Kejo Bajar

ji Hewldana Çareseriyê ber bi Şerrê Navxweyî ve

Hewldana Vebûna Kurdî ya ku Hikumetê tebaxa sala çûyî dabû destpêkirin, kiribû ku di pirsgêreka Kurd de hêvî ji nû ve û bi awayekî xurt vejiyana. Ji bo çareseriyê şertên derve û yên hundir guncav dixuyan. DYA’yê plana xwe ya vekişîna ji Iraqê eşkere kiribû. Meşandina vê planê bi awayekî eşkere li Kurdistana Iraqê bi “parastina îstîqrarê” ve girêdayî bû. Ji aliyê îstîqrarê ve, diviya têkiliyên Birêvebiriya Herêma Kurdan ya Iraqê û Turkiye’yê bihatana “normalîze” kirin. Di vî karî de şertê herî girîng ew bû ku PKK êdî nebûya “faktora serêşandinê”.

“Rûyên Reş û Maskên Sipî”

Modernîzm weke teorî li hember Teoriya Emperyalîzmê derketiye. Galtung têkiliya emperyal weke bikaranîna hêzê ya ji bo têkiliyên newekhev têdigihê ku neteweya navendî li ser neteweya li kêlekê bi kar tîne. Modernîzm têkiliyên ser-bin û derdor-navend’ê weke pirsgirêkên binyadî yên nava pergalê dibîne ku li gora wê, pergal bi xwe dikare heq ji wan derkeve. Li Tirkiyeyê teorîsyenên ku meyla wan li ser rastgiriyê ye xwe baş li teoriya Modernîzmê girtine, fikra çepgir jî her li derve li Emperyalîzmê gerriyaye, nexasim Antî-Amerîkanî weke Antî-Emperyalîzm fêm kiriye.