairs Professionnals.

Desthilatdariya banqeyan admin Sa., 12.06.2010 - 20:44

Qeşmeriya spekulatorên piyasa ya aborî dijberiya civakî şiyar dike û ev jî cesaret dide hukumetan da ku mesafe bixe navbera xwe û piyasa ya aboriyê. Roja 20’ê Gulan’ê Serok Barack Obama banqekarên ku li hemberî projeya wî ya ji bo birêkûpêkirina Wall Street derketin, weke “lobîstên xêrnexwaz” îlan kir. Gelo kesên ku çekan îmze dikin wê heta kengê zagonên dewletan jî binivisînin.

Gelo Afrîka bêyom e ? admin Do., 02.09.2010 - 11:24

Nivîskarê Afrîkî Moussa Konaté di pirtûka xwe ya dawî de berê xwe dide serokên afrîkî û di rexneyên xwe de îddîa dike ku wan Afrîka zêde kirine ewropawarî û ev rewş jî bandoreke neyînî li parzemîna reş dike. Nivîskar ji bo ku balê bikişîne ser mijarê vê pirsa balkêş dike : “ji bo ku qêrîn û hawara kesekî were bîhîstin an jî ji bo ku mirov were fahm kirin, ma hewce ye ku mirov kêrê bi dijwarî di birînê de bade ? » Michel le Bris (patronê festîvala St Malo) di wê baweriyê de ye ku ev pirs rast e. Lewma navê ku li mijara rojevê hatiye kirin “ Lanet” e.

Destana Şerrê Îspanyayê

Ev berhem ji wan pirtûkan e ku tê de serpêhatiyên eşqiyatî û drama, çîrokên xeyalî û dîroka rastîn bi hostatî li hev hatine hûnandin û, bi giştî, bûye weke tabloyeke humanîst ya tijî macera. Em behsa pirtûka Ramon Chao ya bi navê Odysseya Winnipegê dikin. Bi tenê kêmasiyeke piçûk heye : sernivîs yan jî navê pirtûkê yê firansî mixabin bi têra dewlemendiya naveroka romanê nake.

Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, peywendiya parêzerî û siyasetmedariyê

“Arîstokrasiya amerîkî li dadgehê him parêzer e, him dadger e.” Ev tesbît yek ji çavdêriyên Alexis de Tocqueville e ku ji rastiya xwe tu tişt wenda nekiriye. Li Fransayê parêzerekî derdorên kar û bazirganiyê weke serokkomar hat hilbijartin. Ev yek dikare weke nimûneyeke îstisnaî were qebûlkirin. Lê belê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdehiya parêzeran ya di ast û qedemeyên desthilatdariyê yên herî bilind de pirr balkêş e.

Dialogeke banal di navbera Chomsky û guhdarên wî de

Zimannas û çalakvanê amerîkî Noam Chomsky, li ser vexwendina Le Monde Diplomatique’ê di navbera 28’ê gulanê û 1’ê hezîranê de li Parîsê bû. Chomsky, li Théâtre de la Mutualité û li Collège de France, di salonên heta ber dev tije de, hin koferans dan. Di encama axaftinên wî de, nîqaşên bi guhdaran re rê li ber danûstandineke fikiran ya rengîn û dewlemend vekir ku li ser mijarên îro bû. Vane hin beşên wan axaftinan.

Beşdarek pirsa nebûna aliyê civakî ya di siyaseta ewropî ya aboriyê ya nuha de ji xwe dike. Chomsky analîzeke cuda ya vê rewşê peşniyarî wî dike.