Sevda Orak

Li welatên dinyaya sêyem mentiqekî din

Nîqaşa hevgirtinên navbera sinifa karkeran û "tebeqeyên navincî" li cîhana kolonîzekirî ya berî Şerê Cîhanê yê Yekem naşibe ya di sedsala XIX. ya Ewropayê. Sinifa karkeran li cîhana kolonîzekirî hema hema tuneye, sosyalîzma hê nû pêk tê û tevgerên berxwedana li dijî dagîrkerîya bîyanîyan ên ku bi piranî kadroyên dîndar, an jî ji rêûresmê wan bi rê ve dibin. Li Ewropayê pirî caran wekî "feodal" û "paşverû"yên dijberî pêşveçûnê û "medeniyet"ê tên danasîn, sosyalist jî vê yekê dikin.

Di nîqaşê de Yekîtîya Sovyetan

Piştî 20 salên nemana xwe, bloka sosyalîst û YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst) hê jî li Rûsyayê pirsan derdixin holê û nîqaşan zêde dikin. Andrei Graçev bi saya vêkolîneke bi rêk û pêk (1) , “dabaşa wenda” (bi xalepirsekê) ya pîşekarê perestroykayê yê ku dixwest di heman demê de YKSSê û cîhanê biguherîne ronî dike. Şêwirmendê kevin ê Mîxaîl Gorbaçovî dide nîşan ku serokê pêşîn û dawî yê YKSSê çawa, gav bi gav dev ji hêza welêt a ku di 1985ê de hê jê dihat tirsîn, berde. Di vê lêkolînê de dîmena şagirdê efsûnkar ku ji çalakîyên xwe bêhntengî bûye, kêm xuya ye.

Di navbera Iraq û Îranê de heştsed hezar rehîne

Kînîzm û niyeta xirab ên ku ji sal û nîvekê û vir ve, xisleta wê "bazara mirovanîyê” dîyar kirin, ya ji bo vegera girtîyên nexweş û birîndar yên şer ku jimara wan dîyar e, tevî ku weke karê pêşikî tê dîtin, encama xirab a ku bi sed hezaran mirovên ji ber şerê Îran û Iraqê belawela bûne, pêş dibîne. Hal ev e ku tenê an jî bi komî, hemû bi siberojekê re rûbirû ne ku nikarin bandorê lê bikin û têra xwe neewle dîyar e.

Vebîner û Fatîh

Doktor Livingstone, ma ez melheze dikim? di 1871ê de, li ser peravên gola Tanganykayê, hevdîtina sembolîk a rojnamevanê îngilîz-emrîkî Henry Stanley û mîsyonerê skoçî David Livingstone ku bi salan e haya me ji wan nemabû, bi têra xwe alîkarîya populerkirina îmaja vebîneran kir; wê ji wan di dema wan de lehengên navdar ên rastî çêkirin. Gilbert Grellet ji bo ku bide ser şopa efsaneyên wan yên li ser sînorên dinyaya tê zanîn, pişta xwe dide nivîsên ku li Le Tour du Monde (Gera Cîhanê) hatine weşandin. (1)

Masîgirek ji Somalîyê di torên dadê de

Di destpêka çileya paşîn a 2012ê de ji gelê Somalîyê sêzdeh kes ji hêla hêzên deryayî yên Brîtanyayê ve bi sûcbarîya korsantîyê hatin girtin, di heman demê de dadgerîya Spanyayê fermana hepskirina şeş somalîyên din da ku gumana korsanbûnê li ser wan hebû. Wekî London û Madrîdê, Parîs navgînên bi destsivikî encaman digirin, dide xebitandin da ku Okyanûsa Hindê "pasîf bike", pirî caran jî guhnedana mafên mirovan berdêla vê yekê ye.

Li Bakurê Îrlandayê şidet, xiyanet û sosyalîzm

Di nav endamên kevin ên Artêşa Komarxwaz a Îrlandayê (IRA) de, hin endam li gor yên din "serkevtîtir" in. Mînak, M. Martin McGuinness ku di navbera 1979 û 1982yê de şefê birêveberîya rêxistinê bû, terfî kir ji bo payeya alîkarê serokwezîrê wan sazîyên ku berê wî dixwest hilweşîne. Yên din ku kêmtir serkevtî bûn, ji kamerayan dûr, carinan diaxivîn. Bi vê kirina xwe, wan stratejî û alozîyên di hundirê IRAyê de ku di 2005ê de çek danîn, ronî kirin.

Gelo liyaqet nirxeke rêşaşîyane ye? admin Mi., 14.12.2011 - 13:22

Di 1984ê de George Orwell analîza "cot zimanî"ya vê civaka siberojê kiriye, ku dema me ya niha pir nêzîkê wê ye. Îro gelek nirxên sereke hene ku divê bi ronîya vê "novlangue**"ê ya ku bi tenê belavkirina tevlihevîyê bi nav dike, bên lêkolîn. Wateya "liyaqet"ê ya ku hê nû ji nû ve hatiye zindî kirin, mînaka vê şêlobûn û zelûlîyê ye. Du berhemên fîlozofî destûrê dide deşîfrekirina dabaşan.

Demokrasîya Taloqkirî?

Meraqa rîskên ku li ser demokrasîyê giran dibin wekî derketina dijûnê xuya dikir. Kesên ku demokrasî dixistin ber lêpirsînê, weke ku dîn bûne dihatin dîtin, bi taybetî kesên ku der heqê avakirina Ewropayê pirs dikirin. Îro berevajîya vê mitalekirina tiştê ku em bi şermokî dikarin weke "kêmasîyeke demokratîk" binirxînin, bûye tiştekî normal. Ev gotina zeftkirî, vê pirsgirêkê kêmtir girîng dide xuya kirin: "Tu tişt ne bêqisûr e, helbet, lê bi xebatê divê em bigihîjin başkirinekê"…

Zilamê fikreke bitenê

Ger mezinîya berhemekê li gor şana wê ya medyatîk bihata pîvan, bê şik ya Rene Girard dê hêjayî derbasbûna nifşên siberojê bûya. René Pommier tenê dixuye ku wisa difikire "dikare bi awayekî pir rewa pesnê xwe bide ku wî hemû reko-rên pozbilindîyê şkandine û bêguman ji bo demeke dirêj." (1) Bi awayekî aşkere, bi xwedîbûna "keşfkirina hîpo-teza herî berhemdar a sedsalê" ew wekî "Darwînê Çandê" tê pîroz kirin.