Twitter heta gêjbûnê

Sed û çil nîşaneyên ji bo serûbinkirina agahîyan
Translator

Ji dema avabûna xwe ya di 2006an de, Twitter ji bo bikarhênerên înternetê li ser tevna înternet û telefonên destan derfeta berbelavkirina peyamên kurt pêşkêş dike. Ev xizmeta nû ya hêsan û belaş, êdî tesîrê li sed milyonan bikarhêneran dike. Gelo di demeke nêz de, li gorî coşa wergiran, ewê karibe bibe "nebza agahdarî ya gerstêrka me"?

Panzdesalek piştî destpêkirin û belavbûna di navbera bi milyonan kesan de, taybetmendîya Înternet û çapemenîya ku ji ali bikarhênerên wî hatiye avakirin, gelo dikare ji çarçeweyên gelek analîzan derkeve? Ev şebeke gelek caran wek pirsgirêkeke basît yê di navbera alavên agahdarîyê yên ji berê ve hene, tê naskirin; lê belê lêkolîner Domînîk Cardon, li hember vê fikrê dertê, "raxistina li ser înternetê, modelên ku berê hazir û amade, yên çapemenîya klasîk bi awayekî tembelî û keslanî: bikaranînek kontrola edîtoryal, aborîyeke kêmpeyda û nêrîneke passîv a gel". (1)

Halbûkî karakterê înternetê bi taybetî bi bûyera Web 2.0 û nermealavên wê bikaranîna wê gelek hêsan kiriye. Platformên blog an ji bikarhênerên internetê re, ku zanîneke wan a programasyonê tunebe jî, derî vekir, da ku karibin weşanên xwe çap bikin. Îro, ku hemû malper standardîze bûne, zengînîya wan ya afirandinê jî kêm bûye, ev jî xeyalên hinek serkêşên vî warî dişkîne. (2)

Pêşketina van şebeke û torên civakî, herwekî Myspace ku bêtir muzîsyen bikartînin, Facebook û Twitterê ev mesele, ji alî berhemdêran anîn merheleyeke gelek bilindtir. Her çiqas uslûb û şêwazên wan wek hev bin jî, web sosyal "gelek alîkarîya kesên ji kultura modeste dike, ev kes li gor nivîsa li ser blogê, bêtir bi hêsanî, kurtî û sivikî xwe ifade dikin". (3)

Evîna ji vî warî re nayê înkar kirin: lê belê sukse ya wê ji bo demek dirêj garantî nîne, yê herî nûava Google+, ku di dawîya meha hezîrana 2011ê de derket pîyasê, di nava mehekê de, ji bist û pênc milyonan zêdetir kesî xwe lê qeyd kirîye. Facebookê, ji bo hewqas kesan sê sal wext derbas kir û Twitterê 33 meh.(4) Demek bi şûn de, di destpêka meha tebaxê de, Twitterê qiymeta xwe derxist heyşt milyar dollaran, gelek kes behsa delavêreyên spekulatîf dikin, her weha modela aborî ya vê malperê (sayt) hîna jî hinekî seqet e.

Agahî, galegal û şîrove

Twitter, di vî warî de, ji bo bidestxistina mafên Webê, nermayetîyeke pir bilind şanî dide. şîrket, di vî warî de bi xwe gelek bawer e û înîsîyatîf û pêwîstîyên bikarhênerên înternetê, internetvanan dide ber çavan, qîmet dide wan û peyder pey wan qebûl dike. Pirsa ku di sala 2006ê de, di dema damezirandinê de, bi slogana: "Hûn aniha çi dikin?" li ser "interface" (qada temasê) a wî peyda bibû, ne ew bû ku agahdarîyên herî balkêş û herî zêde berhev bikin; ev tişt gelek caran ji alî bikarhênaran ve nedihat zanîn jî, ku gelek caran, ji bo her tiştên ku bi zor tên aqilê mirov, bi sed û çil karakterên tweets ê bi kar dianîn. Bi vî awayî, karibûn kovarên xwe yên çapemenîyê avabikin, rojevê şirove bikin, tew bi şêweyeke yekser, ji hev pirsa bipirsin, anonsên civînan û çalakîyan ji hev re bişînin, bi hev re henek û yarîyan bikin, wêne û vîdeoyan bi hevre par bikin, herweha hemû babet anonsên biçûk ji hevre bişînin... şîrketê ev çalakî hemû dan ber çavan û di vebûna çirîya paşîn a 2009ê de sloganek din tespît kir, ew jî ev bû: "xeber çi ne?", "nûçeyên nû çi ne?" sloganek hîn eşkeretir.

Bikarhêner gelek fêrî vî tiştî bibûn û jê hezkiribûn, tiştên ku kêfa wan jê re dihat û bala wan dikişand, hema li ku derê peyva tweetê yanî "wît-wît" dibihîstin, derhal bi bersîva "RT" ("retweet"), yanî "cardin wî-wît" bersiva xwendevanên xwe didan û mesaja xwe ji wan re diweşandin. Di sala 2010ê de, vê carê bikaranîn ket nava servîsê û bi bişkokeke "retweet"ê di sîstemê de cîhê xwe girt.

Ji ber ku nuha hinekî zahmet e ku mirov vê aktora girîng a ku di nav Înterneta îroyîn de beşdar e, karibe klasîfîye bike. Gelo îro, mirov dikare bêje ku Tweeter jî wek Facebookê, karê "tora civakî" dike û destûrê dide ku di nav hevalan de dan û standin pêk bê ? An jî, wek ajanseke çapemenîyê ku hemû kes dikarin hem weşanên xwe bişînin û hem jî wergirin? Damezrênerên wê tu carî fam nekirin li ser kîjan nigî dans bikin. Di sala 2010ê de, serok û direktorê giştî û hevdamezrênerê wî, M. Evan Williams, vê torê wek "tora agahdarîyê" (5) dide nasîn; salek bi şûn de, hinek fonksîyonên nûjen peyda dibin ku îmkanan didin da ku hêsantir "hevalên xwe peyda bikin".

Hedefên ku Twitterê dane ber xwe, di yekdemê de, bi şîrketên din re reqabetê dike û berberîyê dikişîne, ji alîyê din ve jî alîkarîya kesên ku nû qeydên xwe çêkirine dike, da ku bi hêsanî karibin marka û şopên xwe peyda bikin. Ev înîsîyatîf ji alî hinek kesan ve qebû nedît. Her wekî: "Hevalên xwe li ser Twitterê peyda bikin", bersiva gelek kesan bû : "na spas!", hinek kesan jî protesto kir û herwekî : "hevalên min amade nînin ku meraqa minî zêde (obsession) ya ji bo Katy Perry (şantoza popê ya amerîkî) fam bikin." (6) Li ser Twitterê, bikarhênerên internetê hîn bêtir li ser mijarên ku wan eleqedar dike disekinin, meseleya dîtina heval û hogiran kêmtir bala wan dikşîne, her çiqas kesên ku mesajê dişînin nasbikin jî, ev tişt nayê guhertin, li vir helwest cûda ye.

Wekî din jî li vir her tişt eşkere ye: tiştên ku tên şandin (wît-wît), kî tê taqîb kirin, kî te taqîb dike, hemû eşkere ye, Halbûkî li ser Facebookê, ketina ser torê bi sînor e û ev sînor qayde ye. Kesên Twîtterê kêm caran fonksîyona "parastina wît-wît"ê bi kar tînin. Armanca Twitterê ew e ku ; mesaj bi awayekî herî berfireh belav bibe. Stûna bi navê "tendances" nûjenî, şanî dide kîjan mijar hîn bêtir li ber çavan e û di rojevê de ye, ev bûyer çi li cîhanê be, çi li welatekî û herweha li bajarekî be jî ferq nake. Divê bê zanîn ku ev alav di warê teng de bêtir bi qudret e, li cîhekî ku her kes hingivê xwe bi xwe çêdike û tahma wî bixwe hildibijêre, yanî hesabê xwe bi xwe vedike. Ev çiqas cidî an jî ne-cidî be, çiqas gelemperî an jî gelektaybetî be, esabek dikare bi navê şexsekî an jî şîrketekê bê vekirin, herweha bi navê komel û grûbek mîlîtan û bi navê medîa yê…Divê bê zanîn ku ji sedî çilê bikarhêneran hîç tiştekî naweşînin: ji sedî heştê zêdetirê weşan, ji alîyê ji sedî bîstê endaman tên avakirin. (7)

Wêneyên gerekê anjî yê kêfxweşîyekê cihê xwe hêsantir li ser Facebookê peyda dikin. Lê belê Twitter, ku tu carî ne makîneyeke nivîsê ya dîjîtal, sar û bê teraf e, Twitter, têkilîyên nû bi agahdarîyê ve ava kiriîye û gelek têkilîyên cûre cûre bi çavkanîyên cûda dirûst kirîye. Berê tenê di warê şexsî de, yan jî di derdora nas û dostan de, yan jî yên rojnamevan û editorîyal de, meraqa ji bo aktualîteyê hate merheleyeke bilindtir û gelêrî. Twittosphere agahdarîyên nedîtî, axaftin û şirovekirin û analîzn dike, çalakîyên ku berê bi temamî cûda bûn, ev jî gelek caran li gel şirketên din ku xwedîyên vê sîstemê nînin hesûdîyan peyda dike. Cardon vê fikrê rast nabîne: "ger qebûlkirina subjektîvîzmê, ji destberdana şêweyên rastîyên qebûlkirî, lîstikên bi agahdarîyê, nukte û ferqiyeta bi heya, fesadî û provakasyon û hwd, dest pê dikin dibin merkeza navbenda têkilîyên agahdarîyê, di wê gavê de hînbûna rastîyê û fêrbûna bûyerên nûjen jî tê xwestin û ev xwestin her zêde dibe." (8)

Derew û fesadî zû eşkere dibin: xebat û lêkolînên ku berê tenê karên rojnamevanan bûn, îro ev kar li ser milên internetvanan e, bi şêweyeke bêhempa bi cîh dibe. Herwekî di meha tebaxa 2011ê de çend hefte piştî ku bûyera blog "A Gay Girl in Damascus " (Lezbîyenek li şamê) diyar bû ku derew e, xwendekarek îngilîz li ser Twîtterê bloghênereke din ya Ereb ya sexte dîyarkir, ji ber ku xwendekar ferqkiribû ku nivîsên keçikê hevûdin nedigirtin û hevdû temam nedikirin vê yekê bala wî kişandibû. (9)

Gelik caran Twitter bi sifeta "kêra swîsreyî" tê naskirin, ew navûdengîya xwe ji ber cûdatîya bikarhênerên ku wan di nava kodên civakî de yên gelek xurt bi heval dike distîne. Wek hemû torên civakî, di çarçeveya homojenîyê de, tîpên ku dikarin bi salên ronahîyê ji hevdû dûr xwe tê de bibînin. Hemû ji yek rûberî ne, zimanekî bi kar tînin, jiyaneke civakî ya vîrtuel (sanal) dijîn. Ji vir Esperantoyeke dîjîtal dertê holê ku aktorên wî jî xwepêşanderên Ereb in, yên zivistana 2011ê, yan jî isyankarên îspanyol, ku hemû şîarên wan li ser pankartên wan ji hevbûn, herweha sembol û îşaretên dilxwazên wan hevdû temam dikin. Lê ferqa mezin ku hinek endaman ji yên din cûda dike, dikare bîranînên xweş bîne bîra xwe: meha sibatê li Bahreynê, terafgirên demokrasîyê ku li hember zor û zordestîya hukûmetê li ser xwepêşanderan, îsyan kirin û li ser Twitterê rexne û protestoyên xwe li hember prensesên malbata desthilatdar dîyarkirin, lê li hember vê bersîvên nedîtî yên gelek çors û bitir girtin: "Musaade bikin ku kesên elît vî karî di nav xwe de biaxifin, dev ji hesûdî û zikreşîyên bi dizî yên li hember me berdin. Ger jîyana we di nav gû de be! ne sûcê me ye! Perên we tune, ne wisa? Me fêm kir bê pereno!!! Jîyana xweş ya kesên wek me, we kezebreşî dike? Hihh!!!" (10)

Bikaranîna hêsane ya alav û aletan bû sebebê meşhûrbûna wan, bi vî şêweyî cîh li Ajansên Seyehetan û ekîbên televîzyonan teng kirin. Tweetek di formata SMSekê de ye? Gelek bikarhêner dikarin bi telefonên destan xwe bi torê ve grêdin, ku carekê nûçeya girîng der çû, bi awayekî bê sînor li hemû deran belav dibe. Rojnamevanekî Le Figaroyê, li gel hevkarên xwe, di dema bûyera teqandina bajarê Bombayê de, ya meha 11an a sala 2008ê (11), weha digot "Bi ya min, bi qasî ku dizanim tu tiştek li ruyê dinyayê bi qasî Twitterê bi lez û bez tune"

Xwedî agahdarîya kolektif, "twittsfer"ê dike navendeke herî bêbinî ya niqaşan. Mirov dikare ji afirandinên herî baş heta tiştên herî xirab ku ji alî milyonan tên weşandin li ser peyda bike. Germbûna navbera herdû alîyan, -diktatorîya hîsîyeta-, û -ji hîsîyeta dûrketîn- Lê wekî din jî: pêşketinên raman û vîzyonên bi perspektîf, analîzên rexnegir, ku bi her halê xwe ji medyaya klasîk cudatir e.

"Grîngîya zeman" ne tenê di taqîbkirina bûyeran de ye, lê belê di analîza kolektîf de ye, ev jî, herdem guhertinên nû taqîb dike. Ev guhertinên bê fitûr û biser de jî, xezeba Twitterê bi ser ve ke, îcar ji xwe re pirsê meraq bikin!!! Kapasîteya insanîyetê, ya fêmkirinê, ya balder û têkilbûna hîsîyetan tu carî hewqas nebibû mijara meraqê di dîrokê de. Mantiqa mediatik, bêtir bala xwe dide ser mijarên balkêş û cuda, mijarên wextê wan derbas bûbin û dubare bin wê hîç eleqe nakin. Kesên ku adara çûyî ji bo mudaxeleya Libyayê, tora civakî bernedida û ji ser ranedibû û mirov digot belkî jîyana pê ve girêdayî ye, îro, çend meh bi şûn de venagerin, lê mêze jî nakin. Tew îro hinek kes bi rehetî dikarin bêjin: "ev nivîsar, ev gotar, her çendî rojek di ser re derbas bûye jî, dîsa jî heq dike ku mirov wê bixwîne."

Tirsa ji "negihîştina tiştekî"

Twitter dikare bi rehetî mirovan bi nûçeyên rojane ve girê bide, eynî weke pinpinîka bi cameke ronî ve bizeliqe û di demekê de bijî ku ne firehbûna wê û ne jî kûrbûna wê mabe. (12) Ev sayt, ku di arşîvên xwe de, zahmetîya mijarên tematik dikşînin, ji vêya ditirsin, "gelo ji tiştekî mam!!!" "li xwe binêrin, li me binêrin, em tev hîpnotîze bûne, ji ber çem û robarên bêjeyan, agahdarîyan, fikir û hisîyetan ku li ser ekranên me yên destdankî (tactile) derbas dibin". Ev e hewara rojnamevan Jean –Christophe Feraud. (13)

Mesele giş ew e ku mirov bizanibe, ji ava dijital vexwe bê ku tê de bifetise. Li hember vê şert û bûyera civakî, dilê mirov dibije kesên bîst sal berê ku gunehê xwe bi xwe dianîn û digotin ji alî êrîşa wahşî ya teknolojîya nûjen, têkçûne û di ber re çûne: ev dînîtî jî mesela faksê bû. Yanî bi faks an jî bê faks? Hemû pirs ew bû!!! (14)

Çavkanî

  1. Dominique Cardon, La Démocratie Internet. Promesses et limites, "La République des idées", (Demokrasîya internetê. Soz û lîmît "Komara ramanan" ) Seuil, Paris, 2010
  2. Cf. Philippe De Jonckheere, " Début ", Le Bloc-notes du Désordre, ("Destpêk", Deftera bê rêk û pêkîyê) 26-06-2011, www.desordre.net
  3. Dominique Cardon, La Démocratie Internet, (Demokrasîya înternetê) op. cit.
  4. Google+ : bon démarrage, mais la route est encore longue", (Google+ : destpêkek baş, lê rê hîn dûr û dirêj e") 04-08-2011, www.generation-nt.com
  5. Twitter ne veut plus être un réseau social, (Twitter naxwze êdi bibe toreke civakî) 17-03- 2010, www.infos-du-net.com
  6. Twitter se met-il la pression?, (Gelo Twitter, xwe dixe binê zextan ?) 19-07-2011, www.gizmodo.fr
  7. Is Twitter a waste of time ?, (Gelo Twitter wendakirina zeman e?) 2 juin 2011, www.problogger.net. De même pour les autres chiffres cités
  8. Jusqu’où va la démocratie sur Internet ? Interview de Dominique Cardon ", (Demokrasî, heta kuderê dimeşe li ser internetê?" Hevpeyvîn bi Dominique Cardon re.) www.nonfiction.fr, 7 juillet 2011
  9. Twitter investigation uncovers another Middle East Hoax, (Twitterê Rojhelata Navîn Hoaxeke din derdixe holê) 02-08- 2011, http://thenextweb.com
  10. Cf. " Bahrain Antoinette : Let Them Eat LOL :-) (Berde bira bixwin, LOL :-)", The Grumpy Owl, 18-02-2011
  11. Laurent Supply, "Ma soirée Bombay, ou pourquoi Twitter est désormais indispensable", (şeva min ya Bombayê, yan jî çima ji nuha û pê de Twitter mecbûrî ye) Suivez le geek, 27-11- 2008, http://blog.lefigaro.fr
  12. Cf. "Faire face à une civilisation qui vit dans le présent", 06-09-2010, www.internetactu.net, et Hartmut Rosa, Accélération. Une critique sociale du temps, traduit de l’allemand par Didier Renault, (Li hember medenîyeteke ku di dema îroyîn de dijî" û Hartmût Rosa, Lezbûn. Rexneyeke civakî ya wextê, ji almanî ji alî Didier Renault ve hatiye wergerandin ) La Découverte, Paris, 2010
  13. Frères humains, qu’est-ce que Twitter fait de nous?, Sur mon écran radar, (Brayên insan, Twitter dê me têxe çi halî?", li ser ekrana min ya radarî) 11-09-2010, http://monecranradar.blogspot.com
  14. Maurice Ronai, " Faxer ou périr " (Faks şandin an mirin), Le Monde diplomatique, Gulan 1991

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin