Feryal Guladawîya

Wexta çînî kêfa betlaneyê kifş dikin admin Fr., 27.07.2012 - 16:00

Ew demeke dirêj nikarîbûn biçin derveyî welêt, karkerên çinî di betlaneya xwe de li welatê xwe digerin an jî diçin welatên xerîb.

“The Economist”, rojnameya herî bi bandor a dinyayê

Di navbera piştgirîya şerê Iraqê û qanûnîkirina narkotîkan de, di navbera cezakirina Wikileaks û ya “Leviathana dewletê” de, di navbera pîrozkirina lîbera-lîzmê û banga alîkariya ji bo bankeyan de çi xalên hevpar hene? Weşanekê ev helwest hemû parast in: “The Eco-nomist”. Ev weşan her hefte neynikeke pesindayînê li pêşiya çînên serwer digire.

Mîta «çîna global»

Ew ji bo hinan bi şiklê cîhguhertina şirketan xwe nişan dide, ji bo hinên din jî weke meaşên dêwane: Nîqaşên globalbûnê ji bo yên ku behsa wê dikin duqetî kar tîne, ew di heman demê de him reqabeta li ser mûçegiran “xwe ferz dike” him jî îmtiyazên elîteke weke ji neteweyê bilindtir tê terîf kirin, rewa dikin. Lê belê lêkolîneke hurgilî aktorên neteweyî yê serdestîya vê elîta xwe deshilatdar îlankirî, derdixe holê.

Sedemeke pûte pê nayê dayîn a krîza amerîkî admin Di., 25.09.2012 - 13:53

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pirî caran gazinan dikin ji hevrikîya pîşesazîyê ya dewletên başûrê Asyayê. Ew ji bîr dikin ku sala 1997ê dema ku krîza malî ev herêm dabû ber xwe û dihejand, wan li ser vê herêmê dermankirineke şokê ferz kiribû, vê jî kiribû ku welatên mexdûr sozê bidin xwe ku hew tu carî bikevin rewşeke lawazîyê. Wan biryar da ku dovîzan berhev bikin ... vê jî bi rîya îxrackirina ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin.



 

Şoreşên Rousseauyî

Em îsal sêsedsalîya jidayikbûna Jean-Jacques Rousseau (1712-1778) pîroz dikin, welatîyê Cenevreyê, nivîskar, fîlozof, ewqasî jî serserî û naturalîst, wî yê wêjeya fransî û fikra sîyasî nû bikira. Bi vedîtina “âme sensible (ruhê hestîyar)” wî yê roman azad bikira; bi kirina pirsa şertên wekhevîya di navbera merivan de wî destpêka şoreşên siberojê nivîsî.

Rabûna hêrsê ya ereban


Balkêş e, protestovanên ereb biryarê didin ku nerazîbûna xwe li ser mijarekê derbibirin, lê li ser mijarên din dernebirin. Hêja ye meriv behsa wê bike ku weşandina karîkatûrên danîmarkî, li paytextên ereb ji dagîrkirina Bexdayê û dewama dagîrkerî û êrişakarîya Îsraîlê bêhtir rê li ber xirecirê vekir. Lê belê dibe ku ravekirina vê yekê mimkin be.

Lîbyaya bi destê milîsan

Di çarçoveya xwepêşan-danên li dijî “filmê” li ser pêxember Mihemed li cîhana erebî de komeke lîbyayî êriş birin ser konsolosaxaneya amerîkî ya li Binxazîyê û sefîr kuşt. Milîsên ku hin ji wan bi ser wezareta hundir û ya pa-rastinê ve ne, yên ku xelkê welêt wan red dike, hê jî dikin ku bênîzamî dewam bike û li ber biîstîqrarbûna welêt û damezirandina dewleteke xurt radibin.


Srî Lanka û Pilingên Azadîyê yên Elam-Tamîlê

Sê salan piştî bi şidetê tepisandina Pilingên Azadîyê yên Elam Tamîlê (LTTE), serokdewletê Srî Lankayê Mahinda Rajapaksa li hemberî gelê sîghalî –ku piranîyê pêk tînin– enerjîya di ruhê wî de ye bi kar tîne da ku siyaseteke her diçe zêdetir otorîter bimeşîne. Ji bo ku jirêderketin û xirabbikaranîna erka xwe veşêre, binxêz dike ku rêxistinên bîyanî ev lê eşkere kirine.

Rewşeke şer a bêdawî li Qarebaxê

Bîst salan piştî bidestxistina bajarê Şûşî ji alîyê eskerên ermenî ve di 9ê gulana 1992yê de, li çîyayên Qarebaxa Jorîn agirbest tu caran evqasî lawaz nebûbû. Jinûve xwe çekdarîkirina bi lez a Azerbaycanê ji sala 2010ê ve, tirsa ku dîsa şer biqewîme bi gewde dike, meriv nikare pêş bibîne ka encamên vî şerî li ser tevahîya Kafkasyayê wê çawa bibin. Her du gel berdeleke giran didin vê neçareserîya siyasî û dîplomatîk.

Li panzdeh saniyeyan zêde-tir nemeyizînin. Piştî vê kelîyê divê meriv serê xwe bitewîne».

Kapasîteya reqabetê ya di rewacê de

Ji bo rizgarbûna ji krîzeke ku fînansê dayî dest pê kirin, gelek rê hebûn: Şarandina spekulasyonan, birêkûpêkkirina bazaran, cezakirina bankevanan... Bi alîkarîya hejmareke zêde dibe ya pîşesazan, Yekîtîya Ewropî karê din ê li pêş danî ber xwe, ya ku ji niha ve li ser welatên di zehmetîyê de ferz dike: Xurtkirina “kapasîteya reqabetê” ya bazara kar. Lê belê maneya vê peyvê çi ye, ku birêveberên çepê û yên rastê wiha dîyar e weke tiştê herî girîng derxistine pêş?