Lokman Turgut

Dema pirîsk, atom, noyron û gen dikin BANG**! admin Fr., 19.03.2010 - 11:18

Dema lêkolîner Eric Drexler têgîna “nanoteknolojiyê” danasîn wî ew weha terîf dikir: koma teknîka ku destûra çêkirin û guhertina objeyên maddî ku mezinayiya wan di navbera 1 û 100 nanometreyî de ye (1). Di rastiyê de ev deriyê vê pênasê gelekî fereh bû, lewra hema bêje tevahiya objeyên li dinyayê heyî li gorî vê pîvanê saz û avabûbûn. Riyên zanistî yên gelekî cihê mîna kîmya, zanista li ser maddeyan, fizîka rewşa maddeyê ya hişk, dermançêkerî, biyolojiya kîmyewî û molekuler, muhendisiya elektronîk bi vî awayî dibin yek, hem di warê têgînê de û hem jî di warê operasyonel de.

Di navbera întegrasyon û jixwecihêkirinê de

Heta bi derdorên kevneparêz, ti kes êdî vê yekê înkar nake ku Almanya welatek e ku penaber berê xwe didinê. Jixwe ji sedî 18.7’ê almanan jî xwedî serpêhatiyeke koçberiyê ne . Jiyana di nav civaka fireçandî de li Almanyayê li hemû qadên siyasî bû yek mijarên ku gelek tê guftûgokirin. Bi taybetî jî di demên dawîn de pirsên bihevrejiyanê û întegrasyonê bêhtir tên nîqaşkirin. Ji derengmayî û wêde, ev nîqaş, nîşandidin ku ji zû ve êdî ti kes nafikire ka di warê siyasî de divê piştgiriya întegrasyonê were kirin an na! Mijar bêhtir ev e; wê ev piştgirî çawa be?

Bajarên ku bi taya civakî girtin

Krîzê derbeke xirab li Rûsyayê xist: Paşveçûna hilberîna pîşesazî û berhemên li nava welêt hilberandî; kêmbûna mûçeyan û zêdebûna bêkariyê. Belê krîz bi awayekî gelekî guhertî li gelek kategoriyên bajar û herêman dixe.

Îslam û çanda ciwanên li bajaran

Ciwanên ji malbatên penaber yên di nav civakên ewrûpî de parçeyek ji veguherîna civakî û çandî ne ku bi kirina muzîka hip hop, pêkanîna çeteyên ciwanan û di asta herêmî de bi tevlîbûna nav pêvajoya vejîna Îslamê, dide der. Ji bo ciwanên ji dê û bavên kurd û tirk ên piştî nîvê salên 1960’î weke karkerên mêvan (Gastarbeiter*) çûn Almanyayê, misilmantî bi tenê qadake muhtemel a nasnameyê ye1. Mislimantî nasnameyek e ku ji aliyê çapemenî, dibistan û siyasetvanên Alman û carinan jî ji aliyê wê bavên ciwanan bi xwe ve tê nîqaşkirin.

Şerên veşartî li Yemenê

Dûrî çavê dinyaya derve, herêma Saada li bakur rojavayê Yemenê, nêzî sînorê bi Erebîstana Suûdî re, ji Hezîrana 2004’an û vir ve veguheriye qada şerekî bi şîddet (1). Li vir hukûmet şerê komek serhildêrên bi navê “Hûtiyî” dike. Serokê komê parlemanterê berê Huseyin el-Hûtî bû, ji mirina wî ya di îlona 2004’an û vir ve birayê wî yê jê piçûk Ebdulmelîk el-Hûtî serokatiya komê dike. Tevî agirbesteke ku di Tîrmeha 2008’an de hatî eşkerekirin jî, ji nîvê Gulana 2009’an û vir ve şerî ji nû ve dest pê kir.

Rêya çareseriya aştiyane admin Fr., 19.03.2010 - 12:08

Di Kanûna 2002’an de ez hatim vexwendin da ku tevî şandeyeke mafê mirovan biçin serdana serokê giştî yê AKP’ê yê wê demê û serokwezîrê Tirkiyê yê niha Tayyip Erdoğan li Enqerê. Komeke mezin a wezîran û hevalên wî yên kar ên herî nêzîkî wî di hevdîtinê de amade bûn. Me ji wan re eşkere got, pirsgirêka mafê mirovan ên Tirkiyê bi tenê eger pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de bi awayekî aştiyane û siyasî were çareserkirin, çareser dibin. Ji bo vê jî me pêşniyarên xwe kirin.

Heyfa mezin a çepê Îsraîlê

Drama bi rastî ya çepgirên karkir yên Îsraîlê -û ji ber wê jî ya tevahiya civaka Îsraîlê- bêhêziya wê ye. Sedemên vê yekê di bibinketina hilbijartinên 2009’an de jî tên dîtin, belê ev sedem ji yên derba dîrokî ku 1977’an li çepgirên karkir ketî ne bi gelekî cihê bûn. Hingî rastgir cara pêşî bûbûn desthilatdar. Ev sedem beriya her tiştî bi pêkhatina îdeolojîk a tevgerekê ve girêdayî ne ku jê nayê perspektîfeke paşerojê ji bo rizgarbûna ji du asêbûnan pêşniyar bike. Mijarên têde asê dibe jî neo-kolonyalîzm û neo-lîberalîzm in.

Cihûyen Amerîka li dijî rastgirên Îsraîlê

Dema di Tîrmeha 2009’an de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêveberên sêzdeh rêxistinên cihûyan li Qesra Spî kirin mêvan, di lîsteya vexwendiyan de navên ku êdî em fêrî wan bûbûn hebûn: serokên strûkrûrên kevin ên muhafezekar ên mîna Konferansa Serokên Rêxistinên Mezin ên Cihûyên Amerîkî (Conference of Presidents of Major American Jewish Organizations), Lîga Dijberî Piçûkxistinê (l’Anti-Defarmation League - ADL), Komîteya Cihûyên Amerîkî û bêguman ruhê lôbiya Îsraîlê; l’American Israel Public Affairs Committee (Aipac).

Destên namerd li ser petroleke qirêj

Çima em ji bo ronkirin û jihevderxistina vê qîr û qetrana tîr a di nava xîzê de di binê erdê de bombeyeke nukleerî nateqînin?! Di salên 1950'î de ev fikrê destpêkê hatiye bîra hin kesên mejiyê wan ji aliyê zêrê reş (petrolê) ve hatî girtin û bûne dînê wê. Lê bêhtir ya hat tercîhkirin birrîna daristanan, zuwakirina çem û rûbaran, erdkolan û bi gelek avê şûştin bû. Sala 1967'an Suncor ê amerîkî kana pêşî vekir û 30 salan varîla petrolê ya herî biha ya dinyayê hilberand.

Karakas li pey stratejiya pêşketinê de ye

Di serdana Brezîlya ya 2’ê Adarê de Wêzîra Karê Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê Hillary Clinton ji bo mîheke ji keriyê xwe qutbûyî ya li baxçeyê pişta mala xwe waezek kir: “Em hêvî dikin ku hukûmeta Venezûela’yê ji nûh ve (...) mulkiyeta şexsî misoger bike û li aboriya bazarê vegere .” Ti tiştî nû nîne. Ji 2003’an ve Venezûela’yê tevahiya rekorên mezinbûna aborî şikandin.