Yaqûb Karademîr

Îran û Rûsya, di navbera hevkarî û xirecirê de

Biryara Lijneya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ya ku pêşbîniya mueyîdeyên nû li dijî Îranê dike, bi dengên 12 ji 15 endamên Lijneya Ewlekariyê ve di 9’ê hezîranê de hate qebûlkirin. Tirkiye û Brezîlyayê li dijî vê biryarê dengên xwe dan. Tevî ku herkesî texmîn dikir ku dê bandoreke berbiçav a vê biryarê nebe jî, ew rêya mueyîdeyên dualî yên ku YE û DYA dixwazin pêk bînin vedike. Ev dengdan di heman demê de dibe sedema têkçûyina baweriya di navbera Tehran û Moskovayê de.

Civata rêzdar, Împeretoriya bêrûmet

Li Fransayê bablîsokeke eşkerekirinê dibe sedema ku mirov di ciyê xwe de bişeqize… Tê gotin ku birêvebirên siyasî bi berdewamî milmilaneyê –him jî bi dostaniyeke jidil- bi mêr û jinên karsaz re dikin. Ev karsaz partiyên birêvebirên siyasî -û kampanyayên wan- fînanse dikin. Li hemberî vê xizmeta xwe, ew jî dê kêmkirineke hêja a mîqdarê baca xwe bi dest bixin. Ya hîn balkêştir: kêmkirina baca li ser hatiniya pirr (nêzîkî 100 milyar Euroyî li ser deh salan) e, ku wê bi taybetî bibe xwedî îmtiyaz ...

Piştî têkçûna Pilingan li Tamûlê tevlihevî

Hukumeta Srîlankayê di hezîrana 2010’an de hatina şandeyeke pispor qedexe kir ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû şandin, da ku li ser binpêkirinên mafên mirovan lêkolînê bike. Piştî ku artêşa dewletê pişta Pilingên Tamûlî şikand, zordariyeke ecêb li herêma Elamê bi cîh kiribû. Serokwezîr Mahinda Rajapakse hêza xwe xurt kir û berê xwe da Tamûlan. Tamûl ditirsin ku bibin koloniya Bûdîstan ku li herêmê pirranî ne

Dewletek ji bo du xewnan


Hevdîtinên di navbera Israîl û Filistînê 2’yê îlonê di bin çavdêriya serok Barak Obama de ji nû ve dest pê kir. Lê ji hêlekê ve mêtingehên israîlî zêde dibin, û ji hêlekê ve jî her du alî di warê Quds, penaberî, sînor û avê de ji hevdu gellekî cuda difikirin. Ev pirsgirêk dibe sedem ku hin rayedarên ku di nava wan de Îsraîlî jî hene, ber bi fikreke nû ve biçin û piştgiriyê bidin avakirina Dewleteke yekgirtî, ji Deryaya Spî heta çemê Urdunê.

Çîrok û rastiya şerrê pereyan

Civîna serok û rêberên desthilatên welatên G20’î (ku % 90’ê aboriya cîhanê pêk tînin), di 11 û 12’ê çiriya paşîn de, li Seûlê pêk hat. Armanca wê, kêmkirina cudahiyên mezin ên aborî û danîna bingehên mezinbûneke "bihêz, domdar û bi denge" bû. Vê hevdîtinê bi taybetî derfeta aşkerekirina kozên xwe da beşdaran û lawaziya sîstema diravî ya navneteweyî diyar kir.

Bêdadî

Van rojan, lîberal pirr bi hejaran eleqedar dibin. Weke mînak, li Brîtanyayê, serokwezîrê mihafezekar David Cameron’ê ku ji pêşiyê xwe, Tony Blair’ê serokê berê ye Partiya Karkeran, îlhamê digire, dixwaze bi girseyî xercên qeydiyên Zanîngehê zêde bike (1). Ev pirs tedbîreke civatî ye. Objektîf e, gelo? Xwendina bilind ku pirraniya "mişteri"yên wê ji tebeqeyên halxweş tên divê nekeve situyê hemî kesên ku bacê didin. Dewlet dixwaze teserrûfekê bike; bûrsa hejaran heye.

Ji Ewropaya kevnar

Kevnebirêveberê giştî (1962-1982 û 2000-2003) yê kovara New Left Review (Çepa Nû) li Londrayê û profesorê dîrok û civaknasîyê yê Zanîngeha Kalîforniyayê li Los Angelesê, Perry Anderson yek ji sîmayên herî naskirî yên marksîzma brîtanyayî ye. Ew di heman demê de yek ji kesayetîyên herî kone û zana yê qada siyasî û çandî ya piranîya welatên Ewropayê ye, ku wekî gerokên îngilîzî yên sedsala XVIII ê li van welatan jî digere.

Vejen, faktora herî girîng a pêşketina dinyayê

Krîza aborî û diravî ku dinya daye ber xwe carinan tiştên bingehîn dide ji bîr kirin: aborîya sedsala 21ê dê herdem û her ku biçe bêhtir girêdayî jêderên xwezayî be, ji ber ku di bin taqîb û giranîya, herçend bi sînor be jî, pirbûna nifûsa dinyayê û her weha jî hatina bi berdewamî ya hêzên nû û çînên navendî yên bi mesref a nav bazara dinyayê de ye.

Hîdrokarbur ango petrol, gaz û yên mayî, motora bivênevê ya aborîyên hevdem e…