İbrahîm Seydo Aydoğan

Brexit, erê lê ji bo çi?

Serge Halimi

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetîna welatekî weha karîbû bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet"  çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Margaret Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê.

Brexit, erê lê ji bo çi?

Serge Halimi

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetîna welatekî weha karîbû bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet" çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Margaret Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê.

Las Vegas, axirîn qonaxa Amerîkayê

Ji ber ku bawer dikin ku serkeftina li Nevadayê dê dawîya hilbijartinên serokatîyê yên 6ê çirîya paşîn a pêşîya me dîyar bike, her du berendaman mesrefên ewqasî mezin danîne ber xwe ku sînorên deyndarîyê derbas dikin. Li Las Vegasa ku metropola vê eyaletê ye û paytextê qumarê ye jî, her tişt ji adetê zêdetir e. Bajarvanîya wê jî yek ji wan e ku mirov dixe nav tenêtîyê û têkîlîyên civakî jî hêdî hêdî dikuje.

Rojhilatê Rojhilatê admin Fr., 15.10.2010 - 16:03


Hertim dişibin hev, tu carî ne weke hev in, rêwîtiyên ku wênegir Klavdij Sluban li pey hev bi trêna Transsîbiryayê kirine, tên ber hev û ji deh salan vir ve ye ku hevdu temam dikin. Têgehên çûn û hatinê tev li hev dibin, lê belê ji bo çûyîna ji Pekînê heya Moskovayê ya di ser Oulan-Batorê re, dekor û leheng, weke bermahiyên komediyeke mirovahiyê ya li ser rêhesinan in…

Wêneyên nezaniyê

Meha bihurî, wêneyekî Bîbî Ayşa li ser berga Time Magazine hat weşandin. Ne guhê wê hebû û ne jî bêvila wê û bi qasî ku dibêjin, Talîbanan li wê weha kiriye (1). Li Îranê jî, Sakîne Mohammedî-Aştiyaniya ku berê jî hatibû qermeçîkirin, bi ricimandinê hat cezakirin. Rûyê wê yê ku hê derb nexwariye, bûye sembola hevgirtina li dijî rejîma Tehranê. Ev herdu dîmenên jinan mirov didin fikirandin, lê gelo li çi didin fikirandin? Ne li bêrehmiya îslamîstên afgan: Sovyetê ev rewş berê dîtibû, gava ku bi piştgiriya rewşenbîrên medyatîk, Rojavayiyan çek didan fondamantalîstan.

Avakirina nû ya bingehîn, reklam serbest e

Bifikirin ku dinya êdî ji aliyê alavên bazirganîyê û bihayê wan ve neyê birêvebirin. Hingê, tu sedemên girîng wê nemînin ku rojnamegerek bixwaze ku nivîsên wî hê jî li ser kaxezan bên çapkirin, û bi dû re, bi qemyonan ber bi belavkarên çapemenîyê ve bên veguheztin, an jî bi rêya posteyê ve ji aboneyan re bên şandin. Bi xêra înternetê, derfeteke weha wê bi destê wî bikeve ku agahî û nirxandinên xwe bi xwendevanên seranserê cîhanê par ve bike; di nava kêlîkekê de bigihîje armanca xwe, bêyî ku tu mesref lê biçe û bikare li gora daxwaza xwe deng, dîmen û referansan jî lê zêde bike.

Têkoşîna me

Rewşa wê ne weke ya yên din e û bi awayekî din e: Ne berdewamiya wê û ne jî serxwebûna wê di xetereyê de ye, lê belê derfetên wê yên bipêşketinê kêm bûne. Ji bo zelalkirina pêşeroja wê, ji bo berdewamîya tevlêbûyina şerê ramanan û ji bo ku em bikarin awayê xwe yê dîtinê û yê têgihiştina xwe ya dinyayê veguhezînin xwendevanên nû, em bangê li we dikin. Piştî tekstîl û siderurjî û otomobîlê... çapemenî.

Bi rastî jî Komara Demokratîk ya Almanya hebû?

Meha gulanê, pêşbazîyeke netewî ku ji aliyê Parlamentoya Almanya hatibû sazkirin bi dawî bû û ev pêşbazî ji hemû hunermend û mîmaran re vekirî bû. Mijara vê pêşbazîyê ew bû ku berhemeke netewî bihataya pêkanîn ku bibûya sembola”yekîtî û azadîyê.” Rewşeke karesat bû, lewre pêncsed pêşniyar hatin kirin, lê belê yekê ji wan jî mirov qane nedikir.