Bêrîvan Kilic Tugan

Enqere, mixalefeta kurdan çawa difetisîne?

Artêşa tirk di 18yê kanûna pêşîn de êriş bir ser kampên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Iraqê. Lê, serhildan li dijî Enqereyê, ji bo qebûlkirina nasnameya kurdên Tirkîyeyê bû ku ew daxwaz digel konsepta kevn ya dewleta yek-netewe ya kemalîst pêk nedihat. Mixalifên kurd yên dewleta tirk, bi gumana têkilîya wan ya bi PKKyê re di bin zilim û zorê de ne.

Li çîyayên Kurdistanê

Leşkerê tirk gefan dixwe ku bi hêzeka mezin êrişê bibe ser şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), li Kurdistana Iraqê. Ew gef li hemberî wê herêma ku rewşa wê ji xwe aloz e, jêdereka din ya nearamîyê ye. Lê gelo PKKyî kî ne, çi kes in? Ew jin û mêrên dibêjin ku ew ji mirinê re amade ne, ji bo ku xewna vejandina Kurdan bibe rastî kî ne?

Çardaxek bi kincê bi rengê xakî ve hatîye veşartin. Bêxem, Keleşnîkofên xwe pê ve hilawîstine.

Ji kurdên Iraqê re xweserîyeka çawa?

Di dema niqaşên pêşîn li ser nivîsîna destûrnameya nû ya Iraqê de, ji bilî rola Îslamê di birêvebirina dewletê de, statuya Kurdistanê astengeka mezin pêk tîne. Kurdan dev ji armanca serxwebûnê berdaye, lê bi şertê ku destûrnameya federalî xweserîya wan bêkêmasî piştrast bike. Ew her wisa daxwaza bajarê Kerkûkê dikin û dixwazin hêzên wan ên leşkerî, pêşmerge, bimînin. Redkirina van şertên kurdan dê şerê wan xurt bike.

Rewşa kurdan a berî şerî

Heke herêmek hebe ku hêvîyê ji midaxeleya Amerîkayê li Iraqê dike, ew Kurdistana Iraqê ye. Xewna Kurdên Iraqê damezrandina komareke demokratîk, laîk û federal e ku ew jî di nav çarçoveya wê de li dawîyê bigihîjin xweserîya ku berî sîh salan soza wê ji wan re hatibû dayîn. Kurdên Îranê jî li bendê ne ku pareke mezin ji desthilata navendî wergirin. Û Kurdên Tirkîyeyê ku hinek mafên xwe bi dest xistibûn, li hêviyê ne ku bigihîjin rewşeke wek a Kurdên Iraqê. Lê, hêvî carna dibin leylan (serab).

Bihara nazik a kurdan li Iraqê

Ji ber nebûna peymaneke bi navê "ambargoya biaqil" li ser Iraqê, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî dema peymana ”petrol berdêla xwarinê”. ku herêma kurdan a Iraqê ya di parastina hêzên leşkerî yên navnetewî de jî sûdê jê werdigire, ji destpêka meha tîrmehê vir de heta pênc mehan dirêj kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi guhartinan hewl da ku bersiva van rexneyan bide, yên dibêjin ku ew ji rejîma Iraqê bêhtir ziyanê digihîne gelê Iraqê.

Ji bo çi Kolombîya dikare ji aştîyê bawer bike?

Dîrok: Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombîyayê (FARC) û hikûmeta Juan Manuel Santos piştî dîyalogeke bi dizî pêkhatî, ji 8ê çirîya pêşî û pê ve destpêka hevdîtinên aştîyê li Osloyê ragihandin. Ji salan û vir ve ev yekem car bû ku weha xuya ye têra xwe hêman hatine cem hev ji bo ku ev hevdîtin bi ser kevin. Nexasim jî li asta herî jor a dewletê.

Dema ku Alvaro Uribe kardêrên kolombî bêzar dikir


Bi dîtina te, ma tiştekî maqûl e ku em her şev li ser Radio Canal Nationalê (Radyoya Kanala Neteweyî, kanaleke televîzyonê ya dewletê ya Kolombîyayê ye), derheqê serokê welatekî cîran de bipeyivin? Chàvez wisa kir, Chàvez wiha kir… Ma çi bi serê me ketiye, çi karê me pê heye? Vêca, di dema serokatîya Uribe de rewş wisa bû!