Ergîn Opengîn

Di nava Ereban de dînamîkên çandî admin Mi., 01.09.2010 - 12:52

Di nava serrûpela rojeva navneteweyî de, gelek caran bi rêya şîroveyên jeopolîtîk ve behsa cîhana erebî dibe. Herweha, raya navneteweyî balê dikişîne ser wan kêşeyên demokrasiyê û adaleta civakî jî ku di nava cîhana erebî de hene. Lê belê, haveynê çandî yê li vê herêmê nabîne û xwe jê re kerr dike. Digel ku ev dînamîka çandî fikr û kiryar û tevgerên herkesî diyar dike. Bi vî awayî, belavbûyina girêdana serê xwe ya li Rojhilata Navîn û welatên Mexribê (ji bilî Îran û Erebistana Suûdî) bêyî biryareke siyasî û bi tenê bi rêya zexta civakê ve pêk hat. Çand bi rastî jî dergûşa gotar û kiryaran e.

Nasyonalîzma flamanî ku ji motîfên nasnameyî bêtir xwedî bingehekî civakî ye admin Do., 02.09.2010 - 12:04

« Nil volentibus arduum » (dilê mêrxas astengan nas nake) : Bart De Weverê, serokê Nieuw-Vlaamse Alliantie (N-VA, Hevpeymaniya Nû ya Flamanî), şeva 13'ê Hezîranê, li Brûkselê, bi vê hevoka bi latînî dest bi beyana serkeftina xwe kir. Bi bîst û heft ji sed kursiyên parlamentoyê û neh ji çil kursiyên senatoyê ku wê rojê di parlamentoa federal a Belçîkayê de bi dest xistin, partiya wî bû girîngtirîn hêza siyasî a li vî welatî. Hevokeke weha ku tîpên pêşiyê yên peyvan pir bi zîrekî hatiye hilbijartin.

WikiLeaks û çîrokên serdema teknolojiyê admin Do., 23.09.2010 - 23:59

Piştî daxuyaniyên xwe yên li ser şerrê Afganistanê, malpera WikiLeaksê hêza medyaya hevgirtinê nîşan dide. Digel vê jî, ev gav ne destpêka dewreke nû ye, lewre êdî sansur tuneye, medya sînorên neteweyî derbas dikin û medyayên ku bi awayê kevn kar dikin jî êdî qels dibin.

Hêz û sergêjiya dîplomasiya sirbî admin Fr., 24.09.2010 - 02:01

Serxwebûna ku Kosovayê gulana 2008’an yekalî îlan kir, lê belê ji aliyê pirraniya Dewletan ve nehatiye naskirin, dê di Meclîsa giştî ya Yekîtiya Neteweyan de ku vê îlonê li New Yorkê dicive, bibe mijara rojevê. Ev sê sal in ku dîplomasiya sirbî hewl dide ku welatên din qane bike ku serxwebûna herêma wê ya berê bi awayekî fermî nas nekin; ji xwe re gellek piştgir jî peyda kirine ku ev hêvî ji wan nedihat kirin.

Çend pirsiyar ji bo dîrokê ji bo derketina ji aloziyeke herêmî

Sala 2009’an, li Afganistanê, 2412 sivîl hatine kuştin(1); û bi tenê li bakûr-rojavayê paştûnişîn –sivîl, esker û serhildêr jî tê de– hejmara kuştiyan nêzîkî 12.000’an e (2). Biryar û encamên konferansên navneteweyî yên London (28 çileya paşîn 2010) û Qabûlê (21 tebax) bi aşkereyî kêm û kêmasî ne ji bo rawestandina zivirîna vê xeleka kujer û xetera şikestina van du welatan ku bi qasî 200 milyon kes tê de dijîn. Gelo, ji bilî lihevhatina bi Talîbanê re, çareyeke din heye?

Têkoşîna me admin Mo., 18.10.2010 - 19:52

Berî nuha bi salekê, me bangek li xwendevanên xwe kiribû (1). Bi rengê ku wan bikin şirîkên rewşa darayî û projeyên Le Monde Diplomatique’ê, me ji wan xwastibû ku pereyan li me bibexşin, xwe bikin abone, hevalên xwe bikin abone, hê bêtir bi rengekî nizamî Le Monde Diplomatique’ê li kîoskan bikirin. Agahdarî û ragihandina serbixwe heyiyeke giştî ye, lê belê para bingehîn ya mesrefên wê dimîne ser stûyê bikir û aboneyên rojnameyê bi tenê. Bêyî wan, yanî bêyî we, hebûn û pêşketina Le Monde diplomatique’ê teqez nabe.

Li ser "ewlehiya bi hevkariyê"

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE), digel ku heta nuha nozdeh komên xebatê yên siyasî û leşkerî li seranserê Ewrasyayê geriyane, hîn jî dezgehek weha ye ku pir kêm tê naskirin. Ev nakokî vedigere ser çend sebeban.

Rehendê mirovane

Pirsa mafên mirovan ku heta hingê tabû bû, di peywendiyên Rojhilat-Rojava de, sala 1975’an, di Konferansa li ser ewlehî û hevkariya Ewropayê (KEHE) de kete rojevê. Danezana dawîn ya Helsînkiyê (Fînland) ya 1’ê tebaxa 1975’an, ev pêşhata diyarker pesend kir. Profesorê hiqûqê Emanuel Roucounas, yê zankoya Atînayê, bawer dike ku "ji cerga ku daxuyaniya dawîn ya civîna Viyanayê [sala 1989’an] "rehendê mirovane" destnîşan û binecîh kiriye, mafên mirovan li hemû şax û pêngavên KEHE’yê belav dibin ".

REHE, rêxistineke ewlekariyê ya kêmnas

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE), li rex Hevpeymaniya Atlantîk (NATO, Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûrî) û Yekîtiya Ewropayê (YE), yek ji wan sê rêxistinên navneteweyî ye ku ji bo ewlehiya parzemînê Ewropayê dixebitin. Lê belê tenê ew e ku pêncî û şeş welatan bi xwe ve digire, ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) di ser Rûsyayê re heta digihîje dewletên Asyaya navîn û dewletên ewropayî. Bi vî rengî, li dunyayê, rêxistina herî girîng a ewlekariya herêmî ye.

Zengila fransî admin Mo., 22.11.2010 - 14:47

Ev çil sal in ku Fransayê xwepêşandanên weha me-zin nedîtibûn. Kesayetiya Nicolas Sarkozy, quretiya wî û hewla wî ya perçiqandina "dijberan" bû sedem ku li dijî wî eniyeke bihêz û berfireh were ser hev. Lê belê, hêrsa pind û girseyên mirovan ji rewş û hewesên şexsekî newelidîne helbet. Ew bersiv in ji bo tercîha medeniyeta nesax, ji bo behaneya qeyrana aborî ku bi destê komeke hikumetên ewropî ve tê birêvebirin û di paleta wan a siyasî de rengên rastgirên bêtirs û bêxem û çepgirên serşor û meslehetxwaz hene.