Cemil Denli

Chicago - Bajarê muzîk û polîtîkayê

Çend heb mominên kincê xweşik lê, li pêşiya dika sêqozî ya Dêra Saint Paul Side ya li ser kolana Wabash’ê, li tenişta numara 45’an a Kolana South Side ya Chicago’yê, wextê xwe derbas dikin. Kamyoneta tiştên cam difiroşe banga xwe ya hertimî dubare dike dema ku simorî hejik û kabloyan dikojin. Yek ji cihê herî bêhempa yê bajarê Amerîka’ya Bakur, her tişt dikanîbû baştir biçûya, heger dîmen, bi vî rengî ne heyvronî bûya.*

Ji ber çi Japonya tûş bû?

“Em netirsin û ji dahatûyê bawer bin.’’ Serokwezîrê nû yê Japonyayê Birêz Hatoyama Yukio ev gotin, ne dema axaftina xwe ya 9’ê Îlona 2009’an a derbarê berendamyiyê de, ne jî roja piştî serkeftina dîrokî ya partiya xwe, (Partiya Demokratîk a Japonyayê / PDJ), lê belê dema hilbijartina 30’ê Tebaxê li ser hegemonyaya PLD’ê kirin. Wî ev gotinan, bi mebesta cihçêkirina xwe ya di qada polîtîk a japonî de, sala 1988’an, ji stranekê girtibûn.

Ev hemû zarok li ku ne?

Dema ku Asambleya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (RNY), di kombûna 20’ê Mijdara 1989’an de li New Yorkê bi yek dengî Peymana Navnetewî ya derbarê mafên zarokan de ku amadekariya wê piştî deh salên danûstendinên gelekî dijwar ajotibû, qebûl kir, rewşa zarokan li dinyayê, ji xerabbûnê bi wê de bû. Li gel pêkhatina pêşketineke berbiçav di van bîst salên dawîn de – ji dawiya salên 1960’î heta dawiya salên 1980 – nîşaneyên xerabûnê ku mirov xembar dikin jî hene. Gerînendeyê giştî yê Fona Netewên Yekgirtî beşa zarokan (Unicef) Bz James Grant digot “pêşketinê arîze dan.’’

Tiştê ku zarokên me divê zanibin

Mirov dizane hemû guhertinên fermî yên di qada kifşkirina rola dibistanê de, ên li ser programan, li ser pedagojiyê, bi her hawî, mebesta wê, tevrakirina heyecanê ye. Em ji bîr nekin ku serhildan û heyecan cêwiyên hev in, ku heyecan demeke dirêj tevliheviya gel li ser pê disekinîne. Û ev yek ne dûrî aqil e, û hema bêje kêfxweşî ye, ji ber ku perwerdeya gelêrî perçeyekî bi komarê ve girêdayî ye, timûtim, bernameyeke fesalkirina hemwelatiyan e. Ev tê wê maneyê heger destpêkirina sala 2009’an, “zemîna hevbeş ya zanînê û ya rayedariyê” hêja ye ku em li ser bisekinin.

Govenda ‘‘G’‘ yan

Gava ku bahsa ‘‘G’‘yê tê kirin, lîsteyeke dûvdirêj zêde dibe. Îroj ji G- 2 virve, -eger mirov Asambelêya Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî jî (NY) tevlî bike,- berbi G-192’an diçe! Ev zêdebûn nêz e. Piştî wendabûna Yekîtiya Sowyetan, a rast, tekane koma berbiçav a navnetewî û bi vê pêşdîtina çapemeniyê, ji aliyekî ve, bû G-77, û ji yê din, G-7 bû G-8 (li ferhengoka jêrê binerin).

Li hember dîrokeke veşartî

Qirnê ‘‘fedaî’‘ yê Şoreşa Çandî îroj, bi awayekî giştî li ser rêveberiya welêt e. Ew in, yên ku ber ve hêla mîratxwurên meşa mezin guhertinê pêk bînin û fesalê bidin Çînê... ya jî ewê hesabê ‘‘deh salên reş’‘ bidin.

Vegera şoreşa çandî

Pêkîn, 1’ê Cotmehê 1966. Salvegera hivdana damezirandina Komara Gel ya Çînê ye. Milyon û nîv, du milyon leşkerên artêşa sor li pêşiya trîbuna berî li qada Tîananmanê, li pêşiya dergeha Bajarê Qedexe, bi merasimekê, piştgiriya xwe ji bo şoreşê û ‘‘rêberê’‘ xwe nîşan didin. Li derdora wî, ew çar kesên ku wê paşê wek ‘‘çarçete’‘ (1) bihatina binavkirin kombûne. Mao Zedûngekî kalbûyî, ji ber sedema têkçûna ‘‘Hilpekîna Mezin’‘ bervepêş, tê gengeşîkirin (2). Ew bi alîkariya dezgehên pesindanê yên artêşa di bin destê Lin Biao de ji bo serketina desthilatdariyê rabûye ser pê.

Modêlek bi pênc îstisnayan?

Gelo modêleke civakî heye ku pênc welatên skandînavî par dikin û cuda ye ji modêla Ewrûpaya mayî ? Ev pirs, derdorên akademîk ên herêmê pîj dike. Ji 1996’an ve, toreke dîroknas û lêkolînerên warê zanistên civakî, digel bêtir ji sê sed endaman li wir dixebitin (I). Helbet, rêveberên siyasî, sendîkavan, çalakvan û bisporan xwe li benda wan negirt. Lewre berî bi zêdetir ji sedsalekê, 1907’an, yekem konferansa civakî ya Skandînavyayê, bi şertên wê demê, li dor mijarên qezayên li ser kar û parastina karkeran hate birêvebirin.

Ewrên tarî li ser bihûşta Danîmarka

Gava ji welatên din ên Ewrûpayê re lê tê nihêrîn, sexaweta dewleta-dabînker [berevajî dewleta jendirme, ew awayê dewletê ye ku girîngiyê dide xizmetên jiyana civakî û takekesî] a mirovî diheyirîne: her zaroka ku ji dayik dibe piştî ku dibe şeş mehî, xwedanê mafê bicihbûna li kreşekê ye; xizmetên tenduristiyê bêpere ne; sexbêriya li malan ji bo pîremêr û pîrejinan gelek belave ye; ciwan pênc salan ser hev alîkariya darayî werdigirin ji bo tewawkirina xwendina xwe, di ser vê hindê re jî, rewşa malbata wan çawa be bila be, her ciwanê ku hez bike dikare salekê navberê bide xwendina xwe ji bo dîtin