Vehbi Aydin

Li Kurdistanê ji bo artêşa tirk "rêya vekirî"

Ji tebaxa 1984ê û vir de, ku PKK (Partîya Karkerên Kurdistan) li Tirkîyeyê şerê çekdarî li dar xistiye û heta niha di nav neh salan de neh hezar kes hatine kuştin. Di destpêkê de li herêmên başûr-rojhilat, niha jî li seranserê rojhilat belav dibe û berê xwe dide hedefên turîstîk. Hikûmeta Ankarayê hemû pêşniyarên PKKê yên ji bo agirbest û lihevkirinê paşde vegerandin û hemû hesabê xwe li ser zor û zordestîyê ava dike. Dixwaze bi yekcarî bi projeyên hîdro-elektrîk û barajan bandora xwe ya aborî li ser herêmên başûr û rojhilat bi hêztir bike.

"Xaka şewitandî" ya Kurdistanê

Tu kesek nîne ku ji şerê rastîn (1) ku li Rojhilata Tirkîyê berdewam e ne haydar be yan jî bê agahî be. Şerek, di navbera arteşa tirk û tevgera kurd ya gerîla ya bê hempa ku ji alî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê meşandin. Li herêmê, ji ber bê ewlekarîyê, ji ber tirsê, ji ber zorê, bi van ve girêdayî ji ber xizanîya civakî û aborî bi dehhezaran kes koçber bûne û ji cîhên xwe derbeder bûne. Rêxistina mafê mirovan di sala 1994ê de dida zanîn ku 1341 gundên kurdan hatine valakirin (2), ger 86 gundên ku van sê mehên havînê hatine valakirin neyên hesibandin.

Tirkîye û tercîhên welatên rojava admin Do., 16.02.2012 - 16:23

Civandina leşkera bi awayekî nedîtî, li hevkirina partîyên bingehîn li ser fikrên eskerî, kontrola agahdarî û çapemenîyê, bê terefkirina muhalefetê, hemû şertên hundurîn amade ne ku artêşa tirk êrîşa dawîn li hember kurdan pêk bîne. Îşareta êrîşê her dem dikare bê dayîn, bi îhtimaleke mezin piştî damezirandina hukûmeta nû ya koalîsyona, li dora Partîya DYPa Tansu Çiller û Partîya ANAPê ya Mesut Yilmaz.

Êrişa bêperwa ya li ser Kurdistanê

Artêşa tirk ku şeş hefte berê li hember şervanên kurd êrişeke xurt li dar xistibû û ji ber ku êriş ji bo demeke kin hatibû plan kirin, hîna jî li ser axa Iraqê berdewam e. Bi sedan kesên sîvîl hatine kuştin, herweha operasyonên leşkerî li rojhelat û başûrê Tirkîyê jî berdewam in. Toleransa dewletên rojava li gel şahînên Ankarayê, dikare encamên gelek girîng hem ji bo rewşa polîtîk ya hundirîn, hem jî ji bo dengeya hemû herêmê peyda bike.

Belengazîya kurdan

Gelek sahneyên xwîndar yên serhildanê, artêşa îsraîlî li gel peymanên Osloyê dikeve herêmên otonom, endamên hikûmeta filistînî di bin zexta polîsan de, bi dehan kesên mirî: Ji Întifada û vir de Quds, Xeze û ”Cisjourdanie” tu caran tevlihevîyeke evqas mezin nedîtibû. Ji ber serhişkîya hikûmeta Netanyahû, aştîya hesas ku sê sal berê bi destgirtina Îtzak Rabîn û Yasser Arafat de hatibû îmze kirin û Îsraîl û cîranên wan yên ereb li hev dianî, li ber têkçûnê ye. Ev rewş talûkeyeke gelek mezin li hember pergala ku amerîkîyan piştî Şerê kendavê li dar xistibû, pêk tîne.

Tirk, li Kurdistanê di herîyê de çikîyan

Şerê ku li Rojhelat û başûrê Anatolîyê ji panzde salan vir de berdewam e, beşek mezin yên ekonomîya Tirkîyê dadiqurtîne, hejmara leşkerên ku li herêmê tevdigerin di navbeyna 200 000 û 300 000 de ne. Nêzî nîvîyên hemû hêjmara leşkerên tirk in. Ev bûyer tirsa jihevketina Tirkîyê zêdetir dike, herçiqas di salên 80ê de, bi înîsîyatîfa Turgut Özal pirsgirêka kurdan hate munaqeşekirin jî, îro mesele cardin paşde diçe û babeta stratejîya klasîk ya kevn digire: pêşvexistina aborî û darê zextê.

Pêncî sal piştî têkçûna komara kurdî

Mehabad, bajarê lanetkirî yê Iranê, çi di dema îslamîstan de û çi jî di dema şah de, ev bajar ji ber ku carekê piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem, cesaret kir xwe wek komareke otonom ya kurdî şanî da, ev bajarê ku bi nifûsa xwe gundî ye û ji şêst hezar kesî zêdetir e ji wê rojê ve di bin çav û kontrola leşgerî de ye. Ji alî têkilîyên birêvebirinê ve, ji herêma Kurdistanê hatîye dûrxistin, di warê aborîyê de hatîye fetisandin, di warê çandî de hatîye ji birkirin, ji dîrok û nasnameya xwe hatîye bêparkirin.