Nedim Baran

Nedim baran kî ye?

… Du… sê… hîn zedetir Kurdistan! admin Di., 01.10.2013 - 13:31

Slogana herî berbiçav ya nîfşa 68an "… du… sê… hîn zêdetir Vîetnam!" bû. Ev slogan wekî sembola têkoşînên rizgarîya neteweyî yên li dijî emperyalîzmê dihat pejirandin.

Kurdistan, Tirkîye, Rojhilatê Navîn û Dinya

Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê ku dê di 15-17 îlonê de li Hewlêrê bicive, di tarîxa kurd û Kurdistanê de merheleyeka gelek girîng e.

 

Gelo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li paşxana kîjan rabirdûyên tarîxî tê lidarxistin? Kîjan rabirdûya dîrokî lidarxistina kongreyeka bi vî rengî pêwist dike?

 

Çalakîyên Parka Gezîyê

Hin kesên ku li dijî çêkirina AVM (navenda dan û standinê) ya li Parka Gezîyê ya Stenbolê çalakî li dar dixistin di 31 gulanê de bi êrişeka hovane ya polîsan re rû bi rû man. Li dû êrişa hovane ya polîsan, geşepêdaneka ku nedihat hêvîkirin qewimî: çalakîyên "Bila Gezî Parkî nebe AVM!" bi hefteyan ji alîyê hinek  mixalif û dijberan ve dihat çêkirin, lê li dû êrişê, bi hezaran kesên ku heta wê rojê bi bûyerê re ne têkildar bûn, bi carekê de ber bi Meydana Taksîmê û Parka Gezîyê ve meşîyan.

Pêvajoya aştî û çareserîyê

Di  navbêra hezîrana 2011an û kanûna pêşîn a 2013an de li Tirkîyeyê şerekî pir dijwar rû da. Dema ku hevdîtinên Osloyê yên di navbera PKK û hikûmetê de dimeşîya bi ser neket û bi neyênî bi dawî bû, kêşeya kurdî ket pêvajoyeka nû ya şidetê. Bi pêvajoya şerê bi şidet.

Biratîya kurd û tirk û hamaset

A - kêşeya bıratîyê û hamaset

 

Bihevrebûna hezar salî hamaset e?

 

Di eslê xwe de bihevrebûna kurd û tirkan ya ji hezar salî vir ve, bi daneyên tarîxî pêdandî (sabît) ye ku  ji hamasetê wêdetir rastîyeka dîrokî ye. Tirk ji sedema ku  vê mijarê zêde nizanin vê yekê bi lêv nakin, yên dizanin jî ji sedema pêvajoya înkar û redkirinê ya demdirêj bi lêv nakin yan jî helwesteka nedîtbar rave dikin. Kurd jî ji sedema ku

Pêvajoya çareserîyê -Pêvajoya aştîyê

Di hevditînên ku di navbêra MIT û Ocalanî (PKK-BDP) de tên kirin de, tê ditîn ku alîgirên hevdîtinan xwedîyê hest û ramanên ji hev gelek cuda ne. Misteşarê MITê Hakan Fidan li ser navê serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan hevdîtinan dimeşîne. Kêşe û derdê Erdogan jî tenê çekberdana gerîla û derketina wan a derveyî sînoran e. Ji bo serokwezîr ji bilî vê yekê tu kêşe tuneye.

 

Li ser planên "çareserîyê" ya hevditînên dewleta tirk û PKKyê

Di gotara berî vê gotarê de me hewil dabu ku hevditinên di navbêra AKP/dewleta tirk û Ocalan/PKKyê de tên çêkirin geşepêdanên aktuel yên li rojhilata navîn rû didin li gorî kijan kontekstê dimeşîn, binirxînin. Di vê gotarê de jî dê  "plana çareserîyê" ya Ocalan ya ku di Newrozê de hat xwendin bê nirxandin.

 

Demirtaş: Tevgera kurdî dikare têkoşîna xwe êdî bê çek jî bidomîne!

Her cure organên çapemenîyê yên kurd û tirkan piştî banga ‘stratejîk‘ ya Abdullah Ocalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin, bi nûçeyên li ser "pevajoyê" ve dagirtîne. Her bereyek sîyasî ji hêla xwe ve rûdanên rojane ku di vê çarçoveyê de diqewimin dinirxîne û hewil dide ku peyamên xwe him bigihîne alîgirên xwe him jî dijraberên xwe.

Kodên hevdîtina bi Ocalanî re û aştîya kurdî

Vegotinên bi nakokî

 

Ji alîyê hin nivîskaran ve "aştîya bê mase, maseya bê Ocalan nabe" dihat nivîsandin. Niha tê dîtin ku pêvajoyeka ku vê pêşdîtinê rast derdixe, dest pê dike.  Lê divê  ev destpêk çi zêde bê nepixandin û hêvîyên ku dê bê bersiv bimînin pêk bên û çi jî ev hewldan bê piştguh kirin. Divê ev pêvajo bi xweşbînîyeka îhtîyatî bê şopandin û ji bo serkeftina pêvajoyê piştgirî bê dayin.