Û melikê Fasê dikare bipeyîve…

Fas ne wek Tûnisê ye
Translator

Tevî reformên ku melik 9ê adarê ragihandin jî, li ser banga Tevgera 20ê sibatê bi dehan hezar fasiyên meyilên wan gelekî ji hev cihê, bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe derdibirin. Wan herweha doza çûna şêwirmendên sereke yên melik û serokwezîr jî dikir.

Xalid Naciriyê berdevkê hikûmetê û wezîrê ragihandinê bi bêdudilî diyar kir ku "Xelkê Fasê ji mêj ve ye fêrî derbirîna daxwazên xwe bûne, wan pêdivî bi nimûneya Misir an jî Tûnisê nîne" (1). Lê coş û hewaya herêmê li ser xelkê welatê navbihurî karîgerîyeke berbiçav hebû. Bangên ji bo binecihkirina monarşîyeke destûrî ya rasteqîne û ne-berjewendîxwaz gelek zêdetir lêhatin, çi li ser torên civakî û çi ji alîyê çalakvanên rêkxistî yên ji hûrde-hizb û komên çepgir an jî ji îslamîyên El-Ihsan wel Edl (Dad û Xêrxwazî), ku ev hizba îslamî yeke serbest e û îdiaya du sed hezar endaman dike. Van hizban, piştî çend hefteyên bendewarîyê ji bo reaksîyon nîşandana beramber rûdawên li Tûnis û Misirê, "benalîkirin"a [anku mîna rejîma Tûnisa Ben Ali] rejîmê şermezar kirin û 20ê sibatê ji bo rêz û rûmeta gel banga beşdarîya meşa aştîyane kirin.

Tevî hewaya xerab, tevî dezenformasyona organên medyaya resmî, rêyên asêkirî û beşdarnebûna tu partîyeke resmî, bi kêmanî deh hezar kesan li Rabatê xwe pêşan da, ewqas jî li Agadirê, li El-Hoceimayê û Marakechê –ku li wê derê tundûtîjî kete nav xwepêşandanan– û qasî nîvê wê jî li Casablancayê. Karbidestên bifikar, her nîveka sibatê biryar dan ku 1.4 milyar euroyên din terxan bikin ji bo qerebûkirina giranbûna bihayê pêdivîyên bingehî li ser bazara navneteweyî, ku ev meblax li 17 milyar dîrheman (1,5 milyar euro) dihate zêde kirin ku jixwe berê bi qanûna budceya 2011ê hatibû terxan kirin. Hukûmet herwiha naxwaze etar û dezgahdar û xwedîdîplom ên bêkar biazirîne, ku jixwe qewlê damezrandina [kar tehsîskirin] 1800 kesan ji xwedanên dîplomaya lîsansê dabû. Hewl dide dubendîyên civakî yên heyî ji hev belav bike û karîgerîya wan daxe, lewma xebatkarên şirketa Fasê ya Xwendinên Bisporî û Endustrîyel (SMESI) li Khouribgayê, vegerandine ser karên xwe û bi vî rengî daxwaz û dawakarîyên beşek ji dersdaran razî kirin. Hejmareke mezin a pirs û meseleyên bi salan asêkirî an jî hilawistî, heçko bi mûcîzeyan, têne çareser kirin an jî soza çareserîyê werdigirin...

Berpirsên qralîyetê têgihiştine ku ya ku bû sebebê fûrîyana kerbên tûnisîyan, bi aşkerayî rejîmeke mutleqîyetxwaz, gendelîyeke heta gewrîyê û bêkarîyeke berbelav bû, nemaze di nav kesên xwedîdîplom de. Welatê Fasê, pîçek cuda jî be, êşa heman derd û lenetan dikêşe. Fasîyan ji mêj ve ye bi terzê xwe beramber berbelavbûna gendelîyê, beramber suî-îstimala desthelatê, torpîlê, newekhevîya ku her zêdetir dibe, reaksîyona xwe nîşan dane. Van çend salên dawîyê, gelek intifadayên munferîd ên berteng li Sidi Infi, Sefrou, Nador, El Hoceima, Tinghir, Ben Smim, Jerrada û hwd rû dan ku li ser hindek ji wan rengekî eşîrî hebû. Komên xelk berhev bûn da ku hêvîşkesta xwe bidine bihîstin, doza mafên xwe yên xizmetên tenduristîyê, perwerdeyê, kar, an jî gelek bi sadeyî doza rûmetê bikin.

Numûneya Sidi Ifniyê, hezîrana 2008ê, bêguman ji hemûyan bêtir sembolîk e. Piranîya niştecihên vê bendera biçûk, ku ji eşîreta Ait Baaram in, xwe ji her îmkanan bêpar û vederkirî didîtin û lewma li dijî desthelata deverê rabûne ser piyan. Serê pêşî, rêveberîya deverê, ji Leşkerê Gerok ê Mudaxeleyê (CMI) qederê hezar çekdar şandin; yên navdar ku niha navê Komên Mudaxelekirinê (GIR) wergirtine, da ku xwepêşanderan bi rengekî tund serkut bikin. Lê belê, piştî salekê, dema hilbijartinên mehelî, karbidestan hişt ku amadekarên tevgerê, kontrola encûmena nû ya şaredarîyê bixine bin destê xwe.

Herwiha ev çend sal in tansiquiyate derhatine, an jî bi navekî din koordînasyon, ku li seranserê welatî ji bo têkoşîna li dijî giranîya bihayê tiştan û kêm û kurtîya xizmetên giştî, çalakîyên munferîd dikin. Hejmara wan di navbera şêst heta heştê kesan diguhere û jin tê de pir çalak in. Piştgirîya Çalakvanên Yekîtîya Fasê ya Mafên Mirovî (AMDH) an jî komên çepgirên tundrew (tûj/ekstrem) digel wan e. Li Casablancayê koordînasyoneke bihêz li dijî giranbûna bihayan têdikoşe. Li welatekî ku meaşê herî hindik ji 2000 dîrheman (ji 200 euroyan hindiktir) kêmtir e, xwedîkirina malbatê meseleyeke pir zehmet e.

"Çavbirçîbûna cihê şermê" ya hin xizman

Herçend ev koordînasyon bi xwe dibin sebeb ku çalakî şêweyê tundûtîjîyê negirin, lewre di navbera gel û makhzenê –navê ku ji bo dewletê dibêjin–, de navbeynkar in û karbidestên dewletê li hember wan qet germ û nazik nînin. Nemaze rika wan li AMDHê heye, ku bêguman yek ji rêxistinên herî çalak ên erebî ye di warê mafên mirovî de û yek ji meydanên dawî ye ku li dijî rejîmê muxalefeteke ciddî lê heye û endamên wê her gav têne teqîb kirin, nerihet kirin heta carinan dikevine ber lêdanên hêzên dewletê.

Lê belê, Fas ne wek Tûnisê ye. Cuda ji Zeyn el-Abidin Ben Ali, ku xelkê wî nefretê jê dike, xelefê Hesenê II. hezkirin û teqdîra tebeqeyên berfireh ên gel wergirtiye. Muhammedê VI. ne tenê serokê ruhanî yê fasîyan e –fermandarê bawermendan û ji eslê Pêxemberî–, herwiha ji tebayê wî, yên ku hazir in hemû şêl û tevgerên wî bi başî binirxînin gelek zêde ne. Ji başûr heta bakurê welatî her di serlêdanan de ye, çep û rast beşdarîyê di vekirina projeyan de dikin, ku piranîya wan projeyên hûrik in û divê wezîr an jî hilbijartîyên mehelî vekirina wan bikin. Berpirsekî pilebilind dibêje ku "zêde qabiliyeta wî ya xîtabetê nîne, lewma bi vî terzî pêwendîyê saz dike". Herwiha, berevajî bavê xwe yê ku kêm elaqeya xwe dida ser pêşhat û projeyên rojane, Hesenê II. bala xwe dide ser rêveçûna gelek proje û meseleyan. Xelkê Fasê herwiha asayîş û aramîya li seranserê welatî wek kirina wî dizanin.

Lê belê pareke muxalefeta derveyî parlamentoyê û hejmareke rêxistinan bi rengekî xeşîm rexne û gazindan ji qral dikin. Payîza 2010ê ji bo monarşîyê saleke gelek zehmet bû: 15 rojan piştî hilweşandina xeşîmane ya wargehekî Sehrawîyên Laayounê, di navbera 29ê çirîya pêşî û 10ê çirîya paşî de, aşkerakirinên Wikileaksê li ser çavbirsîtîya Qesra Qralîyetê di sektora emlakê de, wek bombeyekê ket nav rojevê û tesîra wê hem li nav û hem jî le derveyî Fasê gelek zêde bû. Kevnesefîrekî amerîkayî heta behsa "pexîlîya kirêt" a hindek kes û karên qralî kir. Lewre, li Fasê gava teşebuskarek bixwaze projeyeke mezin a emlakê bi rê ve bibe, mecbûr e şertên Mounir Majidi qebûl bike, ku kesê navbihurî karsaz û sekreterê taybet ê qral, yê Fouad Ali el-Himma, hevalê Muhammedê VI. û "mirovê bihêz" ê rejîmê û yê hukûmdarî bixwe ye. Sazîyên serekî û prosedurên dewleta Fasê di destê Qesrê de dibine amraz da ku fişarê saz bikin û bertîlan wergirin. Ku ev yek, bi ya dîplomasîya amerîkî, derbeke mezin li rêveberîya adilane dixe ku karbidest hewl didin pêş bixin.

Naşefafî û xumama herî qewî jî li alîyê serek û berpirsan e, bi taybetî li ser qelemên mal û samanên binemala hikûmdar. Endamên ji vê malbatê dikarin bi bihayekî erzan zevîyên destxweş ji bo avadankirinê bikirin û bi bihayê bazarê bifiroşin û bi vî rengî ser rihetîya xwe meblaxên bilind kar bikin. "Em hema bi yekcarî bêçare ne", bi van gotinan karsazekî sektora endûstrîyê gazindan dike, çavên wî li parseleke li ser meydaneke 3000 hektaran li başûrê Casablancayê ye, ku Qesrê jê standiye û kiriye milkê xwe. Qralê ku di heman demê de xwedîyê mezintirîn zevîyan e, bi 12000 hektarên erdê xwe yê baş avdayî, bêyî tu munaqeşeyekê muafiyeta bacdanê heta sala 2014ê dirêj kir ku ev sî sal in cotyar îstifadeyê jê dikin. Ev tedbîra ku Hesenê II. girt, divê bi tenê bo heyamekê be.

Serê salên 2000ê, hingê, bisporê siyasetê Rémy Leveau, ku li dijî qralîyetê, muxalefeteke serûber dikir, ji ber rantxurîya qralê ciwan ketibû fikaran:"Li sîstemeke ser rêya derbasbûna demokrasîyê, nabe qral bibe teşebuskar û karsaz; ew nikare digel teşebuskaran bikeve reqabetê. Di rewşa heyî de, divê rola xwe ya hakemîyê bihêz bike" (1).

Ev qelemên berê tûj, êdî zimanxweş in

Bi ya ragihandina kovara amerîkî Forbes, yekûna samanê (serwet) Muhammedê VI. di navbera salên 2000 û 2009ê de pênc caran zêdetir bûye û gihiştiye 2,5 mîlyar dolaran. Şêl û reftarên wî û yên derdora wî her ku diçe serekên şirketan bêtir aciz dike; bi taybetî rêveberên şirketên di sektora emlak, xurekên ji çandinîyê, bankevanî û belavkarîya giştî de. Yek ji wan, bi şertê parastina nihênîya navê xwe diyar kir ku "welatekî ku aktorên meydana aborîyê îtimadê bi dadwerîya welatê xwe nekin, welatekî seqet e. Li vir, kar û kiryarên dadê ne diyar in, mirov nizane kengî dê çawa hereket bike, di demekê de ku me, serekên şirketan, her wekî sermayeguzarên bîyanî, pêdivî bi dadeke diyar û adil heye".

Dîplomasîya amerîkî herwiha pîjan di serheng Aziz Bennani de jî radike, ji ber çavbirçîtîya wî ya bo pereyan, ku Bennani fermandarê Beşê Başûrî ye (alîyê Saharayê ku li dora 120.000 heta 150.000 esker bo wê derê hatine şandin). Mîna pilebilindên din, Bennani jî, ku jixwe berê fermandar Mahcûb Tobji (2) ew tawanbar kiribû, îstifadeyê ji postê xwe dike da ku bi awayekî ne qanûnî gelek pereyan kar bike. Herçend hindek hewl û tedbîr ji bo kêmkirina gendelîya li nav mîralayîyan û li nav pileyên berjêrtir hebûne jî, ji bo generalan rewşeke wisa ne li dar e, ku piranîya generalan dema teqawidbûna xwe paş dixin da ku van xêr û bêran ji dest nedin.

Muhammedê VI. ê 48 salî, niha di şexsê xwe de ji salên destpêka hikûmdarîya xwe kêmtir nihênîyan dihewîne. Diyar e ku wî jî wekî selefên xwe tahma miqamê xwe kir û bi halê heyî şexsê navendî yê sîstemê ye. Yên ku li benda guhartinên giring ên destûrî bûn da ku giranîyeke zêdetir bikeve ser parlamentoyê, anku ser partîyên siyasî, beramber hewlên xwe tiştek bi dest nexistin. Ne tenê ku qralî yek vîrgûla axirîn reşnivîsa destûrî neguhart, ku panzdeh sal in li kar e, herwiha, bi navbeynkarîya hevalê xwe Fouad Ali El Himma, xêr û îmkanên zêde dane ber destê çîneke siyasî ku qet pêdivîya wan pê nebû. Partîya Resenî û Modernîyê (PAM) ku El Himma, sala 2008ê, bi armanca bêtesîrkirina tevgera îslamî ava kir, bi wergirtina %21,7ê kursîyan karî bi suîstimalan di hilbijartinên mehelî yên 12ê hezîrana 2009ê de bibe partîya yekem. Bi vî rengî kete pêşîya Istiqlala partîya serokwezîr Abbas el Fassi (%19.1), sosyalîstên Yekîtîya Sosyalîst a Hêzên Gelperwer (USFP) (%10,8) û îslamîyên Partîya Dad û Geşepêdanê (PJD) (%5,4).

Tebeqeya elîtên siyasî, qet nebe ewên di meydana Parlamentoyê de, li pêş çavên fasîyan pir girîng nînin, heta gelek caran xelk bi çavê xerabkeran li wan dinihêre. Ji bilî hejmareke wekîlên ji çepgira tundrew, bes îslamîyên Partîya Dad û Geşepêdanê (PJD)(3) xwe ji rezîlîya berbelav parastine, bi ser de jî dubendîyên di navbera rêveberên partîyan de dengdarên wan aloz dikin û îmaja partîyê lawaz dikin. Oportunîzma hejmareke hilbijartîyên hemû alîyan karê PAMê hêsan kir, lewre jê re qet zehmet nebû wan bi alîyê xwe ve bikêşe, heta çend kevnegirtîyên çepgira tundrew jî xistine nav refên xwe. Axirîn hedê abzûrdê: Berî hilbijartinên mehelî yên 2009ê, PAMê diyar kiribû ku di muxalefetê de ye. Ev "hoqebazî", bi peyva rêveberê Tel Quelê (4), dihêle em têbigihin ka çima ji sêyan duyê xelkê Fasê êdî dengên xwe nadin.

Li dijî daxwaza gel, şidet û tepisandin

Herwiha, welatê qralîyetê her ku diçe bêtir tirs û fikaran dixe nav rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên berevanîya mafên mirovî dikin. AMDH gelek caran ji bo şermezarkirina paşketineke berbiçav di standardên mafên mirovî de dengê xwe digel dengê Amnesty Internationalê (AI) an jî Human Rights Watchê (HRW) dike yek. Chakib el-Khiyariyê serekê Yekîtîya Rif bo mafên kesan û alahilgira têkoşîna li dijî qaçaxçîtîya narkotîkê li bakurê Fasê, sala 2009ê ji ber "heqareta li sazîyên destûrî"bi sê salên girtîxaneyê hate ceza kirin. Li pişt vê tometê hêrsa karbidestan hebû, ku wî ew sebaret bi helwêsta wan a beramber qaçaxçîyên tiryakê (narkotîkê) şermezar kiribûn û ew bi xemsarîyê heta bi hevkarîyê tawanbar kiribûn. Acizîya berpirs û karbidestên hêzên aramî û nizamê ewqas mezin bû ku hewl dan û karîn di çileya 2011ê de asteng bikin ku Transparency Maroc xelata xwe ya salane bide rêzdar Khiyarî û Abderrahim Berradaye yê parêzerê Abraham Serfatyê kevnegirtîyê siyasî yê mijdara bihurî windakirî.

Seyr û ecêbeke din a dadê: Doza ku sala 2008ê, mîralayî Kaddour Terhzazê kevne numare-duyê artêşa hewayî ya Fasê bi 12 salên hepsxaneyê ceza kir. Piştgirîya AI, HRW û AMDHyê, herwiha daxwaznameyeke ku 157 wekîlên ewropayî di lehê wî de îmze kiribûn, tiştek ji rik û biryara desthelatê neguhart, lewre li pêş çavên hikûmetê Tehrzaz "xayîn" bû. Li vir jî dîsa sîbera general Bennani hebû, ku li gor hevalên mîralayî, Bennani tola xwe vedikir: Ji ber ku Bennani ji awayê ku mîralayîyê berpirsê pilebilind, kevnepîlotên fasî yên girtîyên Polîsarîyoyê parastibûn, pir aciz bûbû.

Dîsa bûyera Zakariya Moumniyê şampîyonê cîhanê yê light contact ê 1999ê jî, ku bi behaneya pûç ku wî bi kutekî ji namzedên koçkirî Ewropayê pere standine hê nû sê salên cezayê girtîxanê wergirt; rewşa dadê ya li welatî gelek baş radixe ber çavan. Li Fasê, biryareke qralîyetê heye ku her çi kesê di warekî de bibe şampîyonê cîhanê xelateke darayî werdigire. Zakariya Moumni jî doza îstifadekirina ji vî mafê xwe dikir. Rayedarên qralîyetê ewqas zivêr kiribûn ku îlona 2010ê winda dibe. Çar rojan bê xew di zindana îşkenceyê ya Temarayê -ku hêj jî heye- de dibihurîne, bê endaze lêdan û îşkenceyê dixwe, paşê jixwe bo sê salên cezayê girtîxanê tê mehkûm kirin. Parêzerê wî Abderrahim Cemai bi keser pê de diçe û dibêje "heyfa min tê gava bi taybetî tê bîra min ku wî hergav red kir Fransayê temsîl bike da ku rengên Fasê li ba bike!".

Dadgehan herwiha mista xwe li çapemenîya azad jî giran kiriye, lewre êdî desthelat her ku diçe kêmtir tehemulî rexneyê dike. Cezayên diravî yên qerase û cezayên hepsê bûn sebebê girtina çendîn weşanan, ku ji wan bes çendek ev in: Le Journal Hebdomadaire, Akhbar el Youm, Nichane, Al Jarida al Oula. Di ber re, rejîmê çendîn qelemên bi navûdenj jî girtine ba xwe, ku ew kesên şareza, niha hemû şermê dadiqurtînin û bîr û boçûnên desthelatê lêdikin.

Xebatkarên medyaya derekî jî herwiha di nav lepên karbidestan de ne. Ev zêdetir ji salekê ye ku wezareta ragihandinê muracaata rojnamegerekî fasî ku ji bo Agence France-Presse (AFP) kar dike, akredîte nake. Ajansa Reuters jî bi rojnamegerekî xwe yê din tûşî heman kêşe û zehmetîyan bûye. Azadîya wijdanî ya van her du rojnamegerên ajansan, ku yek ji wan sernûserê Journal Hebdomadaireê bû, li ber nezera servîsên asayîşê qabilî qebûlkirinê nîne. Rojnamegerên spanî ketine heyra wê hindê ka akredîtasyona wan dê bê nûkirin an na. Heçî El-Cezîre ye, karûbarên wê di dawîya çirîya pêşî ya 2010ê de hatine rawestandin, ji ber ku berpirsên qralîyetê bawer dikirin ku kanala Qetarê "îmaja welatî reş kiribû". (5) Her dîsa, sala 2010ê, Fasê zêdetir ji sed protestantên biyanî bi tometa "guhartina dînê hevwelatîyan", derêxistin. Herçend kar û kiryarên hindek ji evanjelîstan cihê nerihetîyê bû jî, rewşa bîstekên wan ku li Ain Leuhê, li Atlasa Navînî, qederê sih zarokên êtîm xwedî dikirin, dilê fasîyan û herwiha yê xelkê derve êşand. Ev zarok bi bêrehmane ji malbatên xwe yên ´hewîner [famille d’acceuil: malbata hewîner, malbata ku zarokekî ku ne zarokê wan e xwedî dikin] hatine cuda kirin ku ev malbat sî sal in li gor qanûnên welatî li Fasê dijiyan û zarokên êtîm li ser dînê Îslamê mezin dikirin. Diyar e desthelatdaran xwest pêdagirîyên hindek tundrewên îslamî bi cî bînin. Federasyona Protestantên Frsnsayê, sefîrê Dewletên-Yekgirtî û HRWyê ev dersînorkirin şermezar kirin.

Kanûna 1952yê, ji alîyê îstixbarata fransî ve kuştina Ferhad Hachedê sendîkavanê tûnisî li nêzîkî Tûnisê, tevahîya Efrîqaya Bakur bi taybetî li Casablancayê dabû ber bayê hêrs û agirê xwe. Piştî şêst salan, fasî hê jî bi dêhneke pir hişyar berê xwe didine guherîna rewşê li Mexreba mayî û li Misirê. Mehên çile û sibatê, gelek kesayetan, ku yên wekî Abdellatif Laabi jî tê de hebûn, dengên xwe berz kirin û ji Muhammedê VI. xwastin ku destpêşxerîyê bike ji bo "derbasbûneke aştîyane, lê qet’î, ya ber bi demokrasîyê ve)" (6).

Fouad Abdelmoumniyê rawêjkarê warê geşepêdanê û aborînas pê de diçe, "ya ku li Tûnisê qewimî, delîlê wê yekê ye ku ziman bestin, zext û zor, gendelî û palpiştîya hêzên derekî bi tu awayî li ber vîna gelan nabe asteng". Bo gelek fasîyan, çawa guleya nerehetî û zivêrîyê ket nav "welatên dost" ku divê di pêwendîyên xwe yên digel qralîyetê de talebkartir û hesastir bin, her wisa jî ew gule êdî ketiye nav bereya hikûmranan jî, ku êdî divê têbigehin ku heyama monarşîya mutleq û mafê xwedayî yê hikûmranîyê nemaye. Herçend Muhammedê VI. hîn jî piştgirîyeke girîng ji xelkê werdigire, şert e ku herwiha bo reformên giring hazir be, bi taybetî ku niha derdora elîtên siyasî û zumreyên din yên adetî, wek sendîkayan, bi piranî pêbawerîya xwe ji dest dane û bes dikarin bibin amrazên peytkirina pozîsyona desthelatê. Tevî hemû rîskên ku vê valahîyê di nav xwe de dihewîne.

Çavkanî

Ignace Dalle*: Rojnameger, nivîskarê "Les Trois Rois. La monarchie marocaine de l’indépendance à nos jours..."

  1. "Li Fasê salek piştî mirina Hesenê II. Axaftina di navbera Mounia Bennani-Chraïbi, Abdallah Hammoudi û Rémy Leveau de. Salnameya Afrîkaya Bakûr, cîld 38, ji rûpel 259 û wir de, ji weşanên CNRS. Parîs, 2002. Rémi Leveau nivîskarê Le fellah défenseur du trône e, ji weşanên fonda netewî ya siyaseta zanistî, Parîs, 1985
  2. Mahjoub Tobji, Les Officiers de sa Majesté, Fayard, Paris, 2007
  3. PJD sala 1998ê pêk hat, û desthelat dixwaze pareke îslamîyan bixe bin kontrola xwe. Ji hingê ve pareke endam û alîgirên PJDê zêde nelihev in digel desthelatê. Bixwîne: Wendy Kristianasen, Le Monde diplomatique tebax 2007
  4. No 395, Casablanca, 24 Cotmeh 2009
  5. Daxuyaniya wezirê ragihandinê M. Khalid Nauri, 4ê Mijdara 2010an
  6. Tel Quel, 29 çile 2011

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn