Feryal Guladawîya

Qedera ne dîyar ya têlên rêsayî

Gundîyekî amerîkî yê bi navê Joseph Glidden sala 1874an,  têlên rêsayî yên pêşî wekî çît li dora milkên li Great Plains danîbû. Ji wê demê ve têlên rêsayî bi yek carê bûn rêbazeka sîyasî ya pir girîng.

Li ser Simone de Beauvoir berhemên femînîzmê direncînin

Simone de Beauvoirê bingehên têgeha cinsîyetê danî. Ev bipêşketina biryardar a ku nexasim jî di hevoka navdar a "em ne wekî jin ji dayik dibin, em dibin jin" bi gewde dibe, pîvaneka sereke ya xwenûkirina tevgera femînîst li cîhana rojava bû. Dîsa jî du berhemên dîyarî nivîskara Deuxième sexe / Cinsîyeta duyem hatî kirin, bi femînîzmê guneh dikin.

Dema pesnê azadîyan tê dayîn û koletî tê rewakirin

Sedema israra heyranîya lîberalîzmê, nezanîna bi rengê nirxandina wê ye. Dema meriv beşa wê ya aborî rexne bike, partîzanên wê li ser para wê di pirrengîya sîyasî û çandî de israr dikin. Bê navber guhertina mijarê dike ku meriv ji bîr bike ku lîberalîzm sîstema koledarîyê wekî tiştekî erênî dinirxand. Li alîyê din jî dibe sedema meriv pesnê neolîberalan bide bi pêkanîna guhertinên serxwebûn pêk anîn lê ku lîberalîzm pir caran li dijî wan rabûbû.

Nîqaşên fransî mijara çeka nukleer ji bîr kir

Li gor pirtûka nû ya spî li ser mijara parastinê hatî nivîsin û gihişte ber destê serokkomar, çekên nukleer dê bi rengê General De Gaulle ew terîf kiribûn, bimînin. Careka din, guhertinên di dehsalên dawî de pêkhatî û guhertina tehlûkeyan nehatin hesibandin. Ev jî dibe sedema tehlûkeya kêmbûna kapasîteya Fransayê ya bi çekên xwe yên nukleer tirsandina welatên din.

Li Sûrîyeyê pêkhatina şerên wekaletê

Rêjîma Beşar el-Esed a ku Hizbullaha libnanî piştgirîya wê dike, ji nû ve dest bi êrîşên li rojavayê welêt kir. Nêzîkbûneke rûs û amerîkî-yan dide fikirîn ku mimkin e konferanseka navneteweyî li Cenevreyê pêk were. Lê du salan piştî destpêka serhildanê, şoreş ji alîyê aktorên herêmî û navneteweyî ve tê veguhertin û dibe xwedî armancên nakokane yên pir caran baş nayên terîfkirin.

Koçberîya ku li gorî awayê amerîkî tê ecibandin

Niha li Senatoyê reformkirina sîyaseta amerîkî ya koçberîyê tê nîqaşkirin. Hêvî ew e ku rê li ber dayîna mafê rûniştinê dê li yazdeh mîlyon kesên bêkaxez vebe. Ev tedbîra bala çapemenîyê û ya partîyên sîyasî dikşîne ser xwe, tedbîreka din dide jibîrkirin: ya bicihkirina sîstemeka nû ya dayîna vîzeyan ku wê giranîyeka taybet bide daxwaza şîrketan.

Bêyî ku pê bawer be Ewroskeptîsîzma David Cameron

"Edî meriv ji fikra derketina ji Yekîtîya Ewropayê re rêzê digire!" Vê 23yê çileya paşîn, Nigel Farage wekî ku pir kêfxweş bû dikir. Serokê Partîya Serxwebûna Îngilistanê (UKIP: United Kingdom Independence Party) ku ji mêj ve xwe wekî mexdûrê meyla ewropaparêz ya "elîta" brîtanî terîf dikir, kêfa xwe bi axaftina David Cameron dianî. Nîyeta serokwezîrê mihafezekar "zelalkirina" helwêsta Îngilîstanê di nava Yekîtîya Ewropayê de bû, wî êdî hebûna îhtîmala qutbûna Îngilîstanê ji Brukselê îfade dikir. Ev guhertineka sîyasî ya girîng bû.

Meriv di çend salîya xwe de pîr dibe?

Vê dema ku François Hollande û hikûmeta wî amadekarîyê dikin ji bo ku sîstema teqawidbûnê hişktir bikin, nîqaşvan behsa şerê nifşan dikin: qaşo kal û pîr jîyaneka rehet dijîn û ew sedema zehmetbûna jîyana ciwanan in. Dema meriv behsa kesên emrê wan zêdetir e ji 60 salî dike, ev ne yekem klîşeya modabûyî ye. Em dê bi hûrgilî li ser van pêşhikman bisekinin…

 

Brezîlya xeyala Bolîvarê dike ya xwe

Pêkanîna yekîtîya duwanzdeh welatên Amerîkaya Başûr ji bo ku xwe ji serdestîya amerîkî xilas bikin: Li Brezîlyayê û li deverên din jî, herkes yan jî hema bibêje herkes piştgirîya projeya întegrasyonê dike. Lê belê dibe ku seferberîyeka bi vî rengî ya patron, sendîka, tevgerên civakî û memûrên payebilind tîne cem hev, rê li ber hegemonyayeka nû ya herêmî veke.

Ya esil ew e ku her tişt van zilaman li dijî hev radike. João Paulo Rodrigues ji ciwanîya xwe ve di Tevgera kesên ne xwedî erd (TBE) ya brezîlyayî de mîlîtanîyê dike.