Celîl Kaya

Di kêşeya kurdî de stratejîya nû

Piştî hilbijartinên giştî yên 12ê hezîrana 2011ê, di warê çareserîya pirsgirêka kurdî de li Tirkîyeyê hewayekî hêvîdar serdest bû. Xelk bi hejmareke bilind di hilbijartinan de beşdar bûbû. 95 dersedê vîna gel di parlamentoyê de hat temsîl kirin. BDP jî, ku bi namzedên serbixwe ketibû hilbijartinan, 36 wekîl derxistibûn û ew gihaştibû wê hêzê ku bikaribe di parlamentoyê de grûpa xwe ava bike.

Hin nirxandin û pêşnîyarên ji bo destûra nû

Pêşekî

Sedema yek ji wan meseleyan ku bi damezirandina komarê re bûne arîşeyên kronîk, ew e ku ji împaratorîyeke pirzimanî, pirçandî, pirolî û piretnîsîteyî hewl hat dayîn ku dewleteke monîst (yekparêz) a neteweyî were damezirandin. Vê teşe û ferasetê di demên paşê de jî xwe rast nekir û wekî nexweşîyeke kronîk heta îro hat.

Birayên ku distrên

Berdin bila milyaket mohra xwe li kaxizên we yên hilbijartinê bixin!", di hilbijartinên 2005ê de namzedê parlamentoyê weha dida bin çengê xwe û henekê xwe bi polîsan dikir. ''Û milyaketan mohra xwe lê xist.'' Girseyekê, ku ji hezaran kesan pêk dihat, piştgirî da her peyveke siyasetmedarê Birayên Musliman. Al-Mohamedy Ahmed mîkrofonê dirêjî namzedê din ê populer ê ji Partîya Azadî û Dadê, Sobhî Saleh dike.

Destûra nû û pirsa kurdî

Da ku mirov birêveçûna gengeşeyên li ser destûra nû yên li Tirkîyeyê, ku ev salek e berdewam in, resm bike ev gotin têrê dikin: ''Pir xeberdan, hindik karkirin.'' Dê di cih de be heger ku mirov bibêje ku siyaseta Tirkîyeyê sala çûyî weha derbas kir ku her tişt li ser destûra nû hatin gotin, lê tiştek nehat kirin. Du sedemên sereke yên vê yekê hene. Sedema yekem ev e: Nepenî ye ku ka hin aktorên siyasî yên sereke, ku dê teşe bidana destûra nû, destûreke nû dixwazin, yan na. Nîşane ne gelek in ku him CHP, him jî MHP destûreke nû dixwazin.

Li Portekîzê zanîngeha lihevhatinê admin Do., 12.04.2012 - 15:57

Avantaja Lîzbonê beramberî Atînayê? "Helwêsta wê ya lihevker a di warê siyasî û civakî de", berî demeke nêz gerînendeyê ofîsa Portekîz a Fona Diravî ya Navneteweyî îkna kir. Ev "aheng" zêdetir ji rizayeke gel a beramberî kemerşidandinê ya ku "rizgarkirina" welat xwe li ser ferz dikir, weke zewaceke ecêb a hundirîn a bijarteyên xwecihî yên (çi bigre) hemû ji navenda heman zanîngehê derketine, tê tarîf kirin.

Sermîyanê gerdûnî yê hunerî û kurd

Di cîhanê de, ku dibe gerdûnî, hevkêşîyên hêzan pir bi lez tên guhertin. Guhertin û veguherînên weha tên jîyin, ku di warê siyasî, aborî, civakî û çandî de bandora xwe li ser hemû gelên cîhanê dike û ev yek her roj li ber çavên me rû dide. Di nav vê guherîn û veguherînê de jî têgiha gerdûnîbûnê di warê huner û çandê de jî cihê xwe nîşan dide.

Li gor vê yekê:

-Gerdûnîbûn û sermîyanê gerdûnî ya hunerî

-Li Tirkîyeyê sermîyanê hunerî û kurd

Pirsa kurdî û raperîna sîvîl

"Bikarneanîna şidetê hîma bingehîn a bawerîya min e. Ew herweha hîma dawîn a îtîqada min e jî."
Mahatma Gandhi

Dema ku em behsa meseleya kurdî dikin, em behsa arîşeyeke weha tevlihev dikin, ku xwedî dîrokeke dirêj e û gelek alîyên wê yên civakî, aborî û çandî hene. Mesele, xwedî paşxaneyeke dîrokî û struktureke weha ye ku bandorê li ser gelek enîyên jîyanê dike. Ji ber vê yekê çaresernekirina meseleya kurdî dibe sedema encamên gelek giran. Ev encam dikarin, li jêr sê serenavan werin kom kirin:

Encama yekem, rûxandina manewî ye

Pentagon berê xwe dide Pasîfîkê

Tevî ku hikûmeta îsraîlî tehdîda bombebarandina Îranê dike, Yekîtîya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî cezayên xwe li dijî Komara Îslamî tund kirin –lê belê guman li ser gihîştina armanca îlankirî heye (nivîsara Gary Sick bixwînin). Di demeke weha de ku Amerîkaya ji ber krîz û têkçûna Iraq û Afgansstanê zayîfbûyî, dixwaze berê acilîyên xwe bide Pasîfîkê, Waşîngton hê jî bêhtir meraqdara vê rewşê ye.

Stratejîyeke têkçûyî li dij Îranê

Heger şerek li dij Îranê rû bide, herkes dê wenda bike. Hin alî, dîyar e difikirin ku ew dikarin xwe ji bandorên demkurt ên kujer biparêzin û dibe ku ev yek rast be. Lê belê di dema dûr û dirêj de wê ji bo hemû cîhanê berdêlên mezin yên siyasî, aborî û stratejîk hebin û pêşî li wan girtin wê ne mumkin be.

Rûdanên dawî li Kurdistanê

Di vê nivîsa xwe de ez dê hewlê bidim behsa pêvajoyên civakî û siyasî bikim, ku di van mehên dawîyê de rû dan. Ez dê li ser sê pêvajoyan rawestim. Gengeşîyên li ser Dêrsimê, lêborîna ji bo Dêrsimê, qanûna li ser nijadkujîya ermenîyan ku li parlamentoya Fransayê hat pejirandin û li Qilabanê komkujîya Robozkê.

1. Gengeşîyên li ser Dêrsimê û daxwaza lêborînê