Simko Destan

Du rûyên Mario Vargas Llosa admin Mo., 22.11.2010 - 12:19

Romana nû ya nivîskarê perûyî Mario Vargas Llosa, xelatgirê Nobela wêjeyê ya 2010’ê (1), di roja 3’ê çiriya paşîn, yanî tam di dema wê de, derdikeve pêş xwendevanên îspanyolaxêv. Navê wê El sueño del celta (Xewna Seltî) ye û lêhengê wê jî Roger Casement e, kesayetiyeke rastîn û ne ji rêzê. Casement balyozê brîtanî yê li Afrîqayê bû û wî berî her kesî, di sala 1908’ê de, li dijî hovîtiyên dagîrkeriya tunekirinê (deh mîlyon mirî) derket. Ev bûyer li Kongo’yê, ji hêla keyê Belçîkayê Leopold II. ve hatibû birevebirin ku keyî ev welatê pirr mezin û nifûsa wî kiribû mal û milkê xwe yê şexsî...

Hevaltiya Îran û Hindistanê ya taybetî admin Mo., 22.11.2010 - 12:38

Îran û Hindistan cîranên hev in, û bi saya rêyên ketina Afganistan û Asya Navîn, yên ku di ser Îranê re derbas dibin, Hindistan ji ber Pakistanê asê namîne ; lewre jî, hevkariya Îranê ji Hindistanê re girîng e. Weke din, her du welat jî dijberên desthilata Talîbanan (1996-2001) bûn. Piştî rûxandina wê, New Delhiyê Qabûl teşwîq kir ku bi Îranê re têkiliyan deyne, da ku pêwîstiya Afganistanê ya bi Pakistanê re kêm bike.

Hevkariyeke nedîtî û nixumandî admin Mo., 22.11.2010 - 12:50

Lutkeya Hindistan-Afrîka nîsana sala 2008’ê li New Delhiyê pêk hat. Lutkeyeke din jî di navbera Amerîkaya latin û cîhana erebî, adara 2009’an li Dohayê (Qatar) çêbû. Lutkeya sêyem di navbera Amerîkaya latin û Afrîkayê de li girava Margarîtayê (Venezuela), îlona 2009’an hat lidarxistin. Gelo kesî behsa van civînan bihîst? Çîn êdî di kirrîna petrola suûdî de, di pêşiya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de, bikirê yekem e. Hevkariyeke aborî û politîk di nava Hindistan, Afrîkaya Başûr û Brezîlyayê de heye. Gelo kê behsa wê bihîstiye?

Misir bi ku de çû? admin Mo., 22.11.2010 - 13:12


Ji ber ku weke hilbijartinên bihurî, ew ê bi neduristiyên pirrhejmar û vehilbijartina pirraniya berfireh a Partiya neteweyî ya demokratîk (PND) ya serokkomarê Husnî Mubarek bi encam bibin, hilbijartinên giştî yên misirî ku dê payîza 2010’ê pêk bên, dê rewatiya desthilatê xurt nekin. Ji bo vê yekê, Mubarek dixwaze şûna Qahîreyê ya li ser dika navneteweyî vegerîne asta wê ya bilind.

Ji têkoşîna bo xweseriyê ber bi meyla serxwebûnê ve admin Mo., 22.11.2010 - 13:25

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya general Barzanî, statuya xweseriyê ya ku hikumeta Iraqê di roja 11’ê adara 1974’ê de dabû Kurdistanê, red kir. Ev rabûna tansiyonê, çar sal roj bi roj bi du peymana 1970’ê re pêk tê ku bi wê peymanê ve dawî li neh salên şerrî anîbû.

Facebook, neynika sêhrbaz

Çend roj berê, Facebookê ji min xwest ku ez navê xwe biguherrînim. Ne ku min nasnavekî dijûnker, an teşwîqkerê nefreta nijadî, an xesbkerê navê Mark Zuckerbergê mezin (patron, damezrîner û pardarê sereke yê malpera înternetî Facebookê), ne jî yekî nêzî markayeke qeydkirî, ji xwe re bijartibû. Lê min nasnavek ji xwe re hilbijartibû ku ji herfên alfabeya koran yên xweşik pêk dihat. Muhendîsên malpera kalîforniyayî ji nişka ve biryar dabû ku ev êdî li gorî tîpografiya wan minasib nebû.

Heyraniya cemseran

Ku cemser tune bin em ê çi bikin? Dê ji me re derdekî giran be. Ji xwe ev çi wexteke dirêj e ku cemser û em, em hevdu dinasin, me çiqas tişt jî bi hev re kirin ! Hîn li ser defterên me yên mektebê ku me ew bi alîkariya koşebend û pergelên xwe bi cîh dikir, me bi evîndarî şûna wan hesab dikir. Kengî me ew didît, êdî me dikarî Kelû û Ekwator jî lê zêde dikir, digel gulên bayî û çarêk, tevliheviyeke geometriyan ji gerdûnê derêxistî ku peywira wan jî, pêşîlêgirtina bêîntîzamiya xeternak a erdnîgariyê bû.

Li Burûndiyê, Yekîtiya Ewropayê bi gumana li ser hilbijartinan re rû bi rû ye

Peywira me bi tenê teknîkî ye. Ew siyasî nabe. Em tenê, li gorî pîvanên navneteweyî, çavdêrî duristiya meşandina dengdanê dikin... " Di dawiya nîsana 2010’ê de, li Bujumburayê (1), Tommaso Caprioglio, hevserokê Peywirdariya Çavdêriya Hilbijartinî ya Yekîtiya Ewropayê (PÇH YE) li Burûndiyê, gumanên desttêwerdana siyasî ya di hilbijartinên bê de red dike. Hilbijartin ji xwe li pey hev rêz dibin: hilbijartinên şaredaran di gulanê de, yên serokkomar di hezîranê de, yên nûnêrên gel di tîrmehê de û yên serokên girikan di îlonê de.

Çareseriyeke li gorî berjewendiyên kêmneteweyan

Di têkoşîn û siyaseta xwe de, partiya Baas ji bîrdoza xwe ya neteweyî û pêşverû sûdê werdigire û zulmkariya neteweyî, cudakariya nijadî û kedxwariya çînî weke diyardeyeke bi desthilatên emperyalîst û paşverû ve girêdayî dihesibîne. Lewre jî, ew li ser pirsgirêkên nijad û kêmneteweyan di welatê ereb de, xwediyê helwesteke mirovparêz e, û di berjewendiyên wan ên rewa digihîje û rêzê ji wan re digire.