Ergîn Opengîn

Jinûve Dahênana Çand û Aboriyê

Di sala 2008’an de, berî ku Banka Citygroup alîkariyeke îstisnayî ya 45 milyar dolaran ji hikûmeta Dewletên-Yekgirtî wergire, bîst û pênc hezar konseptorên bernameyên kompûteran jê re kar dikirin û li dor 4,9 milyar dolaran veberhênana wê hebû di teknolojiyên Enformasyon’ê de –ji bilî mesrefên din ên kar û rêvebirina şirketê.

Drone û laboratûwara şerê teknolojîk a Amerîka

5’ê Tebaxa 2009’an, berev saet 01:30’ê sibehê, drone’eke (drone: firokeya biçûk a biqumanda) amerîkî du fuzeyên Hellfire (agirê cehnemê) bi ser Laddahê de, gundekî veder ê Wezîrîstana Başûr (Pakistan) barandin. Xaniyê nîşanlêgirtî, xaniyê Mewlana Îkramûddînê berpirsê dînî bû ku dihate zanîn ku piştgiriya Talîbanê dikir. Di nav danzdeh qurbaniyên êrîşê de Beytullah Mehsudê serokê karîzmatîk ê Talîbana pakistanî jî hebû.

Pirtûk: Gelo El-Qaîde bêhêz dibe?

Sê kitêbên girîng(1) ji bo têgihiştina werar û rûdawên cîhana hevçerx bi hev re hatine belavkirin; her sê nivîskar jî bi zimanê gelên ku bi meseleyên wan ve dadikevin dizanin (xalek ku gelek caran tê piştguhkirin). Jean Pierre Filiuyê dîplomatê bisporê ziman û kultûra erebî, profesorê Science Po’yê [zanîngeha zanistên siyasî li Parîsê] di Kursiya Rojhilata Navîn de, di kitêba xwe de dewama lêkolîna xwe ya li ser îdeolojiya cîhadbaweran [cîhadîst ; misilmanên ku bawerî bi cîhadê tînin] pêşkêş dike(2).

Katib Yasîn, têkderê ebedî

‘‘Helbestvanê rasteqîne, di nav rewteke pêşverû de jî be dîsa divê dijatiyên xwe derpêş bike. Heke bi têr û bêra xwe hizrên xwe dernebirre, wê bixeniqe. Wiha ye şêwaza xebitîna wî. Şoreşa xwe her di nava şoreşa siyasî de dike; di navenda têkdan û şêwandinê de ye ew, heta hetayê her têkder e. Bedbextiya wî ew e ku xizmeta têkoşîneke şoreşger a wisa dike ku ne dikare û ne jî divê hevaheng be digel çerx û bayê rojgarî.(1)”

Li Bîrmanyayê hilbijartina di bin siya lûleyên tifengan de

Beramber fişar û handanên "civaka navnetewî", cûntaya leşkerî ya Bîrmanyayê hewl dide vegere demokrasiyê. Rezbera 1998’an, derbeyeke leşkerî, ew destûra bingehîn ladabû ku ji 1974’an ve welat pê dihate birêvebirin. Piştî du salan, cûntayê qebûl nekir encamên hilbijartinan, ku hîç ne bi dilê rayedarên leşkerî bûn, binase. Lê belê, ji hingê ve soz daye ku wê welatî demokratîze bike û bi wê mebestê jî "nexşerêyek" (road map) daye ber xwe, ku ew nexşerê ji aliyê fermandar Khin Nyunt ve, şefê servîsên îstixbaratê yên bihêz ku sala 2003’an bû serokwezîr, hatibû duristkirin…

Zapatîstên kevnemode…

“Hûn ketine nav erdê Zapatîstên serhildêr. Li vir gel fermanan dide û hikûmet rîayet dike.” Lewheya mezin a hesinî ku derbasbûna nav deverên asiyan îlan dike, herçend zer û jengî bûbe jî, hêj jî xweş diyar e. Li Oventicê, li herêma Chiapasê, ev qederê panzdeh salan e ku “otonomiya fiîlî” li kar e. Vê carê bi biryardariyeke zêdetir, lewre şorika xwe xwaribûn ji meşa xwe ya 2001’an a bi ser Meksîkoyê de û lewma, piştî destpêka sedsala XXI’an, Zapatîstan biryar girt ku pê de pê de berê stratejiya xwe bidin ber bi deverê ve.

Piştî deh salan çi encam?

Dehemîn salvegera euroyê (1), ku dikeve nav vê qeyrana cîhanî, bû mijara şîroveyên pir kêmtir pesnder li gor wê lehiya pêşbîniyên pozîtîf ku sala 1999’an çaxê derhatina euroyê ji bo destpêka euroyê rabûbû. Wê çaxê, takepereyê hevbeş wekî sertackirina avahiya aborî ya Ewrûpayê dihate tesewurkirin û hizra serdest ew bû ku gorankariya navborî wê herwiha rêçika entegrasyona siyasî dabîne, wê bibe helkefta li-hev-nêzîkkirina aboriyên dewletan berev modêleke mezinbûna aborî ya biteraz û pêbawer, û dawî, alava reqabetê beramber Dewletên Yekgirtî û dewletên di geşedanê de.

Rêya têkçûneke dîplomatîk

Gotûbêjên di navbera G5+1 û Îranê de, berev şikestineke pêşdemî diqelibin. Heger prosesa gotûbêjan bi rastî têk biçe, behra pitir wê ji ber şaş-hesabkirineke cidî ya dîplomatîk a rêveberiya Obama be. Obama, her digel hevpeymanên xwe yên ewrûpî, pîlaneke wisa da ber xwe ku bi zîrekane doz li Îranê dikir ku destan ji piraniya stoka xwe ya ûranyûma kêm-dewlemendkirî (ÛKD) bikêşe.

Gladyatorên mîlenyûma sêyem

12 Mijdar 1993’an, Gerard Gordeau yê holendî, kîk-boksor (kick-box: hunereke şer e ku boks û karateyê têkel dike) û karatekayê (yarîkerê sporta karateyê) fullcontact (temasa temamî), ji bo “şerekî nihayî” li dijî Teila Tuliyê palewanê sumoyê yê ji Hawai’yê dikeve nav qefesa heştgoşe, ku di nav McNicholas Meydana Sportê li Denverê (Colorado) de hatiye bicihkirin. Her ji destpêka berêkaneyê, palewanê sumoyê ku nêzîkî 80 kîloyan ji reqîbê xwe girantir e, hemleyan dibe ser Gordeau. Grodeau vedikişe, xwe ji êrîşan diparêze û bi vî awayî berî ku bihêle reqîbê wî lê nêzîk be hêz û taqeta wî dibire.

Erebistana Suûdî, Dewlet li hember berhelistiyan admin Di., 31.08.2010 - 15:53

Vaye dewletek ku % 77’ê karsazên wê radigihînin ku ji bo baş-birêvebirina karê xwe mecbûr in ku qanûnan binpê bikin. Ev hejmar û rêje zêde jî ne hevaheng e digel îmaja Suûdî Erebîstana monarşiya petrolê ya bi navûbangeke mutleq. Steffen Hertog, di berhemeke nû û asofireh de çerxên ekonomî-polîtîkaya Suudî Erebistanê keşf dike û yek bi yek îlûzyonên derbarê teoriya « Dewleta rantiye » de dadişikîne. Yekem qurbaniyê tûrneya wî ya li sofayên [salonên bendemanê] qraliyetê : fikra dewleteke qadir-î mutleq ku xelkê xwe bi dewlemendiya xwe dipelçiqîne.